18’ê Gulanê wekî Roja Şehîdên Şoreşa Kurdistanê hatiye qebûl kirin û hatiye îlan kirin. Meha Gulanê jî wekî Meha Şehîdan hatiye qebûl kirin. Em ev rojên bi wate de di şexsê şehîdê mezin rêheval Heqî Karer de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin.
Di meha Gulanê de pêşengên şoreşa Tirkiyê jî şahadetên xwe yê mezin hene. Di 6’ê Gulanê de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn Înan bi sêdarê hatin şehîd kirin. Cardin di 18’ê Gulanê 1973’yan de pêşengê şoreşa Tirkiyê Îbrahîm Kaypakkaya li Dêrsimê hate girtin û di Zindana Amedê de bi êşkence hat şehîd kirin. Îbrahîm Kaypakkaya bi dirûşmeya ‘serî da lê sir neda’ hate bi bîr anîn. Em bi vê wesileyê şehîdên şoreşa Tirkiyê jî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Seranserî meha Gulanê de hema her rojê wê de şehîdên me hene. Bi esasî tevahî mehan de şehîdên me hene. Gelek mehan de şehîdên wisa pir girîng hene. Meha Gulanê di Kurdistanê de wekî destpêka sezona salayê; erê, ne destpêka biharê ye lê ji ber ku di Gulanê de berf dihêle û tevger çêdibe lewma jî di meha Gulanê de şerên pir mezin çêbûne, berxwedanê pir mezin çêbûne. Ji bo wî jî bi rastî meheke pir bi wate ye, tê de berxwedaniyên pir girîng çêbûne. Gulan meheke wisa ye.
Di 1’ê Gulana 1977’an de li Tirkiyê di roja cejna 1’ê Gulanê de li Taksîmê êrîş li ser karkeran çêbû. Wê demê nêzî nîv mîlyon mirov li wir amade bûn, êrîş li ser wan çêbû. Di ev êrîşê de 34 kes jiyana xwe ji dest da ango şehîd ketin. Heman kesên di ew êrîşê de rol leyistin, hevalê Heqî Karer jî şehîd kirin. Ew komekî kontr gerîla bûn û di aliyê dewletê de hatibûn tevger kirin.
Cardin di 2’yê Gulana 1982’yan de li Qendîlê şahadeta fermandarên hêja rêheval Mehmet Karasungûr û Îbrahîm Bîlgîn çêbû. Dîsa şahadetên fermandarê saha navîn rêheval Azad Sîser, Çekdar Amed, cardin fermandarê Cudî Hemze Emerînê, di heman mehê çêbûn. Her wiha di 9’ê Gulanê de li Rojhilatê Kurdistanê ango li Îranê bi sêdarê rêheval Şîrîn Elemhûlî, Alî Haydariyan, Ferzat Kemanger û Ferhat Wekîlî hatin şehîd kirin.
Cardin hefteyê yekemîn yê Gulanê de ji bo têkoşîna jin şahadetên girîng hene. Li gel hevala Şîrîn Elemhûlî, di 11’ê Gulana 1992’yan de şahadeta rêheval Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) heye. Li Tatwanê dema ku dijmin dora mala hevala Mizgîn tê de digre, ew qebûl nakê ku dîl bikeve destê dijmin lewma jî ji bo şeref û rûmeta xwe ya şoreşgerî bi temanceya xwe bi awayekî fedaî xwe şehîd dixe. Heval Hozan Mizgîn fermandariya eyaleta Garzanê cih digirt. Hevaleke rol û mîsyona xwe hebû û berpirsyara xebatê bajaran bû. Cardin di sala 1974’an serdema ku rejîma Iraqê bi ser gelê Kurd de diçû, şagirtên zanîngeha Baxdadê dixwazin çalakiyekê bikin û teyareyekê birevînin, lê tên girtin. Ew şagirt tên dadgeh kirin lê stûyê xwe xwar nakin. Leyla Qasim û çar hevalê xwe yê xort di 13’ê Gulana 1974’an de bi sêdarê tên şehîd kirin. Wisa Şîrîn Elemhûlî, Hozan Mizgîn, Leyla Qasim di ev mehê de bi şêwazî fedaî an jî bi sêdarê hatine şehîd kirin.
Cardin şahadetê Hewlerê hene. Di sala 1997’an de 14’ê Gulanê de êrîşek mezin destpêkê li ser Zap û Metînayê û tevahî herêmên parastina medya de pêşket. Ev êrîş, bi tifaka PDK û Dewleta Tirk bi rêket. PDK li Hewlêrê çû ser saziyên şoreşê. Wê demê saziyên şoreşê weke çapemenî, rojname, grupa muzîkê, nexwaşxane hebûn; PDK çû ser ev saziyên me û di wir de şer çêbû. Di bin perpirsyariya heval Salih (Hasan Axaç) û heval Hêlîn de hevalan şer kirin, teslîm nebûn û berxwe dan. Nêzî 80’î heval di ev berxwedaniyê de şehîd ketin. PDK bi çek û topan êrîş bi ser hevalên me yên gazî ku li nexweşxaneyê de bûn, hevalan şer kir wisa şer di nava bajêr de çêbû û ev heval şehîd ketin.
