Ramanên Dîroka Kurdan û rastiya wan bi sedan salane hatiye veşartin. Lê bi têkoşîna qehremanan re cardin rastiya gelê Kurd ji tevahiya cîhanê re bû nexşeyek. Û dayîka mirovahiyê tovên jiyanê ji nûve berda dilê mirovahi yê.
Ji vê tovê şîn bû gelê Arî, zarokên agir û rojê. Di bihûşta xaka Kurdistanê de tevna mirovahiyê, di agirgehên Zerdûşt de hat hûnandin. Bi xwîna hezaran pekrewanan hat avdan axên pîroz. Ew bûn hêvî û tîrêjên xwe belav kirin çar aliyê cîhanê. Di qadên cengê û berxwedanê de ti carî paşve gav neavêtin. Wek guleyekî ji agir, bi çiruskên xwe ve li ser kokên xwe de cardin hêşîn bûn. Binêrin, bayê azadiyê li rûçikên bedew dide. Delaliyên dayîkan ji bo rumeta xwe dimeşin.
Di awirê her du giyanan de evîna welat bi kelecan bû. Çi peyv ango gotin nebûn ku evîna welat ya du rêheval, xwişk û bira pênase bike. Dû kenên esmer, dû dilen wêrek. Wateya di awirê çavên wan de wekî welatekî bû. Di nava bahoz û tofanan de ew zarokên dilmezin lewra jan û azara welatê xwe hîsdikin û berê xwe didin wargehên ku roj jê bilind dibe.
Li Amedê destpêkir tovên evîna mezin. Lê evîn bi pêt û ar bû. Heta gihandina wê car bi qîrîn car bi hewar bû. Rûken û Mûrat jî wekî bi hezaran keç û xortên Kurdan, bi ronahiya çavên xwe ber bi bayê ku çiyayên azad ve tê dest bi rêwîtiyê kirin.
Xwişk û birayên heman dozê
Şirnex, bajarê berxwedanê yê erdnîgariya Botanê ye ku ji destpêkê ve bûye dildarê têkoşîna azadiyê . Şirnex ji bo tekoşîna ku bi fedekarî û kedên mezin ên Rêber Apo û şehîdên me yên leheng pêş ketiye bi hezaran zarokên xwe yên herî bi nirx tevlî gerîla kiriye. Keça delal a Şirnexa rengin Ruken û Murat jî yek ji zarokên vê axê ne.
Ruken û Mûrat xwişk û birayên heman dozê bûn. Murat; zarokatiya xwe de xwedî lêgerina azadiyê ye, ji ber ku bi hestên welatparêziyê mezin dibe. Dibistanê li vir dixwine. Di nava malbatê û hawirdora xwe de bi kedkarî û dilnizmbûna xwe tê naskirin. Wekî şitlekêye. Rêzane ji derdora xwe re. Temenê wî biçûke lê dile wî wekî Kurdîstanê mezine.
Murat û malbata xwe di nava tengasîyan de li hemberî êrîşên dijmin ê xwînxar weki hemû welatparêzên kurda tekoşîn dike. Sala 2014’ an de ji bo wî êdî dema rêwîtîya nava refên azadîyê hatîye. Murat êdî hêrsa dilê xwe de nagire û ji bo azadiya Rêber Apo û welatê xwe berê xwe dide nav refên tekoşînê. Sala 2014’ an de tevlî nava refên azadîyê dibe. Di nava hevalên xwe de demek kurt de tê hezkirin. Zireke heman deme de zanaye jî. Jiber xwe fam dike û çî pêwîst be pektine. Sala 2015’an li Bakûrê Kurdistanê gel êdî ji bo xweserîya xwe dest bi berxwedaneke mezin dike. Ev pêngava serhildana gel e. Êdî wext wexta şerê gelê şoreşgerî ye. Şehit Murat bi daxwaza xwe tevlî vê meşa azadîyê dibe û di berxwedana rêveberîya xweser a li bajarê Şirnexê roleke pêşeng dilîze. Murad ê qehreman li bajarê ku zaroktîya wî desbas dibe, li Şirnexê li hemberî dehaqê demê heta kêlîya dawî liber xwe dide û 14’ ê Gulana 2016’an tevlî nava karwanê nemiran dibe. Li pêy xwe mirasa tolhildanê dihêle ji hevalên xwe re.
Sekna fedayî
Ruken a jir û zana jî di meşa xwe ya jiyanê de her tim dibe xwedîyê meraqa hînbûna tiştên nû. Ji ber vê taybetmendiya xwe her tim dikeve nava lêpirsinên kûr û her tim dixwaze xwe û hevalên xwe zêdetir pêş bixe. Ji ber vê yekê di kesayeta xwe de gavên mezin diavêje.
