Min pakrewan Necîb Alptekîn di sala 1978’ an de, li bajarê Agirîyê nas kir. Ez çend mehan li wir mam. Derfet çêbûn, me hevdû nas kir. Hevalê Necîb di nava tevahî hevalan de bala mirovan dikişand. Bejn û bala wî, kinc lixwekirina wî ji ya tevahî hevalan cuda bû. Pir li xwe dinêrî, pora wî pir xweşik bû û baş lê dinêrî. Dema mirovan li Wî dinêrî digot “Ji vî kesî şoreşger dernakeve”. Biryara şoreşgerîtiyê pir zehmet e. Civaka ku di nav de dijî xwedî urf û edetê, mirovan dide girêdan. Mirov di nava çemberekê de ye û nikare derkeve. Dema perwerdeya dagirkeran jî lê zêde dibe barê mirovan girantir dibe. Pergala kapîtalîzmê ferdiyetê pêş dixe û têgîna “ji derveyî xwe kesî nefikire” di mêjiyê mirovan de dide rûniştandin. Ferdekî Kurd çend kesayetan dijî. Kîjan kesayeta xwe dabe pêş wê demê ew ferd jî wê kesayetê dijî. Di kesateya Wî de du kesayet hebûn. Kîjan kesayetê xwe daba pêş Wî ew dijiya. Ciwan bû, hem dixwest ciwantiya xwe bijî, hem jî dixwest bibe şoreşger. Ev li welatekî din dibe, lê li Kurdistanê ne gengaz e. Herî dawî dest ji wê jiyana xwe berda û di sala 1984’an de berê xwe da şoreşgertiyê û kete ser rêya azadiyê.
Xuşka pakrewan Necîb Alptekîn Şerda Necîb, qala jiyana Wî dike
“Mehmet Necîb Alptekîn (Brusk) di 15’ê Avrêla 1961’an ji dayîk bû. Malbat ji eşîra Şêxan e û ji Norşîna Bedlîsê ye. Malbata me di dema seferberiyê de hat mişextkirin. Hinek ji malbatê çûne Qosera Mêrdînê, hinek diçin Wanê û hinek jî diçin gundê Xidirok ê Agiriyê. Malbata me ji ber nakokiyên di nava gundiyan de derbasî bajarê Agiriyê dibin. Bavê me karmend bû û dayîka me jî karê malê dikir. Em 5 xwişk û bira ne. Pakrewan Necîb dibistana seretayî, navîn û amedeyî li Agiriyê xwend. Di dibistanê de xwendekarekî jîr bû. Hîn di temenê zarokatiyê de kesekî ji ya xwe nedihat xwar bû. Dema li dibistana amedeyî dixwend bi komek welatparêz re têkilî danî. Di sala 1978’an de bavê me ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Di sala 1979’an de têkiliya pekrawan Necîb bi wê koma welatparêz re xurt bûn û beşdarî xebatên şoreşgerî bû. Hefteyê de du rojan bi hevalên xwe re pirtûk dixwendin û li hemberî faşîstan tê dikoşiyan. Hevalên di wê komê de pakrewan Fûat Aslan, Cewdet, Elî Boxa, Cemîl Dûman û hinek hevalên din bûn. Polîs li wan digeriyan. Dem dem bi ser malê de digirtin. Rojekî dema pakrewan Necîb dema ji bo erka xwe pêk bîne çûbû Êlihê, di dema vegerê de hatibû girtin. Ji ber êşkenceyê perdeya guhê wî yê çepê teqiya bû. Cixare li ser laşê wî vemirandibûn û şopên cixareyan tu carî winda nebûn. Em ji aliyê dayîkê ve Trabzonî ne, ji Deryaya Reş in. Heval Necîb pir bi dayîka xwe ve girêdayî bû. Di demek kurt de malbata birêxistin kir. Malbat welatparêz e, heval Necîb merc û erkên welatparêziyê nîşanî malbatê kir. Ew bi xwe ne li mal ba jî, hevalên Wî bi rihetî dihatin malê. Di sala 1980’an de dewleta Tirk ew birin leşkeriyê. Piştî 4-5 heman birayê me yê mezin ji aliyê faşîstan ve hat gulebarankirin û ji milê xwe birîndar bû. Dema heval Necîb vê bûyerê dibihîse ji leşkeriyê direve. Diçe Enqerê û xwe digihîne mala pismamê me. Ji wan re dibêje “Min ji leşkeriyê firar kiriye, min bigihînin Agiriyê.” Lê mixabin pismamên me yên soz dane heval Necîb giliya wî dikin û didin girtin. Dewleta Tirk careke din dibe leşkeriyê. Heval Necîb piştî leşkeriyê derbasî Agiriyê bû û xebatên şoreşê berdewam kir. Di 10’ê Adara 1984’an de beşdarî nava gerîlla bû. Dema beşdarî gerîlla bû ji bo leşkeriya Tirk rapor da rêxistinê.
