Kevana zêrîn, welatên navbera herdû çeman, herema bi bereket, welatê Rojê. Ev herêm di dîroka kevnar de bi van navan dihat nasîn. Lê mixabin piştî hêzên rojavayî ango Ewropayi derket ser dika dîrokê, şaristaniya Mezopotamya û Kurdistanê ji xwe re dizîn. Piştî ku xwe weke navenda şaristaniyê dan nasîn, êdî mafê xwe dîtin ku her derê li gorî xwe pênase bikin. Piştî xwe weke navend bi nav kirin êdî nexşiya cîhanê li gorî xwe binav kirin. Weke; rojhilata dûr, rojhilata nêz, rojhilata navîn, başûr û bakur binav kirin. Gihişte wê astê ku demjimêra cîhanê jî li gorî Gerînêtşê (Brîtanyayê) hat diyarkirin. Vê pergalê her tişt li gorî xwe da nasîn. Pêşverû-paşverû, jor-jêr, baş-xirab, xwe kirin navenda her tiştî. Tevahî pirsgirêk û çareserî li gorî xwe diyar kirin. Mixabin em jî gelek pênaseyên wan bikar tînin, weke ku ew nûnertiya rastiyê dikin, gelek tişt li gorî wê tê sazûmankirin, têgeh, nav şîrove û şêwaz.
Divê her tişt ji nû ve bê nirxandin. Ger em bixwazin rastiyê bizanin û li gorî wê bijîn, wê demê pêwîste em her tiştî ji nû ve binirxînin. Ew tiştên fêrî me kirine derbas bikin. Yan jî ne gengaze ku em bigihên rastiyê. Mixabin niha pergalek a desthilatdar ku xwe li ser her aliyê jiyanê ferz dike heye. Wisa kiriye ku tevahî hest, raman û ajoyên tevahî zindiyan, heta tevahî xweza li gorî wê tê bi rê ve birin. Weke me gotî, êdî binavkirina vê herêmê weke Rojhilata Navîn jî cihê lêkolîn û lêvegerê ye. Lê her çendî em weke Rojhilata Navîn pênase bikin û wiha bipejirînin jî, divê em hertim hişyar bin ku nekevin bin bandora nêrînên Oryantalîst. Em hewl bidin li gorî rastiya vê herêmê nêzî mijarê bibin. Tiştek pir bi êş e dema em dibînin dayîk û dergûşa mirovahiyê, navenda şaristaniyê ketiye çi rewşê. Ku dema bixwaze xwe pênase bike, li çareseriya pirsgirêkên xwe bigere, yan jî bixwaze xwe û dîroka xwe şîrove bike, bi çav û hişê Rojavayî xwe dinirxîne. Evqas ji rastiya xwe dûrketin û jiyîn tê wateya ku êş û pirsgirêkên mezin di hindirê xwe de dihewîne. Ji ber wê jî pirsgirêkên Rojhilata Navîn hertim berdewam in. Her ku diçe kûr û mezin dibin, nayên çareserkirin.
Xwediyên nêrînên xwe dispêrin Rojava, hertim dixwazin bêjin Rojhilata Navîn paşketiye. Herêmeke hertim aloz e. Gelên wê parçe ne û li hev nakin, paşketî ne. Xwediyên wê hişmendiyê hertim xwe weke pîvana pêşketinê diyar dikin. Xwe li ser berdewamkirina pirsgirêk û parçebûna Rojhilata Navîn didin jiyîn.
Reh û çanda Rojhilata Navîn kevnar e. Xwe berdide kûrahiya dîrokê, jiyana xwezayî, şoreşa çandiniyê, nîştecihbûna yekemîn, gundê yekemîn, bajarê yekemîn, çanda xwedawenda dayîk, tevahî zanist û derfetên jiyanê ji vê herêmê derketine. Ev herêma ku navenda şaristaniyê bû weke herêma xwedî pirsgirêk û paşketî didin nasîn. Mixabin ev nêzîkatî gihişte astekî ku herkesî ji vê derewê bawer kir. Ji rastî û kokên Rojhilata Navîn dûr ketin. Dema lêgerîna rastiyê jî çêdibû li gorî hişmendiya oryantalîst pêk dihat.
