Rêhevalên Hêja!
Wekî gel û tevger, em Meha Hezîranê ya Fedaîtiyê temam dikin, dikevin meha Tîrmeheke nû ku di nav wê de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14 Tîrmehê heye. Bi vê wesîleyê, di serî de li Rêber Apo, Roja Fedaîtiyê ya 30 Hezîranê li hemû heval û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin, di sala Fedaîtiya 27’emîn de serkeftinê dixwazin. Di salvegera şehadeta wê ya 26’emîn de Xwedawenda me ya Azadiyê Heval Zîlan û di şexsê wê de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz, mînetdarî û rêzdarî bibîrtînin.
Wekî gel û tevger di meha Hezîranê de jî me li ser xeta Fedaîtiya Zîlan jiyan kir û şer meşand. Berxwedana me ya azadiyê ya li ser Xeta Fedaîtiya Zîlan li Zap, Avaşîn û Metînayê gihişte lûtkeyeke nû. Bi afirandina Zîlanên nû û bi lêdena çeteyên faşîst-qirker a AKP-MHP’ê, pêşengtiya me ya gerîlayê qehreman, îrade û hêviya zafereke nû afirand. Bi vî awayî Artêşa Azadiyê careke din îspat kir ku di bin fermandariya Zîlan de bi rihekê fedaî û milîtan şer dikin. Ji bo hemû gel û dostên me, ji bo hemû mirovahiyê hêvî, armanç, coş û kelecana jiyana azad jinûve ava kir.
Li ser vê bingehê, hêzên gerîla yên qehreman û gelê xwe yê welatparêz silav dikin ku li ser xeta Zîlan bûye fedaî. Di serî de Zap, Avaşîn û Metîna çalakiyên serkeftî yên li her qadê pîroz dikin û berdewamiya serkeftina wan dixwazin. Şehîdên qehreman ên afrînerên zaferên mezin bi rêz û mînetdarî bibîrtînin. Em ê berxwedana gel û gerîla ku di bin pêşengtiya Berxwedana Dîrokî ya Îmralî, Zap, Avaşîn û Metîna de pêş dikeve teqez bi zaferê tacîdar bikin.
14’ê Tîrmehê; Roja Rûmetê ya Netewî
Rêhevalên Hêja!
Em di meheke nû ya Tîrmehê û 40’mîn salvegera Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê ya 14’ê Tîrmehê jiyan dikin. Ji bo bikarin wekî gel hebin û azad jiyan bikin, Berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser xeta zaferê dibe vegotina bîryardarî, hişmendî û berxwedaneke bê eman. Dîroka Kurd ku ber bi tinebûnê ve diçû da sekinandin, ji bo hebûneke azad bû pêşengê dîroka berxwedaniyê ya fedaî. Li ser vê bingehê her awayên teslîmîyet û xiyanetê tine kir, di nava berxwedana azadiyê de riya jiyaneke birûmet vekir. Ji ber vê ye ku ji hêla Tevgera Azadiyê ve wekî “Roja Rûmetê ya Netewî” hatiye pênasekirin. Bi vî awayî li Kurdistanê bû pêşêngê jiyana birûmet ku çil sal in didome.
Li ser van bingehan, di serî de li Rêber Apo, 14’ê Tîrmehê; Roja Rumetê ya Netewî li hemû heval, dost û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Afrînerên vê roja mezin, Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçekan bi rêz, hurmet û mînetdariyeke mezin bibîrtînin. Vaye çil sal in wekî gel û tevger me li ser Xeta Zafer û Berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwe da û hemû pêşketinên azadîxwaz li ser vê bingehê bi dest xistin. Lewma em ê ji niha şunde jî li ser Xeta Fedaî ya 14’ê Tîrmehê jiyan û şer bikin. Em ê li Kurdistanê jiyana azad a birûmet teqez pêk bînin.
Pir baş tê zanîn ku di dîroka Tevgera Azadiyê de pêvajoyên girîng ên bîryardariyê hene. Ji van ya yekemîn, di Newroza 1973’yan de bi civîna li Bendava Çubukê ji bo meşandina têkoşîna azadiyê bîryar dayîna rêxistinbûnê û li ser vê esasê derketina Rêbertî ye. Ya duyemîn, 18’ê Gulanê 1977’an de piştî şehîdkirina rêheval Hakî Karer; pêşketina bîryara partîbûn û berxwedana çekdarî ye. Bîryardariya sêyemîn jî, Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’ya ne ku li ser xeta fedaîtiyê, xislet û nasnameya partîbûn û berxwedana çekdarî diyar kiriye. Ev pêvajo, di Newroza 1982’yan de bi berxwedana Mazlum Doğan dest pê kir, 17’ê Gulanê bi berxwedana “Çaran” mezin bû û bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re veguherî bîryardariyeke dîrokî ya zaferê.
Wê demê bîryara mezin a dîrokî ya berxwedana azadiyê di zindanê de hatiye dayîn. Xeta berxwedaniya fedayî ya têkoşîna azadiyê di zindanê de hatiye afirandin. Di bingehê wê de helwest û bîryarderiyekê rexnedayînê heye ku dibêje “Bila li ser kêla gora min deyndar e binivîsin.” Berxwedana mezin ku li ser bingehê bîryardariya şehadeta rêheval Hakî Karer pêş ketiye di sala xwe ya çil û pêncemîn de ye. Berxwedana dîrokî ku li ser bingehê bîryardariya zindanê ya sala 1982’yan de hatiye dayîn, di salvegera xwe ya çilemîn de ye. Wekî gel û tevger me li ser bingehê bîryardariyên wiha dîrokî jiyan kiriye û şer meşandiye, hemû pêşketinên azadîxwaz jî li ser vê bingehê hatine afirandin. Li Kurdistanê ti pêşketin nîn e ku di bin de Berxwedana Zîndanê ya Mezin nebe, dîsa ti pêşketin nîn e ku berxwedana tolhildana şoreşgerî ya ji bo xwedî derketina bîranîna Hakî Karer hatiye pêşxistin nebe. Her tiştê ku îro Kurdistana Azad temsîl dikin li ser van bingehan çêbûye, wekî gel û tevger me li ser van bingehan xwe gihandiye roja îro.
Îro jî li çiya, li zindan, li deşt, bajar, kolan, li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên dinyayê berxwedana azadiya fedaî li ser vê bingehê pêş dikeve. Li Zap, Avaşîn, û Metîna, li hemû Qadên Parastina Medya û li sahayên Bakur berxwedana gerîla ya fedaî li ser van bingehan pêş dikeve. Di bingeha hemû berxwedaniyên ji bo azadiyê hatine dayin de fedaîtiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, fedaîtiya Zîlan heye. Piştî vê saetê şunde jî wê her wiha bibe, wê gel û tevgera me li ser Xeta Rumetê ya Netewî, li ser Xeta 14’ê Tîrmehê di xeta fedaîtiya zaferê de xwe kilît bike, li ser vê esasê wê jiyan û têkoşîn bike û her tiştên ku ji hêla dîrokî ve hatine windakirin wê dubare qezenc bike.
19’ê Tîrmehê; 10’mîn salvegera Şoreşa Azadiya Rojava
Rêhevalên Hêja!
Em 10’emîn salvegera Şoreşa Azadiya Rojava ya 19’ê Tîrmehê jiyan dikin ku ji hêla hêzên azadiya Kurdistanê û gelê me yê welatparêz ve di meha Tîrmehê de hatiye pêşxistin. Bêguman di bingehê vê şoreşê de jî 14’ê Tîrmehê û xeta fedaî ya Zîlan heye. Bêguman bi hezaran şehîd dayîn û bi cesaret şoreşeke wiha pêşxistin kar û bûyereke pir girîng e ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û gelên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê vê şoreşê deh sal in li ser piyan digire. Wê encamên vê li rojên pêş zêdetir derkevin holê û li ser hemû qadan bandor çeke.
Li ser van bingehan hemû kesên ku ji bo Şoreşa Azadiya Rojava ked dane, tevkarî kirine, Hêzên Azadiya Rojava, gelê Rojavayê Kurdistanê û gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê pîroz dikin, berdewamiya serkeftina wan dixwazin. Di şexsê Şîlan Kobanê, Xebat Dêrîk û Ferhat Derîk de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz, hurmet û mînetdarî bibîrtînin. Bawer dikin ku gelên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ku di pêvajoyên dijwar de bi serkeftî derketiye, wê ji niha şunde jî Şoreşa Azadiyê kûrtir, berbelavtir bike û li ser vê esasê serkeftina xwe berdewambikin.
Bêguman ji bo şoreşek deh salên despêkê pir girîng e. Di pêvajoyên wiha de her tişt bi zehmetiyên mezin û di nava nediyariyan de tê afirandin. Bêguman pêvajoyekê wiha ji bo pêşerojê dibe bingeheke saxlem. Şoreşa Azadiya Rojava jî di nava deh salên derbasbû de van hemûyan jiyan kiriye û bûye xwediyê tecrûbe û serpêhatiyeke mezin a dîrokî. Ger gotin di cîh de be ecemîtî, xeşîmtî û amatoriya şoreşê hatiye derbaskirin. Êdî piştî vê saetê şunde dikare her tiştî bi hostayane û pisporane bide meşandin.Pêvajoyekê wiha destpêkiriye. Em bawer dikin ku wê li ser vê bingehê hêzên azadiyê yên Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê nêzîkê deh sala duyemîn bibin, şoreşê zêdetir bikin civakî, ji hêla çandî ve kûrtir bikin, li dijî her awayên êrîşê li ser bingehê parastina cewherî teqez şoreşê biparêzin, belavê tevahiya Kurdistan û Suriyeyê bikin. Li ser vê bingehê em serkeftinê dixwazin.
Li Îmraliyê tecrît û îşkenceya girankirî didome
Rêhevalên Hêja!
Di pergala qirker a Îmraliyê de tecrît û îşkenceya girankirî didome. Di pêvajoya derbas bû de hevdîtina malbat û parêzeran çênebû. Ji ber vê yekê ji Rêber Apo û rêhevalên din ti agahî negihiştine ber destê me. Hertim serlêdana hevdîtinê tê kirin, lê encamek dernakeve. Di serdema derbas bû de parêzeran hin hewildanên hiquqî pêşxistin, lê nekarîn encameke şênber bi dest bixin. Tenê agahiyên wekî “cezayên nû yên dîsîplîne hatiye dayîn” hene. Tê gotin ku dawiya Gulanê şunde cezayê disîplînê ya sê mehan hatiye birîn.
Bêguman mijara ku wekî “cezaya disîplînê” tê vegotin, ji aliyekê ve ji bo astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran tê kirin. Lê ji aliyekê din ve jî dixwazin bi dayîna cezayên disîplînê, bîryara ku DMME’yê ya jinûve darizandinê betalbikin, ji bo xalên 15 û 25’mîn a hiquqa Ewropayê nekevin meriyetê û van cezayan didin ku ev xal dixwazin cezaya hatiye dayîn jinûve bê destgirtin. Bi vî awayî dixwazin hincet çekin û ji niha ve pêşiya hewildanên wiha yên hiquqî bigirin.
Wekî berî, di vê pêvajoyê de jî car caran ji desthilata faşîst û ji derdorên muxalefetê ve agahî têne belavkirin û nîqaş têne meşandin ku “Dewlet bi Rêbertî re hevdîtin dike.” Beriya niha jî şefê faşîst Tayîp Erdoxan tiştên wiha anîbû ziman. Di vê pêvajoyê de jî CHP û hin derdorên muxalîf ketine nava helwestekê wiha. Pergala faşîst a TC’yê, bi desthilat û muxalefeta xwe ve qaşo dixwazin bi vî awayî Rêber Apo bikar bînin. Lê ji hêlêkî ve jî neçariya xwe nîşan didin ka çiqas mecbûrê Rêber Apo ne. Şerê taybet wiha ye, ger şerê taybet pir baldar neyê meşandin, wê vegere li xwediyê xwe bide.
Di vê mijarê de dikarin hişmendî, siyaseta CHP’ê û muxalefetên din ên wekî wê rexne bikin. Lê lazim e ji bîr nekin ku hemû agahî û nîqaşên wiha di çarçoveya şerê taybet de ne. Milên xwe yên din jî hebe, li vir yê esas şerê derûnî ye. Bi taybet dema çalakiyên gerîla, gel û derdorên derve yên ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde dibin, pêşdikevin; agahî û nîqaşên wiha pêş dixin. Li vir armanc eşkere û zelal e. Bi vî awayî dixwazin baldariya heyî belav bikin, rojevê berevajî bikin, derdorên welatparêz û demokratîk têxin nava bendewariyê û li ser vê bingehê çalakiyên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin lawaz bikin. Ji ber vê yekê lazim e di vê mijarê de di asta herî jor de baldar tevbigerin û ti car nekevin nava şaşitiyê, neyên leyistîka şerê taybet. Dîsa lazim e destûr nedin ku gel û dostên me bikevin nava şaşitiyên wiha. Li ser vê bingehê divê çalakiyên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne kirin lawaz nexin, berevajî hertim mezin û berbelavtir bikin.