Ez nizanim çawa bînim ziman, gelo gotinên di turkê min de têrê bike? Demê kekê min tê bîra min, tembûr û dengê Wî yê xweş tê bîra min. Dema wî li tembûrê dixist ez li cem dirûniştim û min bi awayek balkêş lê temaşe dikir. Deh salan ji min mezintir bû, lê me hevaltiyek xweş ava kiribû. Dema kekê min beşdarî nava gerîlla bû ez 10-11 salî bûm. Beriya tevlî gerîlla bibe rojekî pirtûkek ji min re naî. Pirtûk li sre şoreşa Bulgarîstanê ya Mitka Gribceba “li ser navê gel mehkumî mirinê dikin” bû. Ji min re got, “nava heftiyekî de bixwîne, ezê pirtûkê bibim. Te çi jê fêmkiriye paşê ji min re bêje”. Min got baş e. Lê min ji xwedina pirtûkan hez nedikir. Piştî du rojan ji min pirs kir û got, “tu pirtûkê dixwînî?”. Min got erê dixwînim, lê min derê pirtûkê venekiribû. Wisa zanim ferq kiribû ez naxwînim lê tiştek negot. Hefteyek derbas bû, êvarê hate malê, em rûniştibûn me çay vedixwar. Min ji xwe re digot “îşallah qala pirtûkê neke”. Weke ku tiştên di mejiyê min de xwendibe, got, “ka wê pirtûkê bîne, em lê binêrin te çi jê fêm kiriye.” Min li dayîka xwe temaşe kir, dayîka min got “Ma ji kolanê lîstok lîstinê dem jê re maye ku pirtûkê bixwîne”. Ez mehçûp bûm û min got, “Kekê çend rojan sebir bike ezê bixwînim”. Lê nepejirand û bi hêrs got, “Na dema te qediya pirtûkê bîne”. Ez neçar mam û min pirtûk radestê Wî kir. Li min zivirî û got, “Te xeyalê min şikand, ev nêzîkatiya te nayê pejirandin. Te derew kir. Ez li hemberî te helwesta xwe datînim, niha ji cem min here”. Ez li hemberî kekê xwe mehçûp bûm, herim odeya xwe bigirîm û li ber xwe bikevim çi feyde? Sê rojan bi min re neaxivî û li hemberî min bi helwest bû. Di van sê rojan de ez mirin û dîsa zindî dibûm. Lê min pir ji kekê xwe hez dikir û girêdanek min a mezin li hemberî Wî hebû. Hetanî wê demê min tiştek wiha nejiyabû. Piçuka sê bira û qîz jî Ez tenê me. Ji aliyê kekê xwe ve bi azadî hatim mezinkirin. Cara yekem bû ku kekê Necîb helwestek wiha li hemberî min nîşan da. Li zora min çûyînê zêdetir ji bo min mirin bû. Erê min kêmayiyek kir û Wî jî bi vî awayî seza da min. Piştî sê rojan kekê min hat malê. Li min temaşe kir ku moralêm in nexweş e. Got, “çima tu wisa bê moralî, ma dayê tiştek ji te re got?” Hîna kekê min axaftina xwe xilas nekiribû, min dest bi giriyê kir û rondikên min ketin xwar. Min got, “Na dayê tiştek negotiye min, lê kekê min Necîb bi min re naxive”. Kekê minê mezin li kekê Necîb mêze kir. Kekê Necîb got, “Ez pê re naxivim, min li hemberî wê helwest daniye, ji bo careke din derewan neke”. Min jî got, “soz didim careke din derewan nakim.” Kekê min ê mezin got, “Tu balkêşî, ev zarok ji helwestê çi fêm dike, tu wisa nêz dibî”. Kekê Necîb got, “Na keko bila careke din derewan neke, fêr bibe ku li ser soza xwe bimîne”. Min jî got, “Ez soz didim carek dinê derewan nekim. Her dem li ser soza xwe bimînim”. Paşê kekê Necîb rabû ser xwe û ez hembêz kirim û got, “Ji niha û pê ve weke mirovek rast û dirust xwe pêş bixe.” Min jî soza xwe anî cih, êdî çi pirtûk û kovarên dianî min tevahî dixwedin. Min jê dipirsî, netew çîye? Şoreş çî ye? Kurdistan kengî bûye çar parçe? Şerê şerê gel çî ye û çawa pêş dikeve? Bersiva van pirsa dida min. Ez li bendê dimam ku êvarê were û hinek tiştan fêrî min bike. Her êvarê du demjimêr ji min re vediqedand. Heta roja tevlî gerîlla bû, rojên me tijî derbas dibûn.
