– Di sala 2010’an de çirûska Bihara Ereban ku bi daxwazên weke demokrasî, azadî, wekhevî, mafên mirovan û li dijî bêkarî û enflasyonê pêş ketibû, ya rastî li Rojava pê ket. Îro em 10 saliya Şoreşa Rojava li pey xwe dihêlin. Rûxmî ku Bihara Ereban li gelek welatan bû roja êş û zilmê, gelo Şoreşa Rojava çawa bi ser ket?
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek: Di serî de ez salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava bi rûh, hest û ramanên şoreşgerî silav dikim. Şoreşa azadî û rumetê di serî de li Rêber Apo, gelên me yên welatparêz, gelên cîhanê yên şoreşa me destek kirin, li tevahî jin û ciwanan, li hêzên me gerîla û tevahî hêzên me yên parastinê li Rojava û bi taybetî jî li YPJ’ê pîroz dikim. Di şexsê hevalê Bawer Rojhilat, Çekdar Amed, Xebat Dêrîk, Gulê Selmo Silava, Bêrîvan, Jînda Til temir, Serhed û Lewend, Zerdeşt û Goran, Jiyan Ehrez, Zelal Koçer, Amara Mako, Avraz M. Emîn, Firat Amed, Şiyar Gever, Murad Penaber, Devrim Erzirom, Cîlo Gever, Memo Hesekê, Çekjîn Efrîn, Akîf Gever, Rubar Qamişlo, Zekeriya Efrîn, Yasir Qamişlo, Mêvan û Azadî Dêrîk, Ruksen Efrîn, Ronahî Reşo, Deştî, Hebûn Amed, Rêbîn Rojhilat, Şervan Kobanê, Ebu Leyla, Ebu Adil, Şêlan Helêq, Şevîn Mardîn, Abid Xelîl Cano û Çeko, Asmîn, Hevrîn Xelef de, her wiha di şexsê hevala Lêgerîn, Hêlîn Qereçox, Avşîn, Bagok û Kemal de tevahî şehîdên enternasyonal, tevahî şehîdên me yên ji netewa Ereb, ji netewa Tirk û ji netewa Suryan, şehîdên Til Hemîs û Til Birak, şehîdên Mebruka û Rawiya, şehîdên Berxwedana Kobanê û Berxwedana Serdemê yên Efrînê, şehîdên Pêngava Holê û Pêngava Xezeba Firatê bi minet bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Em soz didin ku em ê wan şehîdên mezin di tekoşîna xwe de bidin jiyankirin, armanca ku ew di oxira wê de şehîdbûne bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê Rojava’ya azad, Suriyê û Rojhilata Navîn a demokratîk diyarî tevahî gelên Rojhilata Navîn bikin.
Gelên Rojhilata Navîn, di serî de jî gelê Ereb bi sedan sal in di welatê xwe de, li ser axa xwe tevî ku weke netew hatine naskirin, bi dewlet netewe bi sazî bûne û form girtine jî, lê belê her dem weke civak hatine parçe kirin, di bin nîrê netewperestî, zayendperestî, olperestî û zanistperestî de hertim hatine perçiqandin. Ev gelên li herêmê, weke civaka resen, her hatine parçekirin û di bin navê ol û netewperestî de hatine bikaranîn. Bi hişmendiya zayendperestî ve jin derveyî jiyan û civakê hatiye hiştin. Ev civaka ku hatiye parçekirin; him weke dewlet li gor rastiya eşîrtî û qebîletî hatiye parçekirin û ji her eşîrekî re dewletek hatiye çêkirin him jî beşa serdest a vê civakê, yanî çîna serdest ya civaka Ereb; axa, şêx û begên vê civakê, heta rayedarên dewletên wan, bûne ajanê pergala modernîteya kapîtalîst û civakên xwe jî bi birçîbûn, bêkarî, bêazadî, bêedalet, bêrumet û bênirx hiştine. Ji ber vê yekê gelê Ereb bi sedan sal in ji ber vê rastiya xwe ya civakî û desthilatdariyên herêmî yên dîktator û ajan her cure zilm, îşkence, nezanî, xizanî û tarîtiyek mezin jiyan kiriye. Tevî ku van gelan li hemberî dagirkeriya Fransa, İngilîz û Osmaniyan ji bo serxwebûna xwe tekoşînên bêhempa dane û weke netew mafên xwe bi dest xistin jî, lê belê weke civak nikarîbûn xwe ji parçebunê rizgar bikin û di aliyê hişmendî de jî nikarîbûn ronakbîriya xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê di aliyê hişmendî de her ku çû bi zayendperestî, olperestî û nîjadperestî hatin strandin û weke nexweşiyekê kur bikin, êdî nikaribûn xwe ji vê tarîtiyê rizgar bikin.
“Salên 2000’an wê bibe salên bihara gelên Rojhilata Navîn û navenda wê jî wê Kurdistan be”
Bi salên 2000’an re him ji ber krîza pergala modernîteya kapîtalîst tê de jiyan dike û dixwaze xwe ji vê krîzê rizgar bike him ji ber hevsengiya ku di pergalê de xirabû, pergal dixwaze hegemoniya xwe li cîhanê ava bike, ta ku karibe hevsengiya pergalê ji nû ve ava bike, him jî û ya herî bingehîn ev e, rastiya civakî ku mîna lehiyekê diherike, demdirêj pêşî lê nayê girtin, bi çi şêwazî be jî, ji xwe re rubarekî dibîne ku tê de biherike, êdî civakê rêya herikîna xwe dîtibu. Ji bo pêşiya vê herikîna civakî bigre û ji ber van hemû sedeman him kriz pir kur bibû him jî rewşa civakan ji bo derketinek şoreşgerî xwe disepand. Piştî hilweşîna Sovyetê, pergala li ser blokan hatibû avakirin têk çû. Gel jî ketin lêgerîna qedera xwe bi destê xwe diyarkirinê û li hemberî rêvebiriyên desthilatdar ên li welatê xwe, rabûn serhildanê. Gelan bi xeyal û utopyayek mezin a azadî, wekhevî, demokrasi û edaletê ketin ser rê. Bêhesab, bêdudilî, bêtirs hemû cure serpêhatî dan ber çavên xwe û rabûn ser piyan. Şoreşa Yesmîn, li Tonis, Meydana Tehrîr li Misir, li Yemen di pêşengiya jinên di bin çarşefên reş de li dijî rêveberiyên dîktator rabûn û xwestin bi rumet jiyan bikin. Lewre ji van şoreşên gel re gotin Bihara Erebî.
Serhildanên gelên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî gelê Ereb ku çirûska wê ya yekemîn li Tonisê pêket û mîna kevirê domîno belavî tevahî welatên Ereb bû, herî dawî derbasî Suriyê jî bû û bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê jî kir. Ji beriya van bûyeran, Rêbertiya me gotibû “Salên 2000’an wê bibe salên bihara gelên Rojhilata Navîn û navenda wê jî wê Kurdistan be.” Rêber Apo çima ev got? Ev him pêşbîniyek Serokatî bû û him jî tekoşîna hebûn û azadiyê ya gele Kurd bibû çavkaniya îlhamê ji bo gelên herêmê. Waye em dibînin ku pêşdîtina Rêbertiya me rast derket û me di her kêliyê de ew hestên şoreşê û biharbûna Rojhilata Navîn jiyan kirin û dîtin. Di ser biharbûna li welatên Ereb re 11 û di ser Şoreşa Rojava re jî 10 sal derbas bûn. Li tevahî welatên Ereb Tonis, Misir, Libya, Yemen û Suriyê ku şoreş pêş ketibû, ev biharbûn hîn teze bû, qurçimandin. Pergalê bi xwe yekser û bi destê hêzên dijî şoreşê dest werda hest, daxwaz û destkeftiyên gel û şoreş ji rêya wê ya rast hat derxistin.