Bêguman em dema rewşa Rêbertî digirin dest, lazim e ji xwe bipirsin û bersivên rast bidin ka çima evqas tecrîdeke giran tê meşandin. Baş e, bersiva rast çî ye? Eşkere ye ku naxwazin Rêbertî bi fikrên xwe mûdexeleyê pêvajoyê bike, rewşa heyî biguherîne, li ser pêvajoyê serwer bibe, pêvajoyê araste bike. Ji ber vê tecrîda heyî pêş dixin û naxwazin yek pêyvên Rêber Apo tenê jî derkeve derve. Baş e, ev rewş tê çi wateyê? Bêguman ji du aliyan ve bersiva vê pirsê heye. Ya yekemîn, ji ber ku pergala faşîst-qirker ji fikir û ramanên Rêber Apo, ji bandora wê ditirse wiha dike. Ya duyemîn jî bi me re eleqeder e. Ji ber ku ji hêla her awayên fikir û pratîk ve lawaz û kêm dimînin wiha dikin. Ji bo Rêber Apo van kêmasî û lawaziyên me ji holê raneke tecrîdeke wiha pêş dixin. Helbet, lawaziya dijmin a beramberê Rêber Apo, tirsa wê ya ji fikren Rêbertî baş e. Lê kemasî û lawaziyên me nayê qebûlkirin. Baş binêrin, ev lawaztî zirarê dide Rêbertî. Wê demê lazim e teqez van kêmasî û lawaziyan ji holê rakin, sererast bikin.
Di mijara rast fêmkirin û bi serkeftî pêkanîna Rêbertî de lawazî û nebesiyên me didomin. Rêbertiyê bi yek parçe nagirin dest, parçeyî nêzîk dibin û wisa tevlê dibin. Xwendin-lêkolîna parêznameyan û lêhûrbûna li ser hişmendiya Rêbertî kêm û lawaz e. Bandora fikra ku dibêje “Rêbertî niha nayê pêkanîn” berdewame. Ji ber vê yekê fikra ku xwe esas digire li pêş e. Li ser vê bingehê ezezîtiyeke pir zêde tê jiyîn. Piştî ku li ser xeta Rêbertî fêrbûneke rûxar, çors çêdibe û şunde, ber bi pratîkeke teng ve çûyîn, xwe pêkanîn, pratîzekirin pir tê dîtin. Di mijara rast û baş fêmkirina Rêbertî de jî nîqaşên di navbera kadroyan de lawaz in. Ev jî bi xwe re bê îdîabûnê û xwe esas girtinê derdixîne holê.
Di van demên dawî de li derve di mijara belavkirina fikrên Rêbertî de hewildanek tê nişandan. Parêzname ji bo zimanên din têne tercûmekirin. Bi vî awayî parêznameyan digihînin girseyên berfirehtir. Lê ev hemû, li gorî asta pêwîst pir lawaz û kêm in. Ji ber vê jî teqez lazim e ev rewş bê derbaskirin. Dîsa divê hewildana hiquqî û têkoşînê jî hertim bê pêşxistin û ji pir aliyan ve li ser xebat bê kirin. Teqez yek kêlî jî be, lazim e neyê ji bîr kirin ku şerê herî tûnd û mezin li Îmraliyê tê jiyîn. Ji ber vê yekê dema erk û berpirsyartiya her kêlîyê diyar dikin, temaşeyê Îmraliyê, sekna Rêbertî û berxwedana wî bikin. Dîsa di mijara şêwaz, uslup û tempo de divê ji Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo fêr bibin.
Şerê Ukrayna’yê; şerê Rusya û NATO’yê ye
Rêhevalên Hêja!
Di vê demê de ku bîryardariya dîrokî ya Kurdan, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dikeve sala xwe ya çil û yekemîn, li dinya û Kurdistanê siyaset germtir şer zêdetir û berfirehtir e. Dinya, bi şerê Ukraynayê re -ku bi êrîşa Rusyayê dest pê kir-, Kurdistan jî bi êrîşa 14 Nîsanê ya faşîzma AKP-MHP’ê re ketiye nava rewşeke wiha. Bêguman her du êrîş jî di asteke de bi hev ve girêdayî ne. Êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ku di navendê de Zap heye, di asteke jor de di bin bandora şertên şerê Ukrayna’yê de derketiye holê.
Şerê Ukrayna’yê 24’ê Sibatê destpêkiriye kete meha xwe ya pêncemîn. Her çiqas şerê heyî bi êrîşa Rusyayê destpêkiribe jî di vê mijarê de teşwîq û tehrîka NATO û Rêveberiya Zelenskî jî ne kêm in. Dîsa her çiqas şerê heyî di navbera Rusya û Ukrayna de be, wisa bê nirxandin jî, esas şer di navbera Rusya û NATO de li ser Ukraynayê tê jiyîn. Plana Rêveberiya Rusya ku dixwest çend rojan de Rêveberiya Ukrayna bê bandor bike, serkeftî nebû û şer kete meha xwe ya pêncemîn. Hê çiqas wê bidome jî ne diyar e. Di demên pêş de milê leşkerî kêmtir jî bikin, wê qeyrana Ukraynayê demeke dirêj berdewam bike û veguhere qada têkoşîna berjewendiyê. Qasî ku tê dîtin di şer de Ukrayna wêran bûye, Rusya jî serkeftina ku pêşbinî dikir dest nexistiye. Di şerê heyî de bandora NATO û DYA zêdetir derdikevin pêş. Girêdayê vê rewşê tê gotin ku 2’yê Tebaxa 1990’an de bi êrîşa li ser Kuveytê Rêveberiya Sedam Huseyin ketibe nava rewşeke çawa, dibe ku îro jî heman tişt hatibe serê Rusyayê.
Pir eşkereye ku mijara esasî ya civîna NATO ku sê rojan berdewamkir jî şerê Ukraynayê ye. Şerê heyî di asta NATO de cara ewil e wiha berfireh tê nirxandin. NATO bi vî civînê dixwaze polîtîkayên xwe yên nû diyar bike. Bîryarên NATO wê rojên pêş zêdetir zelal bibin û bîryarên heyî, wê ji hêla herkesê ve bêne nirxandin. Piştî civîna sala derbasbû de hatibû gotin ku NATO dixwaze konsepteke nû ava bike. Pişt re DYA û NATO ji Efxanîstanê xwe kêşan. Piştî vê jî Rusya êrîşê Ukraynayê kir. Bêguman em nikarin van buyerên ku li pêy hev qewimîne ji hev qut bigirin dest. Ji ber vê yekê piştî vê civînê şunde şopandina NATO’yê girîng e. Jixwe di vê pêvajoyê de xwesteka ketina NATO’yê ji bo dewletên wekî Swêd û Finlandiya pir balkêş e. 73 sal in pergala NATO li kêleka Swêd û Fînlandiyayê bû, lê daxwazekê wan ê wisa nebû. Lê niha ji ber çi pêwîst dibînin ku bikevin NATO’yê.
Bêguman şerê Ukrayna helqeya dawî ya Şerê Cîhanê Sêyemîn e ku ji 1990’an heya niha didome. Ji ber ku ev şer li Rojhilatê Ewropa, di navbera Ewropa û Asya de diqewime zêdetir û bi bandor derdikeve pêş. Li gor hin kesan wê li ser bingehê encamên şerê Ukrayna dinyayeke nû pêş bikeve. Bêguman ev dinya jî wê ji hêla ABD û NATO ve bê avakirin. Lazim e mirov vê fikrê ji nedîtî ve neyê. Lê divê ev jî bê zanîn ku li ser bingehê şerê Kendavê û bi êrîşên DAIŞ’ê Rojhilata Navîn çiqas hatibe avakirin, dîsa bi şerê Efxanîstanê li Başûrê Asyayê avabûn, kombûn çiqas pêşketibe, wê dinyaya nû jî, bi şerê Ukraynayê encax ewqas pêş bikeve.
Eşkere ye ku desthilat û pergala dewletê ya pênc hezar salî û nizama modernîteya kapîtalîst a pênsed salî wekî sedsala bîstemîn nikare şer bike. Ji ber ku êdî şer gihiştine asta çekên nükleer. Lewma nikare bê şer jî bike, nikare kaos û qeyrana heyî derbas bike, xwe rêve bibe, temenê xwe dirêj bike. Ji bo vê jî pêwîstiya wê bi şerê herêmî û sînordar heye ku bikare di nava qeyran û kaosa heyî de serweriya xwe bide domandin. Di van sîh salên derbas bû de di serî de şerê Kendavê li Balkanan, Qafqasya, Asya, Efrîka û hin şerên li herêmên Emerîkayê têne jiyîn ji van şeran in. Şerê Ukrayna jî ji van şeran e. Ji ber vê jî li gorî encama şerê Ukrayna dinyayeke nû pêşnakeve. Pêşketin û teşegirtina dinyayê piştî şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn çêbûye. Ev jî xwe dispêrin Şoreşa Rus a 1917’an û hebûna Yekîtiya Sovyetan. Ji ber vê yekê heya pêşketinên wiha nebin ti şerê naxweyî yê pergalê nikare derketineke nû bide kirin û pergaleke kapîtalîst a nû biafirîne.
Esas hatibû îlan kirin ku piştî rûxandina Yekîtiya Sovyetan û polîtîkayên rêveberiya Çînê kapîtalîzmê zaferê bi dest xistiye û li ser vê esasê bi tevlêbûna Rusya û Çîn pergala kapîtalîst temam bûye, bi temamî pergala xwe daye rûniştandin. Ger bê bîra we, girêdayê vê mijarê di dîroka nêz de hin kes ji kêfxweşiyê difiriyan. Baş e, encam çi bû? Çîna ku ji hêla aborî û leşkerî ve mezin bû pergala kapîtalîst a kûrevî rehet nekir, xwest di asta yekem de cihê xwe bigire. Ev jî ji bo rêveberiya pergalê bu raqîb û pêvçûneke nû. Di heman astê de jî nebe, Rusya jî heman rewşê jiyan dike. Polîtîkayên wê yên deh salên dawiyê û êrîşa dawî ya li ser Ukrayna’yê vê rewşê bi zelalî nîşan dide. Ji bo tekelên serwer a kapîtalîst hûkûmraniya li ser çavkaniyên Rusya û Çîn tiştekê baş bû. Wê demê olîgarkên Rus ên kapîtalîst zarokên şîrîn ên “Dinyaya demokratîk” bûn. Lê niha ketine rewşeke wisa ku dest datînin ser malên wan û “bi dîktatoriyê” wan tawanbar dikin. Baş e, van olîgark û dîktatoran kî, kîjan pergal afirand? Eşkere ye ku pergala modernîteya kapîtalîst a kûrevî van hemûyan afirand û ji ber vê jî tawanbar ew bi xwe ne.
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li çend navendan bihevre dimeşe
Dîsa hin derdoran, piştî ku DYA bi awayekî trajîk xwe ji Efxanîstanê kêşa diyarkirin ku Rojhilata Navîn girîngiya xwe ya kûrewî windakiriye, navenda şerê kûrewî yê Sêyemîn şimitiye Pasîfîkê, êdî wê di serdema nû de şerê DYA-Çîn pêş bikeve. Lê dema gotin û angaştên wiha dihatin ziman li Ukraynayê şerê Rusya-NATO kete rojevê. Bi vî awayî derket holê ku ne şerê Ukrayna’yê her tiştî diyar dike, ne jî şerê Pasîfîk dibe navenda şer. Herdu nêzîkatî jî şaş bûn. Baş e, ya rast çî ye? Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li yek navendê nîn e, li çend navendan bihevre dimeşe. Dîsa li kêleka vê Rojhilata Navîn wê rol û girîngiya xwe ya navendî bide domandin.
Bi rastî jî niha li her sê herêman jî heman rewş bihevre tê jiyîn. DYA, dixwaze li Ewropayê bi mezinkirina NATO’yê, li dijî Rusyayê têkoşîneke bi bandor bide meşandin. Ukrayna’yê jî dike navenda têkoşînekê wiha. Tê gotin ku Rêveberiya Rusya ji bo şerê Ukrayna’yê bi salane xwe amade dikir. Baş e, DYA çi dikir? Niha awayekî vekirî derdikeve holê ku DYA jî wekî Rusya’yê bi salan xwe ji bo şerê Ukrayna amade kiriye, an jî ji bo şerekê wiha Ukrayna amade kiriye. Di vê rewşê de Rêveberiya noker a Ukrayna dibe Rêveberiya Kuveyt a 1990’an, rêveberiya Pûtîn jî dibe Rêveberiya Seddam Huseyin.
