Rêhevalên Heja!
Em dewreyên xwe yên perwerdeyê ku me di sala 50’yemîn a derketina Rêbertiyê de rêxistin kiribûn, bi serkeftî dawî dikin. Beriya her tiştî ji bo hemû rêhevalên di Dewreyên Sala 50’yemîn ên Serkeftinê de perwerde dîtine, serkeftinên mezin dixwazin. Em bawer dikin ku wê li her qadeke diçinê û her erkekê de serkeftî bin, ji dil bawer dikin ku wê di xeta Rêbertî û şehîdan de bi biryarî bimeşîn.
Pir eşkereye em bi erka ku sererastkirin û nûkirinên pêwîst di bingeha xeta Rêbertî û şehîdan de li her derê pêk bînin, tevkariyên girîng û mezin bidin serkeftinên pêvajoya pêşiya me re rû bi rû ne. Me îsal derfet dît ku pirsgirêkên xwe yên partî û têkoşînê bi berfirehî bikin rojev û nîqaş bikin. Bêguman ev fersend û derfet bi têkoşîna mezin a tê meşandin çêbûn. Li Îmraliyê bi berxwedana Rêber Apo, bi sekna serkeftinê ya gerîlayên me yên leheng ku navenda wê Zap, Metîna û Avaşîn e, bi têkoşîna bênavber a ku gelê me û dostên wê li çar perçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê bi şev û roj meşandiye ev derfet û fersend derketin holê. Li ser nirx, zemîn, fersend û derfetên ku têkoşîna wan afirandiye me hewl da ku xwe nû bikin. Di vê bingehê de destpêkê berxwedana Îmraliyê, Rêber Apo, rêhevalên ku di serî de li Zap, Metîna û Avaşîn, li çar aliyên Kurdistanê bi lehengî şer dikin, gel û dostên xwe ku li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê ji bo azadiyê hemû berdêl dan ber çavên xwe û têkoşîn meşand silav dikin; serketfina pîroz a vê têkoşîna wan pîroz dikin; hemû şehîdên xwe yên leheng ku her roj beyî ku çavên xwe bigirin bi dehan çalakiyan lidar dixin û di xeta şehadetê de dimeşin bi heskirin, rêzdarî û minet bibîr tînin.
Têkoşîna gerîla ya di xeta fedayîtiyê de ruh, hêz û derfet daye me. Me jî hewl da ku her kêliyekê bi wan re bin, têkoşîna tê meşandin binirxînin, xeletî û kêmasiyan li gel sedemên wê derxînin holê, ji wan dersan derxînin, di vê bingehê de xwe nû bikin, bibin milîtanên pêşeng ên ku vê xetê biserkeftî pêk tînin. Em bawer dikin ku hemû rêheval wê di nava agirê vê têkoşînê de bi ruh, feraset û vîna ku kêliyekê jî qut nabe, hêzek mezin bidin têkoşînê, tevkariyek ku dê têkoşîna tê meşandin li her derekê bigihînin serkeftinê bidin. Em baş di zanin ku em vê têkoşînê bi kîjan nirxan dimeşînin û tu caran jibîr nakin. Emê pêwîstiya erk û berpirsyariyên ku wan nirxan dane ser milê me jî di pratîkê de bi awayekî serkeftî bicîh bînin. Me rexne-rexnedayîn li ser vê xetê çêkir, di vê bingehê de soz da. Bêguman wê soza me pratîka me be. Emê danaheva ku me ji têkoşînê girtiyê jî di çarçoveya soza xwe de bi serkeftî jiyanî bikin.
PKK’yîbûn tê wateya ku her roj destpêkên nû çêbikin
Rêhevalên Hêja!
Em hewl didin rastiya Rêbertî û partiyê ya ji destpêka têkoşîne ve, dersên danaheva dewlemend a ku meş û têkoşîna mezin a azadiyê ya nîv sedsale dom dike derxînin holê û bi ecibînin. Beriya her tiştî pêwîste em xwe bigihînin ferqa girîngiya vê yekê. Em dorhêlek leşkerî û siyasî ya çawa de dijîn? Bi rastî jî ev rewşek normal e? Derfet û şertên ku xebatên her dem tên meşandin bi awayekî rûtîn bidomînin heye yan na? Pêwîste em baş li vana binêrin. Lewma divê em bi nêzîkahiyên rûtîn û navîng xwe nexapînin. Bi rastî jî tiştên tên gotin belkî di şertên normal de rast bin, lê şertên ku em niha di nav de ne, bi tu awayî şertên normal û asayî nîn in. Berevajî wê, têkoşînek tund û kûr ku di ser têkoşîna awarte de ye tê meşandin. Em di dorhêlek wiha ya têkoşînê de xebat dimeşînin. Di şertên têkoşînê yên niha de pêkanîna vê yekê, bêyî ku rê li ber neweyiyekê vekin gihandina encamê gelekî girîng e. Di heman demê de erk û berpirsyariyên di girîngiya dîrokî de dide her yekî/ê ji me. Em ê her tim di zanebûna kûr a van erk û berpirsyariyan de bin. Em ê bi tu awayî nekevin xapînokan. Lewma em ji hişmendiya erk û berpirsyariyên xwe qut nabin. Em rewşê normal, asayî nabînin, di dorhêlek awarte de nakevin nava nêzîkahiyên asayî-normal.
Wê demê em ê girîngiya mezin a dorhêla têkoşînek bi vî rengî ji kûr ve derxînin zanebûnê û pêwîstiyên wê di pratîkê de teqez bi terz, uslup û tempoyek rast bi awayekî serkeftî jiyanî bikin. Em ê encamên wê veguherînin çalakî û pratîka şoreşgerî. Pîvana serkeftina me wê pîvana serkeftina di pratîkê de be. Ji ber vê yekê ya esasî ew e ku em bi hişmendiya kûr û yekpare ya erk û berpirsyariyên têkoşînê dane ser milê me tevbigerin, li her derekê û di her cure erkê de serkeftî bin. Hemû nêzîkahiya me, rêgeza me ya arastebûna pratîkê wê di vê bingehê de be. Ji bilî vê yekê, em nêzîkahiyek din bi tu awayî rast nebînin, qebûl nakin. Em li gorî xwe nakevin nava nirxandinên cuda, ji lewr e nakevin nava xeletî û xetayan.
Em li ser mijara. “Çawa dikare hîn têrker, baştir û fêrker be” disekinin. Ev xwezayî ye û tê fêmkirin. Pêwîste em her tim wisa bikin, nexwe tişta heyî têrker dîtin tê wateya; “Êdî ji me evqas, em nikarin wêdetir biçin”. Bi vî rengî her tişt xilas dibe, dawiya wê tê. Lê jiyan, bi taybetî jiyana şoreşgerî qet wiha nîn e, rastiya Rêbertiyê, jiyana Apogerî qet wiha nîn e. Rêber Apo çi got? Got; “PKK’yîbûn tê wateya ku her roj destpêkên nû çêbikin”. Diyar kir ku bi encaman re na, her tim bi destpêk û afirîneriyên nû re eleqedar e. Destnîşan kir ku bingeha rastiya Rêbertiyê vê yekê îfade dike. Navenda partiyê jî ji bo fêmkirina rast a xeta Apogeriyê û pêkanîna wê ya serkeftî, her tiştekî pêwîst di asta jêr de daye. Ya din ji keda her neferekê re dimîne. Ji ber vê yekê divê tiştên partiyê dane kêm nebînin, wana her tim bînin bîra xwe, di hişê xwe bigirin; di ronîkirina xeta bîrdozî-rêxistinî, stratejî û taktîkên têkoşînê de pêk bînin. Tişta ku dê me bibe serkeftinê teqez ev e.