PKK bû bingeha têkoşîna hevpar a gelan
Di pêvajoya destpêkê ya derketina Rêber Apo û damezrandina PKK’ê de, armanca bingehîn a tevgerê ew bû ku pirsgirêka netewî ya Kurd û Kurdistanê li ser bingehê ramana sosyalîzmê çareser bikin. Wê demê girîngî didan avakirina dewletek bi navê Kurdistanê. Dixwestin di hindirê Kurdistanê de desthilatekî ava bikin. Lê tevger hertim bi nêzîkatiya xwe ya mirovahî û enternasyonalîst dihat nasîn. Şoreşger û têkoşerên ji netewên din di nava xwe de dihewand. Ji ber ku bawer dikirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bibe çareserkirina pirsgirêka Tirk û Ereban. Yanî ger pirsgirêka Kurd çareser bibe, dê dewletên din jî bibin sosyalîst û demokrat. Ramanên Marks û Lenîn ji bo çareseriya pirsgirêkan û ji bo gel çarenûsa xwe diyar bikin, bi vî awayî dihatin ziman. Li ser vê bingehê şoreşgerên mezin bê dudilî beşdarî tevgera PKK’ê bûn. Ji bo serkeftinê bi lehengî ber xwe dan, xwe feda kirin. Ev berxwedana têkoşeran ji hevgirtin û têkoşîna hevbeş a gelan re bû bingeh.
Tê zanîn ku ev herêm bi ol, çand û baweriyên xwe dewlemend e. Ol û bawerî nûnertiya serhildanên nûjen ên li hemberî Nemrûd û zaliman dikin. Terîqet û mezhebên ku derketin bûn nîşaneya dewlemendiyên raman û hişmendiyek pêşketî. Bûn nîşaneya ku civakên cuda yên vê herêmê dikarin bi hev re bijîn. Çawa ku baxek gulan ji rengekî tenê pêk nayê, mezheb û olên Rojhilata Navîn jî vê yekê diyar dikin. Ew pir rengî dibe hêz û faktora bingehîn a demokrasiya Rojhilata Navîn. Rêber Apo van cudahiyan weke dewlemendî û bingeha modernîteya demokratîk binav dike û dibêje, yekrengî faşîzmê diafirîne. Pirrengî jî demokrasiyê zindî dike û pêş dixe. Çand û zanistên vê herêmê, ziman û netewên kevnar, tevahî nîşane û şahidên resenî û dewletemdiya civak û gelê herêmê ne. Lê her tişt hate berovajîkirin. Li şûna ku pirzimanî felsefe, zanist û bîreweriyê pêş bixe, ev pirzimanî kirin sedema şer û pevçûnan. Li şûna ku bawerî bibe çavkaniya coş û afrêneriyê, ew kirin çavkaniya pirsgirêkan û xetimandina hişmendî û zanistê. Dogmatîzm xistin şûna herikîna fikir. Bi hezaran salbûn civak û baweriyên cuda yên li herêmê bi hev re jiyan dikirin. Ev gel anîn wê rewşê ku hertim li dijî hev şer bikin. Pirsgirêkên bicûk ên beriya hezar salî di navbera bawermendên heman olî de hebûn, rojane zindî kirin. Birînên kevin nû kirin. Her wiha di nava netewekî, civakekê, eşîrekî, malbatekî de parçebûn çêkirin û pirsgirêk ava kirin. Heta gihişt wê astê ku di nava kesayetekê de jî gelek nakokî dane çêkirin. Êdî kesayeta mirovên Rojhilata Navîn hat parçekirin. Pergala hegemon a cîhanî hertim hewl da ku pirsgirêkên herêmê kûr bike û aloziyê berdewam bike.
Ji bo tunekirina gelê Kurd bêbextiya netewî xistin nava Kurdan. Rêber Apo kirin armanca vê xiyanetê. Bi komployên herêmî û navnetewî Rêber Apo girtin û xistin Girava Îmraliyê. Rêber Apo ji bo valaderxistina vê bêbextiyê kete nava lêhûrbûnek dîrokî. Di encamê de gihişt wê astê ku li ser mîrateya têkoşîn û berxwedanê paradîgmaya xwe ya nû pêş bixe. Dît ku bi texlîtkirin pergala heyî û bûyîna dewletê ti pirsgirêk nayê çareserkirin. Rêber Apo dît ku çareseriya pirsgirêka Kurd çiqas bi çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, ewqas jî çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ew jî bi çareseriya pirsgirêka jin ve girêdayî ne. Mijara herî berbiçav ew e ku gelên herêmê bi hezaran salan bi hev re jiyan e. Tevahî xwedî dîrokek hevbeş in, xwedî heman êş, birîn û dermanî ne.