Jixwe 18’ê Gulanê de hîn di sala 1976’an de weke mirov bêjê şehîdê me yê yekem dilxwazê grupê heval Fevzî Aslansoy li Enqereyê zanîngeha Hacettepê dixwend, ew di aliyê faşîstan de hate şehîd kirin. Cardin, 19’ê Gulanê roja şahadeta hevalê Xelîl Çavgûn e. Ew pêşengê berxwedana Hîlwanê bû, jixwe berxwedaniya Hîlwan û Sîweregê ji bo bîranîna wî bi rê ket. Di salvegera şahadetê rêheval Haqî de dema afîşê heval Haqî dardixin di wê çarçoveyê de êrîşa dijmin çêbû û heval Xelîl Çawgûn hate şehîd kirin. Saleke piştî wê cardin di 19’ê Gulanê de Mûslûm Baran li Pîrsûsê hate şehîd kirin.
Dîsa di 18’ê Gulanê de li Zindana Amedê şahadeta Çaran çêbû. Li Zindana Amedê di pêşengiya Esat Oktay ku ew êşkencekarekî tê zanîn bû, li wir zilmek pir mezin dihat meşandin, li hemberî wê zilmê di Newrozê de rêheval Mazlum Doxan çalakiya fedaî pêşxistibû, hevalê Ferhat Kurtay jî qowişa tê de tevî sê hevalên din plan dikin ku çalakî bikin. Wisa di 18’ê Gulanê de hevalê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik her çaran xwe li hevudû gerandin û agir berdan canê xwe. Tîner, boyax û tiştên wisa li canê xwe dabûn û wisa agir berdidin bedena xwe. Dema ku hevalên din yên qowişê agahdar dibin û dixwazin agirê wan bitefînin, ew rêheval bang dikin û dibêjin, ‘agir netefînin, geş bikin, ev agira tefandin xiyanet e.’ Dirûşmeyê wisa bang dikin. Bi vî awayî bi rastî 18’ê Gulanê ji bo me bû rojeke pir bi wate. 46 salan beriya vê şahadeta heval Haqî Karer çêbû û 41 salan beriya vê jî şahadeta Ferhat Kurtay û hevalên pê re çêbû. Û wisa ev roj hîn bi wate bû.
Cardin di meha gulanê de hin şahadetên din hene. Di 21’î Gulanê de şahadeta heval Celal Xoce (Ramazan Kaplan) fermandarê eyaleta Garzanê bû heye, cardin şahadete heval Îsmaîl (Xidir Bîngol) tevî 20 hevalan li eyaleta Erziromê heye. 25’ê Gulana 2012’an roja çalakiya mezin a fedaiyên mezin Êrîş û Andok e ku li Kayseriyê ev çalakî kirin. Ew bû çalakiya destpêka qonaxa pêngava 2012’an. Heman rojê beriya wê di dîrokê de di 1987’an de şahadeta hevalê Omerê Zer (Mustafa Omûrcan) tevî 7 hevalan nêzî Bazarcixê çêbû. Ev heval hemû kadroyên hêja bûn. Ji sahaya Serokatî diçûn eyaleta Tolhildanê di rê de şehîd ketin. Di 27’ê Gulanê de şoreşgerê hêja rêheval Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) û hevalên pê re şehîd bûn. Ev windahî ji bo me windahiyeke girîng bû. Hevalê Kasim hevalekî di her milî de gihêştibû û dikaribû roleke mezin bileyîsta. Hevalê me yê wekî Komîteya Navendî ya PKK’ê hevalê Cemşît (Ehmed Kesîp) hevalê Sabrî (Emîn Aslan) di dawiya Gulanê de şehîd bûn. Cardin hevalê Sîpan Amed, Rojbîn Serhed jî şehîdên meha Gulanê ne. Em tevahî şehîdên meha Gulanê, di şexsê wan de jî tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi hûrmet bi bîr tînin. Sozê me dayî wan em careke din dubare dikin.
Şehîd Hêvanê Tevgera PKK’ê ne
Di hûndirê dîrokê de her tevgerê bi wate, teqez şehîdên xwe çêbûne. Ji ber ku her dozê bi wate bê ked û bê şehîd bi rênakevin. Ji bo her tevgerê jî girîngiya şehîdan heye. Lê yê me yê ango yê PKK’ê cuda ye. Ne tenê girîngiya xwe heye, ji bo me di Kurdistanê de şehîd bûye hêvanê avakirina tevgerê û meşandina tevgerê. Ango şehîd bûye her tiştê tevgerê. Çima wisa ye? Mirov dikare du xalên esasî bîne ziman; yê yekem welatê me bi temamî di bin kêra qirkirinê de ye. Welatê me li kêleka tunebûyîne bû lewma jî di vî welatî de jinûve avabûn, fikir û ramanê azadî ne hêsanî bû. Yanî li welatê me ev têkoşîn bi şehîd hatiye meşandin. Şehîd bi şahadeta xwe wekî îspat, qeneat çêkiriye. Destpêke pêşeng, bi meşa xwe, baweriya xwe, bi sekna xwe ve gihiştina mertebeya herî bilind bi şahadeta xwe ve rê vekiriye. Tarîtiya li Kurdistanê heyî bi berxwedaniya şehîdan pêşiya xwe ronî kiriye û wisa meşiyaye. Ango yek, ji ber vê sedemê şehîd di şoreşa Kurdistanê de hîmê esasî ye û pir girîng e. Yê duyem ku hîn zêde û berçave jî, Rêber Apo jiyana xwe weke sê caran ji dayîkbûn digrê dest. Ji dayîkbûna duyem Rêber Apo li ser esasî meşa bîranîna şehîdan destpêdike. Wisa vefa, girêdanî, bîranîn jiyan kirin hîn destpêkê de ji bo Rêber Apo mijarek pir bi wate ye.