Bi heman awayî DYA, li qada Pasîfîkê jî dixwaze li beramberê Çînê tifaqekê ava bike û li ser vê esasê têkoşîneke bibandor pêş bixe. Girêdayê vê rewşê beri demekê DYA, Brîtanya jî tê de bi hin welatên Pasîfîk re li dijî Çînê tifaqeke nû pêşxist. Li ser vê bingehê hat gotin ku wê têkoşîna li Pasîfîk germtir bibe. Dibe ku Îngilistan ji bo bikare di nava tifaqên wiha de cihê xwe bigire ji Yekîtiya Ewropayê derketibe.
Ji aliyê din ve li gelek qadên Rojhilata Navîn rewşa şer berdewame. Li ser herêmê şer û rageşiya DYA-Îranê didome. Ji aliyekê ve mijara pêymana nûklûerê tê gotûbêjkirin, ji aliye din ve jî rewşa bi şer wekî berî didome. Li Iraqê bi ti awayî hikûmeta nû ava nabe. Li Iraq û Suriye’yê qeyran didome. Girêdayê vê rewşê êdî bi awayekî zêdetir tê gotin ku wê DYA û Îsraîl Iraq û Suriye’yê parçe bike. Di van demên dawî de dîplomasî leztir bûye. Bi dewletên Ereban re têkiliyên Îsraîlê derxistine asta herî jor. Jinûve têkiliyên TC û Îsraîlê bihêz dikin. Dîsa di têkiliyên TC-Erebistana Suûdî de pêşketin hene. Di heman demê de têkiliyên PDK’ê bi AKP-MHP’ê re derxistine asta herî jor.
Dibêjin ku Rêveberiya DYA, li dijî Îranê, di navendê de Îsraîl û dewletên Erebî tifaqa Rojhilata Navîn çêdike. Hevdîtinên herî dawî yên Îsraîl û Erebistana Suûdî jî nîşan didin ku Dewleta TC jî di nava vê tifaqê de cihê xwe digire. Bi vî awayî dixwazin Îranê ji hêla tifaqeke herêmî ve dorpêç bikin. Bi vî awayî li dijî Îranê rêveberiya DYA wê hemleyeke nû bike.
Bêguman dibe ku di asteke jor de ev fikir rast be. Dibe ku yek jî sedema dîplomasiya zêde ya li Rojhilata Navîn ev be. Lê ji aliyê din ve sedema din jî petrol û gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn e ku dixwazin zêdetir bibin Ewropayê. Bi vî awayî dixwazin petrol û gaza xwezayî ya li ser Rusyayê dihat telafî bikin. Li ser vê esasê Ewropa û DYA dixwazin cihê gaza xwezayî ya Rusya’yê tijî bikin. Berê, ji ber destwerdanên Rusya li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Deryaya Spî yekitiyên wiha çênedibûn, tifaqên dijber derdiketin holê. Niha ji ber bandora şerê Ukrayna’yê destwerdana Rusya’yê lawaz bû û di bin pêşengtiya DYA’yê de pêşiya yekitiyê vebû.
Hin derdor ji vê rewşê re dibêjin “sê NATO’yên DYA.” Ya yekemîn NATO’ya heyî ye. Dixwazin berfirehtir bikin û di têkoşîna li dijî Rusya’yê de bikar bînin. Ya duyemîn li dijî Çînê bi tifaqa pênç welatan li Pasîfîk hatiye avakirin. Ger ya yekemîn NATO’ya Ewropayê be, wê deme ev jî dibe NATO’ya Pasîfîk. Ya sêyemîn jî, NATO’ya Rojhilata Navîne ku dixwazin li dijî Îranê ava bikin. Bêguman ev mijar têne nirxandin û nîqaşkirin. Di astekê de feydeya xwe heye ku van bizanin û di nirxandinên siyasî de bikar bînin. Nêzîkatî û fikrên ku DYA’yê pir dixe navendê dibe ku bê rexnekirin. Lê eşkereye ku îro, di pergala modernîteya kapîtalîst a pir navendî de DYA di asta herî jor de cihê xwe digire. Rêber Apo jî rewşa heyî wiha pênase dike. Her çiqas Rêveberiya Trump DYA’yê zêdetir bi Amerîkayê re sînordar kiribe jî, ev rewş bi rêveberiya Biden re guherî û tiştên niha hatine ziman pêşketin.
Li Cîhana îro de girîngi û pêwîstiya hêzên alternatîf ên derveyî pergalê
Bêguman dibe ku ev hesap û planên DYA’yê bin. Lê belê wê ev çêbin, çênebin, an jî wê çiqas pêkbên ne diyar e. Bo nimûne DYA, li dijî Rusya’yê dewletên Ewropî wê çiqas bikare têxe nava têkoşînê û di nava têkoşînekê wiha de bigire? Eşkereye ku ev rewş tam ne diyar e. Niha di sepandinên li dijî Rusyayê de van hêzan xistiye tevgerê, lê wê ev rewş çiqas bidome û wê çawa berdewam bike ne diyar e. Dîsa tifaqa Pasîfîk wê çiqas bikare pêş bixe, bide domandin; ev jî ne diyar e. Jixwe nikare dewletên Ewropî têxe nava têkoşîn û tifaqeke wiha. Îhtîmaleke mezin Brîtanya ji ber vê ji YE’yê cuda bûye. Jixwe DYA, hê destpêkê li Rojhilata Navîn nekarî li dijî Îranê dewletên Ewropî, bi taybetî Elmanya û Fransayê bikêşe nava seknekê wiha. Dewletên Ewropî hertim bi rêveberiya Îranê re di nava têkiliyên baş ên aborî de bûne. Ji ber vê yekê piştî vê saetê şunde van hêzan bi awayekî çalak, di asta şer de li dijî Îranê bikaranîn zehmet e. Helbet ev rewş li Rojhilata Navîn li dijî Îranê hêzên dixwazin bikin yek jî bandor dike. Ji ber vê Rêveberiya DYA berê xwe daye tifaqên herêmî. Eşkereye ku hem li dijî Rusya, hem Çîn, hem jî li dijî Îranê têkoşîneke hevbeş meşandin wisa ne hêsan e, zehmetiyên xwe hene. Wekî ku li dijî Asyayê giştî têkoşîn bike. Wê demê Ewropa û Amerîka bibin yek jî êdî di vê rewşê de nikarin serkeftî bibin. Ger di hilbijartina meha Mijdarê de rêveberiya Biden winda bike, dibe ku dîsa mecbûr bimîne bi xeta Trump re lihev bike. Bi kurtî wê sibê çi bibe ne diyar e, pêşketin wê siberojê diyar bikin.
Bêguman her sê rewş jî, ji nêz ve Dewleta TC’yê û Tevgera me ya Azadiyê bandor dike. Êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ku 14’ê Nîsanê bi balafiran destpêkir û 17’ê Nîsanê şunde jî ji bejahî ve domand, di asteke jor de ji şerê Ukrayna’yê bandor bûye. Bêguman herî zêde jî ji pêşketin û pêvçûnên Rojhilata Navîn bandor dibe. Hem dorpêça li hemberî Îranê hem jî petrol û gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn -ku dixwazin zêdetir veguhezînin Ewropayê- yekser li ser têkoşîna me ya azadiyê bandorê çêdike. Ji ber vê, li kêleka sedemên din yek jî mijara sereke veguhestina enerjiyê ye. Ger DYA û Yekîtiya Ewropayê bi TC’yê re lihev bikin, wê demê riya herî kurt û erzan Kurdistan e. Bêguman demeke li ser vê bingehê tifaqa PDK-TC tê meşandin. Wê ev tifaq pêymana rê çeke, ji bo ev pêkbê jî lazim e PKK’ê îmha û bêbandor bikin. Wê demê tifaqa TC û PDK, ji bo pratîzekirin, zindîkirina vê riyê wê li ser YE û DYA’yê zextê zêdetir bike. Jixwe ji niha ve zextekê wiha heye û di demên pêş dibe ku ev zêdetir pêş bikeve.
Me xwest hin mijaran di asta agahî de li vir bînin ziman. Zêde ne lazim e mirov dirêj bike. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn belavê heremên din dibe, lê şerê heyî jî nikare qeyran û kaosa pergalê sivik bike. Ji ber asta çekên heyî aliyên şer nikarin bikevin nava şerekî wekî Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst dev ji qezenca zêde û mantiqê komkirinê bernade û li ser vê esasê xwe ji demokrasiyê re venake, dixwaze bi şerên herêmî yên sînordar, bi şerên taybet û bi rêbazên qeyranê, kaos-qeyrana heyî bidomîne. Di rewşa heyî de niha ti îşaret nîn e ku pergal bi hêza xwe bikare ji vê qeyran-kaosê derkeve, siviktir bike. Ji ber vê yekê wekî çareserî tenê yek rê dimîne; ew jî li hemberê pergalê derketineke alternatîf e. Qeder û pêşeroja mirovahiyê girêdayê pêşketinekê wiha ye. Ev jî bi zanebûn, rêxistinbûn, yekîtî û bi çalakbûnên hêzên dijberê pergalê dibe.
Mixabin ku di rewşa heyî de, ji hêla zanebûn, rêxistinbûn û çalakî ve hêzên dijberê pergalê lawaz in. Bêguman herî zêde tevgerên azadiya jin dixwazin lawaziya heyî derbas bikin. Di vê çarçoveyê de di asteke girîng de zanebûn, rêxistinbûn çalakbûn heye. Astên xwe cuda jî bibin li çar aliyên dinyayê têkoşînên jin hene. Lê ji bo ku ev li ser xeteke rast a azadiya jin pêşnekevin, nebin yek, bibandor nebin, hişmendî û siyaseta serwer a zilam di asta bîrdozî de, bi destê dewletan yek bi yek û bi riya tifaqê êrîşên dijwar pêş dixin. Lazim e van mijaran bibînin, çareser bikin û li her qadê têkoşîna azadiya jinê birêxistin û bi çalak bikin.
Rewşa hêzên din ên dijberê pergalê lawaztir û xirabtir in. Tevgerên ekolojîst demekê bibandor bûn. Lê piştî ku keskparêz bûn partî, di nava pergalê de cih girtin,rêxistinên din ên ekolojîst teng bûn, lawaz ketin. Esas di nava pergalê de bandora partiyên kesk pêş dikevin. Lê ji ber ku reformîst in, nikarin li beramberê pergalê vê hêzê veguherînin têkoşîneke alterantîf. Tê dîtin ku tevgerên ciwanan jî li her qadê di bin bandora şerê taybet de ne û pir zêde lawaz hatine xistin. Dîsa tevgerên karker û kedkar lawaz ketine û di nav de reformîzm bi hêz bûye.
Lê ji ber ku rewş wiha ye, ev nayê wê wateyê ku li ser xeta modernîteya kapîtalîst derketinên alternatîf çênebin. Xitimandin û qeyrana pergala modernîteya kapîtalîst, hêzên dijberê pergalê zêdetir xistiye nava lêgerînê. Tam jî di demên wiha de, wekî ku Mao jî diyarkiriye, çirûskek dikare belavê hemû cihê bibe, veguhere tevgereke mezin. Niha di asta kûrevî de ev şert hene. Tevgera kuantumîk a hebûna civakî jî derketinên wiha erê dike, bi îhtîmal dibîne. Ji ber vê yekê şuna ku rewşa navxweyî ya pergalê niqaş bikin, li ser tevgerên wan ên muhtemel bisekinin, esas lazim e li ser derketina hêzên alternatîf ên derveyî pergalê rawest in. Şuna ku bêjin “lawaz in, di demeke kurt de pêşketin nabe”, divê bi hêviyeke mezin xebatên perwerde, rêxistinbûn û çalakî yên van hêzan pêş bixin. Ev sekin rastir e. Xeta Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo pêşxistiye ji me vê dixwaze.
Faşîzma AKP-MHP’ê li Zapê kîlît bûye
Rêhevalên Hêja!
Faşîzma AKP-MHP’ê 14’ê Nîsanê ji hewa, 17’ê Nîsanê jî ji bejahî ve li hemberî Zap û Avaşînê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Ev êrîşa dagirkeriyê piştî 25’ê Gulanê şunde li ser Metînayê jî pêşket. Wê rojê heya niha êrîşên dagirkeriyê du meh û nîvê xwe tijî dike. Li ser vê bingehê Fermandariya Bîryargeha Navendî û HPG-BÎM, bîlançoya rojane, heftane û mehane bi raya giştî re parve dike. Ji ber vê yekê destpêkê ji hêla herkesê ve li Zap û Avaşînê, pişt re li Rojavayê Zapê-Metînayê şereke çawa heye tê zanîn. Ji ber vê girêdayê bîlançoya şer wisa lazim nake em zêde tiştekî bêjin.