Rêber Apo dît pergala modernîteya kapîtalîst ji bo ser bikeve û polîtîkaya xwe ya parçekirin û çewisandinê bixe nava Rojhilata Navîn, modela netewdewlet bikar aniye. Bi vê modelê parçebûn hatiye kûrkirin û desthilatdariya kariye xwe bidomîne.
Bi modela netewdewlet alozî kûrtir kirin
Ev modela netewdewletê li Rojhilata Navîn bi navê çend dewletan hatiye avakirin, bi destê wan dewletan herêmê parçe dikin. Ev dewlet li ser navê hinek gelên herêmê hate pênaskirin. Lê ew bi xwe civakê îfade nake. Mînak, çend dewlet bi navê Ereban hatin damezrandin, lê di rastiyê de ew nûnertiya gelê Ereb nakin. Ew nûnertiya desthilatdariyê dikin û bi navê Ereban temenê desthilata xwe dirêj dikin. Her wiha ji bo pirsgirêk û alozî kûr bibin, hinek dewlet bi navê ol, hinek jî bi navê netewan hatin damezrandin. Li kêleka wê hinek gel di komkujiyê re derbas kirin. Gelek nasname û gelên cuda li ser vê xakê jiyan dikirin û heta niha jî jiyan dikin. Lê polîtîkayên înkarkirina van nasnameyan dibe sedema berdewamkirina şer. Pirsgirêka Cihû-Xiristiyan-Misilman, Ereb-Êzîdî-Emazîg, Kurd-Tirk-Tirkmen, Faris-Belûc-Azerî, Dûrzî-Ermen-Asûrî-Siryanî û hwd. Li şûna ku baxçeyê gelan dewlemend bibe, bihêz û xweşik bibe, ev pergal pirsgirêkan zêde dike. Ev cudahiyan dikin sedemê nakokiyan. Ev yek ji sedema çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Ji bo wê jî Rêber Apo ji gelê Rojhilat Navîn dixwest ku vegerin rastiya xwe. Li şûna parçebûnê yekîtiya xwe çêbikin. Li şûna netewdewletê pergala rêveberiyên demokratîk esas bigirin. Rêber Apo got, ji bo Rojhilata Navîn azad û aram be, pêwîste desthilatdariya li ser civakê were hilweşandin. Ew jî bi azadiya jinê ve girêdayî ye û pêwîste gelên herêmê nêzî hev bin û ne gengaze netewdewlet hebûna xwe bidomîne. Ji ber vê sedemê Rêber Apo hertim girîngî da yekrêzî û hevgirtina gelan. Rêber Apo ji salên 1980’an ve têkiliyên xwe bi tevgerên Filîstinê re pêş xist, li Libnan û Sûriyê giranî da yekîtiya bi gelê Ereb re. Her kesî dizanibû ku Rêber Apo rêberê tevgerekî ye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê dikoşe. Heman demê de dîtin ku ew nabe xwedî nêzîkatiyên netewperest ên teng û paşverû. Ji destpêka têkoşînê heta guherîna paradîgmayê jî, Rêber Apo hertim girîngî da nasnameya gelên resen ên li Rojhilata Navîn. Nasnameya Rojhilata Navîn di reseniya van gelan de dît û biryar da ku ev gel werin parastin.
Sedemê komploya navnetewî ew bû ku Rêbertiyê tu carî ev pergala li dijî dîroka Rojhilata Navîn nepejirand. Rêbertiyê berovajî desthilatdariyê girîngî dida civakê. Ji bo gelê Filistînê û çareseriya doza Filistînê pêşniyar û nirxandinên Rêber Apo hebûn. Heman demê de rastiya gelê Cihû jî dinirxand. Rêber Apo nêzîkatiyên înkar û tinekirinê red dike û dibêje israra tunekirina hev nabe çareserî. Pêwîste ku herdû gel hevdû bipejirînin û di nava pergalek federal a demokratîk de bi hev re bijîn. Rêber Apo dibêje, eger Cihû pirsgirêka xwe û ya Filistînê çareser bikin, ewê bikaribin bingehekî ji demokratîkirina Rojhilata Navîn re daynin. Gelek hêz û dewlet xwe li ser pirsgirêkên Filistîn û Israîlê didin jiyîn. Doza wan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, ji ber wê pir girînge ku herdû gel li ser rastiya gelên Rojhilata Navîn û civakên wê çareseriyek guncaw hilbijêrin. Nebin amûrên dirêjkirina şerê sedan salan. Her wiha Rêber Apo gelek nirxandin li ser komkujiyên bi serê gelê Ermenî anîne kirin. Ev komkujî hîn jî bi awayek zirav didomin. Rêber Apo diyar kir ku pêwîste polîtîkayên qirkirina Ermeniyan bên rawestandin. Heman demê de dîroka gelê Asûrî û Sûriyan nirxand û ew weke beşek sereke yê dîroka herêmê pênase kir. Her çendî Împaratotiya Asûr bi tundiya xwe dihat nasîn, lê Rêber Apo gelê Asûr jî weke qurbanê hikumdarên Asûr pênase kir. Dema qala dîroka Împaratoriya Medan dikir, teqez dikir ku Medya nûneriya federasyona eşîr û qebîleyên herêmê dikir. Medya weke yekgirtina gelên herêmê bû û li dijî desthilatên Asûr sekinî.