Di xeta Rêbertî û partiyê de çarçoveya teorîk û pratîk teşeyek yekpareyî dihewîne. Tekane rêya serkeftinê ew e ku parazname û dahûrandinên Rêbertiyê ji her demê zêdetir werin xwendin, derxînin zanebûnê û pêk bînin. Rêber Apo dibêje; “Paraznameyên min li ku derê bin ez li wir im”. Parazname li her derê ne, wê demê rastiya Rêbertiyê li her derê ye. Di bingeha vana de pêwîste em hewl bidin ku rastiya Rêbertiyê di asta ruh, hest, raman û tevgerkirinê de lêkolîn bikin, binirxînin, fêm û hezim bikin. Pêwîste em rastiya Rêbertiyê di xeta raman û pratîkê de, xeletî û kêmasiyên xwe yên li hemberî sekna Rêbertîyê, tevahî pratîka partiyê, pratîkên li qadan, di dawiyê de jî pratîka xwe li ber çavan bigirin û bi nêzîkahiyek rexne-rexnedayînê her tim binirxînin. “Em li ku derê ji Rêbertiyê qut dibin, lawaz dimînin û xeletiyan dikin? li hember rastiya Rêbertiyê ya biser dikeve di warê sekin, hest, raman, zihniyet û tevgerkirina me de dûrahî û qûtbûnên çawa hene, çavkaniya xwe ji çi digirin? Em ê vana çawa ji holê rakin? Em ê bi awayekî yekpareyî çawa xwe bigihînin rastiya Rêbertiyê, çawa fêm û hezim bikin? Em ê terz, uslup û tempoya Apogerî çawa qezenç bikin, em ê çawa bibin milîtanên şoreşger?” Peydakirina bersiva van pirsan gelekî girîng e.
Dîsa divê em bi awayekî rast dersên pratîk ên têkoşîna mezin a 50 salan, meşa mezin a azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo derxînin. Pêwîste em dîroka têkoşîna xwe bi yekpareyî binirxînin. Divê em têkoşîna me ya partî û gel, şerê gerîla, rewşa tevlîbûna têkoşînê ya ciwanên Kurdistanê, rêxistin, çalakî, pêşengtî, destpêka têkoşîna me ya azadiya jinê û asta ku niha gihîştiyê bi hemû aliyan ve lêkolîn û fêm bikin. Pêwîste têkoşîna em di bingeha paraznameyan de dimeşînin, yek jî bi dersên pratîkî yên vê têkoşîna lehengî ya nîv esir a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin re hîn zêdetir şênber û fêmker bikin. Ev gelekî girîng in. Ji bilî vana pratîka rojane bêyî ku bikevin guman û dudiliyan beş bi beş, parçeyên Kurdistanê jî li ber çavan bigirin, xebatên li her qadekê bi hemû hurgiliyên wan ve di bingeha xeta me ya Rêbertî û partiyê de analîz bikin û binirxînin. Divê şênbertiya li her qadekê ya pratîka me ya partiyê bi awayekî rojane li hemberî xeta Rêbertiyê bi awayekî kûr analîz bikin.
Yanî çi rast, çi xelet e? Çi kêm, çi têrker e? Pêwîst bû me çi bikira lê me nekir, çima nekir? Me çi pêk anîn, yên me pêk anîne çiqasî li gorî xetê ne, em di kîjan astê de gihandin serkeftinê, çiqas xeletî û nebesî dihewandin, ev xeletî û nebesî çavkaniya xwe ji ku digirin? Pêwîste em vana jî bi hemû hurgiliyan (Kite) bi awayekî vekirî nîqaş bikin. Divê bêyî ku bikevin nava tu guman û fikaran teng nêzîk nebin. Tabî pêwîste di bingeha ku rastiya şênber esas bigirin de nîqaşek wiha bimeşînin, dahurandina pratîka giştî bikin, rewşa rojane ya asta partî û têkoşîna me bi hemû hurgiliyan ve derxînin zanebûnê. Di encama vana de em di nava pirsyariyek rexne-rexnedayînê ya di asta herî pêş de ne. Sererastkirin û biryardarî wê di vê bingehê de pêş bikeve.
Em bi rexne û rexnedayînek pir kûr dikarin xwe sererast bikin
Rêhevalên Hêja!
Dema em vana hemûyan nîqaş dikin û rexne-rexnedayînê didin, em ancax bi awayekî ku hîn zêde û kûrtir li ser xeletî û nebesiyan bisekinin, rexne-rexnedayînê hîn kûr û tûjtir bikin, xeletiyan hîn şênbertir û di asta pêş de derxînin holê, dikarin sererastkirinê çêbikin.
Rêber Apo di talîmata nameya xwe ya 26’ê Hezîrana 2014’an de gotibû, “Meqes vedibe”. Ji vebûna meqesê wêdetir, mesafeya di navbera xeta Rêbertî û sekna me ya pratîk de gihîştiye noqteya ku diçin aliyên cuda. Herî kêm di aliyê stratejîk de sekna me teqez wiha ye. Di aliyê xeta bîrdozî-rêxistinî-polîtîk de jî lawazî, li gorî xwe bûyîn, tengbûn û seraseratî heye. Di fêmkirin, hezimkirina paradigmaya nû, li gorî pêwîstiyên wê pratîka rêxistinî û çalakiyê bi terz, tempo û usluba Apogerî bixin nava tevgerê de jî lawazî, paşverûtî û pirsgirêkên me yên ciddî hene. Lewma hem di aliyê xeta stratejîk, hem jî ya bîrdozî-rêxistînî de em di rewşek bi pirsgirêk de bûn. Di rewşek wiha de sererastkirin ancax bi çemandina darik (dar-çubuk) dikare pêk were. Yanî eger darikek xwar be, ji bo sererastkirinê herî kêm qasî xwarbûnê eger em ber bi aliyê din ve biçemînin belkî rênîşanekê qezenç bike, bibe xwediyê seknek mezin. Ev rastiyek e. Lewma em jî rewşa xwe bi vî rengî dinirxînin û em mecburin bi vî rengî binirxînin jî.
Lewma di rexne-rexnedayînê de em dikarin hewl bidin hîn zêdetir kûr bibin. Ji ber ku çavkaniya ku em xwe bi wê perwerde bikin teqez ev e. Ji bo ku em werin asta kesên xeta Rêbertiyê rast fêm dikin û pêk tînin, ji bilî ku em rewşa xwe ya li hemberî xeta Rêbertiyê di pirsyarîkirina rexne-rexnedayînê re derbas bikin, tu rêbazeke din a ku me sererast bike nîn e. Tu derfet û dorhêlek rehet an jî hêz û nirxek din nikare me sererast bike. Em ancax bi rexne û rexnedayînek pir kûr dikarin xwe sererast bikin, xwe bînin rewşa li gorî pêwîstiyên xeta Apogeriyê. Bi awayekî hîn kûr, tûj û radîkal nêzîkbûna me ya li hemberî rexne-rexnedayînê, dema hem xebatên pratîk hem jî rewşa xwe ya takekesî dinirxînin, mecbûrî ye ku em darik ji berevajî ve biçemînin. Xwe gihandina feraseta diyar, qezençkirina rêzaniyê, xwe gihandina girîngiya rewşê û rast şîrovekirina bûyeran em anîn rewşeke ku sererastkirinek wiha bijîn. Qet jî wisa xelet û kêmasî nebû. Lewma divê rast fêm bikin ku çi tê kirin. Pêwîste vê xeta rexne-rexnedayînê bi şertê ku cîh û demê jî li ber çavan bigirin domdar bikim. Di vê bingehê de pêwîste encamên derketine holê watedar, binirx bibînin û pratîk bikin.
Şoreşa zihniyetê, şoreşa wijdanê domdar bikin, pêş bixin û kûr bikin
Ji bo ku em şoreşa zihniyetê, şoreşa terzê jiyanê, şoreşa heqîqetê û asta şoreşgeriyê di kesayeta xwe de wekî şoreşa kesayetê pêk bînin, divê valahî û qutbûnek herî biçûk jî nehêlin û têkoşîn bikin. Di rewşek berevajî de wê xeletiyên pratîkî derkevin holê. Xeletî jî bi awayek tesaduf çênabin. Ya rastî qûtbûna ji xetê heye, mayîna li derveyî xetê heye. Ev qûtbûn, derveyî xetêbûn, tenê bi rengê lawaziya pêkanîna pratîkê nîn e. Bi awayekî feraset, zihniyet, hest û armancê qûtbûn hene. Xeletiyên pratîk jî di encama vana de derdikevin holê. Ev tesaduf nîn e, tenê yek bûyer nîn e. Wekî encamên pratîk ên feraset û rewşên ruhî yên xelet, di zihniyeta xelet de pêk tên. Wê demê ji bo sererastkirina van xeletî, kêmasî, lawazîyên di pratîkê de pêwîste çi bikin? Pêwîste şoreşa zihniyetê, şoreşa wijdanê domdar bikin, pêş bixin û kûr bikin. Divê şoreşa heqîqetê ku Rêber Apo wekî, “Şoreşa zihniyet û terzê jiyanê” îfade kiriye, domdar bikin. Lazime em di kesayeta xwe de şoreşa kesayetê bi rengê heqîqeta rêxistinkirî û çalakîbûyî domdar bikin. Pêwîste di vê mijarê de rawestîn nebe. Lazime em di bingeha vana de rexne-rexnedayînê bikin, xwe perwerde bikin, xeletî, kêmasîyan li gel sedemên wan bi awayekî bihêz derxînin zanebûnê.