Rêber Apo pêşengê şoreşa Tirkiyê Mahîr Çayan nas dike, wê demê Rêber Apo di lêgerê de ye, wate dide axaftina Mahîr Çayan û di gelek aliyan de diecibîne. Lê piştî wê Mahîr Çayan tevî 10 hevalên xwe li Kizilderê tê şehîd kirin. Rêber Apo wê demê li Enqerê Fakulteya Zanistên Siyasî dixwîne, ji bo bîranîna Mahîr Çayan û rêhevalên wî di dibistanê de boykotê tevger dike, pêşengtiya wê dike. Ji bo wê jî tê girtin. Ango dewlet Rêber Apo digrê û dixe zindanê. Li Enqerê Zindana Mamakê de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan nas dike. Piştre ew pêşengên şoreşa Tirkiyê Denîz Gezmîş û her du hevalên xwe li sêdarê tên darvekirin. Rêber Apo di wê zindanê de lêhûrbûn dike û digihêje biryarê. Ango dibêje ku, ‘divê mirov tola ev pêşengên wisa bi cesaret û xwedî sekna bi rûmet li erdê nehêle û di wê rêyê de berdewam bike.’ Rêber Apo li hemberî vê xwe berpirsyar dibîne û dixwazê bîranînê ev şehîdan jiyan kirindin bide. Jixwe wê demê ji zindanê derdikeve hevalekî xwe ji bo ku biçe li wir bimîne navnîşanekê dide Rêber Apo. Ew navnîşan jî adresa heval Haqî Karer û Kemal Pîr e. Esas Rêber Apo tenê ji bo çend rojan diçe wê malê, lê 6 mehan li wir dimîne qet ji mal dernakeve û lêhûrbûn pêş dixe. Tê zanîn lêhûrbûnê xwe destpêke bi ew hevalan re parve dike û wisa xebat destpê dibe.
Serokatî wek serokê komelaya şagirtên zanîngehê ango ADYOD’ê tê hilbijartin. Destpêke dixwazê di tevgera şoreşgerî ya Tirkiyê de kombûnek çêbike û di hûndirê wê de ji bo Kurdistanê grup avabike. Li ser vî esasî kar dide meşandin. Wisa her diçe êdî xebatê grubê pêş dikeve, grup xurt dibe û dawiya sala 1976’an de grup civînekê çêdike di wir de fermî berpirsyarê grubê tê diyar kirin, ew jî Rêber Apo ye û alikarî wî jî hevalê Haqî Karer tê destnîşan kirin. Hevalê Haqî Karer hevalekî ji Behrareş e. Lê piştî ku Serokatî nas dike, doza Kurdistanê nas dike her wiha rewşa gelê Kurd nas dike, pir bi bîryareke mezin beşdarî têkoşînê azadiya Kurdistanê dibe.
Rêxmê hevalekî Tirk bû lê yê destpêke bi Serokatî re hate Kurdistanê û piştre jî li Kurdistanê dest bi xebatê kir hevalê Haqî Karer bû. Gelek taybetmendiyên hevalê Haqî Karer hebûn. Beriya hemû tiştî bi bîryarbûna xwe, cesareta xwe, sekna xwe, mûtevazîbûna xwe û bi hevalbendiya xwe ve mînak bû. Gelek tiştên me yên destpêke wî avakiriye. Mînak, ji bo debera xwe û grubê bike ew û çend hevalê din li Entebê û li Edenê hemalî dikin. Ango bi mûtevazîbûn, bi fedakarî û bi coş û tevlîbûna xwe ve dibe nimûne. Jixwe dijmin jî ji bo wê ew kir hedef. Rêxistinekî ku kontra û dijmin tevger kirî ku ji xwe re digotin ‘em penc perçecî ne’ ango Stêrka Sor wekî komplo li heval Haqî Karer kirin. Ji bo nîqaşê randevû dan wî, ew kişandin xefkê û wisa heval şehîd xistin.