Em dikarin li ser êrîşên dagirkeriya 17’ê Nîsanê, sedem û armancên wê bisekinin. Esas me di Talîmata Gulanê de vê bi berfirehî girtibû dest. Me diyarkiribû ku faşîzma AKP-MHP pêşî di sala 2021’an de li Garê, piştre jî di êrîşên xwe yên li ser xeta sînor de; li Metîna, Zap û Avaşînê şikestineke mezin xwariye û êdî nema dikare êrîşeke wiha bike. Lê rûxmê vê jî dagirkeriya 17’ê Nîsanê hate rojevê. Çima? Ji ber ku pêşketinên di çarçoveya şerê Ukrayna de çêbûn derfet û hêza êrîşeke wiha ya nû da faşîzma AKP-MHP’ê. Li ser vê bingehê teşwîq û desteka DYA û PDK’ê faşîzma AKP-MHP’ê ber bi dagirkeriyekê wiha ve bir.
Helbet li kêleka vê hedefên TC yên dîrokî, wekî “Mîsak-i Milî” jî heye. Damezrînerê TC’yê Mustafa Kemal wasiyet kiribû ku wekî Hatayê, dema derfet çêbûn lazim e axên di nava Mîsak-i Mîlî de parçe parçe dagir bikin, dest deynin ser. Yanê xwestibû parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bêne girtin. Dîktatoriya faşîst-qirker a AKP-MHP, derfet û firsendên heyî di wê çarçoveyê de dinirxîne. Li ser vê bingehê şefê faşîst Tayîp Erdoxan plana dagirkirinê pêşkêşê Lîjneya Giştî ya NY kir, nexşeya amadekiribû nîşanê herkesî da. Di vê çarçoveyê de jî 26’ê Tebaxê 2016‘an şunde bi derbaskirina sînorên Suriye û Iraqê êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin. Bi kurtî êrîşa dagirkeriyekê wiha ji bo faşîzma AKP-MHP’ê wezîfeyek bû. Ji ber ku dema derfet û firsend çêbûn diviyabû pêwîstiyên vê pêkanîba. Dema li ser bingehê şerê Ukrayna derfet û firsendeke qismî çêbû û DYA-PDK bi vekirî piştgirî dan, xwest vê “erka netewî” bi cih bîne.
Bêguman ji aliyê din ve jî faşîzma AKP-MHP dixwest zafereke erzan bi dest bixe û li ser vê bingehê dengên xwe yên hundir zêde bike. Piştî zaferekê wiha, dixwest hilbijartieke sembolîk, bi fêl çêke û li ser vê esasê desthilata xwe nû bike. Jixwe dema firsend û derfet dît jî xwest vê di kûrahiya Zap û Avaşînê de bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê bikar bîne. Bêguman di çarçoveya armancên xwe de jî êrîşeke zêde, lez pêşxist. Di vê çarçoveyê de xwest berxwedana gerîla bişkîne, an jî ji qadê bide revandin, bi vî awayî zafereke nû dest bixe û li ser vê esasê temenê desthilata xwe dirêj bike.
Faşîzma AKP-MHP destpêkê li gorî hedefa heyî bi hêzekê zêde ya leşkerî û teknîk li ser qadeke teng êrîşên dagirkeriyê meşand. Li ser vê bingehê qadên Çiyayê Reş, Şikefta Brîndara, Karker, Kurêjahro, Şehîd Şahîn û Werxelê hedef kir. Ji bo bikare bi lez û şênber encam bigire, xwest li her qadê di yekcarê de hêzeke mezin deyne. Bi riya qadên PDK’ê, hêz û helîkopterên xwe ji Başûr xiste tevgerê. Ji bo êrîşekê wiha hêzên çete jî amadekiribûn. Ji ber vê di asteke de windahiyên şer girtibû berçav. Bêguman girêdayê pêşketinên siyasî êrîşekê wiha ji hêla rêveberiya me ve dihate dîtin û nirxandin. Li ser vê bingehê amadekariyeke baş a gerîla hebû. Piştî êrîşa destpêkê şunde hema bêje li piranî qadan gerîla firsenda danîna leşkeran neda. Piştî vê dijmin hem bi helîkopteran hewildanên xwe yên leşker danînê domand hem jî xwest ji bejahî ve bi dizî pêşde biçe û bi vî awayî giran bigire. Dema ev jî hate ferqkirin, bi çalakiyên gerîla ev hêz hate derbkirin. Bi vî awayî tevgera dijmin hate sînordarkirin û êdî nema karî lez tevbigere. Awayekî bi kordîne pêşketina şerê gerîla ya tîm û tûnel plana faşîzma AKP-MHP vala derxist ku faşîzmê dixwest awayekî bi lez û şênber encam bigire.
Wekî encam, niha êrîşa dagirkeriya 17’ê Nîsanê ya faşîzma AKP-MHP’ê xitimiye. Faşîzma AKP-MHP xwest li Zapê gerîla kîlît bike, lê di encamê de niha bixwe kîlît bûye. Bi gotineke din ketiye çiravê. Bêguman di rewşekê wiha de nedikarî xwe paşve bikşîne. Ger xwe paşve kêşandiba Sibata 2008’an di êrîşa Zapê de çi hatibe serê Yaşar Bûyûkanit û Îlker Başbûx wê heman tişt hatiba serê faşîzma AKP-MHP jî. Ji ber têkçûna êrîşa Zapê ya 2008’an Îlker Başbux darizandin û avêtin zindanê. Wateya paşvekişînê, yanê têkçûnê çi ye, ji li vir diyar dibe. Bêguman Fermandarên êrîşa Zapê Tayîp Erdoxan û Devlet Bahçelî naxwazin vê rewşê jiyan bikin. Ji ber vê ketin nava lêgerînan û hin gavên nû avêtin.
Baş e ev gav çi bûn? Bêguman ji qada şer re zêdetir çete şandin û çekên qedexekirî bikaranîn yek ji van gavan bû. Ji aliyê din ve di şer de PDK’ê zêdetir bikaranîn, tevlê şer kirin û ji derfetên wê zêdetir feyde girtin bû. Di nava van gavan de ya herî girîng jî, bi taybetî ji bo parastina Çiyayê reş û Girê Rubar xwestin rojavayê Zapê jî bigirin nava qada şer. Vê jî 25’ê Gulanê şunde xwestin li Girê Cudî, Girê FM û Girê Hekarî bi danîna leşkeran û heya Metînayê bi berfirehkirinê şer bikin. Girêdayê xwestek û serkeftina dijmin şer berbelavê rojavayê Zapê nebû. Berevajî, bi vî awayî xwest xitimandina xwe ya li Zap û Avaşînê ji holê rake. Dijmin ji bo bikare xwe xilas bike ketibû nava lêgerîneke wiha. Bêguman ne gengaz bû ku rojavayê Zapê ji bo çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê re bibaya çare. Ev qad ji bo gerîla guncavtir bû. Ji bo faşîzmê wê ev qad bi xwe re mirin û xitimandineke zêdetir bianiya. Jixwe encama xwe jî wisa bû. Faşîzma AKP-MHP derbên xwe yên herî giran li vê qada nû xwar in.
Ji bo faşîzma AKP-MHP derfetên ku şerê Ukraynayê derxistin holê, êdî ber bi tinebûnê ve diçin û her diçe wextê faşîzmê kêmtir dibe. Di rewşa heyî de nekariye rojhilat û rojavayê Zapê dagir bike, yanê serkeftî nebûye. Ya girîngtir, ji bo dirêjkirina temenê faşîzma AKP-MHP, her diçe li Zapê derfeta bidestxistina zafereke erzan ji holê radibe. Wê demê lazim e rojevê berevajî bike, bi daneyên nû binketina xwe veşêre û bi riyên cuda zaferên nû yên erzan bibîne. Esas êrîşên ku car caran li ser Şengalê çêdibin, rageşiya derewîn a bi Yewnanîstanê li ser vê bingehê pêktin. Bi vî awayî rojevê berevajî dikin. Gefên êrîşê yên li ser Rojava jî di vê çarçoveyê de pêş dikevin. Bi vî awayî dixwaze zafereke şênber û hêsan bidest bixe û li ser vê esasê temenê desthilata xwe dirêj bike.
Bêguman ev hesap û lêgerînên faşîzma AKP-MHP’ê ne. Wê pratîk nîşanê me bide ka hesap û lêgerînên faşîzmê encam didin an jî nadin. Lêgerînên wan ên berevajîkirina rojevê wisa pir zêde bibandor nebûye. Ji ber ku ji axayên xwe destûr negirtine heya niha gefên êrîşê yên li ser Rojava pêknehatiye. Tê fêmkirin ku ji ber hin sedeman DYA û Rusya destûra êrîşeke wiha nadin. Herî kêm heya niha rewş wisa ye. Faşîzma AKP-MHP ji bo bikare vê rewşê derbas bike, ji holê rake polîtîkayên xwe yên şantajê zêdetir kirine. Tê dîtin ku mijara Swêd û Fînlandiya’yê ya ketina NATO’yê bi temamî kiriye amûrekê wiha ya şantajê. Dîsa dixwaze têkiliyên xwe yên Rusyayê jî li ser vê bingehê bikar bîne. Ji ber vê yekê lazim e mirov gefên êrîşê yên li ser Rojava ciddî bigire û li gorî vê amadekariyan bike.
Heya nokeriya PDK neyê bê bandorkirin, azadiya Kurd pêk nayê
Eşkereye ku faşîzma AKP-MHP, ji bo êrîşên îmha û tasfiyeya PKK, bi taybetî jî ji bo êrîşên nû yên li ser Bakur-Rojhilatê Suriye’yê wê hemû derfetên di destê xwe de bikar bîne. Di vê çarçoveyê de meseleya Swêd û Fînlandiya’yê ya tevlêbûna NATO heya niha bikaranî û wê heya dawiyê jî bikar bîne. Dîsa wê petrol û gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn bike mijara bazariyê ku li ser Tirkiye’yê re veguhezîne Ewropayê. Di vê çarçoveyê de wê li dijî PKK ji bo êrîşên îmhayê derfet û wextekê zêdetir bixwaze. Li ser vê bingehê wekî faktoreke hêsankar heya dawiyê wê nokeriya PDK bikar bîne. Bêguman wê hemû derfetên Tirkiye’yê jî têxe bazarê.
Di vê mijarê de wisa tişteke cidî nîne ku faşîzma AKP-MHP asteng bike. Derfetên siyasî û aborî ya Tirkiye’yê kêm nîn in. Wê van derfetan têxe bazarê. Li dijî PKK’ê zêdebûna êrîşên DYA û NATO’yê û di vê astê de esas girtina PDK’ê, di pêvajoya nû de demokrasiya ku pir qala wê tê kirin wê ji holê rake. Dîsa pergala nû ya pir behsa wê tê kirin jî wê zêdetir totalîter bibe. Êrîşên NATO û DYA ên li dijî Kurdistan’a azad û di vê astê de nokeriya PDK’ê esas girtin vê rastiyê bi eşkere nîşan dide. Ev jî ji bo faşîzma AKP-MHP dibe derfeteke ciddî.
Ji vê jî wêdetir, ne faşîzma AKP-MHP, li dinyayê ti hêz nikare destekeke wekî PDK’ê bibîne. Ji ber ku li dinyayê hêzeke wiha nîne ku bikare di vê astê de bi riya şelandinê li ser axeke bi sînor, ji bo serweriya xwe ya bêsînor hemû welat û netew bifiroşe. Niha PDK di rewşekê wiha de ye. Di dîrokê de û bi taybetî di pêvajoya Lozanê de minakên nokeriyê yên hatine dîtin, ji hêla PDK’ê ve zûve hatine derbaskirin. Eşkereye ku heya nokeriya PDK neyê bê bandorkirin, azadiya Kurd pêk nayê.
Bêguman yek jî rewşa siyaseta Tirkiyeyê heye. Esas bi pirsgrêkên bingehîn ên Tirkiye’yê re ti eleqeya muxalefetê nîne ku wekî şeş partî li derdora CHP’ê kom bûne. Wê şerê Zap pêşeroja siyaseta Tirkiye’yê diyar bike. Rûxmê ku wihaye jî muxalefet vê şerê ji nedîtî ve tê. Esas bi vî nêzîkatiyê destekê dide faşîzma AKP-MHP’ê. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku di pirsgrêka Kurd de wekî hişmendî û siyaset ti cudahiya muxalefetê ji faşîzma AKP-MHP’ê nîn e. Wê demê pêwîstî bi teqlîda faşîzma AKP-MHP nîn e. Wê demê heya li Kurdistanê şer hebe zehmete desthilata AKP-MHP’ê biguhere.