Gelê Ereb rêhevaltiya Rêber Apo kirin
Hebûn û dîroka gelê Ereb hertim yek ji mijarên sereke yên di rojeva Rêber Apo de bûn. Baweriya Rêber Apo bi yekîtî û hevgirtina gelên Kurd û Ereb hebû. Ji ber vê sedemê nêzîkatiya gelên din ji gelê Kurd re pir cuda didît. Li gel ku Rêber Apo rêberek Kurd e, rêberê partiyek Kurd e û têkoşîna Kurdistanê dike, tu car nêzîkatiyek nîjadperestî nîşan neda. Gelên din fikr û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe weke xeterî nedîtin. Tê bîra min raperînên partiyên Kurd ên beriya PKK’ê, sînorên netewperestiyê derbas nedikirin. Lewma gelên din li kêleka rejîm û desthilatan disekinîn û dijberiya tevgerên Kurd dikirin. Lê nêzîkatiya Rêbertiyê cuda ye. Eger em şehîd Heqî Karer bînin bîra xwe wê cewherê gotina min bê fêmkirin. Rêber Apo ji Heqî Karer re digot ruhê min ê veşartî. Şehîd Heqî ne Kurd bû, ew şoreşger û hevalek Tirk bû. Lê di rastiya Rêbertiyê de şoreşa demokratîk, şoreşa azadiyê û sosyalîzmê dît. Bi vî awayî bi Rêbertiyê re bû yek. Dît ku Rêber Apo yanî PKK nûnertiya şoreşa azadî û demokrasiyê dike û ji tevahî gelan re têdikoşe.
Kesayet û şoreşgerên Ereb jî heman nêzîkatî nîşan dan. Mînaka wê ya berbiçav, dema Rêbertî bi gelê Filistînê re kete nava peywendiyê, wan di Rêbertiyê de hêzek çareseriya demokratîk dît û pêre bûn alîkar. Ez bi xwe bûm şahidê vê. Pir kesên Libnanî, taybet ên Rêbertî dîtibûn hêvî û heskirinên xwe ji bo wi tanîn ziman. Mirov dikare bêje Rêbertiyê sînorên netewekî derbas kiriye, her kesê ku Rêbertî nas dikir hêvî û çareseriya pirsgirêkên xwe di Rêbertiyê de didîtin. Ji ber vê sedemê hîna salên destpêkê yên tevgerê bûn, PKK hîna paradîgmaya netewdewlet diparast, tevî ku daxwaza wê Kurdistaneke azad û serbixwe bû, lê dîsa jî şoreşger û têkoşerên ji gelên cuda beşdarî tevgerê dibûn. Dixwestin bibin rêhevalên Rêber Apo. Şehîd Ezîz Ereb yê ji Mêremîna Helebê bû yek ji van mînakên berbiçav bû. Hêvî û baweriya xwe bi Rêber Apo dianî û digot: “Ji ber baweriya min bi doza sosyalîzmê û pêşengtiya şoreşa Kurdistanê hat, ez beşdarî partî û şoreşa Kurdistanê bûm.
Weke hevala Rojbîn Ereb ku bi eslê xwe Ereb bû û li Îskenderonê mezin bibû. Wê hevalê di 17’ê Mijdra 1998’an de li Geverê bi diruşma “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” de çalakiya fedayî pêk anî û gihişt şehadetê.
Hevalek jî heval Mazlûm bû. Bi eslê xwe ji Humsê bû. Ciwanek rewşenbîr û zana bû. Piştî Rêbertî nas kir dest ji Partiya Komînîst a Sûrî berda û beşdarî PKK’ê bû. Bi salan li serê çiyayên Kurdistanê tê koşiya û gihişte asta şehadetê.