Şahadeta heval Haqî wê demê ji bo grubê pir giran hat. Esas dijmin xwest bi şahadeta hevalê Haqî ve grubê hemû îmha bike, bigre ango tasfiye bike. Wê demê her şoreşgerekî ku şehîd diket hevalên wî ew bi merasîm radikirin. Jixwe ji bo hevalê Haqî jî bi merasîm bê rakirin amadekarî hebû. Ji her derê Kurdistanê dilxwazên grubê li wir kom bûn. Lê plana dijmin jî hebû ku dema merasîm dest pê bike, ew jî êrîş bike û hemû dilxwazan bigre, an jî dema ku dilxwaz berxwebidin li wan bide û wisa grubê di destpêke de tasfiye bike. Esas plan wisa bû. Lê Serokatî tê û dema ji taxê re derbas dibe rewşê fehm dike û merasîmê betal dike. Wisa Serokatî ev plana dijmin li valahî xist. Ew nêzbûna Serokatî ku di bîranînê de girêdayî hîn zêde kûr bû.
Şahadeta hevalê Haqî li ser Serokatî pir bandor çêkir, Serokatî got ‘vayê xwîn jî hat rijandin êdî veger nîn e.’ Ji ber ku heta wê demê grubekî biçûk yê ciwanan bû, wê çiqas bibûyana partî yan nebûyana ne diyar bû, hîn nîqaşê de bû. Rast e, di aqilê Serokatî de hin tişt hebûn lê heta wê demê grubeke biçûk bû û tu belgeyên xwe nîn bû, tenê bi devkî diaxivîn. Ango weke grubeke bîrdozi bûn. Lê piştî şahadeta hevalê Heqî, Rêber Apo ji bo bîranîna wî li Hîlwanê 10 rojan de bernameya PKK’ê nivîsand, amade kir. Mirov dikare bêje ku Serokatî jî wisa destnîşan kiriye. Ji bo bîranîna şehîdê mezin Haqî Karer di grubê de biryarbûna partîbûnê pêş ket û wisa qonaxa partîbûnê ket rojeva grubê. Jixwe sala piştî wê ango di 1978’an de kongra yekem de bîryara partîbûnê hate girtin. Şahadeta hevalê Haqî yek di vî alî de bû bingeh ku partîbûn pêşbikeve, di bîranînê de girêdanbûn pêşxist ev sekn û bîryardariya xurt kir. Ya duyem, ji bo tolrakirina hevalê Haqî grubê fermî dest avêt çek e. Beriya wê jî hevalê Haqî Karer, li hemberî faşîstan hinek çalakî kiribûn. Jixwe hîn di destpêkê de têkoşîna şoreşgerî hebû, hevalê Haqî û hevalê Kemal Pîr di Enqereyê de dihatin nasîn. Ango hêj beriya ku Serokatî nas bikin herdu heval bi çalakvanî û di têkoşîna dijî faşîstan de dihatin naskirin, milîtanên li pêş bûn. Bi cesaret bûn, dizanibûn çek bikarbînin. Lê fermî weke grup, cara yekem ji bo tol rakirina hevalê Haqî grubê dest avêt çekê. Ango mirov dikarê bêje şerê çekdarî di Kurdistanê de ji bo tol rakirina hevalê Haqî Karer destpêke kir û wisa bi rêxistin bû. Bêguman ev bû destpêkek. Wê demê şahadeta hevalê Haqî bi xwe re dû bûyerên girîng pêşxistin; yek partîbûn bû yê duyem jî, çekdarîbûn bû. Destpêkê şerê çekdarî wisa bi rêket. Ji bo wê şahadeta hevalê Haqî pir bi wate bû.
Sala piştî wê hevalê Xelîl Çawgûn hat şehîd kirin. Ev heval ji aliyê kontrayan û feodalên Kurd ve hat şehîd kirin. Ew feodalên Kurd jî li Hîlwanê eşîra Silêmaniyan bû, hevalê Xelîl Çawgûn di pêşengtiya wan de hat şehîd kirin. Şahadeta bû bingehê ku ew pêngava li dijî feodal û hevkarên dijmin berxwedanek û şerek pêş bikeve. Şerê Hîlwanê piştî wê şerê Sîwêregê pêşket; jixwe dûvre jî şer li tevahî Kurdistanê ango cihên weke Batman, Riha û Semsûrê pêşket. Wisa li hemû cihan li dijî feodalan têkoşînek û berxwedanek pêş ket. Ji bo bîranîna hevalê Xelîl Çawgûn ev pêngav hat pêşxistin. Heta piştre bi çalakiya li hemberî serçeteyê di Kurdistanê de herî mezin M. Celal Bucak ve PKK hate îlan kirin. Di wê çalakiyê de ango di sala 1979’an de hevalê Salîh Kendal jî şehîd ket. Şahadet wisa di tevgerê de bû hêvan. Piştî wê çalakiya 14’ê Tîrmehê pêk hat, hevalê Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz gihîştin şahadete. Ew bû bingeh ku di zindanan de pêngav bi rêkeve, berxwedan bilind bibe, kela zilmê di hûndirî zilmê de têk biçe û wisa li hemberî îradeya şoreşgerên Kurdistanê, li hemberî îradeya mîlîtanên Apogerî di zindanê de dijmin têk diçe. Û wisa ev bû bingehê ku Pêngava 15’ê Tebaxê bê birêxistinkirin.
