Sal: 39 / Hejmar: 468/ Kanûn 2020
Em têkoşînê mezin bikin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bîninKanûn 2020
Cemîl Bayik Ji destpêkê heta roja me ya îro Rêber Apo gav bi gav ev Tevger, di nav hemû pirsgirêkan, zor û zehmetiyan de pêş xist. Heke îro her kesek bi Kurdayetiya xwe radibe û rûdinê, heta ku hinek ji vê jî feyde dibînin, li ser vê bazirganiyê dikin û dijminatiya Rêber Apo û PKK'ê dikin, ew jî di encama xebatên Rêber Apo de gihiştin vê jiyanê. Yanî wekî Rêber Apo gotiye, “PKK ne tenê bi gelê Kurd da qezenckirin, bi her kesî da qezenckirin.” Hem dostên Kurdan û hem jî PKK'ê ji têkoşîna Rêber Apo qezenc kirin, hê jî qezenc dikin. Ev rastiyek e. Ji bo wê di serî de em û her kesê ji wê têkoşînê feyde dibînin, deyndarê Rêber Apo ne. Çiqas bixwazin vî deynî bidin jî, zehmet e ku karibin bidin. Ji lewra dema Rêber Apo mudaxeleyî dîroka Kurdan kir, ev ne tenê mudaxeleya dîroka Kurdan e, di şexsê Kurdan de, mudaxeleyî dîroka Rojhilata Navîn e, mudaxeleyeke cîhan û sîstema heyî ye. Ji bo wê ev mudaxeleyeke mezin û dîrokî ye. Heke ew mudaxele nebûya, îro wê bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nemaba. Yê ew pêvajo nejiyaye, belkî vê tam fêm neke û wate nediyê. Pêkan e gelek wer fêm dikin ku Kurd hebûn, derfet jî hebûn, têkoşîn jî hebû. Heta bi navê Kurdan hinek rêxistin jî hebûn, xebat hebûn, yanî ligel wan Rêber Apo jî têkoşîn û partiyek pêş xist. Ne welê ye! Divê, ew mudaxeleya ku Rêber Apo ji bo dîrokê kir baş bê fêmkirin. Eger ev baş neyê fêmkirin, têkoşîna heta niha hatiye meşandin nayê fêmkirin. Rastiya Rêber Apo û PKK'ê nayê fêmkirin. Wexta Rêber Apo mudaxele kir, şert pir nebaş bûn. Hem li Bakur nebaş bûn, hem jî li beşên din nebaş bûn. Tê zanîn. Li Bakur, Kurdayetî nemabû. Kesekî nedigot ez Kurd im. Gelekan digotin, ez Tirk im. Dagirkeran, qirkeran, tenê derfetên jiyana fizîkî di destên Kurdan de hiştibû, ew jî girêdayî çi bû? Tê bêjî, ez Tirk im, ji bo Tirkan jî kar bikî. Wê demê tu dikarî fizîkî bijî. Wekî din derfetên jiyanê ji dest Kurdan girtibûn. Kurd her roj dimirin. Dijmin bi navê jiyanê mirina Kurdan pêş dixist. Ji wê rê jî digot jiyan! Ji bo Kurdan jiyan çi ye? Mirin çi ye? Nedihat fêmkirin. Tevlîhev bû. Rêber Apo, got, “Ev jiyana ne tu jiyan e, nayê qebûlkirin.” Lewma jiyana ku her roj Kurdan bikuje nabe jiyan, ew mirin e. Wê çawa pêşiya vê bigire? Kurdan ji mirinê derxe, zindî bike, nemir bike? Ev pirsgirêkeke pir ciddî bû. Kesekî pirsgirêkeke wer, nedikir pirsgirêka xwe. Li beşên din, li Başûr tevgerek bi navê Kurdan hebû. Dawiya wê jî bi tifaqa Cezayîr hatibû, têk çûbû. Şertên Rêber Apo mudaxele kir, şertên nebaş bûn. Îradeya gelê Kurd şikestibû, yanî êdî kesî bawer nedikir ku bi navê Kurd û Kurdistanê wê tevgerek pêş bikeve. Digotin, heta vir e, xilas! Rewşeke wer di nav Kurdan de dihat jiyîn. Li Tirkiyeyê jî jixwe 12’ê Adarê çêbûbû. Tevgerên çepgir, sosyalîst derbên mezin xwaribûn. Serokên wan îdam bûbûn, di îşkenceyan de û li derve hatibûn qetilkirin, rêxistin belav bûbûn. Yanî di tevgerên şoreşgerî yên Tirkiyeyê de jî rewşeke belavbûnê, nebaş, bêhêvîbûyîn pêş ketibû, heta di hinekan de îrade jî şikestibû. Rêber Apo di şertên wer de ew mudaxele kir. Yanî hem ew tevgera çepgir ji ber derba xwarî qebûl nekir, ew layiqî gel û çepgirên Tirkiyeyê jî nedît. Ji lewra tiştên ku layiqî gelê xwe nedît, layiqî gelên din jî nedidît. Hê di destpêkê de nêzîkatiyên Rêber Apo li ser wî esasî pêş ketibûn. Hê di destpêkê de li dijî nîjadperestiyê sekinîbû. Enternasyonalîzm esas girtibû. Heke wer nebûya di wan şertan de hevalê Hakî û Kemal bi Rêber Apo re hevaltî nedikirin. Ji ber ne Kurd in, ne Kurdistanî ne. Li holê tiştek jî nîne. Di şertên wer de bi Rêbertî re hevaltiyê dikin. Ev çi dide diyarkirin? Rastiya Rêber Apo dide diyarkirin. Yanî Rêber Apo ne tenê rêberekî Kurdan e, rêberê gelan e. Ji ber ew dîtibûn, ligel Rêber Apo bê teredût cih girtin. Wekî ku Rêber Apo dibêje, “Ez nîv saetê bi wan re axivîm, tevlî min bûn, heta ku şehîd ketin jî nesekinîn, qut nebûn.” Ger rastiya vê Rêbertiyê wer fêm nekiribana, herhal di nîv saetê de ligel Rêber Apo cih nedigirtin. Wer berdewam nedikirin. Ev rastiyên Rêber Apo, PKK'ê û milîtanên dixwazin bi Rêber Apo re hevaltiyê bikin, ji bo wan