Eşkereye ku ji bo faşîzma AKP-MHP tenê du astengî hene. Ya yekemîn berxwedana gerîla ya li ser xeta fedaîtiyê ye ku têk naçe. Zap mînaka vê ye. Ya duyemîn jî ji bo faşîzma AKP-MHP tengbûna wext e. Ji ber vê yekê lazim e zû bikeve tevgerê û bilez xwe bigihîne zaferê. Bêguman ev jî wisa ne hêsan e. Di vê mijarê de Gerîlayê Azadiya Kurdistan her diçe bi hêzeke zêdetir berxwe dide û firsend nade ku faşîzma AKP-MHP zaferê bi dest bixe. Bêguman ji bo bikarin xwe ji belaya faşîzma AKP-MHP rizgar bikin ev rewş jî ne têrker e. Lazim e gerîla gel jî bikêşe nava şer û li ser vê esasê bikare hêza xwe ya têkbirina faşîzmê nîşan bide.
Hêza cewherî û stratejiya Şerê Gel yê Şoreşgerî
Rêhevalên Hêja!
Eşkereye ku sala pêşiya me hem ji bo pêşengtiya modernîteya kapîtalîst û hem jî ji bo Tirkiye, ji ber vê yekê ji bo me jî pir girîng e. Mirov dikare bêje; ji hêla siyasî ve ketin nava saleke pir girîng. Mirov vê salê dikare di dîroka têkoşîna me de yek ji van salên herî girîng bibîne. Ev rewş hem ji bo derketinên bihêz ên şoreşger derfet û firsendên zêdetir dide, hem jî ji ber vê rewşê di xwe de xeteriyên ciddî dihewîne.
Eşkereye ku pergala modernîteya kapîtalîst kaos û qeyraneke kûrtir jiyan dike. Pergal bîst sal in bi qeyraneke giran a wekî Ukrayna’yê re rûbirû nemabû. Bêguman tiştên ku li Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr jiyan kiriye jî girîng in, lê qasî qeyrana Ukrayna’yê li ser pergalê zorî çênekiriye. Jixwe qeyran û kaosa Rojhilata Navîn berdewam e. Li herêmê tam sih û du sal in destwerdana DYA heye. Lê vê bixwe re çareseriyeke ciddî dernexistiye ortê. Berevajî pirsgrêkan girantir û tevlihevtir kiriye. Yek jî niha qeyrana Pasîfîk li ser van zêde bûye. Di pêvajoya derbasbû de rûxmê ku peşengtiya pergalê hêza xwe bikar anî, nekarî ji qeyrana Rojhilata Navîn re çareseriyeke ciddî pêş bixe. Niha jî bi qeyrana Ukrayna û Pasîfîk re rûbirû ye. Ev jî tê wê wateyê ku wê nakokî û pêvçûnên navpergalî zêdetir bibin.
Bêguman zêdebûna nakokî û pêvçûnên pergala modernîteya kapîtalîst ji hêla hêzên Modernîteya Demokratîk ve ne xirab e. Berevajî ji bo têkoşîna şoreşgerî riya derfet û firsendên zêdetir vedike. Ev erênî ye. Nêzîkatî û pêşbiniyeke rast dixwaze.
Lê ti tişt yek alî nîne û bi awayekî rasterast, wisa li ser yek xetê pêşnakeve. Ji ber vê zêdebûna nakokî û pêvçûnên navxweyî ji hêlêkî ve erênî ye. Lê ji hêlêkî ve jî milên xwe yên neyînî hene. Bo nimûne demeke rewşa NATO û daxwaza tevlêbûna NATO ya Swêd û Fînlandiya tê nîqaşkirin. Li ser vê bingehê eşkereye ku dewleta TC’yê dixwaze vê rewşê li dijî PKK’ê bike mijara bazariyê û li ser vê bingehê ji bo qirkirina Kurd ji NATO’yê destekekê zêdetir bigire. Jixwe yek jî rojeva herî girîng a civîna NATO’yê ev e û tê gotin ku TC bi Swêd û Fînlandiya’yê re lihevkiriye. Baş e, ev pêyman li ser çi çêbû? Pir eşkereye ku li ser esasê dijberiya Kurdan û PKK’ê çêbû. Di bin navê “li dijî terorê têkoşîn û parastina ewlehiya Tirkiyeyê” de dewletên Swêd û Fînlandiya ji hêla siyasî-leşkerî ve û li ser esasê hevbeşiya qirkirina Kurd destekeke zêdetir dan TC’yê.
Li vir dikare bê gotin; “Gelo ma jixwe hemû NATO û pergala modernîteya kapîtalîst li dijî hebûn û azadiya Kurd nîn e”? Rast e dijber e, lê di vê mijarê de asta çalakbûna vê dijberiyê jî ji bo me girîng e. Ji ber ku di roja me ya îro de hevalbendên me yên stratejîk lawaz in, girîngiya têkiliyên teqtîkî zêdetir derdikevin pêş.
Ji aliyê din ve tam ne diyare ka wê şer û qeyrana Ukrayna li ser têkiliyên navxweyî yên pergalê bandoreke çawa çêke. Di astekê de bi Rusyayê re ketine nava pêvçûnê û piştî rûxandina Yekîtiya Sovyetan heya niha têkiliyên hatibûn pêşxistin di astekê jor de şikest xwarin. Li beramberê vê di nava pergalê de bandora NATO û DYA zêde bûye û di bin vê alê de meyla yekbûnê bihêztir bûye. Li kêleka civîna NATO, mijara ku yek jî herî zêde wê di nava vê salê de derkeve pêş ev e. Dibe ku di pêvajoyekê wiha de di nava pergala modernîteya kapîtalîst de derketinên demokratîk çêbin. Helbet derketinên wiha girîng in. Lê mirov dikare bêje ku derketinên wiha wê ji xwe re hemû pergalê esas negirin, berevajî wê pergal demokrasiyê tengtir û milîtarîzmê zêdetir bike. Bêguman wê ev jî li ser esasê destekkirin û alîkariya dîktatorên faşîst ên netew-dewletan pêkbê, bi vî awayî wê faşîzm werî bihêzkirin.
Li vir yek jî mijara girîng, ji Ewropayê re veguhestina petrol û gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn e. Ji ber ku riya herî hêsan Tirkiye ye û ev rê jî li ser Kurdistanê re derbas dibe.
Li ser vê esasê wê li Kurdistanê nakokî û pêvçûnên kûrevî zêdetir bibin. Ger xwedî pêşbinî bibin, rast nêzîk bibin û bikarin vê rewşê bi azadiya Kurdistanê ve girê bidin, wê di vê rewşê de ji hêla têkoşîna azadiyê ve derfet û firsendên zêdetir derkevin holê. Ji ber ku îstîqrara herî baş li ser bingehê azadiya Kurdistanê dibe. Îmha û înkara Kurd bi xwe re hertim pêvçûn û bê îstîqrariyê tîne. Lê qezenca zêde jî serwerî û zextekê zêdetir dixwaze. Ji ber vê yekê ger pergala qezenca herî zêde bê esas girtin, teqez wê ev xwe bispêre tifaqa TC-PDK û li ser vê bingehê jî lazim e PKK bê îmhakirin. Rewşekê wiha jî tê wateya zêdebûna êrîşên dagirkirin, desteserkirinê. Bêguman ev jî dibe pêvajoyeke dirêj.
Tê dîtin ku wê di sala pêşiya me de pergala kûrevî di nava xwe de û li derdorê Kurdistanê xwediyê tevgerekê zêde bibe. Ev tevgera siyasî, aborî û leşkerî wê ji bo pêşxistina têkoşîna azadiya Kurdistanê hem derfet û firsendan biafirîne, hem jî wê gef û xeteriyên cidî derxîne holê. Lazim e vê rewşê ji niha ve bibînin, ji bo mezinkirina derfet û firsendan bi hişyariyeke mezin kar bikin. Bêguman ji bo me hêza me ya cewherî û berxwedana çekdarî ya li ser bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêşketiye esas e. Lê ji bo bikarin van awayekî serkeftî, bibandor pêşbixin jî afrîneriyeke polîtîk a cidî pêwîst dike.
Heman rewş ji hêla hundirê Tirkiye’yê ve xwe zêdetir dide der. Wê di meha Cotmehê de komara Tirkiye’yê bikeve sala xwe ya sedemîn. Li ser vê esasê ji bo bikarin di qirkirina Kurdan de zafera xwe îlan bikin hewildan û amadekariyeke pir mezin heye. Dewleta TC’yê dixwaze sala sedemîn bike sala zafera qirkirinê. Di her firsendê de şefên faşîst Tayîp Erdoxan û Dewlet Bahçelî vê rewşê tînin ziman. Li ser vê bingehê li hemberê muxalefetê jî xwediyê bandoreke ciddîye. Lazim e em jî li gorî vê rastiyê tevbigerin.
Ev rastiyeke vekiriye ku derveyî dijminahî û qirkirina Kurd, bi komara sed sal beriya niha hatiye damezrandin re ti têkiliya dewleta îro nemaye. Îstîqameta Cemiyeta Îtîhat û Terakî ku ji komarê re bû bingeh ber bi Asyaya Navîn ve bû, û dema Enver Paşa li çolên Asyaya Navîn şer dikir mir. Damezrînerê Komarê Mustafa Kemal jî berê xwe dabû Avrupa’yê û ji bo Tirkiye’yê bike Avrupayî kar kir.
Niha bi desthilat û muxelefeta xwe ve siyaseta TC’ê bê îstîqamet maye. Wêkî bênimêj di navbera du mizgeftan de maye, ne dikare bibe Ewropayî ne jî dikare berê xwe bide Asyaya Navîn. Ev bê şiklîbûn xetertir e. Ji ber ku ji her aliyê re vekirî ye. Ji vê jî wêdetir niha TC hemû derfetan komkiriye û tenê li dijî gelê Kurd bikar tîne. Xwe di temamkirina qirkirina Kurd de kîlît kiriye.
Girîngiya tifaqa hêzên şoreşger-demokratîk û xeta sêyemîn
Ji aliyê din ve sala pêşiya me, sala hilbijartinê ye. Dawiya Hezîranê şunde dikevin nava sala hilbijartinê. Lê di şertên heyî de wê hilbijartin bê kirin, neyê kirin, ger bê kirin wê çawa bibe hê nediyar e. Lewma TC mecbûre piştî salekê be jî pirsgrêka rêveberiyê çareser bike û vê rêveberiyê lazim e ji dinyayê re jî îlan bike. Baş e, wê ev çawa çêbe? Vaye pirsa herî şêlo û tevlihev ev e. Eşkereye ku qet niyeta faşîzma AKP-MHP’ê nîne dev ji desthilat berde. Lê êdî ne gengaz e ku wekî berî jî ji hiljibartinê bi serkeftî derkeve. Her çiqas muxelefeta navpergalî têkoşîneke tund a desthilatê nede meşandin jî li hundir û derveyî Tirkiye’yê xwediyê destekeke girîng e. Piranî kes li Tirkiye’yê guhertina rêveberiyê dixwaze. Lê pergala heyî ya Tirkiye’yê niha nikare guhertinekê wiha pêkbîne. Ji xeynî vê di hilbijartineke muhtemel de hêza diyarker gelê Kurd û derdorên demokratîk ên Tirkiye’yê ne. Lê pergala heyî hebûna van hêzan qebûl nake û ji bo ji hêla siyasî ve tine bike her awayên zextan pêşdixe.
Baş e, wê li Tirkiye’yê çi çêbe, wê di nava salekê de çi bêne jiyankirin? Ji bo vê pirsê bersiveke wisa vekirî û teqez nîn e. Esas Tirkiye tam di nava kaosekê de ye. Ji ber vê yekê bersiva vê pirsê “Her tişt e.” Dibe ku her tişt çêbe. Dibe ku mekanîka darbeyê kar bike û di nava pergalê de derbeyên nû çêbin. Dibe ku faşîzma AKP-MHP bi şer desthilata xwe bidomîne, bi zext û fêlan dest deyne ser rêveberiyê. Ji ber vê dozên girtina HDP û Kobanê girîng in. Faşîzma AKP-MHP her diçe zext, teror û girtinan zêdetir dike. Dibe ku pêvçûnên navxweyî û qetlîamên nû pêş bikevin. Tirkiye’ya ku îhtîmale qeyrana siyasî ya herî mezin a dîroka xwe jiyan bike, dixwaze di sedsala Komarê de zafera “yek dewlet û yek milet” îlan bike,
Bi kurtî Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke siyasî ya dijwar. Ev rewş ji bo pêşketinên azadîxwaz û demokratîk jî fersend û derfetên girîng dide. Li vir ya girîng vê rewşê di dema xwe de dîtin û bi awayekî baş bikaranîne. Ancax ger ev çênebe û bi rûxandina faşîzma AKP-MHP Tirkiye nekeve nava pêvajoya şoreşa demokratîk, wê demê dibe ku her awayên teror û qetlîama faşîst, hewildanên dij-şoreşê bêne rojevê. Lazim e vê rewşê bibînin û li ser vê esasê nêzîkê sala pêşiya me bibin. Divê her kêliyê de pir hişyar û baldar tevbigerin, hertim bi şêwazeke rast rêxistinbûna demokratîk, yekîtî û çalakiyê pêş bixin. Pêwîst e li cih û wextê rast bikarin jîr û jêhatî bibin û li ser vê bingehê pêşiya pêvajoya demokratîkbûnê vekin. Ev sal wê ji bo Tirkiye’yê bibe saleke girîng a guhertinê. Pêwîst e vê li ser esasê azadiya Kurd wekî pêvajoya demokratîkbûnê bikarin biserkeftî pêş bixin. Nexwe dibe ku bi encamên pir bi êş û giran ên qeyran û kaosê re rûbirû bimînin.