PKK’ê Bi Têkoşîna Şehîdan Weke Guloka Berfê Mezin Bû
Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo bîranîna şehîdan bê jiyan kirin, tola wan li erdê nemîne bi hêrsek mezin di pêşengiya rêheval Mahsum Korkmaz (Egîd) de hat tevger kirin û wisa hate rêxistinkirin. Di tevahî dîroka me de şehîdan roleke hêzbûnê, xurtbûnê lîstine. Şehîd bûne bingehî xurtbûnê, hêrsbûnê û hîn zêde tevlîbûnê. Ango dijmin dixwest ku derbê li hevalan bide. Ji bo çi? Ji bo ku tevgerê lewaz bike, heta dijmin digot ‘em ê bi lêxistine wan tune bikin, tasfiye bikin’ feqet têkiliyê Rêber Apo ya di nava hevalan de pêşxistî û sînerjiya ku şehîdan avakirî ev li valahiyê xist. Destpêke têkiliya di navbera Rêber Apo û rêheval Haqî de cardin girêdaniya hemû hevalan ya bi bîranîna rêheval Haqî ve wisa ew rihê hevaltiya samîmî û girêdanî piştî wê jî bi şahadeta heval Haqî ve ev girêdanî hîn zêde bû. Ango heval bi heval ve girêdayî ye. Lê dema ku hevalek şehîd dibe ew girêdanî hîn zêde kûr dibe, wate qezenc dike û ji bo bîranînê, ji bo tolgirtinê fedakarî dike. Wisa sînerjiyê çêdike. Her şahadet wekî ku dijmin hêvî dikir nebû bingehê lewazbûnê; berovajî, bû hîmê xurtbûne. Wisa PKK’ê di şer de wekî guloka berfê her ku gundor bû mezin bû û heta roja îro hat.
Xurtbûna PKK hinekî bi berxwedaniya şehîdan çêbûye. Her şehîdê ketî ji bo bîranîna wî şehîdî pêngav hatiye tevger kirin, hêrs hîn zêde bûye, tevlîbûn hîn zêde bûye. Di nava hevalan de wisa bûye, di nava civaka Kurd de jî wisa bûye. Mînak ji gundekî hevalek şehîd ketiye; tu mêze dikî ji wî gundî 4-5 kes hatine tevlîbûne, dîsa tu mêze dikî ji wê malê hevalek jin yan jî hevalek xort ji bo çeka xwûşka xwe yan jî çeka birayê xwe rabike hatiye tevlî bûye. Wisa di civaka Kurd de jî rolek pêk hat û di nava hevalan de jî ji bo rihê hevaltî girêdaniya hevaltî bi şahadetê re hîn kurttir bû, girêdaniya şahadetê bi xwe re cesaret afirand. Ev cesaretê bi xwe re Zîlanbûn pêş xist, fedaîbûn pêş xist, cesaret ava kir, îradeyek mezin çêkir, îradeyek nekeftî avakir. Yanî her hevalî got ‘em di xeta şehîdan ve girêdayîne wê demê çi xema me heye, rêhevalên me şehîd ketine, em ji wan ne çêtir in divê ku em tola wan rabikin.’ Bi ev hestan cesaretê xwe hîn geştir kirin, wisa bûn xwedan îrade û xwedan cesaretek mezin. Sekna li ser xeta şehîdan cesaret avakir, îrade avakir, sekneke pir bi bîryar avakir. Ev di serî de bi Serokatî re pêşket. Yanî her şehîd çêbû sekna Serokatî kuraniya Serokatî û meşandina dozê de bîryarbûna Serokatî hêrs û enerjiya wî hîn zêde bûye. Enerjiya Serokatî pir bi şiklekî awarte ye, ne ji rêze ye. Wisa him di aliyê lêhûrbûn û fikir de him roj û şev meşandina pratîkê de diyar e. Ji ber ku li gel Serokatî roj û şev tune bû, westanbûn tune bû, enerjiyek pir mezin hebû. Her wiha di aliyê lêhûrbûn de afirinêriya bîrdozî, afirinêriya ilmî ya felsefîk, ya dîrokî dîsa di şerê çekdarî de afirinêriya pêş xistî ne tiştekî ji rêze bû. Bingehê vê seknê hemû de şehîd hebûn. Ji ber ku Serokatî xwe wekî berdevkê şehîdan girt dest. Di doza şehîd meşandinê de pir bi hêrs û enerjiyek mezin wisa bê hidûd têkoşîn meşand. Serokatî ev têkoşîna weke me gotî hîn di 1972’yan de bi rêxist.