Piştî rêveberiyên desthilatdar û dîktator ên van welatan hatin hilweşandin, di pêvajoya avakirina rêveberî û modêla pergalek alternatîf de civakên şoreş kirine, li derve hatin hiştin. Di hemû welatên lê şoreş pêkhatî de rê li ber hêzên Îslama radîkal vekirin ku şerê navxweyî dest pê bike. Nakokiyên mezhebî, etnîkî û çînî hatin kurkirin. Bi vî awayî civakan şoreş û armanca xwe ji bîr kirin, ketin nava şerê navxweyî ya desthilatdariyê. Çima wiha bû? Divê em jî weke gelê Kurd û tevahî gelên li herêmê dijîn û bi taybetî jî gelê Ereb vê pirsê ji xwe bikin. Bipirsin ku çima şoreşa me ji me hat dizîn? Çima û kê dest werda şoreşa me? Çima bihara me bû zivistanek dijwar û tarî? Çima hêviyên azadiyê di me de hatin qurçimandin? Divê teqez em van pirsan ji xwe bikin ku ji bo em karibin bersiva rast bibînin. Ji bo xwîna ewqas şehîd badilhewa neçe, divê em van pirsan rast ji xwe bikin û bersiva wan jî rast bibînin û li şoreşa xwe xwedî derbikevin û biparêzin. Em weke gelê Kurd jî divê têkçûna şoreşên li welatên Ereb pêk hat û ji wan hate dizîn, dîsa dagirkirina hin parçeyên ji welatê me, rast şîrove bikin û dersan jê derxînin; nehêlin şoreşa me jî têk biçe.
Sedema yekemîn ya ku gelê Ereb nikarî li şoreşa xwe xwedî derbikeve ew bû ku nekarî konjoktora heyî rast bixwîne û wê piştî şoreşê çi bê serê wan bibîne. Wan bawer dikirin ku ew şoreşek sivîl dikin û wê kes destwerdanî şoreşa wan neke. Heta wan bawer kir ku saziyên mafê mirovan ên peymanên navnetewî îmza kirine û Neteweyên Yekbûyî wê meşruyet bidin şoreşa wan û xwedî li wan derbikevin; ew ê jî li gora wê pergalên demokratîk û laîk li gorî pîvanên birjuwaziya biçûk ên lîberal ava bikin. Wan, rastiya van saziyên navnetewî çawa bûne maşeya destê pergalê û li şûna gelan pergalê diparizin, nedîtin. A din, ew ne di ferqa rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bûn ku pergal bi giştî di şer de ye û ji bo xwe, li firsenda destwerdanek giştî digere. Ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hin kes dibêjin ji dema şerê Kendavê yê sala 1990 dest pê kir, hinek jî dibêjin ji 11‘ê Îlona 2001’an ku weke destwerdana Kendavê yê duyemîn dest pê kir. Dibe ev hemu jî rast bin û tev weke xelekên zincîrê bi hevdu ve girêdayî û weke parçên hevdu pêk hatine. Ji ber ku piştî Yekitiya Sovyetan bi awayekî fîîlî hilweşiya, pergala cîhanê ya nû ket rojevê. Her çiqas Sovyet belav bûbe jî, Rusya hîn jî hêzeke potensiyel e; Çîn û Hîndistan jî weke hêzên alternatîf bilind dibin dihatin pênasekirin. Tevî ku tehdîda Sovyetê ji ser rabûbe jî, NATO ji bo meşruyeta hebûna xwe berdewam bike, pêwîstiya xwe bi hemleyên nû dibîne û ji bo vê jî, ji xwe re hincet û sedemên hemleyan diafirîne. Ji bo kartên xwe ji nû ve bilîzin, qada herî gûncav û stratejîk Rojhilata Navîn e. Jixwe bi destwerdana Kendavê re ev tê fêmkirin.
Rêvebiriyên ku tê de îradeya gel cih nagire û temsîl nake, nikarin bersiva demê bidin
Rêber Apo di nirxandinek xwe de pergala ku li herêmê hate avakirin wiha pênase dike: “Weke tê zanîn di şerê cîhanê yê yekemîn de Împeretoriya Osmanî beşeke mezin ji herêmên ku bi sedsalan di bin serweriya xwe de bi rê ve dibir, ji dest dan. Împeretoriyên Ewrupa jî demên xwe yên dawî dijiyan, cihê xwe ji hin hêzên din re hiştin û ji dikê vekişiyan. Împeretoriyên nû bilind dibûn. Li gorî serdema nû dewletên hegemonîk derxistin holê. Ketina nava serdema împeretoryên ku navên wan ne împeretor e. Qadên ku şoreşa Sovyetê bandor lê kiribûn, her ku diçû weke tehdîdên mezin dibin, didîtin. Tevgerên rizgariya netewan ên ku piştî Şerê Cîhanê ya duyemîn derketin û şerê rizgariya netewî dimeşandin, ew qada tehdîdê fireh dikirin. Lê belê hêzên kapîtalîst ên hegemonîk, carina bi ekonomî, carina bi leşkeri û carina jî bi teknolojî; bi gîştî jî bi rêya çandê û bîrdozî ew hêzên ji bo xwe tehdîd dîtin, di astek mezin de bêbandor kiribûn û mesafeyek girtibû. Modernîteya kapîtalîst ji bo xwe serkeftin îlan kiribû. Tirkiyê jî di nav de tevahî dewletên Rojhilata Navîn ji pergala piştî şerê cîhanê ya duyemîn bandor nebibûn. Ji qedera ku di dema Şerê Cîhanê yê yekemîn de ji bo wan hatibû diyarkirin, razî bûn. Statuya piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn hatibû diyarkirin, berdewam dikir. Her çiqasî yên di bin navê Sykes-Picot vê parvekirinê çêkirin Îngilîz û Fransiz bin jî, lê hêza ku di wê demê de bilind dibû DYE bû. Pergalên hatin avakirin, ji bo dema tê de û dema pêş bikaribin wan kontrol bikin, bû. Bi rêya nijadperestî ve împeretorî rûxandin; ev têrê nekir, ji bo ji her netewekê dewletek ava bikin nijadperestên mîkro jî ava kirin. Bi vî awayî împeretorî ji rewşa tehdîda ji bo xwe derxistin. Dema împeretorî ji rewşa tehdîdê derxistin, netewên nufusa wan zêde jî tehdît bûn. Ji ber vê yekê, netewa Ereb li ser 24 dewletan ku sînorên wan bi cedwelê xêz kiribûn, parçe kirin. Em li vir nabêjin împeretorî ne baş bûn, netew dewlet baş in. Kîjan rêvebiriya ku tê de îradeya gel cih nagire û temsîl nake, ne baş in.”