Wê demê di sala pêşiya me de ji bo li Tirkiye’yê şoreşên demokratîk pêşbikevin, destpêkê lazim e faşîzma AKP-MHP di şer de têk biçe, disa girêdayê vî şerî, divê siyaseta demokratîk bibandor û xwedî înîsîyatîf be. Yanê wekî 7’ê Hezîrana 2015’an lazim e nebêje “ Bila AKP-CHP hikûmetê ava bikin”, divê bixwe bibe namzetê rêveberiyê, hemû hêzên demokratîk bike yek, van têxe tevgerê. Bi vî awayî gelek derdorên nav pergalî jî bikêşe. Pêwîst e hêzên şoreşger-demokratîk di nava yekîtiyê de û bi wêrekane tevbigerin. Bêguman yê diyarker helwest û rewşa pêşengtiya şoreşgerî ye. Partiya me, lazim e bi hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê re tifaqa xwe berfirehtir bike û li ser vê esasê rola xwe ya pêşengtiyê bilîze. Divê siyaseta demokratîk li ser esasê tifaqa xwe ya sêyemîn û bi pêşxistina wê bikare cesareta rêveberbûnê nîşan bide.
Eşkereye ku ji bo bikarin di nava çalakbûneke bi bandor de bibin û hevalbendên xwe yên stratejîk bihêz bikin û yekitiyê pêş bixin, divê hem li Tirkiye’yê hem li Rojhilata Navîn û hem jî di asta kûrevî de kar bikin. Lê li ser vê esasê divê girîngî bidin siyaset û pêşxistina têkiliyên teqtîkî jî. Ji ber pêvçûnên berjewendiyê yên di nava pergalên dewlet û desthilatan de lazim e bi baldartir xeta siyasî ya sêyemîn têxin pratîkê. Divê bi dîplomasiyeke bihêz bikarin vê binirxînin. Bi kurtî hem bikarin hêz û dînamîkên xwe yên cewherî rast û bibandor bikarbînin û hem jî di têkiliyên teqtîk de lazim e bizanin bi siyaseteke hostayane derfetan biafirînin. Her biçe wê Tirkiye tevlihetir bibe. Ji ber vê ger bikarin van pêk bînin, dikarin li Tirkiyeyê encamên serkeftî derxînin holê. Wê ev jî bibe rûxandina PDK’ê ku hemû hêviya xwe girêdayê AKP-MHP’ê kiriye, wê bibe têkçûna nokeri û wê pêşiya yekitiya Kurdên azad vebe.
Artêşa Tirk, li Zap, Avaşîn û Metîna perîşan bûye û binketina xwe ya herî mezin a dîrokê jiyan dike
Rêhevalên Hêja!
Wekî tevger di serî de civîna Komîteya Navendî di asta KCK, HPG, PAJK, KJK û Komalên Ciwan de me di zivistana 2021-2022’yan de civînên rêveberiyan kir û di van civînan de pratîka sala 2021’an bi berfirehî nirxand, ji van dersên girîng derxist û bîryarên şênber girt in. Di van civînan de me gelek bîryar girt in, lê ji hêla siyasî û leşkerî ve bîryarên me li ser sê milên esasî hatibûn rûniştandin. Ya yekemîn li her qadê hemû xebatan li ser esasê Stratejiya Şerê Gel yê Şoreşgerî jinûve plankirin û xwe li gorî vê rêxistinkirin, amadekariyên pêwîst kirin bû. Ya duyemîn, li dijî êrîşên dagirkeriya dijmin Qadên Parastina Medya bi awayekî kordîneyî li gorî şerê tûnel û tîm jinûve rêxistinkirin û li ser vê esasê amadekarî kirin bû. Ya sêyemîn jî, di asta jor de bi bikaranîna derfetan şerê heyî li her qadê pêşxistin bû. Bêguman li ser esasê xala sêyemîn bi şerê çiya re awayekî bibandor şerê deşt û bajaran pêşxistin bû.
Me di pêvajoya zivistanê de xwe li ser bingehê van encaman perwerde û amade kir. Serê biharê bi civîneke teng a rêveberiyê encamên van xebatan û pêşketinên hatine jiyîn jinûve hate nirxandin. Girêdayê pêşketinên şerê Ukrayna’yê me fêmkir ku wê faşîzma AKP-MHP êrîşê Qadên Parastina Medya bike, li gorî vê jî me li ser esasê tiştên ku bêne kirin niqaş kir û bîryaran girt. Ji her demê zêdetir ji êrîşa dijmin a 14-17’ê Nîsanê re amade bûn. Tenê me nedizaniya ka wê dijmin kengê êrîş bike. Ji ber vê dema êrîş destpêkirin hêzên gerîla yên li qada Zap û Avaşînê destpêkê di astekê de pirsgrêka adaptasyona şer jiyankirin. Lê bi awayekê lez vê derbas kirin û xwe gihand vê astê ku bikare bersiva êrîşên dijmin bide û derbeyên bibandor li dijmin bixe.
Faşîzma AKP-MHP di sala 2021’an de êrîşê qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên li ser sînorên xwe kiribû û li ser vê bingehê xwestibû bi cîhbibe û gadên gerîla teng bike. Faşîzma AKP-MHP bi êrîşa 17’ê Nîsanê asta êrîşa xwe hineke din pêşde bir. Bi vê êrîşê xwest hin cihên navendî yên Zap û Avaşînê dagir bike. Yek jî xwest bi êrîşa Kurêjahro gerîla ji Başûr ve dorpêç bike. Li ser vê bingehê heya dawiyê ji derfetên PDK’ê feyde girt, bikar anî. Di vê çarçoveyê de piştî 17’ê Nîsanê şunde esas li ser qadên Werxelê, Şehîd Şahîn, Karker, Şikefta Birîndara, Kurêjahro, Çiyayê Reş û Girê Rubar êrîşên dijmin çêbûn û ev qad bûn qadên şer. Piştî 25’ê Gulanê şunde jî dijmin êrîşê qadên Girê Cudî, Girê FM û Girê Hekarî yê rojavayê Zapê kir, van qadan jî veguherand qada şer.
Bêguman ev cih xeta êrîşa navendî ya dijmin bûn û li vir şerê herî dijwar a dîroka têkoşîna me pêşket. Lê êrîşên dijmin tenê bi van qadan ve sînordar nema. Faşîzma AKP-MHP, li ser bingehê konsepta şerê taybet a topyekûn di serî de Îmralî li dijî hêzên berxwedêr û hemû qadên şer, gel û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di nava êrîşê de bû. Bi êrîşên Zap û Avaşînê re li dijî Qadên Parastina Medya, eyaletên Bakur, Maxmur, Silêmanî, Şengal û qadên Rojava êrîşên bejahî an jî hewayî meşand. Heya bi awayekî hem wext li dijî qada Şengalê bi ferzkirina PDK’ê êrîşa Iraqê jî pêşket. Yanê şer tenê li yek eniyê nebû, li her cihê bû.
Her çiqas şer li her cihî pêşketibe jî navenda şer Zap û Avaşîn bû. Şerê çarenûsaz li van qadan hate jiyîn. Heman rewş di roja me ya îro de jî berdewam dike. Bêguman li vir lazim nake hemû detayên şer bînin ziman. Ev rewş di tekmilên rojane û daxuyaniyên HPG’ê de awayekî vekirî xuya dike. Dema temaşeyê tekmilên rojane dikin, dibînin ku şereke çawa dijwar tê jiyîn. Dijmin bi danîna leşkeran û bi tevgera xwe ya bejahî hêzeke pir zêde dişîne. Dîsa balafirên şer, helîkopter, balafirên keşfê, obûs, tank bikar tîne, çekên kîmyevî û teqtîk nûkler bikar tîne, her roj dehan caran êrîşên hewayî dike, sedan car top diavêje. Bêguman ev tenê jî nîşan dide ku şerê Zap û Avaşînê ji şerê Ukrayna qat bi qat dijwartir e. Li dijî êrîşên dijmin gerîla rojane 10-15 çalakî dike. Ev bixwe nîşan dide ka asta şer çi ye.
Tê zanîn, ev êrîş wekî êrîşa herî dawî ya AKP-MHP tê binavkirin. Şefên faşîst, vî şerî ji bo xwe wekî şerê “man û nemanê” dîtine. Li gorî vê jî êrîş pêşxistine. Di vê çarçoveyê de di serî de DYA û PDK desteka gelek dewletan girtine û hemû derfetên Tirkiye’yê seferberê vê şerî kirine. Gerîlayên Zap û Avaşînê li dijî êrîşekê wiha bi Egîdane, lehengane û bi fedaiyane berxwe daye. Li ser esasê encamên şerê Zap a 2008’an amadekarî hatine kirin û li ser vê bingehê performanseke pir bibandor a şer hatiye nîşandan, qadên Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo çeteyên AKP-MHP’ê veguherandine dojehê. Bilançoyên têne belavkirin û dîmenên heyî vê rastiyê bi zelalî nîşan didin. Şerê tûnel û tîm ê bi kordîne serkeftineke girîng bi dest xistiye, gerîlatiya modernîteya demokratîk afrîneriya teqtîk û şêwaz derxistiye holê. Bi taybetî pêşengtiya hêza şervan û fermandariya YJA-Starê bi afrîneriya teqtîkî û moraleke bilind rola xwe bi awayakî serkeftî lîstiye. Vê pêşengtiyê rengeke cuda daye Şerê Zap-Avaşîn-Metîna. Ev bûye sedem ku serkeftin mezintir bibe.
Bi kurtî encama şerê du meh û nîvan ji hêla gerîla ve serkeftineke pir mezin e. Ti hêzeke din nikare performansekê wiha ya şer nîşan bide û di van şertan de şer bike. Artêşa duyemîn a NATO’yê, artêşa Tirk, li Zap, Avaşîn û Metîna perîşan bûye û binketina xwe ya herî mezin a dîrokê jiyan kiriye. Ji ber vê yekê, bêçaretiya faşîzma AKP-MHP kûrtir û hilweşandina wê leztir bûye. Lewra êrîşê qadên din dike ku xwe ji vê rewşê rizgar bike. Ji ber vê sedemê wekî hovan êrîşê herkesê dike. Îşkence û zilma li zindanan, girtin û zexta li ser gel, gefa ku herkesê dike hedef, vê rastiyê awayekî vekirî nîşan dide.
Fedaîtiya di çalakiyan de tê nîşandan lazim e di jiyanê de jî bê nîşandan
Bi vê wesileyê careke din hemû hêza şervan û fermandarên HPG û YJA-Starê di serî de Zap, Avaşîn û Metîna, Qadên Parastina Medya û li her qadê bi lehengane berxwe didin û destanan dinivîsin pîroz dikin û ji ber serkeftinên wan ên dîrokî bi dil û can van pîroz dikin. Bawer dikin ku wê serkeftina van daîmî bibe. Hemû şehîdên vê berxwedana dîrokî bi rêz, hurmet û mînetdarî bi bîrtînin ku hebûna Kurdên azad misoger dikin. Bi rihê fedayî yê 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê şer kirin û bune milîtanên serkeftî yên vê xetê. Wan di bin fermandariya Kemal Pîr û Zîlan de şerkirine û li pêşiya dîrokê îspat kirine ku bûne layiqê fermandarên xwe. Dost-dijmin careke din nîşanê herkesê dan ku berxwedana Apoyî û rihê zaferê nayê şikandin.
Baş e, qet milê kêm, şaş ên şerê heyî nîn e? Bêguman heye, qet bê kêmasî û şaşitî dibe? Eşkereye ku Fermandariya Bîryargeha Navendî li ser van disekine û hewil dide van şaşitiyan sererast bike, kêmasiyan bide derbaskirin. Em jî tevlê van hewildanan dibin û binirx nêzîk dibin. Bawer dikin ku wê hemû hevalên şervan û fermandarên li eniyên şer şer dikin jî li ser vê bingehê nêzîk bibin, sererastkirinên pêwîst bikin. Bo nimûne fedaîtiya di çalakî de tê nîşandan lazim e di jiyanê de jî bê nîşandan. Divê fedaîtî bi vî awayî bi yek parçe bê dîtin. Pêwîst e mirov bikare Egîdiyê bi zaferê re bike yek û bi vî awayî tacîdar bike. Di nava pratîkê de helwestên wekî ecele kirin, teng nêzîkbûn, di çalakiyekê de xwe kîlîtkirin, xwe qet paşve nekişandin, vê plan nekirin, hema yekser xwe teqandin, tevgera bi çavsorane tê dîtin. Halbûkî lazim e tenê çalakiyêkê nekin, bi pêşxistina dehan çalakî û lêdana dijmin bizanin xwe jî biparêzin.