Rûken ji li bajarê berxwedanê, di heman malbata welatparêz a di bin serweriya çanda berxwedanê ya vî bajarî de ji dayik dibe. Bi çanda qedîm û taybetmendiyên berxwedanê yên gelê Botanê zaroktiya xwe desbas dike. Ji ber vê yekê li hemberî êrîşên dijmin ên ku ji biçûkatiya xwe de bûye şahid, hêrseke mezin di awirên çaven vê de alav dide. Rûken ku ev hêrsa xwe kir bingehê têkoşîneke hişmendî û hesab pirsîna dijmin, her tim li bende ye ku tevlî gerîla bibe.
Rûken ji zarokatiya xwe ve gerîla tenê bi guhdarkirina çîrokên lehengiyê nas dikir, piştî tevlî nava refên gerîla dibe bandora têkiliyên rêhevaltiyê, şêwaza jiyanê û xeta berxwedanê pir zû fêr dibe. Bi dilnizm bûna xwe bala hemû hevalên xwe dikşine. Di dilê her hevale kî xwe de cih digre.
Ruken li hemberî hemû polîtîkayên qetlîam, îşkence û şerê taybet ên dijmin, bi tawîz nedana xeta azadiyê, peywira xwe ya pêşengtiyê hildigre. Wargeha wê ya yekemîn ku gerîlatiyê lê dike Zagros e. Bi bilindahiya Zagrosan re evîn û hêviyên xwe parve dike. Li vir perwerdeya destpêkê ya şervanê nû dibine. Çiyayên Zagrosê jî evîndarek wêrek kiriye mêvanê dilê xwe û heqîqeta afirandinê bi rêwiyên xwe re parve dike. Ruken, xwedî seknekî fedayî ye û her dem bi armanca tekoşinek serkeftî xwe amade dike. Berê wê her tim li Rojê ye. Wek tîrêjekî ji agir roj bi roj geş dibe.
Ji bo bibe jineke azad bi hêza xwe ya leşkerî dixwaze meşa xwe ya azadiyê temam bike. Ji bo vê jî di akademiyên leşkerî de cih digre û di gelek şaxan de xwe pispor dike. Daxwaza wê her tim çûyina Bakûrê Kurdîstanê ye. Ruken dizane ku dara azadiyê bi xwînê tê avdan ji ber vê pala xwe dide çiyayên bilind, dikeve nava cengê û hêza xwe ji wê digre. Bedewiya çiyayên Kurdistanê di çavên xwe yên wek deryayê û dilê xwe yê pak de xîz dike. Her ku roja bedew li ser çiyayên Zagrosan de bilind dibe evîna wî jî wek deryayekî kûr dibe. Li şopa fedaiyên Rojê de dibe rêwiyê rêçên dirêj û berê xwe dide cîhê Egîdan, warê xeyalan, Botan ê.
Rastiya evînê bi pêt û ar e. Lewra kû dermanê evînê agire. Ruken jî xwedî wêrekiyek bêdawî bû, wek hemû hevalan bi eşqa çalakiyan ve her kêlî jiyan dikir. Di lêgerina azadiyê de awirê çaven wê wek xençerek tuj dilê neyaran perçe dikir. Wek gulekî sor ya Şirnexa rengîn, xwe mezin dikir. Li Cudîyê mirada barê şoreşê da ser milê xwe. Bi wêrekî û zanebûna xwe rixmê temenê xwe pir mezin nîne ji dibe pêşeng ji hevalên xwe re.
Di şexsê wê de dem û dewran diherike, eşqa wê û birayê wê du beden û yek dil bûn. Keça wêrek a Botanê Ruken bi 5 hevreyên xwe re di Mijdara sala 2022’ an de li Çiyayê Cûdî, li hemberî dijmin 3 rojan bê navber şer dike û tevlî karwanên şehîdan dibe.
Rûken û Murat, ew evîn bi xwe ne. Du dilên ji bo azadîyê yek lê didene. Wek perperîkên ku gihîştin heqîqetê ji xaçirêkên dirêj derbas bûn, ji çiyayên bilind hilkişiyan, newal û geliyan derbas kirin û evîn êdî ew bi xwe bûn. Her roj di berbangê de bi ziman dibe jiyana wan. Li ser kendalên herî asê de ew tovên evînê çandin. Dar şîn bû, di navbera erd û ezman de rêwiyên evînê xistin nava dilê xwe. Her mezin bû bêmirin bû, ronahî da. Du gulê evîndar dilê wan de eşqa rojê. Du kevokên evîndar ber bi azadiyê ve firiyan.
Di diroka tekoşîna tevgera azadîyê de gelek xwişk û bira bi hevdûre xwe feda kirin jibona gelê xwe. Biratîya xwe bi hevaltîya heqîqetê re kirin yek. Tişta ku ew gihiştinê rastîya herî bedew û xweşik bû. Li Kurdîstanê ev rastî wekî darekê rehên xwe berdaye nava axê û mezin bûye. Jiber wê heta ev rastî hebe wê tekoşîna gelê Kurd mutlaq biser bikeve.
Ji pênûsa Pîrdogan Kemal