“Dema pratîkî dibin çi pêwîste, divê çi bê gotin?” Ev tê fikirandin û nîqaşkirin. Hin hevalên ku dibêjin, “Her tişt hat gotin, zêde tiştek nemaye” hene. Yanî tê gotin, “Her tişt hatiye nîqaşkirin.” Wê demê ev rewş dikare bixe nava xeletiyek wekî, “Me her tiştek nîqaş kir, gihand encamê, em gihîştin armanca xwe”. Teqez wisa nîn e. Belê, di nava partiyê de gelek tişt hatin nîqaşkirin, ev hemû ji bo pêkanîna destpêkên nû ne. Em ê destpêkek nû bikin. Nîqaşkirin ji bo amadekariya pratîkê pêwîst dike. Dide fêmkirin ku em ê çi bikin û çawa bikin, xwe ronîkirina me îfade dike. Lê teqez pratîkbûnê îfade nake. Lewma lazime wekî encamekê na, wekî destpêkekê binirxînin, wekî destpêkek nû bibînin. Teqez divê em wisa nehesibînin ku gihîştine encamê. Berevajî wê em nû destpê dikin.
Em çawa destpê dikin? Em vê destpêkê bi awayekî ku rastiya Rêbertî û partiyê, xeta bîrdozî-polîtîk a têkoşînê, stratejî, taktîk û terzê wê hîn rast fêm kiriye, hîn kûrtir têgihîştiye pêk tînin. Em ronî bûne, zelal bûne, biryardar bûne û di bingeha vana de dest bi pratîkê dikin. Lê ev encamek nîn e, destpêkek e. Encam teqez wê bi domandina vê destpekê, bi pratîkbûyînê, bi xebata pratîk çêbibe. Em ê bi terz, uslup û tempoya Apogerî 24 saetan pratîk bikin, 24 saetan partîbûnê bikin, 24 saetan gerîlatîyê bikin, bi vî rengî em ê biser bikevin. Em ê vê partîbûn, gerîlatiya 24 saetan di xeta Rêbertî û şehîdan de bikin. Em ê niha bikevin pratîkê, em ê her tiştî bi pratîkê qezenç bikin. Hewldan, ked, hêz, afirînerî, rast fêmkirin, qabîliyeta biryardayîn û plansaziya me ya di pratîkê de wê me bîne asta şoreşgerên biser dikevin. Lewma pêwîste li vir jî nekevin xapînokiyê. Pêwîste ramana bi nîqaşê derketiye holê wekî encamekê na, wekî ronîkirina pêşiya destpêkekê bibînin. Bi vê ronîkirinê ber bi pratîkek zêde ve bimeşin. Lazime em karibin fedakartî, cesaret, hewldan, milîtaniya ku pratîk pêwîst dike nîşan bidin. Divê em hemû taybetmendiyên milîtantiya fedayî bêyî kêmasî jiyanî bikin.
Helwestên xapînok ên wekî ku tenê bi nîqaşkirinê re sînordar dimîne, ji wê zêdetir gav na avêje, nîqaşê wekî encamê dibîne, wê wekî destpêkek nabîne, dema hîn zêdetir ber bi pratîkê ve biçin vê yekê jibîr dike, encamên ji wê derketine û pêwîstiya perwerdeya domdar jibîr dike me di pratîkê de binkeftî dikin. Divê teqez em li vir hişmendî, îrade û hêza piralî, bi hêz û yekpare ya ku ber bi pratîka şoreşgerî ve dibe qezenç bikin. Vaye divê em vana di pratîkê de teqez pêk bînin.
Usluba qezenç dike pir û pir girîng e
Rêhevalên Hêja!
Dema berê xwe didin pratîkê cudahî hene. Rêbertî dema berê xwe dida pratîkê şoreşgertî wekî terz, uslup û tempo dinirxand. Fêmkirina terz, ecibandina uslûp, dîtin û esasgirtina tempoya Rêbertiyê pêwîst dike ku bi terzê afirîner ê Rêber Apo, uslûba wî ya qezenç dike û tempoya wî ya wekî beza maratonê nêzî bûyer û diyardeyan bibin, bi vî rengî tevlî pratîkê bibin. Ancax bi vî rengî çêbibe wê demê em dikarin di pratîkê de serkeftî bibin. Yanî wê demê dikare bê gotin ku em li gorî encamên nîqaşan tevgeriyane. Em dikarin pêwîstiyên soza ku me daye di pratîkê de pêk bînin. Bi rengekî din nabe. Dema berê xwe didin pratîkê em ê hîn zêdetir li ser terz, uslup û tempoyê bisekinin. Yek em li tempoya Rêbertiyê binêrin, pratîka têkoşîna 50 salan bînin ber çavan, meşa Rêbertiyê ya di demên cuda de, gavên hatine avêtin binirxînin, yek jî em li pratîka xwe binêrin. Em li pratîka li qadên cuda tê meşandin binêrin. Em li pratîkbûna xwe binêrin. Di sala 1994’an de Rêbertiyê ji hevalan re gotibû ku komek ordekan bînin baxçê, Rêbertiyê di perwerdeyê de ew ordekên li baxçe disekinîn nîşan dan û got: “We yên li baxçe dîtin ne wisa. Vaye meşa we dişibe ya wana. Yanî hun dikevin-radibin û wisa dimeşin”. Rêbertiyê ordek ji bo dersê dabûn anîn. Bi vî rengî rewşa me bi nîşandayîna jiyan û terzê tevgerkirina hinek sewalan vegotibû. Vaye dema tempo, terz dibêjin Rêbertî bi vî rengî tiştên gelekî şênber digotin. Tenê ji bo gotinê nedigot.
Terz, uslûp girîng e. Tabî usluba qezenç dike pir û pir girîng e. Nêzîkahiya yekpareyî pir girîng e. Wê demê ji bo têkbîrina van neweyiyan pêwîste usluba me çawa be? Em ê vê pirsê bipirsin û li gorî wê nêzîk bibin. Di dorhêleke civakî ku dijmin rêxistinbûna wê heta atoman jî parçe kiriye de, yanî di dorhêleke ku kesekî/e li hemberî xwe xiyanet nekiriye nehatiye hiştin de, hûnê çawa hişmendiyê, rêxistinê bidin mirovan? Rêbertî got: “Em bi sekneke mirovan a ku ji bo mirîşkekê bêyî ku çavên xwe bigire cîranê/a xwe dikuje, lê di karekî herî biçûk ê ji bo welat û azadiyê de xwe nalivîne derketin rê”. Hûne mirovek bi vî rengî çawa perwerde bikin, îkna bikin, rêxistin bikin, hûnê çawa bînin rewşeke wisa ku ji bo azadiyê têbikoşe û bibe milîtanek fedayî? Vaye şoreşgertiya Apogerî ya ku vana pêk tîne ye. Em jî mecburin wiha bin. Em nikarin bêjin; “Rêbertî wiha kiriye, partiyê wiha kiriye hêz derketiye holê, em rizgar bûne, em çawa bixwazin em ê wisa tevbigerin”. Eger em ê bibin şoreşgerên biser dikevin, em ê terz û usluba Rêbertiyê bi ecibînin û bi serketî jiyanî bikin. Em ê jî wê uslubê esas bigirin. Em ê di dorhêla hemû neweyiyan de erêniyê pêş bixin, sedî yek jî be em ê ya erênî bigirin û bikişînin rastiyê. Ev rêgeza bingehîn a terz û usluba Apogeriyê ye.
