Mahîr Can di sala 1958’an de li gundê Arpelî ya girêdayî navçeya Dîgorê ji dayîk bûye. Mahîr Can sê bira du xwişk in. Ji pênc zarokên dayîka Çîlê, yê çaremîn e. Di çar saliya xwe de bavê wî dimire. Dayîka Çîlê li gorî ciwanbûna xwe naçe mêr nake, liser malê dimîne êtîmên xwe xwedî dike. Malbat pir xizan e. Dayîka Çîlê bi vî halê xwe yê feqîr ve, pênc zarokên xwe mezin dike. Liser wesîyeta bavê pakrewan Mahîr Can ve çawa li gund dibistan vedibe, dayîka Çîlê, Mahîr Can dide ber xwendinê. Dibistana seretayî li gund, navîn û lîsê jî li Dîgorê dixwîne.
Mahîr Can kesekî sempatîk û rûken e
Li dibistanê de şagirtekî serkeftî ye. Diçûkatîya xwe de, alîkarî dide dayîka xwe. Zivistanan diçe dibistanê havînan jî dibe berxvan. Temenî wî hinekî mezin dibe tevlî xortê gund dibe û berê xwe dide Stenbolê û diçe kar. Mahîr Can kesekî sempatîk û rûken e. Herkes jê hez dike. Jiber piçukê pirane jî, malbat pir jê hez dike. Delaliyê dayîka xwe ye. Ew jî pir ji dayîka xwe hez dikir. Çi dem me qise bikira, behsa dayîka xwe dikir. Digot “Ez niha difikirim rojek tiştek bibe, dema hatim kuştin, dayîka min yê pir berxwe bikeve. Dayîka min kuştina min nebîne baştir e” Eynî gotina wî jî derket. Dayika Çîlê hetanî sax bû jî tim behsa pakrewan Mahîr Can dikir.
Pakrewan Mahîr Can dema lîseyê dixwîne şoreşgerên Kurdistan re têkîlî datîne. Cîhê lê mezin bûye, fikrên çep digirin. Çepê Tirkan xebata wan li Dîgorê heye. Dema ku şoreşgerên Kurdistanê li Dîgorê dest bi xebatê dikin mîna Qers û Mêrdînîkê rastî astengîyan nayên. Ciwanên Dîgorê bendeyê rojeke wiha bûn. Kurd in, dikin ji bo Kurdistanê xebat bikin. Liser wan bandora serîhildana Şêx Seîd, Gelîyê Zîlan û Agirî heye. Herkes rojane radyoya Êrîvanê vedike lê guhdarî dikin. Bi vê helwestê ve hesret û hezkirina welat, hestên Kurdbûnî di dîl û mejiyên xwe de avadikin. Pakrewan Mahîr li cîhekî wiha mezin buye. Bavê Mahîr Can, ji eşîra Dilxêrîya ye. Yên dewleta Merwanîyan ava kirine yek jî Dilxêrî ne. Dayîka wî jî, ji eşîra Cemaldînan e.
Armanca dewleta Tirk, ew e; nehêle ku tevgêra azadîya Kurdistan rêxistina xwe çêbike. Dewleta Tirk aliyê eskerî de, Kurdistan dagirkiriye. Li her gundên Kurdan dibistan vekirine. Di bajar û derguşxanan de, zarokên Kurdan yê 3 salî, ji malbatan distînin asîmîle dikin. Çanda Kurdî imha dikin. Ji aliyê sîyasî partîyên ve jî, dewletê xwe li her derê bi cîh kiriyê. Çepên Tirkan Tirkiye hiştine xebata xwe li Kurdistanê dikin. Van an ji aliyê çeptiyê de jî, ti valatî nehîştine. Dema Şoreşgerên Kurdistanê 1976an de, ji Enqerê vegerîyan Kurdistanê, bi êrişan re rûbirû man. Van cîhan yek jî Qers bû. Li Qersê hemû gelên Qafqasî hene. Qers bajarek pir rengî ye. Têkiliyên gelan bi hevdû re baş in. Ew dem li Qersê, hemû çepên Tirkan hene. Ji xwe re, Qers di navbera xwe de parsêl kirine. Yên ku li Kurdan xwedî derkevin, dixwazin wan ji bin destên dagirkeran azad bikin jî, ji hêla van çepgirên Tirk ve tên astenkirin. Ev grubên çepgir navbera gelan de alozî û nakokiyan derdixin. Nahêlin gel bi hevdû re di nav aramiyê de bijîn. MIT a Tirk jî di nav van rêxistinan de, xwe bi cîh kiriye, êrişê Kurdan dikin. Halkın Kurtuluşu di Qers û Mêrdînîkê de bi hêz e. Terzî Cemal tevlî grubekê, Ji Halkin Kurtuluşu vediqetin tên tevlî Şoreşgerên Kurdistanê dibin. Di dawî de derket ku Terzî Cemal, ajanê dewletê ye. Erka vî kesî ew e ku çepên Tirkan û Şoreşgerên Kurdistanê li hemberî hev bide rakirin, wanan bixin nava şerekî, ku bikaribin tevgêra azadiya Kurdistanê bifetisînin. Van kesan li Qers û navçê wê de dest bi êrişan kirin. Ew dem çend kes ji derve hatine Qersê, dixwazin ku xebatê ji bo azadîya Kurdistan bikin. Lê mixabin zirara