Eşkereye ku milê lawaz an jî bêşensiya şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê navendî bûye, li qad û eniyeke teng de mayîn, di heman astê de berbelav nebûne. Bêguman di nava du meh û nîvan de hema bêje li her derê çalakî çêbûn û şerê şoreşgerî ji eyaletên Bakur bigire heya metropolên Tirkiyeyê di asteke de belavbûn. Li Qadên Parastina Medya hewildaneke Xakurkê heye, lê lazim e zêdetir pêş bixe. Dîsa li Bakur hewildanên binirx ên Botan û Amedê çêbûn; lê lazim e hem ev zêdetir bêne pêşxistin hem jî pêwîst e berbelavê her eyaletê bibe.
Bêguman ji bo şerê şoreşgerî berbelavê bajaran bikin hewildanên pir binirx û girîng ên Milîsên HBDH’ê, YPS û ciwanan hene. Her çiqas kêm û asta xwe wisa bilind nebin jî çalakiyên dikin derbeya herî giran li dijmin dixe û bi berxwedana gerîla ya Zap, Avaşîn û Metînayê re dibe yek. Bi vê wesileyê hemûyan piroz dikin û berdewamiya serkeftina wan dixwazin. Bêguman hewildanên wan pir bi nirxin. Bawer dikin ku wê ev zêdetir pêşbikeve.
Dîsa tê dîtin ku me nekariye hemû xebatên xwe yên li qadan li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî jinûve plan û bi rêxistin bikin. Ji ber vê, helwest û ferasetên ku xwe derveyî şer dibînin hene. Zanebûna dijmin û şopandina wê pir lawaz dimîne. Bêguman dema te şer ji milê leşkerî ve girt dest, dibe karê derb lêdan û derb xwarinê. Ger tu li dijminê xwe nexî an jî nekarî lê bixî, wê wextê wê ew li te bixe. Yanê dema te nekarî lêxî, tu yê bê lêdan. Yek jî rêgez-qaîdeya şer a herî hêsan û vekirî ev e. Mixabin hê di me de li gorî vê rêgeza bingehîn jiyan nekirin pir zêde ye. Bo nimûne tiştê ku li Başûr diqewime tam jî ev e. Bêguman lazim e van hemûyan bi ciddîyet binirxînin, di feraset û şêwaz de sererastkirinên pêwîst bikin.
Wekî tevger, ger 14’ê Tîrmehê 1982 bibe destpêka şer, vaye 40 sal in, ger 18’ê Gulanê 1977 bibe destpêka şer, tam 45 sal in şer dikin. Li ser vê bingehê me tecrûbeyeke pir mezin a leşkerî qezenc kiriye. Lazim e vê tecrûbeyê neavêjin aliyêkî, berevajî divê di şerê hebûn û azadiyê de bikarin pir bibandor bikar bînin. Bêguman serdemên cuda yên şerê 40 an jî 45 salan çêbûye. Di her serdemê de milên cuda û wekî hev hebûne. Bo nimûne dijmin her tim li ser esasê îmhakirina me êrîş kiriye. Hertim di nava êrîşê de bûye. Lê dem bi dem di êrîşan de cudahî derketine holê. Ji ber vê, li kêleka tecrûbeya şerê giştî, lazim e cudahiya êrîşên li ser bingehê “Plana Çalakiya Çokdanînê” jî wekî mînak bibînin ku 30’ê Cotmeha 2014’an de di civîna MGK’yê de bîryara wê hate dayîn û piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an jî bi awayekî çalak xistin pratîkê. Ev ji milêkî ve dişibe êrîşên 1994’an ku li ser esasê girtina qadên gerîla dihatin pêşxistin. Lê li vir hedefekê din jî heye; dixwazin şer bibin derveyî sînor û qadên ku jê re dibêjin “Mîsak-i Milî” bi giştî bigirin.
Bi kurtî Dewleta faşîst, mêtînger û qirker a TC’ê, êrîşên xwe yên perçiqandina gerîla û îmhakirina PKK’ê li hundir û derveyî sînor bi armanca girtina hemû qadên gerîla dimeşîne. Li ser vê bingehê dixwaze hedefên xwe yên Mîsak-i Millî bibe serî. Hem di nava sînorên TC’ê de yek kampê gerîla naxwaze, hem jî naxwaze yek rêxistin û keseke welataparêz bimîne. Şefê faşîst Tayîp Erdoxan gotibû “Yên dibêjin ez Kurd im bila biçin Bakurê Iraqê.” Li gel vê qadên jê re digot “Bakurê Iraq” û “Bakûrê Suriye” jî niha dixwaze bi temamî dagir bike. Li derveyî sînorên xwe jî naxwaze qadên gerîla û rêxistinbûna Kurd hebe. Li ser vê esasê di 26’ê Tebaxa 2016’an de pêvajoyeke nû destpêkiriye. Îro êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Metîna dide meşandin dibe helqeya dawî ya vê pêvajoyê. Berxwedana şerê gel yê şoreşgerî ya topyekûn ku îro em dimeşînin, li dijî êrîşkariyekê wiha faşîst-qirker tê meşandin. Ji ber vê yekê ji hêla hebûn û azadiya Kurd ve mecbûr in vî şerî ser bixin.
Wê demê em jî wisa şerekê ji rêzê nadin meşandin; berevajî şerê man û nemamê didin meşandin. Ji ber vê yekê teqez lazim e vî şerî ser bixin. Di serî de Zap, Avaşîn û Metîna lazim e hemû Qadên Parastina Medya jî li ser vê bingehê şer bidin meşandin, divê teqez serkeftî bibin. Hem jî pêwîst e vî şerî berbelavê her qadê bikin, şerê gel yê şoreşgerî li ser xeta zaferê pêş bixin. Eşkereye ku derveyî vê encameke din nabe û nayê qebûlkirin jî. Wê demê nabe li ser vê mijarê niqaşên cuda jî bidin meşandin. Wisa sivikkirina rêwşê, bi gotinan şêlokirin nabe. Hemû pêşengtiya şoreşger a pispor ku di partî û gerîla de şênber dibe, dîsa her mirov û derdor lazim e xwe di serkeftina vê de kilît bike û teqez ser bixe. Wê demê niqaşa “dibe, an nabe” şaş e. Şêwaz, helwest û feraseta serkeftinê pêwîst e. Divê ti hincet li pêşiya vê nebin asteng.
Li ser van bingehan careke din hemû kesên ku ji bo zafera şerê gel yê şoreşgerî kar dikin silavên xwe dişînin, serkeftinê dixwazin.Lewma derveyî vê şoreşgerî û welatparêzîyê ti rêyek din nikare serkeftinê raber bike.Ji ber vê yekê bang dikin ku hemû heval, xwe ji her awayê helwestên şaş rizgar bikin, ji gel re pêşengtiyeke rast bikin û şerê gel yê şoreşgerî ser bixin. Ji dil û can bawer dikin ku wê helwesta şoreşger a rast teqez serkeftî bibe.
Ger pêşengtiyeke rast, perwerde û rêxistinkirin hebe wê çalakiyên bihêz jî pêşbikevin
Rêhevalên Hêja!
Encamên civînên Rêveberî yên zivistanê hatin kirin û di çarçoveya plansaziya Sala Pênciyemîn a Rêbertî û Partî de wekî tevgera civakî ji her demê zêdetir bi çalak ketin sala 2022’yan. Çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li her qadê girseyîtir û zindîtir derbas bûn. Hem li Kurdistan û hem jî li dinyayê jinan di 8’ê Adarê de nîşanê herkesê dan û dane pejirandin ku sedsala bîst û yekemîn sedsala jin e. Di Newroza Sala Pênciyemîn de jî tevgera gel xwe gihand lûtkeyeke nû. Ev hem ji hêla girseyî ve û hem jî ji hêla dirûşmeyan ve wiha bû. Ev rewş li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hate jiyîn. Baş e, vê rewşê çi nîşanê me da? Nîşan da ku ger pêşengtiyeke rast û têrker bê kirin, perwerde û rêxistinkirin hebe çalakiyên girseyî yên bi hêz dikarin pêş bikevin! Derket holê ku ciwan welatparêz û dînamîk bûne! Li benda perwerde û rêxistinkirinê bûne!
Esas di heman astê de nebe jî piştî Newrozê jî çalakbûna girse berdewam kir. Gelên Bakur-Rojhilatê Suriye û Kurdên li Ewropa, dostên wê hertim li ser piyan bûn, kolan û meydanan tije kirin. Ji her hêlê ve dostên me pêşketineke berçav nîşandan. Li Bakur Meşa dawî ya Gemlîkê bandoreke girîng derxiste ortê. Van hemûyan jî nîşanê me dan ku ger nêzîkatiyeke afrîner bê raberkirin û girse bêne perwerdekirin, rêxistinkirin, dikarin li her derê û di her rewşê de çalakiyên girseyî yên bibandor pêşbixin. Wê demê ger li cihekê çalakî pêşnakevin, li wir afrînerî nîn e, perwerde û rêxistinbûn lawaz e. Divê bê çalakîbûn an jî lawaztiya çalakiyê bi ti hincetê ve neyê girêdan.
Esas di çûyîna gel û xebatên girseyî de lawaztî, ji gel û girseyan qutbûneke cidî heye. Ji raporan jî tê dîtin ku di xebatên gel de tengbûn, ezezîtiyekê zêde heye. Ji vê jî wêdetir di xebata gel de şêwazê serdema partîbûna duyemîn tê jiyîn, heya niha derbasê serdema partîbûna sêyemîn nebûye. Yanê hertim propagandaya seranser esas tê girtin, di asteke têrker de derbasê perwerde û rêxistinbûnê nebûne. Dîsa nikarin bikevin nava rêxistinbûna civakî ku yekser bi guhertina paradîgmayê ve girêdayî ye. Li cihên ku di asteke berfireh de ji girseyên me pêktên û di asta herî jor de derfet hene jî nikarin gel perwerde û rêxistin bikin ku bikare xwe bi xwe rêvebibe. Bi ti awayî pergala Netewa Demokratîk û Rêveberiya Konfederalîzma Demokratîk nakeve meriyetê û bibandor nabe. Gel, wekî hêzeke çalak a têkoşînê nayê dîtin, ji bo çalakiyên girseyî yên afrîner û şerê parastinê nayê rêxistinkirin.
Serkeftina siyasî û leşkerî, girêdayê serkeftina têkoşîna bîrdozî û rêxistinî ye
Rêhevalên Hêja!
Gelek mijarên girîng hene ku lazim e di xebatên propaganda û hunerê de, dîsa bi giştî di xebatên bîrdozî de bêne sererastkirin. Bêguman xebatên me yên bîrdozî pir girîng in û xwediyê hecmêkê mezin e. Dîsa ji hêla zêdebûna kar ve jî li pêş e. Nabe ku ev kar neyê kirin û serkeftî nebe. Ji ber ku perwerdeya partiyê jî, perwerdeya gel jî li ser vê bingehê çêdibe. Vekiriye ku rêbaza herî bingehîn a perwerdeyê xebata propaganda û hunerê ye. Heya kadro û gel perwerde nekî, nikarî tiştekî bikî, ji ber ku dema perwerde nekî nikarî rêxistin bikî û têxî tevgerê. Lê rûxmê rastî wiha ye jî di xebatên me yên çapemenî û çandê de nêzîkatiyên ku girîngiya perwerdeyê nabînin an jî girîngî pê nadin di asteke zêde de hene. Zêde nayê zanîn û dîtin ka xebatên heyî ji bo perwerdeya gel têne kirin. Li ser vê bingehê zêde baldar nêzîkê gotina tê gotin, fikra tê ziman nabin, uslûp û xîtap, dîsa bandora perwerdeker a nêzîkatî û seknê baş nabînin. Li van qadan ji civakê qutbûn, bandor û teqlîdên modernîteya kapîtalîst pir zêde tê jiyîn.