Dîsa ji bo terzê afirîner jî wisa ye. Em behsa hewldanê, ruh, hest û gavên şoreşgerî dikin. Em dibêjin pêngava 15’yê Tebaxê, 1’ê Hezîranê, derketina partî û Rêbertiye. Vana di demên herî zor û tarî de pêk hatin û taybetmendiyên bingehîn ên Rêbertiyê nîşanî me didin. Bi rengekî din, bi sekna mirovên ku pargela xwe ya normal jiyan dikin re negengaz e têkoşîn bê kirin, şoreş û şoreşgertî were pêşxistin. Ji ber wê yekê bi rastî jî dema em Rêbertiyê dixwînin divê em rast fêm bikin. Em nabêjin tiştek din nexwînin, lê dema wana dixwînin divê em xeta Rêbertiyê tu caran piştguh nekin, divê bandorbûyîn çênebe. Divê em Rebertî ji Rêbertiyê fêm bikin. Divê em li hinek din nenêrin û hewl nedin ku bi wan Rêbertiyê fêm bikin. Lênêrîna hinek din, bixwe re bandorkirina ji wana tîne, me ber bi xapînokiyê ve dibe. Rê vedike ku em rastiya Rêbertiyê şaş fêm bikin. Lewma divê em Rêbertiyê ji Rêbertiyê fêm bikin. Hem wekî zanîn, hem hişmendî hem ji kesayetê, wekî terz, uslûp û tempo li pratîka Rêbertiyê temaşekirin, xwendin û lêkolînkirina nirxandinên Rêbertiyê û bi vî rengî fêmkirina Rêbertiyê teqez tişta rast û pêwîst e. Lewma divê em bibînin ku di terz de jî çiqas dubare heye, ji afirîneriyê dûr mane, dogmatizm, hişkbûnî û qalipbûnî tê jiyankirin. Tiştên me ji partiyê girtine em jibîr nakin. Lê wisa nahesibînin ku ew serkeftina pratîkê ye jî. Zimanê pratîkê cuda ye û em nikarin viya ji nedîtî ve werin. Lewma em ê di mijara terz, uslûp û tempoya pratîk de jî lêhûbûn bikin, hewl bidin xwe bigihînin rastiya Rêbertiyê. Em ê teqez xwe di vê bingehê de perwerde bikin ku em karibin di pratîkê de rast binirxînin. Em di bingeha perwerdeyek rast de berê xwe bidin pratîkê û biser bikevin.
Rêber Apo got: “Dema ez diçim cihekî, roja yekê dinêrim ka çi heye çi tune ye, roja diduyan dipirsim û dibêjim li vir dikare çi were kirin, rudinim ji xwe re planekê çêdikim, roja sêyemîn di çarçoveya planê de ber bi pratîkê ve dimeşim. Ya din serkeftin e”. Pêwîste bi vî rengî berê xwe bidin pratîkê. Pêwîste wisa bi rengekî ku her tiştî ji xwe dide destpêkirin neçin pratîkê. Li her qadekê rêxistina me, têkoşîna me û berxwedanek me ku bi lehengî dimeşe heye. Em ê van rastiyan bibînin, em ê wana jî li ber çavan bigirin, esas bigirin. Lê gelek caran dema ji cihekî diçin cihekî din, hefte û meh diborin lê em hîn jî hewl didin fêm bikin. Li cihê em dibêjin, “Me fêm kir” em bi carekê dinêrin ku tiştên me ji bo guhertinê, sererastkirinê pêşbînî kirine me jibîr kirine, em hatine halekî wisa ku bi rewşa li wê derê re ahengiyê çêdikin. Bi awayekî rast nefêmkirin û ne ecibandina terzê Rêbertiyê, bi pratîkek guncav nemeşandina wê encamên evqas ked û hewldanan berhewa dike, vala derdixîne. Teqez divê nekevin van rewşan. Ji bo serkeftina di pratîkê de şert û pêwîste ku hemû heval di van mijaran de jî hîn zêdetir bihîstiyar, baldar bin, lêhûrbûna xwe qut nekin, dema hertim ber bi pratîkê ve dimeşîn li ser terz, uslûp û tempoyê mijûl bibin, ronîkirina hişmendiya ku wan girtiye, hertim ji bo xwe esas bigirin. Eger wiha bê kirin, teqez wê bi awayekî rast bimeşin û serkeftî bin.
Şer, derbasî derveyî Rojhilata Navîn bû
Rêhevalên Hêja!
Niha ji bo pêvajoya pratîk û dorhêlê gelo pêwîst dike ku mirov gelek tiştan vebêje, bêje yan na? Rewşeke siyasî, leşkerî ya tevlîhev û nû ku wisa mirov nikare fêm bike nîn e. Rewşa cîhanê jî li holê ye. Rewşa Tirkiyeyê, faşîzma AKP-MHP’ê jî li holê ye. Civînên NATO’yê çêbûn, şerê Ukraynayê didome. Hewl dan ku li dora şerê Ukraynayê qutub bûnê bi afirînin. DYA’yê (Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê) xwest bi vê yekê bandora xwe ya li ser NATO’yê pêş bixe. Li Ewropayê hewl da ku endamên nû tevlî NATO’ye bikin. Li cihekî Ewropa û Rusya anîn beramberî hev, lewma Ewropa hîn zêdetir muhtacî xwe kir. Li hemberî vê yekê xebatên Rusyayê jî hene. Bi taybetî xwe dispêre mutefîkên xwe yên li Asyayê; pêwendiyên xwe yên bi Îran, Çîn û gelek hêzên din re zedetir pêş xistin. Wê civîna Şangay a ji 5 welatan pêk tê çêbikin. Li dora ‘Pêncên Şangayê’ vê carê endamên fermî û mêvan, yek jî bi rengî temaşevan tifaqên nû çêkirine. Diyar e ku di vê pêvajoyê de li hemberî hewldanên DYA û NATO’yê wê hewl bidin viya hîn zêdetir pêş bixin.
Ev hemû çi îfade dikin? Tê dîtin ku bi rengekî herî giştî sîstema desthilatdarî-dewletî û şeklê wê yê modernîst ê 500 salan, sîstema kapîtalîst modernîst di nava xwe de çiqas bi nakok û pevçûn e. Tê dîtin pêvajoya ku Rêber Apo wekî, “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” pênase kiriye xilas nebûye, nehatiye derbaskirin, berevajî wê hîn zêdetir kûr dibe. Em hurgiliyên din deynin aliyekî, ya herî hêsan tê dîtin em dikarin viya pir zelal îfade bikin. Nakokiyên sîstemê hîn zêdetir dibin. Em dikevin dema herî bi nakok û bi pevçûn a pêvajoya ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê pêş ketiye, dikevin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Heta niha nakokî zêdetirîn li Rojhilata Navîn kom bibûn. Li vê qadê têkoşîna bîrdozî, aborî û polîtîk hîn zêde li pêş bû. Pevçûnên leşkerî di astek gelekî jêr de bûn. Niha me li şerê Ukraynayê dît, şer derbasî derveyî Rojhilata Navîn bû, hem jî bi rengekî gelekî dijwar. Pevçûn û têkoşîna bîrdozî, aborî, siyasî wekî ku astek pêş qezenç kiriye, aliyê leşkerî jî bilind bû. Hetta aliyan behsa êrîşên çekên nuklerî kirin. Mirovahî di ser şerê Ukraynayê re careke din bi talûkeya şerê nuklerî hat tehdîtkirin. Rewş ev e; rastiyek cîhanê ku nakokî û pevçûn evqasî zêde bûne heye.
Li aliyê din rewşa dewleta TC, faşîzma AKP-MHP’ê ku wekî dijminê me yê sereke em pê re şer dikin çiye? Ew jî bi lênêrînek qebe, di rewşeke ku bi awayekî zelal bê fêmkirin de ye. Yanî Tirkiye ketiye yek ji demên xwe yên herî tevlîhev ên dîrokê. Dikare wekî dema tarî jî bê gotin. Tabî tarîbûna tarîtiyê dibe berbanga ronîtiyê jî. Hêmanên ronîtiyê di hundirê xwe de dihewîne. Lê pêvajoya ku ji meha Hezîranê ve ketinê, ji lewre sala ku em niha têde ne, dibe sala herî bi nakok û pevçûn a siyaseta Tirkiyeyê. Ji niha ve ev yek destpê kiriye, her ku diçe kûr û tûj dibe. Ev dê biçe noqteyek hîn pêşdetir jî. Li Tirkiyeyê dikare her tişt biqewime. Yanî dibe ku raperîn û şoreş pêk were, dîktatorî dikare were, dibe ku darbeyên sivîl û leşkerî çêbibin. Rewşeke ku ji her tiştî re vekirî ye. Avadaniya dewlet û desthilatdariyê di vê astê de nakokî û pevçûnên hundurîn dijî. Vê yekê li ser civakê zext, bar, zilm çêkiriye, her roj komkujî çêdibin, terora faşîst, girtin, zext, îşkence, qirkirina li ser Kurdistanê, êrîşên dagirkeriyê yên dijî parçeyên din ên Kurdistanê di asta jor de ne. Desthilatdariya heyî temenê xwe bi êrîş û şerekî ku ji qaîdeyên exlaq û hiqûqê yên ji sînorê xwe derketinê jî bihorîne, dirêj dike, xwe bi vî rengî liser piyan digire. Pir vekiriye ku mirov di asta nikarin jiyan bikin de ne. Bi rastî jî dibe ku ji ber birçîbûnê mirin çêbibe yan na? Tabî dibe ku ev were rojevê, dibe ku talankirin û şêlandin jî derkeve holê. Niha ji bilî derdorên desthilatdariyê hemû kes vê rastiyê qebûl dikin. Qeyranek pir kûr a aborî, tunebûn û xizantî heye. Ji ber ku her tiştek ji bo şerê li ser Kurdistanê tê razandin. Ji bo zext û zilma faşîst a li ser civaka Tirkiyeyê pêk tînîn tê razandin. Lewma tiştekî din ê ku karibe bike nîn e.