Xwestin li Îmraliyê Bi Serokatî Gav Paş de Bidin Avêtin
Niha bi şiklê fermî têkoşîn 50 salî ye; ev 50 salî Serokatî 25 salan li derve têkoşîn meşand, 25 sal in jî di zindanê de tena xwe di hucreyê de ye ku 11 sal Serokatî tena serê xwe bû. Piştre çend heval çûn giravê, lê cardin jî piranî Serokatî tena xwe dimîne. Li hemberî ew êşkenceya psîkolojîk ya tenê hiştinê, Serokatî daîmî lêhûrbûn pêşxist. Ew sîstema Îmraliyê ji bo Rêber Apo teslîm bibe hatiye damezrandin, bi esasî ji bo ku Serokatî aqilê xwe winda bike, nikaribe bifikire wisa têkeve psîkolojiyek cuda tê de zeîfî çêbibe, şaşiyan bike hatiye damezrandin. Hêzên hegomonîk ên navnetevî li ser ev pergala Îmraliyê fikirîne û wisa dîzayn kirine. Ango dibêjin ku ‘em çawa bikin ku ev kes aqilê xwe winda bike, nikaribe bifikire hîngî sax e lazim e ji rêya xwe derkeve ji bo ku şopdarî wî jî ji wê rê derbikevin.’ Pergala Îmraliyê ji bo vê hatiye avakirin. Yanî xwestin di wir de însan têxin qefesê û gav paş de bidin avêtin. Lê mêze bikin, Serokatî di nava wê pergalê de çi avakir. Ji derve bêhtir xebat meşand û di warê fikir û raman afirinêrî avakir. Serokatî bi xwe jî got rafinê ye. Yanî êdî asta herî bilind e. Jixwe pirtûkên Serokatî di wir de nivîsandî hemû li ber çavê me ne. Ew lêhûrbûnê felsefî, dîrokî, civakî û yê ilmî îro bala hemû dinyayê dikşîne. Profesorên gelek zanîngehan dibêjin ‘dema ku em fikir û ramanê Abdullah Ocalan dixwînin, em pê dihisin ku em jî hêdî hêdî dibin şagirtên wî, dibin dilxwazê wî’. Yanî Kurdekî ji axa Kurdistanê derketî ev fikira pê re çêbûye, dûvre dijminan ew girtiye û xistiye nava pergaleke bi êşkence adeta weke ceheneme ji bo ku aqlê xwe winda bike ew li wir tenê girtine, lê Serokatî di wir de fikrê li wir avakirî îro li Latîn Emerîka, li Emerîka, li Ewrûpa di zanîngehê herî mezin de mamosteyên zanîngehan ev fikrê balkêş dibinin, beşdarî dibin û dibêjin ‘em jî dibin şagirtên ev fikir û ramanê.’ Ev ne tiştekî ji rêze ye. Wê demê Rêber Apo ev hêz û kanî ji kur girtiye? Bêguman ji kuraniya dîroka Kurdistan ji çanda Neolîtîk de bigir heta roja îro dewlemendiya çanda dîroka Mezopotamya kokê xwe digrê. Her wiha rojane ji girêdaniya xwe ya bi gelê xwe, bi mirovatî, hemû kedkaran û bi rêhevaltî ev hêz û enerjiyê digre. Ev tiştek pir girîng e. Ji bo wê niha girêdaniya şehîdan û girêdaniya Rêber Apo bi qadroyên vê tevgerê ve hêz û cewherek bê hidûd avadike. Her mîlîtanê xwe di xeta Serokatî de û di xeta şehîdan de bê tereddût kûr kirî û pê de girêdayî jê hêzeke mezin girtiye. Hêza girtî bi rastî hêzeke pir mezin e, îradebûnek pir xurt e.
Me ev herî dawî di berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna de dît. Îradeya di berxwedaniya ev 2 salên dawî de çêbûyî îradeya di şexsê Zîlanan de ku herî dawî di şexsê rêheval Sara û Rûken de raber bûyî ev îradeyê bi mehan heta bi salan li hemberî dijmin bi bîryardariyek mezin bi eşqeke mezin berxwedanî da meşandin. Wisa ev hêz kaniya xwe heye, lewma ev berxwedaniya wisa bi şiklekî awarte tê meşandin e.
Rêhevaliya Rasteqîn ya Jin û Zilam Berxwedanî Gîhand Ber Bi Zaferê
Jina kurd berê di civaka Kurd de qet weke hêzeke leşkerî nedihat dîtin. Rast e, di aliyê aşitî, avakirina jiyanê û pêşxistina jiyanê de di civaka Kurd de rol û mîsyonek jin her hebû, lê weke ku tê zanîn di pêşxistina şer de pergala feodal jin pir dabû paş. Rêxmê ku jin di serdema dayîksalarî de cardin di serdema Neolîtîk de di civakê de roleke xwe ya pêşengtiyê hebû jî lê feodalîzm û hişmendiya zilamê serdest jin kir kole. Çawa ku li ser erdê serdestiya zilam koletiya jin pêşxist, di şexsê jin de mirovatî xist. Bêguman li Kurdistanê ev hîn zêde pêkhat. Lê ronahiya bi fikir û ramanê Rêber Apo ve hat çêkirin, hêza ku jin girtî û derketina jin li Kurdistanê di têkoşîna şoreşgerî de rol û mîsyona lîstî herî dawî me di berxwedaniya ev du salên dawî yê tunêlan û tîmên erazî de jî dît ku çawa hêzeke bê sînor hatiye avakirin e. Ji aliyê jin de jî di aliyê zilam de jî ev hêz û îradeya Apogerî cardin derket holê.