esas e. Ev neyê fêmkirin, Rêber Apo, PKK û têkoşîna hatiye pêşxistin nayê fêmkirin. Yanî Rêber Apo di dîrokê de mudaxeleyeke pir mezin, guhertineke pir mezin kir. Lazim e di serî de milîtanên PKK'ê vê baş fêm bikin ku karibin bi her kesî jî bidin fêmkirin. Wer her kes her tiştî besît û rehet nebîne. Yanî ew têkoşîn û di encamê de derfetên çêbûne, wer rehet çênebûne. Divê ev were zanîn. Rêber Apo karaktera gelê Kurd, a şoreşa Kurd û dijmin baş fêm kiribû. Mudaxeleyên kirin li ser vî esasî kirin. Ji lewra mudaxeleya çêbûba, ger rastiyên gelê Kurd, dijminên Kurd, baş nehata fêmkirin, cih nedigirt. Ne mimkun bû. Yanî mudaxeleyeke wer çêbûbû ku wê ew mudaxele çi bike? Ne tenê ji bo ku tevgerek çêbibe, divê ew tevger berdewam bike û encam bigire. Ji lewra gelek tevger çêdibûn, çêbibûn jî; lê çawa çêbibûn wer temirî jî bûn. Temenê wan zêde nebû, berdewam nekirin. Pêwîst e tevgera Rêber Apo pêş dixe, ne wekî wan be. Rêber Apo dibêje, “Dema ez li zindanê bûm Denîz Gezmîş û ew birin îdamê, min li wir ji bo xwe encamek derxist û min got tevgera ez pêş bixim, divê di her şertî de berdewam bike, wer qut nebe, têk neçe.” Dîsa ji tevgerên Kurd, encam derxistibû. Dest pê kiribûn, yên mayî çend mehan an jî salekê berdewam kiribûn, du sal jî nîne. Hewce ye wer nebe. Ev encam hemû Rêber Apo derxistibûn. Jixwe aliyê Rêber Apo yê mezin û xurt çi ye? Dîrok e, heval vê dizanin. Ji dîrokê baş encam derdixe û xwe li ser wê perwerde dike. Li ser wê dîrokê pêş dixe. Yê dîrokê baş fêm neke, jixwe nikare wer bersivên dîrokê bide. Di dîrokê de tiştên xizmetî mirovahiyê dikin çi ne, zerarê didin çi ne, nikare ji hev derxe. Nikare dîrokê li ser tiştên xizmetê ji mirovahiyê re dike pêş bixe. Heke mirov baldar be, di paradîgmaya Rêber Apo de çi esas e? Tiştên ji destpêkê heta niha ji mirovahiyê re xizmet kirine esas e, wan digire. Yên zerar dane paqij dike. Li ser wî esasî têkoşînê pêş dixe. Ji bo wê ev têkoşîn pêş dikeve û encam digire. Yanî bi kurtasî dema Rêber Apo mudaxele kir, di dîroka Tevgera Kurd de ji her alî ve guhertineke bingehîn pêş xist. Ger wer nebûya jixwe li Kurdistanê ew Tevgera wer pêş nediket. Tê zanîn, di destpêkê de di tevgerên Kurd de, yên pêşengtî dikirin kî bûn? Serokeşîr û mîr bûn, zarokên wan bûn. Lê vê encam nedigirt. Komkujî û koçberî pêş diket. Şêx û seyîdan pêşengtî kirin, wan jî derb xwar. Wan jî bi komkujî û koçberiyan derb xwar. Ya dawî ya Barzanî bû, wê jî li Cezayîr derbeke mezin xwaribû. Êdî ji bo Kurdan; an wê temam bûya, dest ji her tiştî biqeriya; yan jî wê berdewam bikira. Berdewamkirin jî wekî berê nedibû. Yanî ji her alî ve guhertineke pir bingehîn lazim bû. Wê demê Tevgera Gelê Kurd dikarî berdewam bikira. Rêber Apo wexta ew mudaxele pêş xist ku hîmên wê li Bendava Çûbûkê danîn, heval dizanin, li ser wî esasî ew mudaxele pêş xist; bi wê mudaxeleyê Rêbertiya Tevgera Kurd kir. Rêbertiya partîbûnê, şêwazê milîtaniya wê da. Ji her alî ve guhertineke esas çêkir. Ji dîrokê encam derxist Hê di destpêkê de li ser çi sekinî? Rexne û xwerexnekirin. Rexneyeke pir xurt pêş xist. Bi wê ya tiştên ku xizmetî gelê Kurd nake, çi hebe, kir hedef. Bi wê Kurd zindî kir. Wê demê hinekan çi digot? “Ev serokatiyeke çawa ye ku gel rexne dike?” Nikarîbûn mane bidinê. Ji lewra heta wê demê kê dest bi têkoşînê kiribe, tiştên heyî ji bo xwe esas digirtin, ji bo wê jî rexne û xwerexnekirin pêk nedianîn. Halbûkî Marks û Engels jî dema xwestin tevgerên sosyalîst pêş bixin bi çi dest pê kirin? Bi rexneyê dest pê kirin. Ger wer nebûya wê Marks û Engels nekarîbana wer tevger pêş bixistana. Yanî tiştên ku amade tu werbigirî, wê berdewam bikî, di wê de nûbûn û guhertin çênabe. Rêber Apo ew rêgez ji bo xwe esas wergirt. Bi xwe rexnekirineke xurt dest pê kir. Yanî çi tiştên Kurdan ê mirovahiyê ye, yê sosyalîzmê ye, çi yê ku zerarê dide wê ye, yên mirin û tesfiyeyê çêdike ye? Ew ji hevdu derxistin. Ji ber ew ji nav hevdu derxist, gelê Kurd ji mirinê rabû ser piyan. Ne wer bûya, nemimkun bû. Dîsa Rêber Apo bi çi dest pê kir? Bi meseleya kesayetiyê dest pê kir. Kesekî pirsgirêkeke wer tu carî ji xwe re nekiribû pirsgirêk. Li derveyî Kurdistanê jî tevgerên sosyalîst ti caran pirsgirêkên kesayetiyê ji bo xwe esas wernegirtibûn. Ji bo wê jî çi dikirin? Di