Krêdiya desthilata faşîst a AKP-MHP xelas bûye
Tevî vê yekê jî faşîzma AKP-MHP’ê nikare xwe li desthilatdariyê bigire, di pêvajoya hilweşînê de ye. Tayyîp Erdogan li holê wekî firfirokan dizivire, ji wir diçe wir. Niha diçe Balkanan, piştre jî wê biçe tevlî civîna ‘Pêncên Şangayê’ bibe. Li aliyekê baz dide NATO’yê, li aliyekê diçe Rusya, Çîn, Îranê. Ji bo ku ji vî şerî re destek bigire, xwe li ser piyan bigire hemû derfetên Tirkiyeyê derxistine bazarê, difiroşe. Tevî van hemû hewldanan jî, li her aliyekê krediya wan xilas dibe. Pêşeroja Tirkiyeyê jî hatiye firotin. Rojname sernavên wekî, “Tenê îro na, pêşeroja me jî tarî ye” dinivîsin. Ji ber ku her tişt hatiye firotin. Bi rengekî din meşandina vî şerî gengaz nîn e. Tevî vê yekê jî her ku diçe desteka ji bo wê, girseya li pişt wê teng bû, daket asta herî jêr. Çete paşerojê îfşa dikin. Şerê taybet li ku derê çi kiriye û çi nekiriye. Hemû cilên qirêj derdikevin holê. Ji bo ku vana berevajî bike borazana propagandayê derketiye holê, hewl dide ku huner û wêjeyê pêş bixe.
Hemû desthilatdarî bi rengekî diktatoriya yek kesî şênber kirin. Rastiyek rêveberî û desthilatdariyê ya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ku xwe dispêre dirêjkirina temenê xwe yê takekesî heye. Tabî evqasî takekesîkirin belkî tam rast nebe, belkî sîstemê tam îfade neke. Lê pêwîste rola kesan a di nava sîstemê de sivik neyê dîtin. Rewşa heyî wiha ye, xeta MHP’ê bi temamî li TC’yê serwer bû. Komara duyemîn a ku rejîma 12’yê Îlonê dixwest bi afirîne, ji aliyê rêveberiya AKP’ê ve piştî tifaqa bi MHP’ê re, hewl tê dayîn ku bê çêkirin. Bi feraseta dîrokê, perwerdeya civakê, bi rewşa xwe ya bîrdozî re bi temamî Tirkayetiya Kızıl Elmaci (Sêva Sor) û Turanî ya MHP’ê pêk tîne. Ew zihniyeta faşîst, nîjadperest li tevahiya Tirkiyeyê serwer kiriye. Dijberên viya jî pir in. Xeta Kemalîst ji holê rabûye. Hewl didin ku ecibandinê esas bigirin, lê di navbera wan de li ser Mustafa Kemal şerekî mezin heye. Mustafa Kemalîtiya AKP-MHP’ê pir şeklî ye. Qeliştina desthilatdariyê ya di nava sîstema TC’yê de di asta herî pêş de ye. Di navbera blokên desthilatdariyê ku xeta Kemalîst û xeta Enwercî temsîl dikin de qeliştinek tam heye. AKP-MHP hîn zêdetirin dixwaze xeta senteziya Tirk-Îslam a Îttîhat Terakkî li ser her tiştekî serwer bike.
Li aliyê din tifaqa 6 alî ya li dora CHP’e kom bûye, hewl dide bibe alternatîf. Gelek derdorên herêmî û derve yên ku ji AKP-MHP’ê zirar dîtine û wisa dinirxînin ku bi wan re qezencekê bidest naxin, hewl didin ku muxalefeta maseya 6 alî ya li dora CHP’ê pêş bixin, bihêz bikin û bînin desthilatdariyê. Tabî ev rewş pevçûna di navbera hêzên desthilatdariyê de zêde dike. Her çiqasî hêza ku wekî, “Dewleta Kûr” tê pênasekirin hewl dide di navbera vana de ahengiyekê çêbike, di hevsengiyekê de bigire jî, gelek derdorên berjewendiyê li dora van blokên desthilatdariyê kom dibin. Nakokî di asta kûr de ne, vediguherin pevçûnan, wê hîn zêdetir jî veguherin û kûr bibe. Civak di vê mijarê de bê pêşeng e, bê rêxistin e û zehmetiyê dikişîne. Yên ku xwe dispêrin herdu aliyan jî hene.
Civak di bin vê zext-terora faşîst de bi rastî jî tam têdemayînekê dijî
Rêhevalên Heja!
Tam jî li vir xeta sêyemîn gelekî girîng e. Ji bilî blokên desthilatdariyê xeta siyasî ya sêyemîn girîng bû. Ew jî bi awayekî qismî wekî blokek demokrasiyê pêş ket. Lê di xwegihandina civakê, perwerdekirin û rêxistinî kirina wê de lawazî hene. Hâlbukî civak di bin vê zext-terora faşîst de û di dorhêla nakokî û pevçûnên şexsî û bi aloz ên navbera blokên desthilatdariyê de bi rastî jî tam têdemayînekê dijî. Yanî li vir pêşengiya şoreşgerî dikare her kêliyekê teqîna şoreşgerî pêk bîne. Di dorhêleke wiha de belkî pevçûna di navbera blokên desthilatdariyê de jî tûj bibe. Ew jî wê pêşiya xeta siyasî ya sêyemîn, tevgera demokrasiyê vebike ku di asta şoreşê de pêş bikeve, dibe ku hîn zêdetir ji wê re derfet û fersendan bide. Ev pêvajo ji gelek tiştan re vekiriye. Li Tirkiye’yê rewşeke siyasî ya tevlîhev ku tam diyar nîn e ka dê wê çi pêk were, heye. Rewşa ku jê re dibêjin qeyran jî ev e. Ev rewş wê di pêvajoya pêşiya me de bigihîje çareseriyekê. Divê em vana bibînin. Wê nakokî hin kûrtir bibin, rewşa bi aloz û pevçûn dê hîn zêdetir bibe. Ji bo ku bi rengekê hinek çareseriyan peyda bikin, wê hewldanên nû derkevin holê. Vaye em di dorhêlek wiha ya ku nakokî û pevçûn di vê astê de zêde bûne de ne. Zext, teror û talukeya vê yekê heye. Lê rewşeke ku vê yekê ji bo meşandina têkoşîna şoreşgerî derxistiye holê jî heye. Rewşek wisa heye ku derfet û fersendên ji bo xebat û têkoşîna şoreşgerî hîn zêdetir bibin. Em bala xwe bidinê geşedanên li cîhanê jî, kûrahî û zêdebûna nakokî û pevçûnên di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de jî rewşek wiha pêşkêş dike. Girêdayî vê yekê rewşa nakokî û pevçûnên ku sîstema dewled û desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê dijî jî, derfet û fersendên ji bo her cure têkoşînê didin.
Pêwîste em viya bibînin: Tu kes nikare bêje; “Ji bo meşandina xebata şoreşgerî, ji bo têkoşînê şert guncav nîn in, derfet û fersend nîn in”. Ji hedê xwe zêde, di asta herî pêş de heye. Baş e, em van fersend û derfetan çiqasî dibînin, çiqasî fêm dikin? Em ê vana çiqasî veguherînin rêxistinkirin û çalakiya şoreşgerî? Em ê milîtantiya pêşeng a veguhertina rêxistin û çalakiyek bi vî rengî li tevahiya qadan çiqas karibin pêş bixin? Pirsgirêk ev e. Niha heval nikarin wiha bêjin: “Partî erkê dide me, lê şert û merc guncav nîn in, derfet û fersend nîn in. Em ê çi bikin, çawa kar bikin?” Tu kes nikare viya bêje. Ji bo kesên dixwazin milîtantiya şoreşgerî bikin derfet û fersendên herî mezin ên dîrokê hene. Li Tirkiyeyê dibe ku hin tiştên serobinokirinê pêş bikevin. Rewşeke evqasî bi qeyran, bi aramiyeke gelekî kêm dikare were birêvebirin. Rêveberiya komarê sed sal berê jî wiha bû. Niha rewşa sed sal berê, piştî sed salan careke din wekî şansekî derketiye holê. Rewşa nakokî û pevçunê ya li cîhanê jî viya îfade dike.