Rûhê Berxwedaniyê Çavkaniya xwe Ji Sekna Rêbertî û Şehîdên Qehreman Digre
Di berxwedaniya sala 2021’an de di şexsê Şoreş Beytûşebaban, Hêjaran, Rêberan, Serhat Giraviyan, Botan û Zinarînan, Cumalî û Çavreyan de ev rastî hate dîtin. Di berxwedaniya 2022’yan de vê hîn zêde reng veda. Him di aliyê teqtîkê de bîr û bawerî hîn zêde hate xurtkirin û him jî di Rojava û Rojhilatî Zapê de berxwedaneke ku di dîroka me de qet û qet di vî astî de pêşneketî hate afirandin. Di berxwedana îradebûna Apogerî de zîrve hate çêkirin. Di şexsê rêheval Mizgîn Ronahiyan de, Nurî Yektayan de, Berfînan de, Rojdayan de, Bager û Avzeman de, Helbest Koçerîn û Fedaî Kobaniyan de cardin di şexsê rêheval Delîl Zagros, Nalîn û Gûvenan de Mahîr Mazlum û Ronahî Devrîman de rêheval Roza û Hekîman de pir eşkere hat ber çav. Berxwedaniya çêbûyî îradebûna derketî holê bi rastî bêhempa ye. Rûhekî pir bilind e. Ev rûh kaniya xwe ev heqîqeta şehîdan û heqîqeta Serokatiya pêkhatî digre. Serokatî di Kurdistanê de bi berxwedanî avabûye, bi berxwedaniya şehîdan bi keda Rêber Apo bi xwe serokbûnî wisa di hûndirî berxwedanê de pêk hatî, bûye hêz û îrade. Her mîlîtanê ji ev îrade û ji ev kaniyê sudwerdigre ew jî wê bibe hêz û îrade. Jixwe pratîkê de jî wisa ye.
Mirov dikare weke temsîla berxwedaniya sala 2023’an ya Zapê rêheval Viyan Ozgur destnîşan bike ku nû hate îlankirin. Ew temsîla berxwedaniya Zapê ya herî dawi ye. Hevaleke ciwan bû û di seranserî qonaxê berxwedaniya rojavayê Zapê ji salekê zêdetir di nava berxwedaniyê de cih girt, roleke girîng leyîst û rêheval Viyan wisa gihişt şahadetê. Ew temsîla zîrveya berxwedana Zapê ye. Şehîda Zapê ya herî dawî ye.
Cardin têkoşîna di Bakurê Kurdistanê de dawiyê sala 2022’yan û destpêka sala 2023’yan de li Cudî di şexsê rêheval Harûnan de, li Besta di şexsê rêheval Rojbînan de, li Gabarê di şexsê rêheval Evrîm û Hogiran de, li Mêrdînê di şexsê Canşêran de, li Serhedê di şexsê Hêjaran de, li Dêrsîmê di şexsê rêheval Yaşaran de berxwedaniya hatî meşandin berxwedanên dîrokî ne. Berxwedaniya li Dêrsîmê rêheval Yaşar, Arjîn û Saryayan di ew sermayê de di ew şert û mercên zivistanê yê zehmet de meşandî, berxwedanek dîrokî ye. Jixwe heval Yaşar not jî nivîsandiye, bi xwe şer dike dawiyê de bi çalakiya fedaî xwe şehîd dixe. Ew hemû destan in. Cardin herî dawî li Amedê şahadeta hevalê Bawer û Dilgeş çêbû. Dijmin ji bo hilbijartinê xwest encam bigre û li Bakurê Kurdistanê êrîş pêşxistin; li Bagokê êrîş pêşxist 8 rojan operasyon kir di wî şerî de heval Bahoz şehîd ket, lê dijmin jî 8 windahî dan. Operasyona dijmin bi gîştî têk çû. Herî dawî li Besta dijmin wisa êrîş pêşxist, bi xwe îtîraf kir ku 5 kuştiyên xwe hene, li gorî em dizanin di wî şerî de 2 şehîdên me yê qehreman hene.
Him ev şehîdên dawî him jî şehîdên herî dawî hatî îlan kirin heval Gûlçiya Gabar, Dilxwaz Gabar em tevahî şehîdên salê bi rêzdarî û hûrmet bi bîr tînin. Soza me dayî wan em cardin dubare dikin. Ev şehîd hemû şehîdên zîrvê ne. Berxwedana 2022’yan berdewamiya wê berxwedaniya bihara 2023’yan û heta îro herî dawî berxwedaniya Besta zîrveyek e. Çawa derbê li dijmin xist û raber kir ku Besta ne cihekî bê xwedî ye û her ku dijmin bixwazê nikarê têkeve û tê de tevbigere. Ev sekna hevalan pir bi wate ye. Em ew qehremanan silav dikin.