kesayet û civakên heyî de hinek guhertin dikirin. Guhertinek mezin û xurt esas nedigirtin. Ji bo wê jî tevgerên li Kurdistanê pêş diketin zû tesfiye dibûn. Li cîhanê jî zêde encam nedigirtin. Her çiqas hin gav hatibin avêtin, nirx hatibin avakirin û berdêl hatibin dayîn jî, nedigihiştin armancên xwe. Di dawiyê de dîsa tesfiye dibûn. Vaye Sovyet. Çima? Ji ber ku tu dixwazî li dijî sîstemê têkoşînekê pêş bixî, lê wê demê lazim e civak çawa çêbûye, tu wê baş tehlîl bikî. Tu wê tehlîl nekî, tê nikaribî wê civakê, wan mirovan li dijî wê sîstemê pêş bixî û encam bigirî. Eger hê di destpêkê de Rêber Apo li ser civakê, kesayeta wê civakê sekinîbe, sedem ew bû. Dijmin û dagirkeran ev mirov ji rastiya wan dûr xistibûn. Ji her alî ve tiştên xwe dabûn wê civakê. Ji bo wê her kesekî çi difikirî? Wekî dagirkeran difikirîn. Yên zîhniyet û kesayetên wan wisa çêbûbin, ma dikarin li dijî dagirkeran têkoşînê pêş bixin û bisekinin? Niyeta wan çi dibe bila bibe, nikarin. Lenîn jî dibêje, “Rêya dojehê bi kevirên niyeta baş tê hûnandin.” Ger tu dixwazî bi rastî jî li dijî qirker û dagirkeran bisekinî, lazim e civak û mirovên wê wisa wan çêkiriye, tu biguherî ku bikarî li dijî wan têkoşînê pêş bixî û bisekinî. Rêber Apo hê di destpêkê de rastiya Kurdistanê û rastiya dijminên gelê Kurd baş fêm kir. Heke ew baş fêm nekira, Rêbertî û partiya pêş xist, şêwazê wê yê têkoşînê û milîtanên wê jî wer pêş nedixist. Ne ku Rêber Apo dilê wî wer xwest û got ‘Ez ê rêbertî û partiyeke wer pêş bixim.’ Ji ber pirsgirêka Kurd, ne pirsgirêkeke wer hêsan e. Ne wekî pirsgirêkên gelên din e. Pirsgirêka cîhanê ye. Ji lewra sîstema heyî, li ser parçekirina înkar û îmhaya Kurdan pêş ketiye û dimeşe. Ji bo wê digotin, ‘Kurd berê hebûn.’ Ji bo wê ew siyasetên qirker li ser Kurdan dihatin meşandin. Sîstem li ser wî esasî dimeşiya. Yanî tu dest biavêjî azadiya gelê Kurd, tê li dijî cîhanê bisekinî. Ji lewra cîhana heyî te qebûl nake. Tu lê xwedî derkevî sûc e, hem jî sûcê mezin e. Rastiyeke wer heye. Ji bo wê hewce ye, tu tevgereke wer li Kurdistanê pêş bixe ku karibe bibe bersiv. Yanî karibe li dijî wê dinyayê bisekine. Di hemû şertan de karibe têkoşînê pêş bixe. Yanî li cîhanê ji wê zehmettir pirsgirêk nîne. Pirsgirêkeke wer mezin, wisa bi rêbertî û rêxistineke hêsan çareser nabe. Mînak jî li ber çavan e. Çiqas tevger derketine, têkoşîn pêş xistine di du mehan de tesfiye dibûn. Hêzên cîhanî tiştên ku dagirkeran li ser Kurdan dikirin, rast û baş didîtin. Li gorî wan Kurd ne medenî ne, eşqiya ne, nizanim çi ne. Wer dane nîşandan. Kes li dijî siyasetên dagirkeran nesekiniye, hemû jî li pişt sekinîne, çek û teknîkên xwe li ser Kurdan dane ceribandin. Dagirkeran jî ji vê nêzîkatiyê sûd wergirtine û siyaseta xwe wisa dane meşandin. Ev hemû rastiyên dîrokî ne, têne zanîn. Pêwîst e mirov van bibîne. Ji bo wê Rêber Apo dît ku li cîhanê pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke pir mezin e. Ger tu dixwazî wê pirsgirêkê çareser bikî, tê bi xwe bawer bikî, bi derfetên xwe têkoşînê pêş bixî. Tu kesekî ku bi te bawer bike û derfetan bide te nîne. Heta wê her kes li dijî te bisekine. Heta tu bi xwe bawer nekî, tu bi derfetên xwe têkoşînê nekî, tê wekî tevgerên berê hatine avakirin, heta astekê têkoşîneke bimeşînî, lê dawiya te jî wekî ya wan lê werê. Dawiya te ew e. Baweriya Barzanî bi xwe û gelê xwe nebû, bi derfetên xwe têkoşîn nemeşand. Her çiqasî bi alîkariyên pir mezin ên Amerîka, Îsraîl û Îranê têkoşîn pêş xist jî, di dawiyê de li Cezayîr dema Iraq û Îranê li hev kirin, derb xwarin û dev ji têkoşînê berdan, tê zanîn di dîrokê de heye, gotin “Aşbetal!” Yanî her tişt qediya. Bi deh hezaran pêşmerge hebûn, ew qas çek û derfetên wan hebûn, lê sekinîn, tiştek nekirin. Hêviyên gel careke din şikandin. Rêber Apo ji van tevan encam derxistibûn. Ji bo wê hê di destpêkê de çi esas wergirt? Got “Lazim e ez tevgereke wer pêş bixim ku di hemû şertan de berdewam bike, têk neçe.” Ji ber her kes dê li dijî wê bisekine. Ger tu li ser hêzên xwe, bi derfetên xwe ranebî, tê nikaribî du gavan biavêjî. Ji bo wê hê di destpêkê de Rêber Apo fedayîtî esas girt. Yanî bi rêbertiyeke fedayî, partiyeke fedayî û milîtaniyeke fedayî vê têkoşînê di nav zor û zehmetiyan de pêş bixe. Ti caran wê wer