Wê demê ji bo meşandina têkoşîna azadiyê, avakirina rêxistina wê, pêşxistina çalakiya wê derfet û fersend ewqasî zêde ne ku tenê em zanibin viya fêm bikin û binirxînin. Tenê em têkoşînek wiha pêşbînî bikin. Berê bi rastî jî dema me rewş dinirxand, me li viya dinêrî. Sîstema li derveyî me çiqasî bi nakok û pevçûn e, lewma ji bo ku em têkoşîna şoreşgerî bimeşînin ev nakokî û pevçûn derfet û fersendan didin an na? Me digot, “Di vê astê de didin, wê demê em xwe dispêrin vana û têkoşîna şoreşgerî dimeşînin”. Me her tim hewl dida ku derfet û fersendên ku nakokî û pevçûnên nava sîstemê ji bo têkoşîna şoreşgerî derxistine holê bibînin, peyda bikin. Me digot; “Em wana di pratîkê de binirxînin, em xwe bispêrin wana û têbikoşin”.
Em ji bo têkoşînê li derfet û fersendan nagerin, ji bo çareseriyê digerin. Pirsên wekî, “Gelo wê çareserî çêbibe yan na, ji bo çareseriyê derfet û fersend çiqasî hene? Pêvajoya çareseriyê wê çawa pêş bikeve?” tên kirin. Eger wiha be, ev dê bibe ji rêderketina herî mezin. Wê bibe qutbûna ji pratîkê, qutbûna ji rastiya pratîkî. Tu kes nikare çareseriyê peyda bike. Şerê cîhanê mezin dibe. Tu îşareteke ku nîşan dide wê ji vê qeyran û kaosê sîstema kapîtalîst derkeve nîn e. Di dema borî de jî Şoreşa Cotmehê nerm kiribû. Nirxandinên Rêber Apo yên di vê mijarê de gelekî rast, mafdar, şênber in û rastiyan îfade dikin. Em çima ji fêmkirina van ramanan dûr disekinin, evqasî xwe qut dikin? Divê em xwe dûr negirin. Şoreşa Cotmehê çawa nerim kir? Eger şoreş kiriba şoreşa cîhanê, wê mirovahî gihandiba rizgariyê. Lê nekir, nîvçe ma. Viya çi bi xwe re anî? Nerimkirin anî, xizmeta ji bo sîstemê anî.
Niha mumkun nîn e ku mirov bêje: “Sîstema Kapîtalist di nava xwe de dem bi dem nerim dike, derketinan peyda dike, wê qeyran û kaosa xwe derbas bike”. Di roja îro de diyar nîn e ku wê sîstem di nava xwe de derketinekê çêbike yan na. Wê demê êdî li paş çi dimîne? Rizgariya ji sîstemê û derketina alternatîfa sîstemê dimîne. Pêkhatina şoreşa cîhanê, şoreşa demokratîk û şoreşa sosyalîst; hilweşandina modernîteya kapîtalîst, li cîhanê destpêkirina pêvajoya avakirina modernîteya demokratîk dimîne. Tekane rêya ku dê mirovahiyê ji nakokî, pevçûn û kore-rêyên modernîteya kapîtalîst derxistine holê xilas bike û derketinê bide çêkirin şoreşa modernîteya demokratîk e. Ev rastiye girîng e. Wê çaxê ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê jî rêya derketinê şoreşa modernîteya demoratîk e. Pêşketina dijber û alternatîfa sîstema desthilatdarî û dewletî ya xwe spartiye zihniyet û siyaseta zilamsalariyê, serwerbûna vê alternatîfê dibe tekane rêya ku dê mirovahiyê rizgar bike. Ji bo vê yekê rê vedibe ku çareseriya xweseriya demokratîk pêş bikeve, cudahî xwe bi awayekî azad rêxistin bikin, pirsgirêkên ku sîstema desthilat û dewletê derxistine holê bi vî rengî çareser bibin; pirsgirêkên etnîk, olî û netewî, di esas de jî çareseriya pirsgirêka azadiya jinê bi vî rengî pêk were. Serdem dibe serdemek wiha. Sedsal dibe sedsalek wiha.
Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî di dema xwe de nehat dîtin
Rêhevalên Hêja!
Niha ev girîng e: Li cem me bi rastî jî îradeyek şoreşgerî ya bi vî rengî çiqas heye? Em çiqasî pêşbînî dikin ku bibin pêşeng, hêza şoreşgerî û motorê ya serdemek bi vî rengî, em şoreşgeriyek bi vî rengî çiqasî esas digirin? Em ê çiqasî xwe bispêrin şîdet û terzê vê? Em ê terz, uslûp û tempoya wê çiqasî pêş bixin? Fêmkirina xelet a guhertina paradîgmayê herî zêde li vir derdikeve holê. Eger em bi pirsin, “Nêzîkahiyên xelet ên li hemberî guhertina paradîgmayê çine?” herhal wê di rêza yekemîn de ev xapînokî hebe; “Paradîgmaya nû wê bêyî têkoşîn pêk were.” Ferasetek wiha çêbû. Guhertina paradîgmayê wekî ku rewşeke dest jê berdana têkoşînê, bê têkoşînî, bêyî têkoşînê li encamê gerandin, qutbûna ji têkoşînê derxist holê. Sitratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî di dema xwe de nehat dîtin û neketin vê pozîsyonê. Tevî nirxandinên Rêbertiyê jî eger li gorî wê plansazî, rêxistin û çalakî nehatibe pêşxistin, pêwendiya vê yekê ya bi nêzîkahiya li hemberî rêxistinkirin û têkoşînê re sereke ye. Tiştek wisa bi xwe çênebû. Ji ber xapandinan, ferasetên xelet çêbû. Vaye li vir bi rastî jî xapînokî hene.
Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk paradîgmaya aştî û bêtêkoşîniyê nîn e. Berevajî wê ye. Feraseta paradîgmaya dewlet-netew hedef dike ku dewleta heyî hilweşîne, li şûna wê dewletekê ava bike, di demeke kurt de xwe bigihîne encamê û têkoşînê bidawî bike. Li hemberî vê ferasetê Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk paradîgmayeke ku têkoşîna demdîrêj a di navbera dewlet û demokrasî, desthilatdarî û gel de pêşbînî dike ye. Têkoşîn sivik nekir, teng nekir, hîn zêdetir giştî kir, girseyî kir û demdirêj kir. Dewlet û demokrasî wekî diyardeyên ku wê demek dirêj li heman cihî di nava têkoşînê de bijîn nirxand, pênase kir. Rêber Apo got ku li hemberî dewletê pêwîste demokrasî bi vî rengî were pêşxistin. Em jî, vana jinedîtî ve tên. Nefêmkirin li vir derdikeve holê. Rewşeke ku nayê fêmkirin nîn e, ne ku Rêbertiyê negotiye. Lê li beramberî demdirêjiya têkoşînê em xwe ranagirin, nefesa me teng e, bêhnfireh nîn in. Rêber Apo ji vê yekê re digot: “Baruta ji bo bikaranîna yek carê”. Ev rastiya me li vir pir zelaltir derdikeve holê. Em dibin barûta ji bo bikaranîna yek carê. Yanî em nabin tifinga makîneyî ya ku dê bi dehan, sedan salan kar bike. Lê pêwîste em karibin bibin tifingek wiha makîneyî. Teqez divê nebin barûta ji bo bikaranîna yek carê. Li vir pirsgirêk, xeletî û kêmasiyên me hene. Nêzîkahiya herî xapînok a li hemberî paradîgmayê bi vî rengî derket holê.
Niha di fêmkirina pêvajoyê de xapînokî wiha derdikevin holê. Li şûna ku derfet û fersendên têkoşînê lêkolîn bikin, em derfet û fersendên çareseriyê lêkolîn dikin. Em dibêjin, “Wê çareserî kengî were, emê kengî statuyekê qezenç bikin û bisekinin?” Halê rûhî û zihniyeta ku qirkirina civakê, nijadkujî derxistiye, bi vî rengî şekil digire. Ev rewş çiqasî kûr e, derdixe holê ku em qirkirina civakî, nîjadkujiyê jiyan dikin. Dixwazin em jê re bêjin bandora çîna navîn, dixwazin bêjin bandora zihniyeta zilamê serwer, dixwazin bêjin encamek xapînokiyên aştîxwaz e. Em çi bêjin bila bêjin, lê ev rastiyek e û heye. Ji ber vê yekê divê em xwe ji xeletî û xapînokiyên xwe rizgar bikin.