Roja ku dê here ji min re got, “Ez tiştekî ji te dixwazim, xwe pêş bixe û bibe têkoşerek baş. Dema ew çû ez qet nesekinîm, min tim dixwend û lêkolîn dikir. Heta roja em ji hevdu cuda bûn navê min bibû Mîtka. Dema ji min re digot Mîtka ez pir şanaz dibûm. Dema kekê Necîb dijiya ji bo min hebûnek pîroz bû. Wêrekî, bêtirsî, fedekarî, ruhê hevaltiyê çîye? Welatparêzî çiye? Ev nirxandinên niha ez dikim tevahî ji Wî fêm bûm. Ez berê zarok bûm, min nedizanî evane çi ne? Necîb Alptekîn mamoste û rêhevalê min ê yekem e. Ne tenê bira bû, mirovek wisa bû ku tevahî rindî û heqîqet di xwe de hewandibû. Piştî wê 8 sal şûn de bûne gerîla. Armanca min ew bû ku em di nava gerîla de hevdû bibînin. Lê nebû. Min dixwest li wir bibînim û mil bi milê Wî tevlî şer bibim. Min di şive rêyande, berwarê çîyan de, dol, çem û rûbaran de tim li şopên siya geriyam. Ez nikarim van lêgerînên xwe bînim ziman, ên ku jiyîne dikarin fêm bikin. Necîb Alptekîn ne tenê welatparêzek bû. Wî tucar binketin nedipejirand, karê dikir nîvçoyî nedihişt, kesek bi biryar bû.”
Birayê pakrewan Necîb qala wî dike:
“Di navbera min û Necîb de salek hebû. Wî di temenê xwe yê biçûk da hertim ez diparastim. Rojekî em hatin malê, bavê min di berîka şalê min de hinek cixare dîtin. Got, ‘Ev çî ye? Wê demê min boçikên cixareyan dikişand. Kekê Necîb ji cihê xwe rabû û got ‘Ew ên min in. Li şûna min Wî lêdan xwar. Em û kurapê xwe bi hev re diçûn gund me xiyar dianînin û li bajar difirotin. Kekê Necîb jî bi me re hate gund. Me xiyarên xwe kom kirin, xistin torbeyan. Wê demê qamyonek kevin hat, me destê xwe lê rakir, qamyon sekinî û em li dawiya wê siwar bûn. Mirovekî bejin dirêj û kum li serî jî di dawiya qamyonê de bû. Wî mirovî ji me re got, ‘hûnê her yekî xiyarekî bidin min.” Her yekî ji me xiyarek da wî. Lê Necib xiyar neda. Wî zilamî xiyarên me şûn de dane me. Zivirî û ji Necîb re got, ‘tu wê xiyarekî bidî min?’. Necîb xiyar neda yê, heta goristana bajêr di sîleyan li Necîb xist. Necîb ewqas lêdan xwar, lê ji kesekî re negot. Rojekê em diçûn nava bajar, me dît ku ew mirovê li Necîb xistî bi bav û apê min re rûniştiye û çay vedixwin. Necîb darek ji erdê bilind kir û li serê wî mirovî şikand. Bavê min aciz bû û hinek gotin ji Necîb re gotin. Wî mirovî got, “Na hêrsa xwe li wî neyîne, dê mêrxasek ji wî derkeve”, piştre di panot dane Necîb. Bi rastî jî eger ez bîranînên xwe yên bi Necîb re vebêjim, dê pirtûkek jê derkeve.
Necîb li pola sêyan a amedeyî bû, ez jî li pola yekem a amedeyî bûm. Rojekî serê yekî şikandibû. Rê de rastî min hat û me montê xwe bi hev guherî. Ew çû malê. Ez jî çûm qehwê. Yekê li qehwê ji min re got ‘te çima serê wî şikand’. Min got, ‘ne ez bûm’. Piştî deh xulekan bi polîsan re hatin qehwê û ez birim navenda polîsan. Min çiqasî got ne ez im bawer nekirin. Ez neçar mam min navê Necîb da. Paşê bawer kirin ne ez im. Ez berdam. Di rê de rastî Necîb hatim, min ji şerman nekarî rûyê Wî temaşe bikim. Fêm kir, keniya û got, ‘tiştek nabe, tiştên wiha dibin, derbas bû çû’.”
Necîb Alptekîn êdî dest ji jiyana takekesî berdide û dikeve ser rêya azadiyê. Êdî kes nikare Wî bide sekinandin. Gerîllatiya ku xeyal dikir, di pirtûkan de dixwend niha dê bi xwe bijî.