Esas ev hemû di pêvajoya derbasbûyî de pir zêde hatine nîqaşkirin û li ser vê esasê ferasetên rast hatibûn destnîşankirin. Heya ev nîqaş û bîryar bibûn rêzikname jî. Lê hê jî bi awayekî rast û têrker nayê pêkanîn. Pirsgrêk dema pêkanînê de, yanê dema pratîkê de xwe dide der. Di pêkanînê de ezezîtiyeke zêde û xwe esas girtin tê jiyîn. Ji bo sererastkirinê jî wisa nîqaşêkî hevgirtî û xweragir nayê meşandin. Di asteke jor de xwe rast dîtin û esas girtin heye. Lazim e ji bo sererastkirina van bi awayekî lez cihê nîqaş û bîryardariyê bê afirandin û li ser xeta Apoyî sererastkirinên pêwîst bêne kirin.
Bi taybetî dema propaganda tê kirin çend mijar hene lazim e baldar nêzîk bibin. Bo nimûne dema propaganda û nirxandin dikin lazim e dewlet û hikûmetan ji gelan cuda bikin. Di vê mijarê de hem divê xebatên me yên çapemeniyê baldar bibe û hem jî divê hevalên me yên ku diaxivin, dinivîsin, karê propaganda dimeşînin baldar bibin. Bo nimûne tiştên girêdayê Dewleta TC an jî hikûmeta AKP-MHP’ê lazim e bi gotina “Tirkan” neynin ziman. Jixwe gotinek wiha rast jî nîn e. Ji ber ku ev heman tişt nîn in. Gotinên wiha ji hêla xebatên têkilî û tifaqan ve, ji hêla têkoşîna hevpar ve jî baş nîn e. Dîsa tiştekî ku ji bo dewleta Suriye’yê derbasdar e wekî “Ereb” binav kirin şaş e. Esas di van mijaran de baldariyekê heye. Lê li gorî xeta Netewa Demokratîk û têkilî-tifaqên me yên derve lazim e baldariyekê zêdetir hebe, bê kêmasî kar bê meşandin.
Eşkereye ku xebat û têkoşîna bîrdozî tenê karê hin kadroyan nîn e, karê partî û hemû kadroyan e. Heya têkoşîna xeta bîrdozî-rêxistinî, têkoşîna çînî û zayendî neyê pêşxistin, partîbûneke rast nabe û ti erkê siyasî-leşkerî naçin serkeftinê. Ji ber ku me van mijaran pir caran aniye ziman naxwazin dubare bikin. Lê çiqas têkoşîna xeta bîrdozî-rêxistinî hebe, ewqas têkoşîna siyasî û leşkerî pêş dikeve. Ev hê jî wekî formûleke esasî derbasdar e. Serkeftina siyasî û leşkerî, esas girêdayê serkeftina têkoşîna bîrdozî û rêxistinî ye. Bi taybetî di şertên roja me ya îro de ku di nava şerekî pir dijwar de ne, ev rastî hê zêdetir derbasdar e. Li dijî her awayên feraset û helwesta derveyî partiyê lazim e hemû heval têkoşîna xeta rêxistinî û bîrdozî bi awayekî bibandor û encamgir bimeşînin. Di jiyan û têkoşînê de sekin û serkeftin bi vê rastiyê ve girêdayî ye.
Xebata tifaq û têkiliyên derve
Rêhevalên Hêja!
Eşkereye ku di vê serdemê de yek jî xebata derkeve pêş û girîngiya xwe heye xebata tifaq û têkiliyên derve ne. Wekî tê zanin, tifaq û têkiliyên me yên derve wekî teqtîk û stratejîk ji du piyan pêk tê. Di Manîfesto û Programa Partiyê de kîjan hêz dibin têkiliyên me yên stratejîk û teqtîk hatine dîyarkirin. Li ser van bingehan di astekê de xebatekê jî heye ku dixwazin bandor û rêxistinbûna vê zêdetir bikin. Lê dema em temaşeyê rewşa heyî ya pêvajoya şerê topyekûn dikin û taybetmendiyên vê salê dikin, ne gengaz e ku xebatên dîplomatîk ên têne meşandin têrker bibînin. Ji ber vê yekê divê xebatên heyî zêdetir bêne pêşxistin û kêmasiyên heyî bêne sererastkirin. Li ser vê esasê divê bandora vê xebatê bê kûrkirin.
Pir baş tê zanîn ku têkiliyên teqtîkî, ji hêla bîrdozî û stratejîk ve di navbera hêzên dijber de têne pêşxistin. Yanê em, têkiliyên xwe yên teqtîkî bi dijberên xwe yên îdeolojîk û stratejîk re dimeşînin. Ji ber vê yekê ev têkilî, têkiliyên dostaniyê nîn in, têkiliyên siyasî yên berjewendiyê ne. Ji ber ku hevalbendên me yên îdeolojîk û stratejîk lawaz in di asteke jor de pêwîstiya me bi têkiliyên teqtîkî hene. Em van têkiliyan girîng dibînin. Lê ev xebat wekî xebata şer e. Yanê mirov dikare bêje ku têkiliya teqtîkî eynê wekî şerkirinê tê meşandin. Ji ber vê yekê divê ev rewş baş bê zanîn, di xebat û têkiliya teqtîkî de pêwîst e xwediyê amadekarî û rêxistinbûneke zêde bibin. Em hem têkiliyên teqtîkî û stratejîk tevlihev dikin, baş fêm nakin û hem jî nikarin van têkiliyan awayekî bi bandor bimeşînin.
Heman rewşê di asteke jortir de dikarin ji bo têkiliyên stratejîk jî bînin ziman. Ji ber ku hevalbendên me yên stratejk ji hêla zanebûn û rêxistinî ve pir lawaz ketine, girîngiya vê xebatê zêdetir derdikeve pêş. Bêguman ev rewş mecbur dihêle ku di vê qadê de bandora xebatên me xwe zêdetir bide hîskirin. Têkiliyên stratejîk ên PKK’ê, têkiliyên dostaniyê ne, ev wekî xebata enternasyonalîst jî tê zanîn. Lê di rewşa heyî de ji hêla milê entelektûelî ve li vê qadê lawazî heye. Halbûkî li ser bingehê berbelavkirina fikrên Rêbertî diviyabû xebatên akademîk û weşanê herî zêde li vê qadê hatiba pêşxistin. Lazim e bi hemû hêzên dijberê pergalê re têkiliyên me yên bihêz hebin û di van têkiliyan de jî divê rola me ya perwerde kirinê derkeve pêş. Rêber Apo erka rêxistinkirina “Konfederasyona Çand û Akademiyên Dinyayê” daniye pêşiya me. Divê hedefa me ev bibe. Di vê mijarê de bi zanistan re têkiliyekê zêde jî heye. Di roja me ya îro de fikra Konfederalîzma Demokratîk eleqeyekê pir zêde dibîne û ji pirsgirêkên civakî re wekî rêbaza herî bingehîn a çareseriyê tê dîtin. Lê di asta weşan û akademî de bi nîqaşekê giştî dikarin rêxistinbûn û zanebûna Konfederalîzma Demokratîk a Dinyayê pêşbixin.
Di destgirtin, xwendin û pêkanîna talîmatan de kêmanî hene
Rêhevalên Hêja!
Li vir dixwazin çend mijarên din jî bînin ziman ku di roja me ya îro de pêşketine. Ya yekemîn, nêzîkatiya ji talîmatan re ye, mijara xwendin, nirxandin û pêkanîna talîmatan e. Li gorî zanyarî û çavdêriyên me, di destgirtin, xwendin û pêkanîna talîmatan de kêmanî hene. Bêguman agahî û talîmat ger di çarçoveya nepeniya rêxistinê de bin wê tenê bi hevalên eleqedar re sînordar bê girtin. Lê, ger talîmat di vê çarçoveyê de nebin û li ser esasê perspektîf dayînê bibin ji bo xebateke serkeftî lazim e biçe ber destê hemû kadro û sempatîzanan, hemû kadro û sempatîzan van bixwînin, nîqaş bikin. Ancax kadro û sempatîzanên ku fikir û perspektîfên rêveberiya me dizanin dikarin wan jiyanî bikin. Ji ber vê, divê hemû talîmat teqez biçin ber destê sazî û kesên eleqeder, bêne xwendin, niqaşkirin û li ser vê esasê derbasê pratîkê bêne kirin. Talîmatên partiyê ji bo kadro û sempatîzanan in. Wê demê lazim e hemû kadro û sempatîzan bikarin xwe bigihînin talîmatan û bixwînin.
Ya duyemîn, em li ser şehîdên xwe gelek bernameyên çapemeniyê û xebatên hunerê çêdikin. Dikin mijara hin belgefîlmên partiyê. Wekî tê zanin, bi Rêber Apo re şehîdên me dibin hêza me ya herî bingehîn a perwerdeyê. Ji bo vê jî pêwîstî bi agahî, belge û wêneyên şêhîdan hene. Di vê mijarê de arşîva partiyê bikartînin. Lê lazim e programên zêdetir çêkin û rastiya şehîdan zêdetir bikin mijara xebatên propaganda û hunerê. Bi vî awayî hem dikarin gelê xwe li ser bingehê rastiya şehîdan zêdetir perwerde bikin û hem jî dikarin erk û berpisyartiyên xwe yên li beramberê şehîdan bi cîh bînin. Di vê çarçoveyê de me agahî girt ku belge, agahî û wêneyên şêhîdên me di arşîvên şexsî yên hevalan de hene. Daxwaz dikin ku heval kopyayêkê wan, ger ev nebe orjînalê wan ji me re bişînin. Derbarê şehîdên xwe de çiqas bikarin agahî, belge û wêne kom bikin, di wê astê de dikarin şehîdên xwe bikin malê civakê. Wê ev jî di wê astê de perwerdeya gelê me yê li ser xeta şehîdan pêş bixe. Bawer dikin ku wê hemû heval di vê mijarê de hesas û baldar nêzîk bibin.
Ya sêyemîn, hemû pêkhateya kadro û sempatîzan divê di derbarê hin tiştan de baldar bibin. Bo nimûne yek ji van parastin û bikaranîna nirxên partiyê ne. Pêwîst e zêde xerc nekin û çiqas bikarin mesrefan kêm bikin. Li ser vê esasê daxwaz û hişyariyên Komîteya Maliyeyê hene. Lazim e bizanin tiştên wiha ku wisa girîng xuya nakin, di cewher de îdeolojîk e û ger pêşî neyê girtin wê bibe bingehê rizandina îdeolojîk.
Rêhevalên Hêja!
Bi wesileya salvgera çilemîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê me careke din xwest bihevre pêvajoya siyasî û leşkerî binirxînin û bal bikêşînin hin xebatên ku dimeşînin. Bêguman xebata şoreşgerî yek parçe ye û divê hemû xebat li ser esasê biryarên partiyê û taybetmendiyên pêvajoyê, bi awayekî bibandor û serkeftî bê meşandin. Encax bi vî awayî dikarin ji vê pêvajoya hesas re bibin bersiv û xeteriyan ji holê rakin, gelê xwe ber bi zaferên nû ve bibin. Xeta Berxwedan û Zafera 14’ê Tîrmehê ji me vê dixwaze. Rêber Apo û Berxwedana Dîrokî ya Îmraliyê vê fermanê dide me. Hêviya gel û dostên me jî ev e.
Dizanin ku riya vê jî ji xeta Rêbertî û Şehîdan derbas dibe, li ser xeta 30’ê Hezîran û 14’ê Tîrmehê ji partîbûn û bi awayekî serkeftî ji pêkananîna erkên pêşengtiyê derbas dibe. Di roja me ya îro de jî riya partîbûnekê wiha ji hêla berxwedanvanên qehreman ên Zap, Avaşîn û Metînayê ve têne nîşandan. Partîbûnêkê wiha ku zaferê hembêz dike îro jî gengaz e. Hevalên ciwan ên jin û xort vê rastiyê careke din nîşanê me dan. Wê demê her tişt şênber bûye û pêşiya zaferê vebûye. Ji ber vê yekê em ê teqez li dijî hemû zehmetî û astengiyan bisekinin, bêy kû xwe bispêrin hincetan li ser vê xeta zaferê bimeşin ku çendîn caran hatiye îspatkirin û Sala Pênciyemîn a Rêbertî û Partiyê teqez ser bixin.
Li ser vê bingehê bang dikin ku hemû hevalên kadro û sempatîzan, taybetmendiyên pêvajoya tê jiyîn û erkên daye me rast fêm bikin, li ser xeta 30’ê Hezîran û 14’ê Tîrmehê partîbûnê pêşbixin, li ser xeta berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna bimeşin, faşîzma AKP-MHP’ê bin ax bikin û zafera azadiyê ya dîrokî biafirînin ku mafê gelê me ye!
Bimre Dîktatoriya Faşîst-Mêtînger-Qirker!
Bijî Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê!
Bijî Berxwedana Zap-Avaşîn-Metîna!
Bijî Şerê Gel yê Şoreşgerî!
Bijî Ruhê Berxwedan û Zafera 14’ê Tîrmehê!
Bijî Rêber Apo!
KOMÎTEYA RÊVEBİR A PKK