Em bala xwe bidinê, salên 1970-80-90 û 2000’an binirxînin, li demên darbeyan, dema komployê binêrin. Em ê bibînin ku nakokî û pevçûnên navxweyî yên sîstemê, dîsa rewşa bi nakok û pevçûn a li eniya dijmin ji pêvajoyên borî qat bi qat zêdetir in. Rêber Apo di dorhêlên ku derfet û fersend sînordar, kêm û lawaz bûn de, derketinên şoreşgerî yên gelekî bi bandor çêkirin. Rêber Apo ji vê yekê re dibêje, “Terzê ku bi serê derziyê bîrê bikolin”. Ev dibe terzê ku eger ji sedî yek erênîbûn hebe, ji wir digire û erêniyê serwer dike. Vaye derfet û fersendên biçûk nirxandin û derfetên pêkanîna derketinên mezin ên şoreşgerî dan, derketina şoreşgerî pêk anî, partî hat avakirin, pêngava 15’yê Tebaxê çêbû, şoreşa gerîla, şoreşa vejîna netewî û şoreşa azadiya jinê pêk hat. Ev hemû di encama nêzîkahiya wekî, “Bila şert guncav bibin, derfet zêde bibin, em xwe bigihînin dorhêlek rehet da ku wê demê pêk bînin” de çênebûne. Berevajî wê ev derketin hemû di dorhêlên ku derfet û fersend kêm bûn, zehmetî zêde bûn de, bi feraset û terzek ku derfet û fersendan rast û bihêz dinirxîne, zehmetiyan têk dibe, astengiyan derbas dike, dikarin werin pêkanîn. Niha rewşa vana ya herî pêşketî tê jiyandin.
Sîstema desthilat û dewletê diderize, hilweşînê dijî
Sîstem bi rastî jî di nava xwe de hatiye asta hilweşînê. Sîstema dewletê jî nikare xwe bidomîne. Ne diyare ka wê biçe ku derê, rê li ber pevçûnên çawa vebike, mirovahiyê bigihîne ku derê. Hîn dema di navbera Gorbaçov û DYA’yê de hevdîtinan destpê kir, Rêbertiyê nirxand ku dê rewşek wiha derkeve holê. Rêbertî bi gotinên wekî, “Tu bi van nêzîkahiyan re mirovahiyê dibî ku derê, dizanî yan na?” Gorbaçov bi awayekî tund rexne kir.
Gorbaçovtî çi bû? Dest ji têkoşînê berdan bû. Di bin navê pêvajoya çareseriyê de nêzîkahiyên me yên dest ji têkoşînê berdidin dişibin Gorbaçovtiyê. Biborin, lê teqez wisa ye. Paradîgmaya Yekîtiya Sovyetê dewletî bû, pêkanîna wê bi xeta bû, polîtîkayên wê xelet bûn. Lê ew diyardeyek bû, li hemberî DYA û Ewropa ya bi pêşengiya DYA’yê liber xwe dida. Hîtler têk bir, êrîşa hevpar a Îngiltere û Fransayê di 1921-22’yan de têk bir. Yanî hêz û enerjiyek mezin derxist holê. Rewşek wisa lawaz nebû.
Baş e, çawa hilweşiya? Vaye di encama Gorbaçovtiyê ku dest ji têkoşînê berda de hilweşiya. Ger ku em Gorbaçovtiye weke xetekê derbas nekin, wê demê dibe ku em rewşên ji ya Yekîtiya Sovyetê pir girantir û bi taluke teqez bijîn. Wê demê em rastiyan baş bibînin û zanibin ji tiştên hatine jiyankirin dersên rast derxînin. Tabî em nabin Gorbaçovperest, lê wekî rêveberên Yekîtiya Sovyetê yên beriya wî jî nabin. Em ê têkoşer bin, hertim têkoşînê, şoreşê, şoreşgertiyekê pêşbînî bikin. Lê em ê viya li derveyî paradîgmaya desthilat û dewletê, bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk pêk bînin. Em ê bi xeta rast a teorî, bîrdozî-polîtîkayê pêk bînin. Wê demê em ne wekî rêveberên beriya Gorbaçov tengijînê jiyan dikin, ne jî wekî Gorbaçov hilweşandinê bînin. Em ê çi bînin? Em ê hertim pêşketin, mezinbûnê bi afirînin, em ê hertim pêşketinên nû yên girêdayî avakirin û têkoşînên nû derxînin holê. Em ê wisa bikin ku şoreş hertim kûr bibe, mezin bibe, pêş bikeve, berfireh bibe, Şoreşa Azadiya Kurdistanê ji Kurdistanê destpê bike û li Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bibe, veguhere şoreşa Konfederalîzma Demokratîk, vê yekê bi pêşengiya şoreşa azadiya jinê civaka demokratîk û sîstema demokratîk derxîne holê. Tişta ku divê em esas bigirin ev e. Pratîkek rast û serkeftî, bi nêzîkahiyek wiha rast derdikeve holê, teqez bi rengekî din dernakeve.
Dema em ji vir mêze dikin, derfet û fersend ji her demê zêdetir in. Sîstema desthilat û dewletê diderize, hilweşînan dijî. Qeyran û kaosa wê bi kûrbûnê didome. Sîstema TC ya mêtinger-qirker a dijmina Kurd ku qirêjiya herî jêr a sîstema desthilat-dewletî ye jî, bi awayekî zihniyet û siyasetê hildiweşe, hem jî bi gurmegurm hildiweşe. Pêwîste em qet jibîr nekin ka Yekîtiya Sovyetê çawa hilweşiyaye. Divê em hertim bifikirin ka pêwendiya vê hilweşînê bi şoreşa azadiyê ya li Kurdistanê pêş dikeve heye yan na. Ji ber xeletî û xapînokên xwe hilweşiya. Xapînokiya wê ya herî mezin ew bû ku qirkirina li Kurdistanê erê kiribû, li Kurdistanê destek da qirkeran. Ji rê derketinên mezin ên bîrdozî li vir jiyan kirin. Ji xwe di wê bingehê de hilweşîn pêk hat. Wê çaxê eger rênîşandana bîrdozî tam hebe hilweşîn çênabin. Li aliyê din Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, lê avadaniyên siyasî û leşkerî ku ew ber bi hilweşînê ve bir, hewl didin hebûna xwe nîşan bidin. Ya rastî hewldanên dawî yên NATO’yê hewldana li ser piyan hiştinê ye. Hewldanên ku dixwazin sedemên hilweşandina Yekîtiya Sovyetê lawaz bikin, nehêlin ev sedem sîstema ku ruyê din ê madalyonê ye, ji TC’yê destpê bike û hilweşîne. Divê em bi vî rengî fêm bikin. Yanî TC jî wê hilweşe, hem jî tu hêzek nikare asteng bike. Nîşane û sedemên hilweşînê pir zêde ne. Çiqas dixwaze bila derfetên Tirkiyeyê seferber bike, çiqas dixwaze bila civakê bi zihniyeta faşîst, bi zihniyet û siyaseta nijadî, faşîst, dijmina Kurd, bi zihniyet û siyaseta dijmina jin û gel tije bike, çiqas dixwaze bila desteka DYA, NATO’yê hebe, ev nikarin wê li ser piyan bigirin, bi tena serê xwe têrî nakin ku li ser piyan bimîne.
Ger ku rast were fêmkirin û têkoşînek baş were meşandin, ji têkoşînê paşde gav neyê avêtin, domdariya têkoşînê esas were girtin, tabî di têkoşînê de afirînerî, nûbûnî hebe, bi terz û usluba afirîner, bi tempoya bilind têkoşîn were meşandin, wê ev sîstem hilweşe. Wê çaxê hilweşandin ji têkoşîn û terzê wê re dimîne. Têkoşîna rast û domdar wê vê sîstemê bi rengekî ji Yekîtiya Sovyêtê jî girantin hilweşîne. Divê qet wisa li hêza wê ya leşkerî, burokrasiya wê, êrîşkariya wê ne nêrin û wisa nehesibînin ku hilnaweşe, na ruxe. Ya din ji me re dimîne. Ji meşandina me ya têkoşîna rast û domdar re dimîne. Ji ber vê yekê divê em zihniyeta “Wê têkoşîn xilas bibe” bişikînin. Ev zihniyet çavkaniya xwe ji ku derê digire, divê em wan çavkaniyan zuwa bikin. Dibe ku di nava me de hinek bitirsin an jî em bi xeletiyan vana çêdikin. Divê em destpêkê viya bişikînin. Têkoşîn tu caran bidawî nabe, xilas nabe. Wê şekil biguhere, rêbaz biguhere, terz biguhere, lê têkoşîna azadiyê wê hebe. Bi rewşa heyî wê hertim hebe. Êdî di demek pêş de wê çawa be, wiya jî bila yên wê demê binirxînin. Em niha rewşa xwe binirxînin, di rewşa me de têkoşîn wê hertim hebe. Em ê têkoşînê bimeşînin, em hêza têkoşînê ne, em ê geşedanan bi têkoşînê pêk bînin, azadî wê bi têkoşînê bê bidestxistin, avakirina civaka demokratîk wê bi têkoşînê pêk were. Avakirinek bê têkoşîn, şer û parastin nîn e.