van kesan gîhîşte rêxistinê. Di şuna gel were rêxistin kirinê de, enerjiya xwe vala xerc kirin. Tevgera Azadiya Kurdistan û Halkin Kurtuluşu hemberî hev dane rakirin. Ev kesên dema Terzî Cemal hatin tevlî rêxistinê bûn piraniyê wan ajan derketin.Tevlihevîya Qersê, ew dem, ew kesên ku hatin wanan av şêlû kirin. Di Enstîtuya Perwerdê de, jibo bibin mamostên dibistana seratayî, perwerdeyek 6 mehî dihat dayîn. Halkin Kurtuluşu êriş dikir ne dihîşt sempatîzanê Tevgêra Azadîya Kurdistan werin enstîtuyê. Jibo êriş çênebin, nêzîkî enstîtuyê grubên çekdar tim amade bûn. Êdî dagirkerên Kurdistan bibûn çepê Tirkan. Vanan bi dest û alîkariya dewletê êrişî Şoreşgerên Kurdistanê dikirin. Bi van bûyeran ve dagirker pir kêfxweş dibûn. Plana ku li hember Şoreşgerên Kurdistanê danîbûn pêk dihat. Her derê çepê Tirkan êriş dikirin. Mirovê bigota ev rêxistinan, ji bo ser navê Kurdan xebat neyên kirin hatine amade kirin.
Mahîr Can, di heremê de pakrewanê yekem e
Giranî dane ser Mêrdînîk (gole). Ji Qersê grubek taqviye diçe Mêrdînîkê. Di nav grubê da pakrewan Mahîr Can jî heye. Halkın Kurtuluşu Mahîr Can nasnakin. Hew dizanin kesekî navenda rêxistinê hatiye. Ji bo wê jî taybet hedef digirin 11.12.1978’an de pakrewan dikin. Rol û mîsyona Halkın Kurtuluşu, bes ji bo berpirsyarên Şoreşgerên Kurdistanê qetilkirin bû. Mahîr Can, di heremê de pakrewanê yekem e. Şehadeta Mahîr Can, atmosferek dilovanî liser gelê Kurd dide çêkirin. Her hevalek daxwaziya wî, ew e ku tola Mahîr Can were hildan. Ew kesên ku ji derve hatin, Înce Alî, an jî Edîp jê re dihat gotin, Hasan H. Karakuş, İ.K van kesanan qadroyê rêxistinê berî hevdû dan. Bo wan, ajan in gotin “di nav rêxistinê de ajan hene” dan belav kirin. Ji tirsan re, hinek sempatîzanên rêxistinê, dest ji şoreşgeriyê berdan. Ew dem bihara 1979an de Şahîn Donmez hate Qersê û çend rojan ser hev civîn darxistin. Gunehkar Mehmet Koca mamostekî Tirk dibînin û dikujin. Dema Şahîn Donmez hate girtin dest ji şoreşgeriyê berda ku bû ajanê dewletê hemû tişt eşkere bû. Kuştina Mehmet Koca me rojnama Aydınlık da xwend û em hînbûn ku, Şahîn Donmez Mehmet Koca daye kuştin. Di dawiyê de îtîbara Mehmet Koca hate iyade kirin. Pakrewanê partiyê hate îlan kirin.
Dema ku biryara çêkirina gora pakrewan Mahîr Can hat girtin, ez û pakrewan Îdrîs Okmen em çûn gundê Arpelî yê bûne mêvanê dayîka Çîlê. (dayîka Mahîr Can) Me yek hefteyî de bi kevrê mermer ve gor da çêkirin. Em bi xwe jî, liber destê hoste, xebitîn me alikariya wî kir. Liser gora pakrewan “JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIŞTEK NÎNE” hate nîvîsandin. Kêlika ber serî de jî, wêneyê pakrewan Mahîr Can hate bi cîh kirin. Ji bo heywan mermerê gorê neşkînin, bi hesin çêkirin û çerçoveyek hate danîn. Aliyê ber serî stêrk hate danînê. Çarçove bi kesk, sor û zer ve hat boyax kirin. Di dema cunta 12 Rezberê de, sterka sor, a liser gorê, cunta faşîst hildan birin. Lê dest nedan gorê. Dixwazim di vir da behsa dayîka Çîlê jî bikim. Bavê Pakrewan Mahîr Can dema dimire, zarok piçûk in. Kesekî bixebite nîne. Dayîka Çîlê zarokan re hem bavtiyê hem jî dayîktîyê dike. Jinxaseke Kurda ye. Dema gor hate temam kirin, gazî hemû gundiyan kir, mewludek ji bo pakrewan Mahîr Can da xwendin û xwarina xêrê da ew kesên ku beşdarî mewludê bibûn. Dayikê ji min re, jibo Kincê pakrewan, yê ku li malê mane got “Han ji te re, evan kincê wî ne. Tu hevalê wî yê herî nêzîk bûyî, tim behsa te dikir. Van kinca bi xwe re bibe, bila çavên min pênekevin. Dema dibinim, hîngê digirîm, çevên min hatine ber korbunê. Tu jî yekî mîna Mahîr î.” Dayîkê ew dem, wan kincanan dan min. Em li vir dayîka Çîlê jî bi rêzdarî bîrtînin.