Rojhilata Navîn di aliyê jeopolitîk û jeostratijîk de xwedî roleke dîrokî ye û dergûşa tevahî çandan e. Hêzên hegemonîk ji bo vê erdnîgariyê di bin venêrîna xwe de bigrin, her tim politîkaya ‘parçe bike û bi rêve bibe’ û ‘kêvroşkê re bireve, tajîyê re jî bigre’ li ser gelê herêmê meşandine. Kurdan jî weke neteweyeke potensiyel, xwest ji bo xwe bi kar bîne. Lê belê Rêber Apo di Kurdan de guhartinek cidî çêkiribû û pergal vê yekê ji bo hesabên xwe yên li ser Rojhilata Navîn asteng didît û xwestin ji pêş xwe rabikin. Îradeya di sala 1998’an de li Waşingtonê Barzanî û Telebanî li hevdu anîn, heman îradeya ku komplo amede kiribû. Di 9 Cotmehê de dest bi komployê kirin û bi 15 Sibatê 1999’an ve pêvajoyek nû dan destpêkirin. Xwestin ji bo İran, Tirkiye, Suriye û Iraqê bînin ser rê, Kurdan weke dar û şiv bi kar bînin. Ji aliyê din ve di Kurdan de hêviya avakirina dewletekê li Başurê Kurdistanê dide avakirin ku Kurd li ser ti çareseriyên nû nefikirin û Kurdên parçên din jî, bikin qurbana vê pilanê. Yanî bi kurtahî piştî îdama Sedam pêwîstiya hêzên hegemonîk bi hincetên nû hebû ku bikaribe di herêmê de nufuza xwe zêde bike û projeya xwe ya Rojhilata Navîn ya mezin pêk bîne. AKP jî, ev derfeta şoreşgerî ku li herêmê derketibû holê, ji bo xwe weke şansekê didît. Weke tê zanîn, AKP ji aliyê modernîteya kapîtalîst li ser esasê İslama nerm li Rojhilata Navîn belav bike, cîhana Erebî fetih bike, weke proje hat avakirin. Ew îdayên ku digotin me weke AKP nêrîna Milî hilbijartiye û em esas digirin; di esasê xwe de ev nêrîn û xwe pênasekirina AKP, bi hêzên hegemonîk re di nava peymanekê de hatibû plankirin. Têkiliyên xwe heya radeyekê bi dewletên Ereb re baş kiribûn. Erdoxan xwe li ser civaka Ereb weke qehremanekî pênase kiribû ku li Davos û pletformên navnetewî, parastina İslamê û gelê Ereb dike. Ev rewşa heyî ji bo xwe kir awantajekê û dest werda şoreşa gelên herêmê. Ji ber AKP çavê xwe berdabû dewlemendiya Rojhilata Navîn û dixwest Erebên Sunî tevan bi rêxistin bike û erdnîgariya ew lê dimînin jî, bixe bin kontrola xwe. Bi vî awayî di îslamîkirina şoreşê, berovajîkirina armancên şoreşê de û di destwerdana hêzên derve ya nava herêmê de, di dereceya yekemîn de rol lîst. Vê yekê ji ber du sedeman kir; ya yekemîn, ji bo statukoperestiya pergala heyî, neyê guhartin û destkeftiyên şoreşê bikeve xizmeta hêzên hegemonîk û wan de. Ya duyem jî, ji bo Kurd nebin xwedî statuyekê pir hewldan kir. Hîn ji despêkê ve AKP’ê destek da hêzên Îxwan ên li Misir, Tonis, Lîbya û Suriyê û nehişt hêzên şoreşger û demokratîk pêş bikevin. Pêwîstbû hîn ji destpêkê ve hemû kes vê rastiyê bidîta û pêşî lê bigirtiba. Ji ber vê jî, ji despêka Bihara Gelan de diviyabû Kurd û Ereb vê pilana me qala wê kirî, fêm bikin; li gorî vê jî, projeyên xwe yên alternatîf ava bikin. Gelê Kurd xwedî wê şansê bû ku Rêber Apo bi paradigmaya Modernîteya Demokratîk, ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê projeyeke alternatîf ava kiribû. Lê gelê Ereb ne projeyek wan hebû ne jî vê projeya Serokatî nas dikirin; haya wan jê tinebû. Ev rexnedayîneke dîrokî ya me Kurdan e ku me di dema wê de projeya Rêbertî bi gelên herêmê re parve nekir û têkoşînek hevbeş nemeşand. Ji ber van sedeman li welatên Ereban şoreş negîhiştin armancên xwe. Li Suriyê jî şoreşa me giştî nebû; tenê li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi sînordar ma. Rêber Apo di vê mijarê de em rexne kirin û got; “Bi rizgarkirina çend bajaran ve Rojava azad nabe û hûn ê nikaribin şoreşê biparêzin. Divê hûn ber bi Suriyê ve şoreşê belav bikin. Li giştî Suriyê şoreşê li dar bixînin û bikin bingeha şoreşa Rojhilata Navîn.” Bêguman asoya me teng bû. Hewldan û karê ku me kir, heya astekê serkeftî bû, lê belê armanca me ya bingehîn pêk nehat.
Divê gelê Kurd şoreşa Rojava bike bingeha şoreşa Suriyê û Rojhilata Navîn
Wê demê divê gelê Ereb hêviya xwe ji şoreşê qut nekin, pêvajoya şoreşa duyemîn ji nû ve dest pê bikin û şoreşa ku ji wan hatiye dizîn, paş de vegerînin. Em jî weke Kurd şoreşa Rojava bikin bingeha şoreşa Suriyê û Rojhilata navîn! Di dehemîn salvegera şoreşa 19 Tîrmehê de soza herî bi wate ya bi şehîdên şoreşê re, dîsa ji bo erka xwe ya dîrokî pêkbînin, divê pêngava duyemîn ya şoreşgerî bavêjin.
Bêguman li Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyê di pêşengiya Kurdan de biharbûn cuda pêşket. Şoreş li ser hîmê projeya Modernîteya Demokratîk ya Rêber Apo pêş ket. Di saya nirxandinên Rêbertiya me de me dikaribû şîroveyek rast ji bo şoreşa Rojava û Suriyê bikin. Di dema ku her kesî digot, temenê Esed 6 heyv in, Serokatî û Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxandinên cuda kirin. Gotin, “Ev şer wê dirêj bike, heta belkî nehêlin hûn nefesê jî bistînin, wê nehêlin li Rojava statuya Kurd were avakirin.” Ji ber vê jî hîn di Sibata 2011’an de Rêber Apo perspektîfek da û got; “Ya yekemîn; hûn ê weke Kurd yekîtiya xwe çêbikin, bi yek armancê tekoşînê bikin. Ya duyemîn; hûn ê civaka xwe bi rêxistin bikin, her kesî beşdarî tekoşînê bikin. Ya sêyemîn jî; hûn ê hêzek xwe ya parastinê ji 50 hezar kesî ava bikin; ji ber ku wê deskeftiyên şoreşê ji we re nehêlin.” Di vî warî de perspektîfa Tevgera me zelal bû, hîn ji despêkê ve di çend xalan de me prensîbên xwe zelal kiribûn. Yek; me got em parçekî bingehîn yê şoreşa Suriyê ne. Du; em naxwazin şoreşa Suriyê çekdarî bibe, bila rêjîm ji bo makezagona demokratîk vekirî be û bi gelên Suriyê re li ser makezagonê nîqaş bike. Yanê diyalogê esas bigre. Sê; me got em naxwazin li ser Suriyê destwerdanên derve çêbibe. Çar; me got em nabin teref, em bi xwe terefek in û temsîla xeta sêyemîn dikin. Bi vî awayî şoreşa Rojava cudabûna xwe danî holê û bû hêviya tevahî gelan, jinan, ciwanan, sosyalist û demokratan.
Lê belê hîn şoreş di sala xwe ya yekemîn de bû, di salvegera duyemîn de bi pêşengiya AKP’ê li ser şoreşa Rojava êriş dest pêkir. Di dema DAÎŞ’ê xwest êrişî ser Suriyê bike AKP, bi DAÎŞ’ê re li ser girtiyên xwe yên ku di destê DAÎŞ’ê de bûn bazar kirin û berê DAÎŞ’ê ji ser Şamê vegerand ser Kobanê. Wê demê li Tirkiyê qaşo pêvajoya diyalogê hebû. Xwestin vê pêvajoyê dewam bikin, berê şer bidin Rojava û hêza PKK’ê di Rojava de biqedînin. Ji ber vê yekê jî, ev deh sal in şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur-Rojhilatê Suriyê di nava şer de ye. Hem parastina şoreşê dike him pergal û jiyana azad ava dike. Lê hêzên hegemonîk dizanin ku ger ev şoreş bi ser bikeve, wê hêviyên civakan, jinan, ciwanan û tevahî sosyalîstan mîna dema şoreşên ji bo rizgariya netewan bi desteka Sovyetan pêşdiketin, dîsa zindî bibin. Ji ber vê jî, bi darê Tirkiyê Kurdan tehdît dikin û nahêlin şoreş bi ser bikeve.