Wisa rewşeke ku dê di nava aştiyê de her tiştek pêk were nîn e. Rêbertî ji ber vê yekê ji bo aştiyê got; “Agirbest dibe”. Lê ji ber ku dibe her kêliyekê veguhere şer, sîstemek ku têkilî û pevçûn di nava hev de ne pêşbînî kir. Lewma ji bo parastina hebûna xwe, tengkirin û lawazkirina dijberê xwe, şert danî ku herdem di rewşa parastina cewherî de bin, herdem di nava têkoşînê de bin. Ji vê re got, “Têkoşîna şoreşgerî”. Şoreş, wekî têkoşîna di vê çarçoveyê de tê dayin û geşedanên wê pêk anîne, nirxand. Bi rengekî din şoreş pênase nekir. Derxist holê ku feraseta şoreşê ya dewletekê hildiweşîne û yekê ava dike, ji rê derketinek e. Wê demê em encamên nirxandinên rast ên pêşketina civaka dîrokî rast fêm bikin. Em bi gotinên wekî, “Ez jî cuda difikirim, di bin vê bandorê de mam, li vir mam” xwe ne xapînin, dest ji vê yekê berdin. Ya rastî ew hemû meylên dest jêberdana têkoşînê ne. Ji bo kesên ku dixwazin têkoşîna şoreşgerî bikin, pêşketinên şoreşgerî pêk bînin, ji bilî xeta Rêbertiyê xetek din a şoreşgerî nîn e. Kesekî/e ku lawaz nêzî vê yekê dibe, pozê xwe dizivirîne, xwe çiqasî baş nîşan bide bila bide, ew yê/a ji azadiyê, şoreşê dest berda ye. Burkayciyan digotin: “PKK hat asta xweseriya demokratîk, em federasyonê dixwazin, lewma daxwaza me daxwazek pêşketîtir e”. Ev 80 sale temenê vana her tim bi daxwazkirinê derbas bû. Êdî bi vî rengî wê 80 salên din jî bixwazin. Lê ya girîng xwestin nîn e, kirin e. Vana çi kir, çi afirand? Lewma ev gotinên vala ne.
Di tevgerên sosyalîst a Tirkiyê de zihniyeta sosyal-şoven
Li Tirkiyeyê bi navê “Tifaqa Sosyalîst” tifaqek ava kirine. Di bin gotinên wekî, “Mustafa Kemal di 30’ê Tebaxê de serkeftinek çawa mezin bidest xistiye” de li ser hev pîrozbahiyan diweşînin. Di nava wan de partiyên wekî Partiya Çep, TKP hene. Navê wan “Tifaqa Sosyalîst” e, lê rêberê wan Mustafa Kemal e. Ev sosyalîstên çawa ne? Ji bo ku em bibînin ka ew zihniyet û siyaseta neteweperest, sosyal-şoven a di tevgera çep û sosyalîst a Tirkiyeyê de çi lê hat, em baş binêrin. Rêbertî tevî wana jî derketinek çawa çêkir? Wê çaxê wateyek çiqasî mezin a wê têkoşîna bîrdozî ya di salên 1970’yan de hatiye meşandin û qutbûna ji şovenîzma sosyal hebûye. Ew çawa pêk hatin? Divê em vana rast fêm bikin. Navê “Sosyalîst”, “Tirkiyeya radîkal” li xwe kiriye, tu nirx û wateyek vana tune ye. Ew hemû nîşandan û derketina holê ya zihniyet û siyasetek noker e. Li pişt wê teqez nokerî heye. Ji bilî ku xwe bispêrin CHP’ê û hewl bidin hinek derfeta jiyanê peyda bikin wêdetir tiştek nîn e. Hewldanên çîna navîn ku xwe di nava sîstemê de bide jiyankirin e. Rupoşên sosyalîst, nizanim Kurdîtiyê li xwe dikin û dikarin xwe hîn baştir veşêrin. Wê demê divê em vana baş nas bikin. Têkoşîna li hemberî vana hemûyan têkoşîna bîrdozî ye. Perçeyek bingehîn ê têkoşîna berxwedana şoreşgerî ya li dijî zihniyet û siyaseta mêtinger-qirker tê meşandin e, teqez ji hev cuda nabin. Divê em vana bikin.
Rêhevalên Hêja!
Wekî encam şertên em di nav de ne zelal in, derfet û fersend li holê ne. Tu kes nikare bêje ku sîstema li hemberî me ji her demê bihêztir e. Tam berevajî wê hîn lawaztir e. Tu kes nikare bêje ku niha ji bo têkoşîna şoreşgerî derfet û fersend ji berê kêmtir in, berevajî wê ji berê qat bi qat zêdetirin. Berê hîn kêmtir bûn. Wê demê ya dimîne rast fêmkirine, pratîkek bi îdîa û îrade ye, sekna rast a şoreşgerî ye. Bi awayekî rast xwe tevlîkirina têkoşînê, li gorî armancên şoreşgerî rast plankirin, programkirina wê, di terz, uslûp û tempoyê de xwe hertim nûkirin, li gorî pêdiviyên şertan ji nûve avakirin, li gorî wê zanîna têkoşînê û bênavber têkoşînkirin e. Hêza bingehîn a ku dê di dorhêlên herî zor de pêşketinê bi afirîne wê ev be. Helwesta ku dê êrişên herî giran ên dijmin bide şikandin wê ev be. Tişta ku dê hertim pêşketinê çêbike, li her derekê xebata şoreşgerî ya serketfî bimeşîne û rê vebike ku em têkoşînê bimeşînin jî teqez wê ev be. Pêwîste hemû rêheval vana baş zanibin, baş fêm bikin. Wekî bandorên tasfiyegeriyê hinek xeletî xistin nava me. Bandora xapînokiyên me çêbûn. Di pêvajoya borî de dema me hewl da bêjin, “Em hîn zêde taktîk bikin, pêşiya siyasetê vekin”, ew hewldan wekî ku nêzîkahiyek stratejîk in, wekî ku seknek rast e hat fêmkirin û van xapînokiyan rê li ber vana vekir. Eger em van xapînokiyên xwe derbas bikin, xeta Rêbertî, xeta modernîteya demokratîk rast fêm bikin, ji bo pêkanîna wan a serkeftî terz, uslûp û tempoyê pêş bixin, wê demê em ê li her derekê xebatek rast û serkeftî bimeşînin, her tim pêşketinê çêbikin. Zehmetî çi dibin bila bibin em ê wana têk bibin, astengî çi dibin bila bibin em ê wana derbas bikin. Em dikarin ji sifirê destpê bikin û pêşketinan bi afirînin. Em dikarin rêxistin, çalakî, artêşên şoreş-têkoşînê, têkoşînên şoreşgerî yên herî mezin bi terzê gerîla derxînin holê û jiyanî bikin. Tenê em van rastiyan bi vî rengî fêm bikin û li gorî wê pratîk bikin. Meşa ber bi pratîkê ve yek jî di vê bingehê de ye.
Wê demê divê em ji van rewşan dersên pêwîst derxînin, bi feraseta rast û terzê afirîner nêzîk bibin û teqez serkeftinê esas bigirin. Em bawer dikin ku eger ev yek were pêkanîn, wê her rêhevalek bi nêzîkahiyek wiha re rêxistin û çalakiya bihêz û serkeftî pêş bixe. Bi vê baweriyê ji bo hemû rêhevalan di pevajoyên têkoşîna pêşiya me de serkeftinên mezin dixwazin!
Bijî Têkoşîna Me Ya Azadî û
Demokrasiyê!
Bijî Şerê Me Yê Gelê
Şoreşgerî!
Bijî Rêber Apo!
KOMÎTEYA RÊVEBIR A PKK