Meraqa wî bi dîrokê re pir hebû
Min pakrewan Mahîr Can dema dibistana navîn de naskir. Me bi hevre dixwend. Heya ku pakrewan bu, hevaltiya me berdewam kir. Destpêkê hevaltîya zarokatî û dibistanê, dawîda jî hevaltiya şoreşgerî destpêkir. Xortekî rûken zu bi merivan re têkîlî datanî.
Henekhez bû. Li henekên xwe da meriv ne diêşand. Mirovan baş dinasî. Di qisedanekê de behsa kesekî bihata kirin, nasnameya wî kesî hemû digot, bi heft bavan ve digot. Meraqa wî bi dîrokê re pir hebû. Liser bûyeran lêkolîn dikir. Dixwest bingeha wê derîne holê. Sera sera nêzîk bûnek nedikir. Di dîrokê de hildida dest, heya roja me dianî. Çend meh çê nebibû ku hatibû Qersê. Çi kesên ku dinasî banî wan dikir digot “werin Kurdekî welatparêz heye ez bi we bidim naskirin” Pakrewan Mahîr rojev baş dişopand. Radyoyek wî hebû. Çi nûçeyên Tirkî hebûn hemûyan guhdarî dikir. Demê nûçe biqediya radyo ya xwe digirt dest bi şirovan dikir. Li ku derê çi buyer qewîmiye agahiya wî jê çêdibû. Dema cunta Kenan Evren hat, em nikarîbûn li gundan jî bimînin. Ji bilî çiya têkîlî li her derê qut bibû. Dayîka Çîlê çu qutika xwe vekir di nav paçikekî de pêçandî, radyoya pakrewan anî gote min, “han ji te re, ev radyoya Mahîr’e. Ji xwe re bibe çolê, jibo xebera te ji dinyayê çêbibe. Çi qewîmiye bila tu bizanibî” Ew radyo du salan cem min ma. Di sala1982’an de, dema em derbasî rojhilatê Kurdistanê bûn, li herema Tambatê, mala em mêvan bûn, radyo ji min xwestin. Min got “Ev radyoya ya pakrewanekî ye ez nikarim bidim we” Pakrewan Îdrîs Okmen “em ê niha herin otobusê siwar bibin, herin bajarê Urmiyê. Di rê de kontrol heye, pastarê Îranê di rê de kontrolê bikin, liser te vê radyoyê bibînin me bernadin. Ya baş ew e tu radyoya xwe jî bihêlî baş dibe” dema hevalê min wisa got. Ez mecburî mam min radyo danî. Armanca min jî ew bû. Min dixwest cîhekî saxlem bibînim, ji bo muzeyê radyoyê deynim wir. Lê mixabin derfetên me dest ne dan. Divê tiştên pakrewanan ji bo muzeyê werin veşartin. Ez evê kêmaniyê qet jibîr nakim.
Mahîr Can; Dema hûn pakrewan bûn, PKK nû kongra xwe ya yekem darxistiye û agahiya kesekî jê nîne. Tenê delegê Kongre jê agahdar in. Ew xeyalên we hevalan gerîla anîn cîh. Niha her çar perçeyên Kurdistan gerîla lê hene. Li Hemberî dagirkeran şer dikin. Di dema we de, ew gelê Kurdên bê hêvî niha hatiye îmanê di nav şerê gel de, cîhê xwe girtiye hemberî dagirkeriyê şer dikin. Ciwanên ku dane dûv şopa we, hatin çiyayê Kurdistanê, nasnavê wan bûn Mahîr. Zarokên nû çêdibin navê wan Mahîr datînin. Niha Mahîrê me pirin. Ew ken û henekên we ez qet ji bîrnakim. Hevalan li cem we tim moral digirtin. Lê mixabin sîxûran nehîştin hûn xizmeta gelê Kurd bikin. Te bi ciwantî ji nav me koçkir. Çûyîna we li me giran hat. Lê ew soza me daye pakrewanan, têkoşîna me berdewam e. Çi dem me Kurdistanek azad ava kir, ew dem ew doza ku we ji bo wê canê xwe feda kir, ew xeyalên we, yê werin cîh. Soza ku me daye pakrewanên Kurdistanê, Azad kirina Kurdistanê ye. Di kesesayetiya Mahîr Can de, hemû pakrewanên meha berfanbarê bi bîrtînin. Pakrewan namirin, ew ê tim di dil û mêjiyê gelê Kurd de bijîn.
Li ser navê hevalên wî yên têkoşînê
Cemşîd Serhed