Li welatên din ên Ereban hemû hêviyên şoreşgerî çewisîn û niha bêîstikrarî û bêpergalî dijîn, an jî cardin berê xwe dane pergala dewletê, pergala navendî. Yanî mirov li encamê dinêre, tenê desthilatdarên dîktator ji desthilatdarî hatin xistin. Ji derveyî vê, ti pirsgirêkên civakê nehatin çareserkirin. Ne pirsgirêkên civakî û ne jî yên pergalê hatine çareserkirin. Her wiha ji ber ku pergala berê jî hatiye hilweşandin, niha li tevahî welatên Ereb ên ku şoreş lê hatibû kirin, jiyanek weke dojehê heye. Ji milekî ve destwerdana hêzên derve çêbu, ji milekî ve şerê navxweyî bênavber didome, ji milekî ve jî pirsgirêka birçîbûn, koçberî, bêkarî, bêedaletî û bêwekhevî her ku diçe kûr dibe û mezin dibe. Di encamê de rewşeke ne diyar derketiye holê. Ev rewş bi temamî ji ber bêpêşengtî û bêprojebûnê hatin jiyankirin. Lê li Rojava, Bakur-Rojhilatê Suriyê hêviya jiyana azad ku xwe dipêre paradîgma civaka exlaqî politik, e. Gelo ev rewş ji bo Rojava bes e û baş e? Na, ger tu hêzeke şoreşger bî, li ku derê derfetên şoreşê ava dibin, divê tu destwerdana wir bikî. Divê şoreşa Rojava ji şoreşa Gelê Ereb re pêşengî bike. Ger neke, wateya şoreşbûna wê jî namîne.
Paradîgmaya Rêber Apo, ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê tekane rêye
Gelo di vê serkeftina şoreşa Rojava de par û rola pergala Konfederalîzma Demokratîk a ku xwe dispêre paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo, çawa ye?
Xalîde Engîzek: Şoreşa Rojava li ser perspektîfa paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo xwe ava dike û bi rê ve diçe. Niha çawa ku Gula Lotos di nava çiravê de pir bi bedewî şîn dibe û mezin dibe, hestên xweş dide derdoran; di nava çirava civakî û pergalê de, li Rojhilata navîn ku di bin navê olî, mezhebî, etnîkî, çînî û zayendî de her roj dikevin qirika hevdu û hevdu serjêdikin de Şoreşa Rojava jî xwe li ser hîmê Konfederalîzma Demokratîk ava dike. Di herêmê de serûbinbûnek mezin dihat jiyankirin. Ji her alî ve hêzên navnetewî, herêmî û xiyaneta PDK’ê, tev bi hevdu re li ser kar bûn; hesabên qirêj dikirin û dixwestin li wir bi cih bibin û çeperan bigrin. Lê ji milê din ve li wê qadê hêzên şoreşger bi navê mirovahiyê ve şer û têkoşîn dikirin û di oxira parastina welat de canên ciwanan didan. Bi vê têkoşînê ve hesabên qirêj xerab dikirin û bijareka, ango projeya xeta sêyemîn û alternatîf pêş dixistin. Di demên wiha yên şoreşê de ger tu pêvajo û derfetan rast bixwînî, dikarî bi navê gelan encamên mezin ên şoreşgerî biafirînî.
Rêbertiya me Rojava baş nas dikir û 20 salan li wir mabû. Ji ber vê jî perspektîfa ku ji bo Rojava dihat dayîn, pir nû bû û bandoreke hişmendî, hîsî û manewî dida gelê Kurd û gelên herêmê. Hîn di despêka şoreşê de her kesî propagandaya aliyekê dikirin. Li gorî wan du alî hebûn; aliyê rêjîma dîktetor û aliyên azadiyê dixwazin; yanê Artêşa Azad. Lê belê her tişt ewqas ne reş û spî bû. Lêgerînvanên azadiyê û gelan, nedibû ku xwe mehkûmî van her du bijarekan bikirana. Ji nan û avê bêtir pêwîstiya herêm û civakê bi azadî û demokrasiyê hebû. Eger cudabûnên etnikî, mezhebî û çandî neyên dîtin, li şûna wê tek kirin were sepandin, di nava van cudabûnan de dijmintî were pêşxistin, çavkaniyên aborî di destê komeke biçûk de were komkirin, mafê xwe rêxistinkirin û xwe îfadekirinê ji holê were rakirin, jin ji nava jiyanê were dûrxistin an jî wê bikin nesneyek; bêguman ev hemû pirsgirêkên herî girîng bûn ku diviyabû bên çareserkirin. Yên ku li ser van pirsgirêkan nafikirin û ji bo çareserkirina wan kar û şer nakin; wê demê gelo ji bo çi şer dikin? Bêguman mirov dikare bêje ew şer jî şerê desthilatdariyê ye. Yanî di encama vî şerî de tenê desthilatdarî dest diguhere; pirsgirêkên civakî jî wekî xwe dimînin, heta hîn xerabtir dibin. Di vê wateyê de tekoşîna ku me li Rojava dimeşand, di aliyê rê-rêbaz û projê de tam jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bû. Serokatiya me hişmendiya netew dewletê bi erdê re kir yek û li şûna wê Netewa Demokratîk da çandin. Ev paradigmaya Serokatiya me, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan weke reçeteyekê bû; ji bo gelê Kurd ku welatê wan hatibû parçekirin jî, weke dermanekê bû. Niha gelê Kurd di vê sedsala 21’an de ji bo Kurdistana mezin ava bike rabe ji nû ve sînoran ji holê rabike, ev yek him ne objektîf bû him jî nedibû çareserî; heta wê pirsgirêk kurtir bibûya. Ji aliyê dîrokî ve jî pergala netew-dewlet û sînorên hatine xêzkirin, di aliyê fîzikî de wateya xwe wenda kiribûn. Ji aliyê din ve, bi awayekî paradîgmatîk bi gelan re li ser hîmê demokrasiyê hatina cem hev du; hîn zêde bi nirx e. Bi zanebûna Netewa Demokratîk em dikarin van dijmintiyên hatine avakirin, ji holê rabikin. Ev pergala Netewa Demokratik, li şûna ku hêzê di navendekê de an jî di destê komekê de bihêle, li erdê an jî li jêr belav dike. Rêveberiyên herêmî ava kirin hîn baştir û birumet e. Ev xet di wateya rastî de jî alternatîf e. Li Rojava bingeha vê pergala Rêbertîyê hat avêtin û encam jî girt.
Bi siyaseta kembera Erebî xwestin di navbera gelê Kurd û Ereb de şer derxînin
Di salên borî de rêjîma BAAS a faşist, li ser Kurdan politîkayên Erebkirinê, yanî kembera Erebî meşand. Bi vê politîkayê ve erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê, ji hev hatibû cudakirin. Di navbera Efrîn, Kobanê û Cizîrê de gelên din û piranî jî gelê Ereb hatibû bicihkirin. Bi vê politîkayê, di navbera gelên li herêmê û bi taybetî jî gelê Kurd û Ereb de hestên dijminantî pêşxistin û wan anîn hemberî hev. Ji ber vê politîkayê, ne tenê gelê Kurd, gelê Ereb jî pir zirar dît. Ji ber ku wan malbatan anîn li Kurdistanê bi cih kirin; di encamê de ew jî ji koka xwe, ji ser axa xwe hatin qutkirin. Di despêka şoreşê de, pir hewildan hatin kirin ku şoreşa Rojava û ew gelên ku di navbera herêmên Kurdan de hatibûn bicihkirin bînin beramberî hev. Heta hin Kurdan, xwestin derfetên şoreşê ji bo hestên xwe yên nijadî bi kar bînin û bi civaka Ereb ên li Kurdistanê hatine bicihkirin re şer bikin.