bi rehetî û derfetan pêş nexe. Tê di nav bêderfetî, zor zehmetiyan de têkoşînê pêş bixî. Yanî binihêre, hê ji roja derketiye holê heta wekî îro, rojeke rehet nedîtiye. Kê rehetî dabe pêşiya xwe roja din av û av çûye. Rastiya vê têkoşînê, vê qebûl nake. Rastiya şoreşê ev e. Ger cîhan hate ser vê Tevgerê, ji bo wê bû. Îro tolhildanê ji Rêber Apo werdigirin, ji bo wê ye. Dibêjin “Di esas de me Kurd kuştibûn, diviyabû careke din ranebûbana ser piyan. Te rakir. Tu hê di wê de israr dikî. Kurd nebûn, diviyabû nebûna. Te Kurd rakirin ser piyan hem jî te îro di cîhanê de hurmeteke mezin ji bo Kurdan çêkir, ev sûc e.” Ji bo wê îdam dane Rêbertî. Niha tecrîdê û hwd. dimeşînin. Sedem ev e. Ji ber Rêber Apo ew mudaxele bi wî şeklî nekira, Kurd wê li holê nemana. Karaktera şoreşa Kurdistanê gerdûnî ye Niha Başûr dibêje, “Me statûyek ji bo xwe çêkiriye, PKK statûya me dixe xeterê.” Ev xapandin û dereweke mezin e. Ger Rêber Apo ev mudaxele di dîroka Kurdan de çênekiriba, guhertineke esasî çênekiriba, ruh nedaba gelê Kurd, statû û destketî çênedibûn. Deyndarê PKK'ê û Rêber Apo ne. Di 1975’an de her tişt qediyabû, wê demê Rêber Apo mudaxele kir. Kesekî bawer nedikir ku ew mudaxele çêbibe. 1975’an ew mudaxele çêbû, pêşiya mirinê hate girtin. Heke careke din Kurd rabûbin û têkoşînê dikin, ev encama vê ye. Yanî di dîroka tevgerên Kurd de, mudaxeleya Rêber Apo guhertineke pir mezin çêkir. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye jî. Ji ber karaktera şoreşa Kurdistan gerdûnî ye, rêbertiya Rêber Apo pêş xist jî li ser wî esasî ye. Heke îro gihiştibe asteke gerdûnî, ew bi destpêka xwe ve girêdayî ye. Eger di destpêkê de Rêber Apo karaktera şoreşa Kurdistan pêş nexista û li ser wî esasî rêbertî, partî û milîtaniya şoreşa Kurdistan pêş nexistana wer nedigihişt vê astê. Rastî ev e. Ji bo wê jî pêwîst e mirov destpêka Tevgerê baş fêm bike. Di kîjan şertan de ew Tevger çêbû, çêbûna wê ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn, mirovahiyê çi îfade dike, maneya wê çi ye? Mirov vê baş fêm neke, têkoşîna hatiye pêşxistin jî nayê fêmkirin. Niha yên tevlî Tevgerê dibin, ji ber baş nayên perwerdekirin, rastiya Rêbertî baş fêm nakin, wer dizanin ku tevgerek an hinek tevger hebûn, Rêber Apo û PKK'ê jî ew berdewam kirine. Mîna tu dibêjî qey her tişt hebû. Tiştekî wisa nebû, li holê tiştek nebû. Yanî bi navê derfetan derfeteke biçûk jî nebû. Rêber Apo dibêje, “Me bi derziyê bîr koland!” Bi vî şêweyî têkoşîn hatiye pêşxistin û derfet çêbûne. Yanî ev a ji bo her kesî nemimkun e. Jixwe rastiya Rêber Apo û PKK'ê jî ew e: Tiştên her kes dibêje nabe, negengaz e; Rêber Apo û PKK dibêjin ‘Gengaz e û wê bibe’; bi têkoşîna xwe jî ev îspat kirin. Her tim îspat kir. Rastiya PKK'ê û milîtaniya PKK'ê ev e. Ne ku wer bêjin ‘Nabe’. Di PKK'ê de ew peyv nayê axaftin. Kî biaxive; pîvanek e, mirov dê zanibe tiştek ji rastiya vê Tevgerê fêm nekiriye. Niha mînak di gelek kadroyên me de wê çawa neke, li hinceta wê digere. Felsefeya nebûnê, nabe ye. Halbûkî felsefeya Rêber Apo ya hebûnê û jiyanê ye. Li dijî mirinê nemirin e. Li dijî çênabe, çêbûn e. Ev esas e. Ji ber felsefeya dijmin a nabe û ya mirinê ye. Dijmin çi dibêje? “Tu nikarî bikî, tu bikî jî bêfeyde ye. Lazim e tu vê qebûl bikî.” Çima li Kurdistanê dê û bavên me dema ku zor û zehmetî dihat pêşiya wan, digotin, “Xwedê bila rojekê zûtir canê min bistîne da ku ez xilas bibim!” Ji bo vê bû. Encama vê felsefeyê ye. Li dijî zor û zehmetiyê nesekinîn e, rizgariyê di mirinê de dibîne, wê esas digire. Ew felsefeya dijmin daye civaka Kurd e. Ji bo wê jî lazim e tu felsefeya Rêber Apo fêm bikî. Felsefeya Rêber Apo jî li dijî mirinê nemirin esasgirtin e. Di mirinê de jiyan avakirin e. Ew qebûl nekirin e yanî. Mînak em dibînin, yên felsefeya Rêber Apo baş fêm nekirine, felsefeya ku dijmin daye wan bi gelek şeklan dijîn. Mînak, tu li nav Tevgera me dinihêrî, hinek heval derdikevin xwe dişewitînin, xwe dikujin, dibêjin, “Min çalakiya fedaî kir.” Felsefeya dijmin pêk tînin, ne ya Rêber Apo. Tu eleqeya wê bi felsefeya Rêber Apo re nîne. Felsefeya Rêber Apo; Xeyrî, Kemal, Mazlum û wan pêk anîn. Hem jî di Zindana Amedê de, di şert û mercên 12’ê Îlonê de pêk anîn. Di mirinê de jiyan avakirin. Felsefe ev e. Ne ku li