Biryardayîn zehmet e. Necîb Alptekîn pira di navbera xwe û modernîteya kapîtalîst de hilweşandiye û êdî veger nabe. Ji bo jiyanek nû ava bike ketiye ser rêya azadiyê. Lê nizane pêşiya wî çi heye. Kurdistan bûye çar parçe. Her çendî di navbera Pers û Osmaniyan de guherînek hebe jî, di sala 1639’an de bi peymana Qesrî Şîrîn Kurdistan bûye du parçe û heta roja me berdewam dike. Berê xwe dide ser sînorê Tirkiyê û Îranê, serbazên Îranê kemîn daniye pêşiya wan. Kolberên bi salan rêya hatin û çûnê weke kefa destê xwe dizanîn. Serê çend gavan disekinin û guhdarî dike. Necîb Alptekîn bê sergûzeşt e. Yê pêşiyê çi tevgeran dike ew jî wî dişopîne. Rêya sînor derbas dikin û aliyê Tirkiyê diqedînin. Di tevahî rê de rastî tiştekî nayên û dilê Wî şand dibe. Her ku xeteriyekî derbas dike hîn zêdetir nêzî hevalan dibe. Hinekî ji sînor derbas dibin, dengê guleyên serbazên Îranê bêdengiya şevê diqetîne. Heval Necîb ji lingê xwe birîndar dibe. Hestiyê lingê Wî şikestiye û nikare tevger bike. Bi saxî dikeve destê serbazên Îranê. Serbaz Wî dibin nexweşxanê û lingê Wî dikin gêcê. Nikare tev bigere û divê hinek alîkariya Wî bikin. Îran ji bo kolber zêde pirsgirêk dernaxe û berdidin. Kolber xwe digihîne cem hevalan. Di demek kurt de lingê Wî baş dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li gundê Melebastakê yê herêma Mîrgever a Urmiyê dimîne. Hevalê Hesen Çawiş lê dinêre. Rojane pê ve mijûl dibe da ku birînên Wî baş bibin. Hewa sar e, ji bo germ bibin eladînê (sobeya neftê) pê dixin. Li her malek a Rojhilatê Kurdistanê de eladîn heye. Bi şev eladînê venamirînin. Di malê de kes tune ye, heval Necîb bi tenê ye. Dema di xewê de lingê xwe dihejîne li eladînê dikeve û agir bi malê dikeve. Ji bo bikevin hindir pişta xanî kun dikin. Lê dinêrin ku heval Necîb tevlî kerwanê pakrewanan bûye. Tevahî gundî kom bûne da ku agir vemirînin. Mixabin xemgîniyek dikeve nava gund. Ew ciwanê zerîn û rûken ku her roj ji wan re qala şoreşê dikir, niha şewitiye û li pêşiya wan e. Niha gora Wî li goristana Melebastekê ye.
Mirin para tevahî zindiyan e. Mirinên bi êş mirovan aciz dike. Xeyalên Wî ew bû ku bibe gerîllayek û li hemberî dijmin şer bike. Gerîllatî di dil de ma û li hemberî dijmin şer nekir. Dema mirov dikeve ser rêya azadiyê pêwîste li hemberî dijmin şer bike. Were kuştin jî, ew rê bi zanabûn daye pêşiya xwe. Dema ev daxwazên mirov pêk neyên, mirovek ne li gorî dilê mirov be bi êş e. Heval Necîb xwezî hûn jî weke heval Fûad Aslan li çiyayên Agiriyê bi dijmin re ketibûya nava şer, herî dawî bombeya xwe li ser xwe teqandibûye. Laşê wî belavî nava ziranên çiyayê Agiriyê bibûya, qasî mirina şewatê li zora me nediçû. Ev 39 sale di ser şehadeta heval Necîb re derbas bûye, ciwanên Kurdistanê çûne çiyayan û li hemberî dijmin şer dikin. Navê Brûsk li xwe dikin. Hem navê te li xwe kirin hem jî çeka te hildan. Ciwanên ku tevlî nava gerîlla bûne dibêjin ‘Hevalê Brûsk bila dilê te nemîne, em li şûna te jî guleyan diavêjin dijmin’. Hûn mîna navê xwe brûsk bûn, xwezî temenê we têrê bikiriba û we li hemberî dijmin şer bikira. Bila dilê we nemîne, ciwanên Kurdan daxwazên xwe anîne cih. Tu dikarî rihet razêyî. Em jî sozê didin we, kengî me Kurdistan azad kir, li welatê xwe ala azadiyê hejand, wê demê dê daxwaza dilê tevahî pakrewanan were cih.