Ji milê din ve jî li van herêman bi desteka dewleta Tirk komên çete hatin bicihkirin. Bi vê xwestin di navbera gelê Kurd û Ereb de şer derxînin. Heta astekî di vê mebesta xwe de encam girtin, li Til Hasil û Til Êran bi destê van komên çeteyên ku girêdayî dewleta dagirker a Tirk, li ser Kurdan komkujî pêk anîn. Ji bo armanca xwe ya perçekirinê pêk bînin, xwestin bi van komkujiyan ve Kurdan ji herêmên navber derxînin û paqij bikin. Di vê wateyê de modela Netewa Demokratîk, li dijî van hişmendiyan bû alternatîfeke xurt. Ferq û cudabûna hêzên şoreşger ji hêzên din, ev e ku; tenê nabêje, di heman kêliyê de tiştê dibêje û civaka ku xeyal dike bi çalakiyên xwe ve pêk jî tîne. Pergala rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya ku xwe li ser kantonan ava kiriye, gaveke şoreşgerî û şênber e. Hêzên ji têkçûna desthilatdariyên xwe ditirsîn, bi taybetî jî dewleta Tirk, dema dîtin jiyana azad pêş dikeve û pergal tê ava kirin, îradeya civakê di pêşengiya jin û ciwanan de derdikeve holê û jiyanî dibe; xwestin wê îradeyê ji holê rakin û êrîş kirin. Lê carekî bi şoreşa 19 Tîrmehê ve li ser vê xakê modêla Netewa Demokratîk dihat avakirin. Ji milekî ve li ser hîmê xwebirêvebirin, xweparastin û têra xwe kirinê jiyan dihat birêxistinkirin, ji milê din ve jî, li hemberî ambargo, dorpêç û êrişên li ser dihatin kirin re, şer dikir.
12’ê Mijdara 2013’an Meclîsa Gel a Rojava hat avakirin; li hemberî biryara ku Rojava derveyî opozîsyonê hiştinê, gel vîna xwe ya xweser îlan kir. Di 7’ê Çileya 2014’an de jî Rêveberiya Xweser, ji bo erêkirina hevpeymana civakî, hat îlankirin. Di nava vê xebatê de gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û beşên din ên civakê jin, ciwan, bawerî û kesayatên navdar beşdarbûn û ev hevpeyman temsîla hemû beşên civakê kir. Her kesî xwe tê de dît û xwedî lê derketin. Destpêkê ev rêveberî li Efrîn, Kobanê û Cizîrê weke kanton xwe bi rêxistin kirin, paşê jî her ku qad hatin rizgarkirin weke kanton lê hatin zêdekirin. Niha jî weke Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyê hatiye avakirin. Her kes bi awayekî azad xwe di vê rêveberiyê de îfade dike. Di serî de mafên jinan bi hevpeymana civakî hatine misogerkirin. Dad’a civakî hatiye bi rêxistinkirin; êdî dad ne bingeha milk e, li şûna wê bingeha wîjdanê civakê ye. Ev pergal li ser hîmê paradîgma demokratîk, ekolojik û azadiya jinê hatiye avakirin. Civakbûn li ser hîmê hevjiyana azad tê pêşxistin. Têkiliyên navbera ferd û civakê li ser esasê ferdê azad û civaka komûnal hatiye vesazkirin. Têkiliya navbera zayendan li ser esasê hevjiyana azad tê vesazkirin. Têkiliya navbera netewan jî li ser esasê Netewa Demokratîk tên vesazkirin. Pirrengî û pirzimanî esas e, bawerî û çand xwe bi awayekî azad îfade dikin, ji hev du re rêzê digrin. Di heman erdnîgariya ku Sunî û Şîî him hevdu him jî herdu bi hev re Êzîdî û Elewiyan serjêdikirin de, bi pergala Rojava re ev bawerî tev bi hevdu re jiyan dikin, ji hevdu re rêzê digrin.
Di 21 Çile 2014’an kantona Cizîrê, 27 Çile kantona Kobanê û 29 Çile de jî kantona Efrîn hat avakirin. Vê modêla nû bala cîhanê dikişand, heyet li pey hevdu dihatin serdana Rojava. Dixwestin di cih de bibînin û şîrove bikin. Tez, gotar û pirtûk li ser hatin nivîsandin. Ev yek hêvî da gelên bêmaf hatine hiştin, bê dewlet mane û têkoşîna azadiyê didin. Ya girîng ew e ku bersiv ji pirsa çawa bijîn re hat dayîn. Her gelek, her civakek çawa dixwaze bijî, xwe çawa azad dibîne wisa dikare bijî.
ENKS ji destpêkê heya îro, hertim li pêşîya şoreşê bûye asteng û rola xayîntiyê lîstiye
Tevî vê ked û hewildana hate dayîn jî Serokatiya me her rexne kir û got; “Tenê ne ji bo Kurdan, ji bo tevahî gelên Suriyê û ji bo tevahî Suriyê tekoşîn bikin, pergalek demokratîk ava bikin.” Di vê pêvajoyê de qelemşorên Başûr, rêveberiya wê û bi taybetî jî PDK’ê her gotin ev çiye, rêveberiya xweser çiye, Kurdan temsil nake. PDK’ê weke alternatîfa vê pergalê, him ji bo Kurd nebin yek him jî ji bo hişmendiya dewletperest bi wan bisepînin, piştgirî da ENKS’ê. Bi rastî jî ev ENKS her li pêş şoreşê bû asteng û rola xayîntî lîst.
Di demeke ku hişmendiya PDK’ê Rojava rexne dikir de, di Adara 2016’an de Federesyona Demokratîk ya Bakurê Suriyê hat îlankirin. Dema ev gav hate avêtin, gelek kes şaş bûn û gotin; “gelo Rojava dev ji projeya xweseriyê berdaye.” Lê ya girîng naverok, mijara em ê jiyana xwe çawa ava bikin û çawa bijîn bû; ya din şekil e, ne girînge. Rojava bi xwe bawer gav diavêtin û stêrka wê diçirûsî. Ji ber vê yekê DYE û Îngiltere ji aliyê siyasî ve destwerdana Rojava kir. Xwestin PDK bikin şirîkê Rojava û ji wir pay bidin wan. Hin aliyan xwestin di bin navê ku Kurdan li hevdu bînin, Xweseriya Demokratîk ji holê rabikin, li şûna wê avahiyek federal weke ya Başûr ava bikin. YPG kirin mijara nîqaşê ku wê çawa ew koma çeteyên Roj ên girêdayî ENKS’ê daxîlî YPG’ê bikin. Ji ber PDK û ENKS parçeyekî plana DYE û Îngilîzan e. Wan mijar şaş famkiribûn; ya ku hatibû îlankirin ne avahiya federal ya Başûr bû, ya Federasyona Demokratîk bû. Ango ne cureyekê dewletê bû, cureyekê demokrasiya rasterast bû.