hemberî zor û zehmetiyê, mirinê bide pêşiya xwe û bêje ez rojekê pêş de bimirim. Dijmin her roj ji Kurdan re dibêje, “Tu nikarî, bêfeyde ye, dest jê berde, tu çi jî bikî, tu nikarî.” Yanî timî bi moral, îrade û zanebûnê dilîze. Fedaîtî Rêber Apo çi dikir? Heval zanin, belkî xwendine, yan jî ligel Rêber Apo mane, dîtine. Rêber Apo, dema ku dewre xilas dibû, ji hevalan nedipirsî û nedigot ma tu dixwazî biçî welat? Digot, tu dixwazî îleh biçî welat, tu biçî nizam çi wezîfeyê wergirî. Yê li hember digot, belê Serokê min. Nekarîbû bêje ez nikarim biçim welat, ez nikarim vê mesûliyetê rakim. Rêber Apo li dijî felsefeya dijmin ew pêş dixist. Ji ber felsefeya dijmin her roj digot tu nikarî. Bawerî û îradeya wî dişikand. Rêber Apo jî îrade û bawerî didayê. Digot tu dikarî biçî, tu dikarî vê peywirê hilgirî û van gavan biavêjî. Timî ew wer pêş dixist. Ji bo wê jî nedigot ma tu dixwazî biçî yan na. Felsefe ew e. Tê wer li dijî dijmin şer bikî. Heke te wer şer kir, tê karibî civaka Kurd û mirovê Kurd pêş bixî. Niha kadroyên me, heta hinek rêveberên me çi dikin? Dibêjin, “Heval ma tu dixwazî biçî yan na?” Yan jî dibêjin, “Tu dixwazî biçî ku derê?” Qet eleqeya xwe bi felsefeya Rêber Apo re nîne. Nav rêveberiya Rêber Apo ye, lê ti eleqeya xwe bi felsefe û xeta Rêber Apo re nîne. Ji derveyî azadiyê tiştekî esas nagire. Ji bo xwe tiştekî na jî. Ji ber fedaî ye. Dê vî gelî çawa ji vî halî derxe û bigihîne azadiyê wê esas digire. Fikir, lêhûrbûn, jiyan û xebata wî hemû li ser vê ye. Tiştên ku nakevin xizmeta azadî û demokrasiyê li xwe heram kiriye. Rastî ew e. Ji bo wê rêveber û milîtanên vê Tevgerê dê nebêjin, li hemberî zor û zehmetiyan ez nikarim an jî ez bimirim û xilas bibim. Rêber Apo digot, “Hinek heval dixwazin bimirin û namûsa xwe xilas bikin. Vê dikin meseleya namûsê.” Namûs ne ev e. Tê çawa têkoşînê bimeşînî û bigihî serketinê, namûs û çareserî ev e. Fedaî ye. Dibêje ez dixwazim biçim çalakiyekê bikim û şehîd bikevim. Eger şehîd ket, temam, neket, her tişt xilas dibe. Tiştekî bike namîne. Çi eleqeya vê bi fedaîtiyê heye? Bi temamî li dijî felsefeya Rêber Apo ye. Rêber Apo, hemû zehmetiyan dike sedema ku wê rake, xet ev e. Teslîmî zehmetiyê nabe, mirinê nade pêşiya xwe. Xeta pêş xistiye; zehmetî sedema ku wê rakê ye. Ji ber dema te ew rakir, zehmetî, mirin û zorî li pêşiya gelê Kurd radibin û digihê armanca xwe ya azadiyê. Ji bo wê jî Rêber Apo xet li ser kîjan esasî pêş xist? Tê tenê serketinê esas bigirî. Tiştên ku xizmetî serketinê nake, mirinê çêdike. Jixwe dijmin her roj mirinê pêş dixe. Tu bi navê felsefe û rêxistinê nikarî dijmin û felsefeya wî ya mirinê di nava rêxistinê de pêş bixî. Dijmin her tim difikire ku çawa bike wê gelê Kurd, PKK, encam negire? Timî wê pêş dixe. Ji bo te jî ya esas tê çi bikî ku dijmin vala derxî. Ji bo wê ji te re tenê serketin heye. Tiştên ku xizmetê ji serketinê re nakin, jî sedema têkoşîna ji holê rakirina wan e. Ji ber ji derveyî serketinê tiştekî ku te rizgar bikî tineye. Ji derveyî serketinê tu çi deynî pêşiya xwe, tu dijmin esas digirî. Hela hela tu vê di nava PKK'ê de bikî, tu bi navê PKK'ê, bi derfetên PKK'ê dijmin di nav PKK'ê de didî jiyandin. Tiştekî ji vê xetertir û xirabtir tineye. Ji bo wê milîtanên PKK'ê wê timî serketinê esas bigirin û xwe di serketinê de kîlît bikin. Ji derveyî serketinê tiştekî esas nagirin. Li cihekî şaşî kirin jî wê bikin sedema serketinê. Ji derveyî vê tiştekî partî û gel bi ser bixe tine. Gelek rê nînin, yek rê tenê heye. PKK her tiştî qebûl nake Sedema Rêber Apo xet wisa pêş xist jî ev e. Ji bo wê jî hê di destpêkê de pîvanên qebûlkirin û redkirinê pêş xist. Yanî li Kurdistanê tu bixwazî têkoşînê pêş bixî, wê pîvanên te hebin. Çima? Ji ber li Kurdistanê tiştek nemabû, pîvan û xet hema tevlîhev bûn, tiştekî zelal nemabû. Ger tu vê tevlîheviyê ji holê ranekî û zelal nekî, tê ti carî li Kurdistanê nikaribî têkoşînê pêş bixî. Heke hê di destpêkê de Rêber Apo di meseleya pîvanan de wer israr kiribe, sedem ev e. Mirov bala xwe bidiyê, PKK her tiştî qebûl jî nake, her tiştî red jî nake. Tiştên qebûl dike hene, yên red dike hene. Tiştên xizmetî azadiya gel neke, tu carî qebûl nake. Wan li dijî xwe dibîne. Tiştên xizmetî azadiyê bike qebûl dike. Ji bo wê jî eger dê jiyan