Ev raber dike ku em şopdariya şehîdên qehreman de di xeta Rêber Apo de çiqasî xwe kûr bikin em ê ewqas bi hêz û bi îrade bin. Li hemberî dijmin bibin hêzeke nekeftî. Di ev çarçoveyê de divê ku em xwe berçav re derbas bikin. Em bi fikir û ramanên Rêber Apo bi ked û qehremaniya şehîdên qehreman xwe di ber çavan re derbas bikin. Ango li hemberî ev fedakarî, qehremanî û ev cesaretê şehîdan dîsa li hemberî fedakarî û berxwedaniya Rêber Apo ya 25 sal in ku li hemberî êşkenceya psîkolojîk berxwe dide û afirinêrî pêşdixe, ked avadike li hemberî ev heqîqeta mezin em weke kadro û dilxwazên vê tevgerê xwe di ber çavan re derbas bikin, di rûh de paqîjî çêbikin, di xwe de zelalbûnê pêş bixin. Divê ku em roja şehîdan roja pîroz ji bo xwe bikin roja muhasebê, roja xwe li ber çavan re derbas kirinê. Divê em li ser xeta şehîdan û xeta Rêber Apo de kuranî çêbikin, em têkiliyê navbera xwe û şehîdan, têkiliya navbera xwe û Rêber Apo xurt bikin û xwe li hemberî wan berpirsyar bibînin. Belkû her heval hema nikaribe çar çar tevlîbibe, lê çawa ku Serokatî hîn di 1972’yan de li hemberî ew şoreşgerî hêja yê ciwan ku Tirkiyê de şehîd ketin xwe berpisyar dît û wisa ket rê, piştre jî şehîdên dozê çêbû got ‘êdî veger nîne’ li hemberî şehîd xwe berpirsyar dît û bîranîna şehîd bernameya PKK nivîsand, pêwîst e hemû kadro û dilxwazên tevgerê bi heman berpirsyarê tevbigerin û li hemberê rastiya şehîdan ji dil û samîmî nêz bibin.
Bêguman ev lêhûrbûnek e. Rêber Apo niha di zindanê de li hemberî ew êrîşê dijmin yê her cureyî wekî carne hinek heval dikin ne ku xwe bixeyîdîne, xwe teng bike bide koşeyekî û bertek bide, nêzdibe. Na! Di xwe de kuranî çêdike. Yanî li hemberî ew êş û qehra şahadeta heval Haqî, Rêber Apo lêhûrbûna herî bilind çêdike, bernameya partiyê dinivîsîne û heta niha em li ser wê bernameyê dimeşin. Her xalên vê bernameyê pir hêja ye û heqîqetekê tîne ziman. Erê, belkû roja îro hinek tişt tê de hatine guhartin weke hatiye roje kirin, lê cewher eyni ye navarok eyni ye, ne tiştekî ji rêze ye. Ev tê wateya ku lêhûrbûneke pir kûr çêbûye, vayê 46 sal in tiştên hatî nivîsandin roja îro jî derbasdar e. Jixwe Rêber Apo ev cewhera hemû di pirtûkê xwe de anî ziman e ew pirtûkê wî îro bi zimanê cur be cur hatine weşandin e, zanistên cihanê yê tên nasîn dixwînin balkêş dibînin û ji bo mirovatî tê de hêviyê dibînin. Fikrê Rêber Apo li hemberî moderniteya kapîtalîst rêya çareseriyê dibînin. Yanî ev tê wateya ku li hemberî êrîşên dijmin Rêber Apo jî lêhûrbûn kûr kiriye, ne ku xwe teng kiriye û xebat sekinandiye. Na! Lêhûrbûnê xwe de bêhtir kûranî çêkiriye, gihîştiye cewhera heqîqetê. Ango li pey heqîqetê ketiye. Ji ber ku şehîd li ser heqîqetê şehîd bûne û heqîqetê tînin ziman. Ji bo wê jî Rêbertî hîn zêde li ser heqîqetê kûranî çêkir, wisa şahadetê bi watedar dike û meşê hîn watedar dike. Divê ku em jî ev sekna Rêbertî ji xwe re mînak bigrin, em jî kuranî çêbikin, li hemberî heqîqeta şehîdan ne teng bibin em hîn zêde kuranî çêbikin. Wisa em ê biçin encamê û em ê biçin serkeftinê. Ji ber ku şehîd kaniya hêze ye, şehîd paşeroja me ye, pêşeroja me ye. Ev rast e, heman demê şehîd rêya zaferê ye, rêya serkeftinê ye. Ji bo wê em dibêjin şehîd namirin. Ji ber ku şehîd nemir in. Çima? Ji ber ku şehîd bo me dibin hêz, dibin îrade, dibin hêviya serkeftinê ya zaferê. Ji bo wê nemir in. Ser vî esasî em çiqasî xwe kûr bikin em ê ewqasî karibin dozê û şehîdan temsîl bikin. Li ser rêya Rêbertî û li ser rêya şehîdên qehreman ev doza pîroz bigîhînin zaferê, bigîhînin serkeftinê.
Mûrad Karayilan