Em zanin ku ji dema konferansa Qahîreyê ya ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn hate lidarxistin, rola ji Kurdan re hatiye diyarkirin, rola îro dane PDK’ê ye. Ji bilî wê tiştekî din, nêrînek din qebûl nakin. Ji ber ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji bo Rojhilata Navîn qet serê xwe ji pirsgirêkan dernexîne, dixwazin pirsgirêka Kurd jî weke pirsgirêka Îsraîl li Rojilata Navîn biafirînin. Di der barê vê de Rêber APO wiha dibêje; “Derdê wan bi Rojava re ne tenê xeta netewdewletê ye. Esas derdê wan ew e ku dibêjin çawa dibe ev xwedî paradîgmayek wiha ne? Ji ber derewa wan ya ku dibêjin pirsgirêka Rojhilata Navîn qet çareser nabe, eşkere dike. Diyar bû ku esas ne wiha ye, eger Rojhilata Navîn pirsgirêkên xwe bi Netewa Demokratîk çareser bike, wê aşitiya navxweyî ava bike, muhtacî derve nabe, çavkaniyên xwe nade bi çekan, wê bide hilberînê, parvekirinê. Dema Rojhilata Navîn hate vê rewşa refahê; ne hêzên olperest, ne jî hêzên hegemonîk ên cîhanê dikarin hespê xwe lê bibezînin. Ji ber wê jî derketina wan li hemberî Rêveberiya Xweser û pergala Kantona pir xwezayî ye.”
Ev e 11 sal in şerê tê meşandin ji bo kanton negihêjin hevdu, ew valatî neyê dagirtin e. Bi hêza NATO, Rusya û bi destê dewleta dagirker a Tirk êrişî ser Rojava dikin. Destpêkê Efrîn, paşê jî Girê Spî û Serêkaniyê, niha jî dixwazin êrişî Kobanê bikin. Li deverên hatine dagirkirin, êrişî tevahî nirxên civakê dikin. Li şûna demokrasiyê, DAİŞ hat tercîhkirin û bi DAÎŞ’ê re tifaq kirin. Ji bo çi? Ji bo qadek bi aloz hebe ku weke qijikên laşan xwe bavêjin ser nirxên gel, ên ku bi xwîn û xwedana xwe bi dest xistine.
Rola PDK’ê tenê ew e ku bi xiyanet û namerdî li ser xwîna Kurdan bazaran bike
Di roja me ya îro de paşverûtiya herêmî, hêzên gerdûnî û bi taybet jî dewleta Tirk û PDK çawa nêzî Şoreşa Rojava dibin?
Xalîde Engîzek: Li ser Şoreşa Rojava û deskeftiyên wê ji destpêkê ve hesabên her hêzekî hene. Hin dixwazin ji paradîgmayê sûdê bigrin, hin dixwazin ji hêza leşkerî ya şoreşê sûdê bigrin, hin jî dixwazin ji qadên ku hatine rizgarkirin sûdê bigrin û ji xwe re bikin baregehek ku ji wir herêmê bi rê ve bibin. Hêzên ku van hesaban dikin, di serî de hêzên Koalisyona Navnetewî û Rusya ye. Di nava van hêzan de ji bo berjewendiyên xwe nakokî hebin jî, li ser mijara Kurd, hesabên wan weke hev in. Ya din ev hemû jî hêzên kapîtalîst û pragmatîst in, ti nirxekî wan ê mirovahî nîne. Tenê armanca wan hegemonyaya xwe ya siyasî, leşkeri û aborî avakirin e. Di vê mijarê de cudabûna Rusya û Koalisyonê nîne. Tenê rêbaz û metodên wan cuda ne. Rusya dixwaze rêjîma Esed li ser piya bihêle û naxwaze avahiya dewleta uniter bê rûxandin. Dixwaze dewleta navendî bimîne, lê lewaz be û bi wan ve girêdayî be. Koalisyon jî her çiqas eşkere nebêje jî dixwaze Suriyê bibe sê parçe; beşekî mezin ên Sunî bixe bin kontrola dewleta Tirk, beşek ji yên Şîî û Elewî di bin bandora rêjîmê de bimîne, beşekî biçûk ji herêma Cizîrê jî bixe bin kontrola Kurdan û bi Başûr, PDK ve girê bide. Ew bi xwe jî li ser herêmên weke Reqa, Dêrezor û Hesekê bimîne, him ji bo wir ji xwe re bike baregeh û ji wir siyaseta xwe ya herêmê bi rê ve bibe, him nehêlibe statuya Kurdan bê avakirin û him jî li pêş planên Rusya û Îranê bibe asteng. Di vê siyasetê de rola ji Tirkiyê û PDK’ê re hatiye dayîn jî wiha ye: dewleta dagirker a Tirk weke hêza lêdanê ya pergala modernîteya kapîtalîst e. Bi pereyên Kendavê, ji hemû cîhanê çete kom kirine, hêzeke ji çeteyan ava kirine û pê êrişî ser Kurdan dikin. Ji ber dizanin Kurd hestiyê pişta Suriye’ya berê û ya pêşerojê ne. Ger Kurd bêbandor û bêstatu bimînin, dikarin rihet kontrol bikin, Suriye’yeke bê Kurd jî dikare rihet were kontrolkirin. Bi hinceta Kurdan, statuya Iraq û Suriyê ji holê rakirine, ji sedê 30-40 axa Iraqê dagir kirine, bi qasî 50 baregehên leşkerî li ser axa Başûr û Iraqê ava kirine. Serokatî berê jî gotibû, “Tirkiyê li ku derê ye, NATO li wir e.” Ev barageh qaşo ji bo tasfiyekirina PKK’ê anîne wir, lê di heman demê de ji bo dagirkirina erdê Iraqê ye ku di dema pêş di dîzayna herêmê de sûdê bide planên Amerîka û ji bo xwe jî pay jê derxîne ye. Ji ber ku hîn xewna Musil û Kerkukê dibîne. Ya din jî ger bikaribe PKK’ê bêhêz bihêle yan jî tesfiye bike, wê were sînorê İranê. Ev jî tê wateya ku Amerîka û Îsraîl hatine sînorê İranê. Yanê rola Tirkiyê di vê formîlê de rola nobedar û hêza lêdanê ye. Rola PDK’ê jî rola xiyanet û hevkarî ye. Rola Enkîdu ye. Çawa ku Enkîdu ket pêşiya leşkerên Gilgamêş û bir ser Humbaba ye. Ew çiyayên asê, ew daristanên bivir neketî, ên muhteşem, kesî nikaribû derbas bikirana, Kurdan xwe lê diparastin. Enkîdu ket pêşiya wan, ew birin heta nava daristanê û qewmê xwe şikand. Ne tenê şikand, parêzvanê wan, an jî rêberê wan kuşt, tinekir. Îro jî PDK ketiye pêşiya Tirkiyê ew birin Efrînê. Ew Efrîna bedew, ew axa sor weke kezeba dayîkan, ew darên zeytûnê bi bereket koka xwe berdabûn binê axa bav û kalan ku Kurd dibêjin darek bi ewladekî ye, ew çiyayên serbilind çiyayên Hawarê bi rumeta xwe meydan dixwendin, ew şûnwarên dîrokî ên ji dema Huriyan de mane; Kela Hurî, Kela Seman, Şikefta Duderî, Girê Endarê, Girê Cindirêsê… Tev bi ser berjêrî radestî çeteyên hov û dagirkerên Tirk kirin. Paşê wan hovan bi kepçan dar ji kokê ve rakirin, hemû şûnwar hilweşandin û teqandin. Perezgehên gelê me yê Êzîdî hilweşandin. Yanê destdirêjî li ax û rûmeta gelê me kirin. Bi vê yekê dixwazin Kurdan bêkok û bêdîrok bihêlin.
Esas dixwazin plana xwe ya qirkirinê tamam bikin. Heman tiştî niha li Zap, Avaşîn û Metîna dikin. Dikevin pêşiya leşkerên Tirk wan dibin wan çiyayên Zapê ku Îskender nekariye derbas bike, bi çekên nûkleer û kîmyewî diteqînin. Bi navê mirovahî li wir komek gêrîla li ber xwe didin, wan çiya ji talana sermayeya cîhanî diparêzin, dixwazin wan gêrilayan îmha bikin. Ji ber dizanin imhaya gêrîla, Kurd û gelên herêmê bêparastin hiştine. Gelek û civakek bêparastin jî bi qirkirinê re rû bi rû ye. Yanî rola PDK’ê tenê ew e ku bi xiyanet û namerdî li ser xwîna Kurdan bazaran bike.