hebe, wê li ser vî esasî be. Jiyana xizmetî vê neke, wekî jiyan nabîne. Ger PKK ji hemû rêxistinan cuda pêş ketibe, ji bo vê ye. Têkoşîn berdewam dike, bi vê ye. Naxwe ji mêj ve wê PKK'ê jî tesfiye bûba. Ji bo wê jî milîtanên PKK'ê wê Rêber Apo bi axaftinê esas negirin. Wê bi felsefe, pîvan, rêgez, uslûb, şêwaz û tempoya Rêbertî ya xebatê Wî esas bigirin û bijîn. Niha çima vê dibêjim? Dibêjin, “Bê serok jiyan nabe, em girêdayî Rêber Apo ne.” Lê tu li jiyana wan dinihêrî, ters e. Yanî tenê di axaftinê de Rêber Apo esas digirin, wekî din pêk nayînin. Ev tehlûkeyeke mezin e. Wekî ku min di destpêkê de got, xeterî ne dijminê derve ye. Ew tu carî ji bo PKK'ê xeterî çênake. Ya xeteriyê çêdike; yên di nava PKK'ê de, bi derfet û navê PKK'ê tevdigerin, lê wê naxin xizmeta partiyê û gel in. Ev tehlûke çêdikin. Ji bo wê bi munasebeta vê rojê, lazim e em hemû li ser rastiya PKK'ê û Rêber Apo xwe bibînin. Yanî mirov li ku derê pêre dibe yek, li ku derê cuda dibe. Divê em lêhûrbûnê bikin, xwe lêpirsîn bikin û xwe di ber çavan re derbas bikin. PKK jixwe tevgereke xwelêpirsînkirinê ye. Milîtanên wê jî her tim hewce ye xwe lêpirsîn bikin, di ber çavan re derbas bikin ku karibin bimeşin, lewaz nekevin û dûr nekevin. Ev pêwîst e. Rêber Apo hê di destpêkê de hinek rêgezên partîbûnê pêş xistin. Ev rêgez ji partiyên din cuda ne. Ji bo wê jî PKK cuda pêş ket. Ger tu van rêgezan pêk neyînî, tu di nav PKK'ê de jî nabî PKK’yî. Ne kevinbûn, ne nû bûn, rêveberî û hwd. te nake PKK’yî. Yên mirovan dike PKK’yî pîvan û rêgezên wê ne. Dema te ew di xwe de pêk anîn, tu dibî PKK’yî. Ev çi ne? Rexne û xwerexnekirin. Bi tiştekî ku te çêkirî, çiqas baş be, bila be, bi wê îdarenekirin, bes nedîtin, qebûlnekirin. Tiştên heyî qebûlnekirin, daîm di xwe de pêkanîna guhertinê. Eger çiqas tu pêşketinê bikî jî mirov kêm bibîne ku karibe zêde bike. Ne cemidîne, da ku tu ji hedef û xetê dûr nekevî, timî zindî bimîne. Çi ye? Tê ji hevalê xwe hez bikî. Heke tu ji hevalê xwe hez nekî, tê ji tiştekî hez nekî. Azadiya jin; yê vê esas negire, nabe PKK’yî. Yanî rêgezên partîbûnê yên esas hene. Eger te ev di xwe de pêk anîn, tu partîbûnê dijî. Heke tu van di xwe de pêk neyînî, tu çiqas bêjî ez PKK’yî me jî tu derewan dikî. Hem jî bi navê PKK'ê û bi derfetên PKK'ê dijî, derbên mezin li PKK'ê dixî. Rastî ew e. Rêbertî, ji bo PKK'ê çi got? “Romaneke dawiya wê nehatî ye, straneke bêdawî ye.” Dîsa got, “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bigihîjin serketinê.” Ev ne tenê axaftinên wer xweş hatine ziman in. Wateyên wan hene. Ev hemû, rastiyên Rêber Apo, PKK'ê û milîtaniyê îfade dikin. Yanî milîtanê vê Tevgerê wê çawa milîtaniyê bike, wê diyar dike. Yanî tê xwe daîm ciwan bihêlî. Tê ji hêza çareseriyê nekevî, her tim bibî hêza çareseriyê da ku karibî azadiyê pêk bînî. Tê nebêjî min ev kir, temam e û ez gihiştim armancê. Tê ti carî sînoran ji xwe re daneynî. Di şoreşgeriya PKK'ê de heval jî dizanin, teqewîtbûn tineye. Heta dawiyê tê şoreşgeriyê bikî. Rastiya PKK'ê ew e. PKK di şoreşê de şoreşê pêş dixe. Nabêjî min ev kir, tiştekî baş kir, min wezîfeya xwe anî cih. Tiştekî wisa di PKK'ê de tineye. Ji bo wê milîtaniya PKK'ê straneke bêdawî ye. Her tim tê biherikî, wezîfeyan pêk bînî, mesûliyetan bînî cih. Ev hemû pênaseyên milîtaniya PKK'ê ne. Hewce ye ev wisa bêne fêmkirin. Ev rastiyên Rêber Apo û PKK'ê ji destpêkê ve hene. Di dawiyê de belkî ev hatibin kûrkirin, dewlemendkirin. Ger di destpêkê de tinebûna, paşê jî kûr nedibûn û pêş nediketin. Eger mirov bala xwe bidiyê, ji destpêkê heta wekî îro di PKK'ê de guhertin pêş ketiye, lê li ser esasê wê çêbûne. Heke di destpêkê de nebûya, wer di paradîgmayê de guhertin jî çênedibû. Eger hûn bala xwe bidinê, paradîgmaya em li ser dimeşin, hê di destpêkê de heye. Li Îmraliyê ew gihiştine encama xwe. Li Îmraliyê dest pê nekiriye. Ger destpêk baş werin fêmkirin, ev têne fêmkirin. Rêber Apo, ji bo wê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mirovahiyê jî xizmeteke pir mezin kir. Niha ew hêdî hêdî têne fêmkirin. Li Rojhilata Navîn jî cîhanê jî rastiya Rêbertî û paradîgmaya Rêbertiyê pêş dikeve û hêdî hêdî kesayet, kom, gel û civak Rêber Apo ji xwe re esas werdigirin. Wezîfeya me çi ye? Em di vir de kêm man, kêm dimînin. Diviyabû me ev hê zûtir pêş bixista û bi Rojhilata Navîn û mirovahiyê bida naskirin. Em dereng man, ev ji bo me rexneyek e. Belkî heval jî hinek karan dikin, wan karan jî xizmeta vê kiribe. Lê dikarim bêjim ku gelekan jî rastiya Rêber Apo di pratîkê de dîtin. Belkî Şoreşa Rojava ev zêdetir bi wan da fêmkirin. Ji bo wê jî gelekan dest pê kir ku rastiya vê Tevgerê fêm bikin. Rojhilata Navîn çawa nas dikirin? “Pir di paş de ye, fêm nakin” û hwd. Lê li Rojava dîtin ku jinên Kurd destanan dinivîsin. Li Rojhilata Navîn ev çawa çêbû? Li ser vê sekinîn û li pişt vê dîtin ku Rêber Apo heye. Ji bo wê niha li cîhanê her kesek dixwaze Rêber Apo baştir fêm bike. Yanî hinekî jî di pratîkê de fêm kirin. Ne ku me parêznameyên Rêber Apo gihand her kesî û wisa fêm kirin. Belkî xebateke wisa jî hebe, lê di esas de pratîk dîtin û xwestin baştir fêm bikin. Ji bo wê jî her ku diçe ew pêşketin rû didin. Planên dijmin û peywirên milîtaniyê Niha me pêngavek pêş xist, heval dizanin. Ev pêngaveke mezin e helbet. Di navenda wê de jî azadiya Rêber Apo ya fizîkî heye. Her diçe ev deng dide. Ev hem pergala modernîteye kapîtalîst hem jî xayînên Kurdan ditirsîne. Ji ber dibînin ku pêşiya vê neyê girtin ji bo wan xeterî heye. Çawa di 1992’yan de di gerîla û civakê de pêşketin çêbûbû û ji ber ew xeter dîtin, li hemberî wê jî şerê 1992’yan pêş xistin, 1999’an Komploya Navneteweyî pêş xistin. Di dawiyê de jî dîtin ku bi Şengal, Rojava û bi salan e ku ew propaganda û biryarên pêş xistine ters zivirîn, rastiya Tevgerê baştir tê fêmkirin. Her ku diçe di nav jinan de, di nav gelan de, di nav sosyalîstan de hurmeta Tevgerê û gelê Kurd pêş dikeve. Vê xeter dibînin û ketin nav hewldanên pêşîlêgirtina vê. Ji bo wê ew jî gavan diavêjin. Ger PDK vê dawiyê ketibe nav liv û tevgerê ev girêdayî vê ye. Ne wekî ku wan tiştên dibêjin e. Tu eleqeya wan pê tineye. Ev bi temamî ji aliyê Amerîkayê ve tên pêşxistin û meşandin. Hê di destpêkê de Amerîka li dijî vê Tevgerê ye. Her ku vê Tevgerê gav avêt wan jî gavên mezintir avêtin. Li hemberî wan jî Rêber Apo gav avêtin, heta wekî îro hat. Niha jî dibînin eger pêşiya wê neyê girtin, azadiya Rêber Apo ya fizîkî jî pêş bikeve wê derbên mezintir bixwin. Ji bo wê jî PDK xistine nav hereketê. Jixwe ji destpêkê heta niha alîkariya wan dike, niha jî dîsa bi alîkariya DYA û yên din ketin hereketê. Dixwazin çi bikin? Derbê li Tevgerê bixin, yên ji bo kampanyaya Rêber Apo hereket dikin ji vê dûr bixin ku qada navneteweyî dîsa ji bo wan bimîne. Ji ber qada navneteweyî bi navê Kurdî bi wan mabû. Hemû derfet û têkîlî li ser wan dimeşiyan. Heke ew li ser wan qut bibe, nikarin wer li Başûr jî li ser piyan bimînin. Ji bo bimînin, divê pêşiya van pêşketinên çêdibin bigirin. Wê jî bi çi çêkin, çawa bikin? Bi şer. Ger şer çêbibe, wê her kes dûr bisekine, wê bigihîjin armanca xwe. Vê dimeşînin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) van dike ku Tevger tengav bibe, ji neçarî teslîmî wan bibe û bikeve xizmeta wan. Ji lewra ji bo wan Başûr girîng e, lingê wan e. Vêya PKK tehdît dike. Ji bo wê Nêçîrvan, Mesûd û yên din dibêjin “Pêwîst e PKK xwe nexe alternatîf, wekî mêvan bimîne.” Yanî bila desthilatdariya me berdewam bike. Em ê jî li dijî PKK'ê hinek gavan biavêjin, PKK'ê bêtêsîr bikin û mecbûrî me bimîne. Yanî maneya bila li Başûr xwe neke alternatîf, mêvan bimîne, ev e. Wer difikirin ku Şengal bi dest xwe bixin, Rojava bi dest bixin, li Bakur jixwe hewl didin Tevgerê bêtesîr bikin. Li Herêmên Parastinê yên Medya jî me tengav bikin û bêtesîr bikin. Tişta dixwazin ev e. Divê em van bibînin. Tiştên ku dijmin dike, bêminetî ye, dijmin e dike, divê em jî milîtaniya xwe bikin. Lazim e planên dijmin ji bo me timî kîn û nefreteke mezin çêbike, bibe sedema vê. Xet ji me vê dixwaze. Niha tiştên dijmin li ser me û gelê me dike, êşên me pir mezin dike. Belkî li cîhanê kesekî êşên wiha nejiyabin. Êş çiqas mezin be kîn û nefret, têkoşîn jî hinde mezin dibe. Pêwîst e planên dijmin li ser me dimeşînin, ji bo me bibin sedema em wan planan pûç bikin. Ew jî ji me çi dixwaze? Şoreşgerî û milîtaniya em bikin, xurttir bikin. Hewce ye em kêm bibînin. Eger ew li ser Rêber Apo vê tecrîdê dimeşînin, li ser me û gelê me vê siyaseta qirkirinê dimeşînin, naxwe