Eger dewleta qirker û dagirker bikaribe mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, Minbic, Til Rifet û Kobanê dagir bike; ew ê biçe heya Dêrîk û paşê jî biçe Şengalê. Bi vî awayî plana xwe ya bi giştî dagirkirina Kurdistanê tamam bike û di dîzayna herêmê de bibe xwedî gotin. Wê demê tiştekî bi navê Iraq û Suriyê jî namîne. İran jî dikeve xeteriyek mezin û wê nikaribe li ser piyan bisekine. Yanî divê bê zanîn ku nêzîkatiyên li hemberî Rojava, nêzîkatiya ji giştî Kurdistan û Tevgera Azadiya Kurdistanê re ye. Niha di şekil de weke ku tenê êrişî Kurdan dike, diyar dibe. Lê belê em zanin ku ên bi navê Kurdan şer dikin Tevgrera me ye. Eger ev Tevger tasfiye bibe, paşê wê tevahî Kurdan qir bikin. Ji ber vê yekê jî divê gelê Kurd û Ereb û tevahî gelên herêmê li dora vê tekoşîna Kurdan bibin yek. Mîna ku dema Selehedîn ji bo umeta Îslamê pêşengî kir û umeta Îslamê ji êrişên derve parastin, îro jî, ji bo umeta demokratik Rêber Apo pêşengî dike. Em him umeta demokratîk ava bikin him jî umeta Îslamê ji yên weke Ebû Cehil, Ebû Sufyan rizgar bikin, tevahî çand û baweriyan ji qirkirinê biparêzin.
Rêjîma Suriyê û Iraqê jî divê bizanibin ku ne ji Kurdan be, ti hêza wan tune ye. Ne hukmê wan mîna berî 2011’an dibe, ne jî Kurd qebul dikin ku weke berê jiyan bikin. Kurd wê her tiştê xwe daynin holê, wê ji bilî jiyaneke azad tiştekî din qebûl nekin. Ji ber vê yekê jî divê Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Suriyê û hêzên rêjîma Suriyê bi hevdu re li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û xaka Suriyê ji dagirkerî biparêzin. Siberoja xwe bi hevdu re diyar bikin. Suriye’ya pêşerojê li ser hîmê welatê hevbeş, makezagona demokratîk, Rojava, Bakur-Rojhilatê Suriye’ya azad û Suriyeke demokratîk ava bikin. Tenê ev sekna bi rûmet dikare Suriyê û Rojava ji êrişan biparêze.
Li cihekî kar, tekoşîn û parastin bi pere be, li wir jiyana komînal û azad nayê avakirin
Şoreş bi pirsgirêkên çawa re rû bi rû dimîne. Pirsgirêkên avakirinê çawa ne? Gelo hîn bi rêveberî û rêjîma Sûriyê re pirsgirêk dewam dikin?
Xalîde Engîzek: Pirsgirêkên şoreşê bêguman hîn pir hene. Weke me li jor anîn ziman, Rojava tevî hemû êriş û dorpêçan jî weke giravek hêviyê diteyisîne ser jiyana herêm û cîhanê. Lê belê tevî vê jî pirsgirêkên şoreşê yên ciddî hene û li benda çareseriyê ne. Berî her tiştî li cihekî ku şoreş pêk were, gelek tişt serûbinî dibin. Ji milekî ve valatiya rêveberî, parastin û pirsgirêkên civakî derketine holê û hîn berdewam e. Divê ev valatî bi şêwazekî alternatîf werin dagirtin ku neşibe ya berî xwe. Dibe cudabûna xwe daynê holê. Pirsgirêka yekemîn; pirsgirêka avakirina jiyana azad û pergala demokratîk e. Rêbertî got, “Rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad.” Heya astekê ev valatî hatine dagirtin. Li ser esasê xwebirêvebirinê, xweparastinê û têra xwe kirinê, rêveberiya xweser li ser feraseta Konfederalîzma Demokratîk hate ava kirin. Lê belê ji ber hişmendiya dewletê tam nehatî derbaskirin, di terz, rêbaz û şekil de hîn jî bandora hişmendiya dewletê heye. Sazî û rêxistinên hatine avakirin ku bi wan demokrasî rizgar bikin û jiyanê azad bikin, lê ji ber pirsgirêkên hişmendî, tam xwe ji dewletbûnê rizgar nekirine. Yanî pere û burokrasî dikeve jiyana saziyên şoreşê. Li cihekî kar û tekoşîn, heta parastin bi pere be, li wir mirov nikare qala jiyana komînal û azadiyê bike. Ji ber mirov nikare jiyana xwe radestî şervanekî bi pere bike. Divê xweparastin erka xwe ya exlaqî û wîjdanî bibîne. Divê xweparastin civakî bibe, di çerçûveya şerê gel ê şoreşgerî de rola xwe bilîze. Pêwîst e hêzên leşkerî û civak bibin yek, hêzên leşkeri di nava civakê de xwe bi cih bikin, lê profesyoneliya xwe biparêzin û pêşengî bikin. Civak jî ne tenê weke palpişta hêzên leşkerî, divê bi xwe erka xwe ya parastinê pêk bînin û hebûna xwe biparêzin. Divê em ji ezmûnên jiyan kirine jî dersan derxînin û cih û warên xwe bernedin. Mîna gelê Ereb li Necef çawa li hemberî leşkerên Emerîka şer kirin, gelê me jî divê tev bibin şervan. Serokatî ji bo xweparastinê jî gotibû, “Pêwîst bike hûn ê axê bixwin, hûn ê 10 salan weke jin û mêr neçin cem hevdu, hûn ê gund û bajarên xwe biparizin.” Di vê mijarê de em bawer in dersên pêwîst hatine derxistin. Ji ber herkes dibîne, Kurd dema cih û warên xwe berdidin, dijmin li wir guhartina demografik pêk tîne. Ev pirsgirêk jî gelekî mezin û mayînde ye.
Wekî din jî di cihekî de têkilî li ser pere tê danîn, li wir têkilî ya karker û karsaz e. Karekî ji dil û komînal nîne. Tiştê pergala Rojava cuda bike, ev şêwazê têkiliyê ye. Divê têkilî ji dil û komînal bin, ked weke azadî were dîtin, ji kedê moral û heyecan were girtin, her kar ji bo xwe rûmet were dîtin. Ya rast ew e û wê demê jiyan bi wate dibe. Serokatî got, “Ger ez ji vê girtîgehê derbikevim, mîna ku ez ji tofana Nebî Nûh rizgar bûbim, ez ê berê xwe bidim gundekî binya Cudî, Amed, Dêrsim, li wir ez ê komînekê ava bikim.” Di hevdîtineke xwe ya bi parêzeran re jî dibêje, “Ez ji vir derkevim, ez ê biçim kolanên Amedê, ez ê kolanên Amedê bimalim û paqij bikim. Ez ê ji her kesî re silavê bidim, ên silava min vegerînin ez ê bi wan re nîqaş bikim û wan rêxistin bikim.” Yanî Rêbertî qala jiyana mutewazî û kedkar dike; qala felsefeya yek luqme û yek hirqe dike. Yanî ji me re dibêje wisa bijîn û kar bikin. Lê hîn di vî warî de pirsgirêk hene. Civak, ev derfetên ku şoreşê ava kirine, weke derfetek azadiyê nagire dest, takekesî nêz dibe, berjewendiyên xwe yên şexsî û aboriyê dide pêş deskeftiyên komînal.