têkoşîna me têrê nake, pêşiya wê nagire. Ji bo wê ev vê cesaretê di xwe de dibînin. Yanî dema ku ev vê siyasetê dimeşînin, vê hêzê ji lawaziyên me digirin, em ê vê bibînin û xurttir têkoşînê pêş bixin. Wê demê em ê lawaziyên xwe ji holê rakin, ku cesaret nekin van siyasetan bimeşînin. Ji bo wê jî tiştên dijmin dike, lazim e bibe sedema têkoşîna rakirina wan. Heke me wer têkoşîn meşand, em di xeta Rêber Apo de ne, li ser xetê dimeşin. Rastiya Rêber Apo jî ji me vê dixwaze. Rêbertî çi got? “Tişta ku min nekuje, min bihêz dike.” Yanî tiştên min dikujê ez ê ji holê rakim. Xetê esas werdigire. Yanî xetê ji bo xwe jî pêk tîne. Divê em jî vê esas werbigirin û li ser wî esasî têkoşînê bimeşînin. Heta niha têkoşîna di bin rêbertiya Rêber Apo de me pêş xistiye, ligel hemû kêmasî û şaşîtiyên xwe gelek guhertin pêş xistin û encam girtin. Ji bo wê Rêber Apo û Tevger gerdûnî bûne, gihane wê astê. Niha lazim e em vê hê xurttir bikin. Ev ê bi çi bibe? Bi xurtkirina têkoşînê be. Ev ê jî rêxistinê mezintir û xurttir bike. Ya ji me tê xwestin ev e. Ji niha û şûn ve jî em ê zor û zehmetiyan bibînin. Bila kes wer rehetiyê nefikire. Li Kurdistanê kî li rehetiyê bigere, bifikire, wê zanibe ku ji PKK'ê dûr ketiye. Jixwe eger ji PKK'ê dûr ket jî, wê qut bibe, dûr bikeve heta biçe xiyanetê jî. Ev sedî sed e. Lewma ya rastî, li Kurdistanê li ser wî esasî ye. Çawa ku heta niha me di zor û zehmetiyê de têkoşîn meşand, ji îro û şûn ve jî wê wisa bimeşe. Zor û zehmetî wê bibin sedema em têkoşînê hê mezintir bikin û bimeşînin. Milîtanî ji me vê dixwaze, ji ber xet ev e. Ji vir û şûn ve jî çiqas zor û zehmetî, astengî û xetere hebin jî wê bibin sedema em têkoşînê mezintir bimeşînin. Heta niha me ew esas girt, ji niha û şûn ve jî em ê wê esas bigirin, bimeşin û encam jî bigirin. Xebatên me pêş xistin çiqasî bi zor û zehmetî bimeşin û em berdêlên giran bidin jî, ev hem rastiya PKK'ê bi her kesekî dide fêmkirin hem jî ev rastiya dijminê me jî radixe ber çavan, teşhîr dike û bi her kesî dide fêmkirin. Ti carî rastiya dewleta Tirkiyeyê wekî îro li cîhanê nehatibû fêmkirin. Ev encama têkoşînê ye. Rastiya PDK’ê ti caran wekî îro nehatibû fêmkirin. Di nav Kurdan de jî di nav cîhanê de jî. Ev encama têkoşînê ye, bi xwe çênebû. Me pir zehmetî dîtin, me pir berdêlên giran dan û ew encam wisa derketin holê. Bi xwe çênebû û çênabe. Ji vir û şûn ve jî, tişta ji me tê xwestin çi ye? Madem me ew teşhîr kirin, lazim e em dawiya wê bînin. Ne ku me kir, hinek bên li ser rûnin. Rastiya Rêber Apo vê qebûl nake. Ji ber, ev Tevger tevgera edaletê ye. Tevgereke exlaq e. Em berdêlan bidin, em bikin, hinek jî li ser wê rûnin, ti caran exlaq, rastî û edaleta vê Tevgerê vê qebûl nake. Ji bo wê jî hewce ye, heval li keda xwe, li nirxên ava kirine, xwedî derkevin. Nehêlin kes pê bilîzin, hinek li ser wan jiyana xwe pêş bixin. Ev jî rastiya Rêber Apo ye. Milîtanên Rêber Apo, pêwîst e di vê de xwe kûr bikin da ku karibin li ked û nirxên xwe xwedî derkevin. Ev dê milîtanan xweşiktir bike. Ev dê Tevgera me, gelê me di nav mirovahiyê de xweşiktir û rêzdartir bike. Em ê wer peywirên xwe pêk bînin. Çawa Marks, Engels rolek pêk anîn, dawiyê Lenîn pêk anî; niha jî rolekî wer ji me tê xwestin. Hemû tevgerên sosyalîst, ên demokrasî û azadiyê li cîhanê dimeşînin vê pêngavê ji me dixwazin. Yanî gihiştiye vê astê. Lazim e em ji vê re bibin bersiv. Ger em nebin bersiv, em ê xiyaneteke mezin bijîn. Ji ber me ev çêkir, hewce ye em li vê xwedî jî derkevin. Em vê çêbikin, lê xwedî dernekevin, hêviyan pêk neyînin, wê demê em tenê nabin xayînên gelê Kurd, em dibin ên mirovahiyê jî. Ji ber em ê hêviyên wan bikujin. Kuştina hêviyan, xiyanet e. Ev Tevger li dijî xiyanetê çêbû. Li dijî înkarê çêbû, ev rastiya vê Tevgerê ye. Heke milîtanên vê Tevgerê li dijî xiyanet û înkarê nesekinin, wê demê rastiya xwe winda dikin. Yanî ev Tevger nikare xwe înkar bike, xiyanetê bijî û bide jiyîn. Ji ber li dijî wê derketiye, têkoşîn meşandiye û di encama wê de jî hêviyên mezin çêkirine. Lazim e li vê xwedî derkeve. Ev jî çi ji me dixwaze, mezinkirina têkoşînê. Ne ku em vê bibînin û bêjin me çêkiriye û di me de rehetiyê pêş bixe. Em wer bikin, em ê tersî Tevgerê bikevin. Wê demê em ê xwe jî înkar bikin. | ||
© 2021 Serxwebûn |