Em agahiyan digrin ku komîn, meclis ava kirine û xwe bi rê ve dibin. Lê belê komîn û meclîsan tenê weke mekanîzmayeke îdarî digrin dest. Jiyana komînal nakin terzê jiyanê û nakin çand. Ji ber vê jî weke memuran kar dikin. Psikolojiya ku pergalê di civakê de çandiye, psikolojiyeke balkêş e. Tu dibêjî qey memurbûn ji kedkarî û karkerî bi nirxtir û hêjatir e. Weke ku bêpere kar kirin, bênirxbûn e. Ev derewên pergalê ne; ev populîzm e, modernîzm e. Mirov dikin kole, lê belê psikolojiyek wisa ava dikin ku ew kes xwe wekî mîr dibîne. Memurtî, koletiya bi heqdest e. Ji ber di encamê de ger tu pere ji kesekî digirî, kesek jî pere belav dike. Ev tê wateya ku xwediyê welat, pergal û dozê ne tu yî, yê pere belav dike ye. Ger wê di jiyana me de tiştek neyê guhartin, wê demê me çima şoreş kir? Ger pere hebin teqez wê serdest û bindest, zengîn û feqîr jî hebin. Ji ber vê divê ev terzê jiyanê were guhartin.
Pirsgirêkên Çand û Aboriya Komînal
Pirsgirêka din ya şoreşê, pirsgirêka çandê ye. Serokatî mijara çandê û sazîbûna li ser hîmê çanda xwe weke ava di tasê de pênase dike û dibêje: “Heya av di tasê de ye, li ber çavan jî xuya dike ew av e. Lê dema tas dişkê û av dirije ser axê, belkî feyda xwe li axê dike û di axê de xwe didomîne, lê êdî ew ne av e.” Av çand e, tas jî sazîbûne, formgirtin e. Çanda Kurdan a resen pir xwedî kok e, xwe ji neolitîkê heya roja me ya îro didomîne. Di dengbêjî û çîrokan de form girtiye û xwe daye jiyankirin, domdar bûye. Lê belê niha ew form ji ber êrişên lîberalîzmê derb dixwe. Dîsa cil û berg, çanda xwarin û vexwarinê bi giştî di bin êrişên modernîteya kapîtalîst de ye û di nava pençên qirkirinê de ye. Cihekî ku ev çand were parastin, Rojava ye. Lê belê mirov li cil û bergên gelê me yên li wir dinêrê, li por û makyaja jinan, li rih û simbêlê mêran û ciwanan dinêre; tê de çanda modernîteya demokratîk ava nebûye. Bandora selefîtî û modernîteya kapîtalîst zêdetir heye. Şêwazê me, ne şêwazê modernîst e û ne jî yê selefiyan e. Terzê me, terza modernîteya demokratîk e. Yanî ji cil û bergan bigre, heta şekl û şemal, ji mîmarî heta rêbaza axaftinê, divê em terzê xwe ava bikin.
Yek ji pirsgirêka şoreşê jî ekonomiya komînal e. Bêguman di van deh salan de di ferasetê de pêşketin çêbûye, lê belê civak ji ekonomiya komînal ditirsin û bawer nakin. Ger di van 10 salan de civak tevahî milkê xwe, hemû çavkaniyên xwe yên ser erd û bin erd kiribana komîn, niha wê rewşa şoreşê cuda bûya. Di cîhanê de yekane cihê çavkaniya ava şirîn Kurdistan e. Niha Kurdistan zuha bûye; li Rojava ji bo avê, destê xwe li ber dewleta dagirker a Tirk vedikin. Yanî ev mijarek baweriyê ye. Divê civaka me fêrî komînalîteyê bibe. Kurdan bi du tiştan hebûna xwe heya îro berdawam kiriye; bi çiyayên xwe, ya din jî bi kurbûna rehên civakbûna xwe. Lê niha dijmin bi teknîka herî pêşketî çiyayên me bi erdê re rast dike, daristanên me wêran dike. Bi kûrkirina çanda eşîrtî, malbatî û qebîletiyên hevkar jî dixwaze civakbûna me belav bike. Bêguman ji vê kêliyê û pê ve ev zehmet e. Lê belê em piştguh nekin, ji ber ku pergal nasekine, li ser kar e û dixwaze koka me biqelîne. Ev pirsgirêka hişmendî û wîjdanê ye. Weke tê zanîn Rêbertiya me dema paradîgmaya xwe ragihand, got: “Ji bo şoreşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê li ser hîmê paradîgmaya Modernîteya Demokratîk pêk were, divê berî her tiştî şoreş di hişmendî û wîjdan-exlaq de pêk were.”
Taybetmendiyên nirxên civaka xwezayî, wîjdanê civakê yê kolektîf û hişmendiya wê ya dostê xwezayê, ferdê wê ya azad û civaka wê ya komîn, ji zû ve hatibû wendakirin. Lîberalîzm ku bîrdoziya modernîteya kapîtalîst e, xwe berdabû nava tevahî hucreyên civakê û ew rizandibû. Her çiqas civak hebûna xwe bi awayekî xwezayî biparêze jî, lê belê modernîteya kapîtalîst 24 seatan hişê civakê û wijdana wê, bi bîrdoziya xwe û çekên pergalê bombardiman dike. Tê gotin ku mirov weke hebûn xwedî mêjiyekî nerm û qayişokî ye. Him erênî, him jî neyinî bandor dibe û bandor dike. Ji bo vê jî her bîrdoziyek destpêkê li ser hişê mirov bandor û dagir dike. Paşê bedena wî tê dagir kirin. Ji ber vê yekê jî divê di serî de hiş û wîjdana civakê vegere ser hîma xwe ya bingehîn ya dîrokî. Ger di vî warî de azadî û rizgarî pêk were, bêguman bi hişmendiyeke ku xwe dispêre wîjdan û exlaq, ferdê azad û civaka komînal dikare were avakirin. Yek ji pirsgirêkên herî cidî yê şoreşê ev e û divê bi perwerdehiyê ev mil were avakirin. Di van 10 salan de bêguman mesafeyek hatiye bihurandin, lê bi tamamî derbas nebûye. Destpêkê divê ev pirsgirêk were derbaskirin.
Dema em van pirsgirêkan tînin ziman, divê bi me re reşbînî çênebe. Ev pirsgirêkên pêşketinê ne; ji bo bên çareserkirin tên binavkirin. Ji bo vê jî divê bi berdewamî têkoşîn were meşandin. Eger ev pirsgirêkên xwerêvebirin, xweparastin û têra xwe kirinê çareser bibin, rêjîma Suriyê wê ji neçarî were muzekereyan. Ger heya niha nayê muzekereyan, hîn hêviya xwe di têkçûna şoreşê de dibîne, ji ber wê nayê. Divê ev hêvî bê zuhakirin. Dema tevî vê jî neyê çareseriyê, ji xwe tu yê çareseriya xwe pêk bînî û hebûna xwe biparêzî.
Di vê salvegera 10’emîn ya şoreşê de, dîsa şer li ber derî ye û dewleta Tirk ya qirker dixwaze êrişî Rojava bike. Ji xwe her roj êrişan pêktîne û gelên me şehîd dixe. Bi balafirên xwe qadên me bombebaran dike û mirovên me yên herî hêja şehîd dibin. Ger em bi pêngava duyemîn ya şoreşê destwerdin vê pêvajoyê, ji kêmaniyê xwe ders derbixînin, pirsgirêkên xwe çareser bikin, em dikarin vê pêvajoyê vegerînin aliyê xwe û serkeftinê bi dest bixînin. Bi vê awayî him em ê qadên xwe yên dagirkirî rizgar bikin him jî em ê rihê şehîdên xwe şad bikin.
Di dawiyê de carek din ez salvegera Şoreşa Rojava li Rêbertî, gelên me û şehîdên azadiyê pîroz dikim, di parastina destkeftiyên şoreşê de serkeftinê dixwazim.