Rastiya fikrê Rêbertiyê di Şoreşa Rojava de şênber bû
Mirov dikare rastiya Rêbertiyê di çend mînakan de bîne ziman. Rêbertiyê di kesayeta Kurd de şoreşa hişmendiyê çêkir. Vê guhertin derdor bandor kir, weke me gotî Rêbertiyê sînorên netewekî derbas kiriye. Rêber Apo bû kesek gerdûnî, bi fikir û ramanên xwe ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û gerdûnê re çareserî pêşkêş kir. Her çendî nêrînên Rêbertiyê piştî sala 2000’an bi awayekî teorî di parêznameyên Wî de derketin holê, lê pratîka fikrê Wî di Şoreşa Rojava de şênber bû. Taybet piştî 2010’an dema li herêmê Bihara Ereban destpê kir, her kesî xwest vê pêvajoyê ji xwe re veguherîne derfetekî. Her kesî xwest desthilatê bidest bixe, nasnameya netewa xwe serwer bike. Wê demê hinek aliyên di nava Kurdan de jî dixwestin nêzîkatiyên netewperest pêş bixin, desthilatdariya Kurd ava bikin. Lê Rêber Apo teqez kir ku pêwîste em pirsgirêkên heyî di nava sînorên netewekî de nefetisînin. Rêber Apo dît ku çareseriya pirsgirêkan bi tevahî netewan re têkildar e. Rêber Apo xwedî projeyek çareseriyê ya berfireh e. Ew qala konfederalîzma demokratîk a cîhanî dike. Ew qala konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn dike. Dibêje ku çarenûsa tevahî gelên herêmê bi hev re girêdayî ye. Dibêje netewdewlet nabe çareserî. Ger civak nebe xwedî vîn û rêxistin, ger civak xwe rêve nebe, ger civak azad nebe, jin azad nebe, ciwan nebin xwedî vîn, dîrok ji nû ve neyê lêkolînkirin, rastiyên dîrokî neyên dîtin û sererastkirin, ne gengaze mirov qala azadiyê bike.
Ji ber van sedeman Rêbertiyê azadiya gelê Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê bi çareserkirina pirsgirêkên civaka herêmê ve girê da. Taybet ew gelên ku ev bi hezaran sale bi Kurdan re jiyan dikin û bi hev re dîrokek nivîsîne. Vaye ispata vê rastiya Rêbertiyê di Şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdikeve holê. Tevahî hêz û aliyên xwe dispêrin nêrînên di bin bandora netewdewletê de bin ketin. Wan hêzan tişta heyî hilweşandin û tiştek ava nekirin, alozî kûr kirin, bûn sedema dirêjbûna şer û pevçûnan. Nakokî zêde dibin. Vaye bîst sale rejîma Seddam hilweşiyaye lê heta niha jî li Iraqê tu çareserî derneketiye holê. Heta niha jî pirsgirêkên Kerkûk, Mûsil, Şengal û hwd didomin. Dibe ku her kêliyê bibe sedema şerên mezin ên bê dawî. Hîn jî pirsgirêka Israîl-Filistînê berdewam e, roj bi roj aloztir dibe. Heta niha Libnan nikare xwe bi awayek rihet rêve bibe û li ser lingê xwe bisekine. Hîna Tûnis, Lîbya, Yemen, Misir, Sûdan û gelek welatên Efrîqayê aloz û bi pirsgirêk in. Gel û civakên wan welatan di nava zehmetiyên mezin de jiyan dikin. Pirsgirêkên wan roj bi roj girantir dibin û dûrî çareseriyê ne.
Sûriye jî hêjayî nirxandinê ye. Mirov dikare ezmûna wê ji du milan ve bigire dest. Ya yekemîn, ka em binêrin alî û herêmên xwe dispartin çareseriya netewdewlet û desthilatê ketin nava şerekî çiqas dijwar. Em dibînin ku çawa winda kirin û tu pêşketin bi xwe re neanîn. Berovajî bûn sedema giranbûna şer. Di nava gelên Sûriyê de nakokî mezin kirin. Ev 12 sale Sûriye aloze lê hîn jî tu çareserî nedîtine. Ew bûn amûr û rê ji dewleta Tirk re vekirin, da dewleta Tirk welatê wan dagir bike, parçe bike, nakokiyên nû biafirîne. Dewleta Tirk tevahî gelê Sûriyê berdaye hev û dûrî hev xistiye. Ya duyemîn jî ezmûna li Rojava ye. Tevî kêmanî û zehmetiyan, êrişên dewleta Tirk jî, ji cîhanê re bûye mînakek. Taybet jî yekgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye mînakek, di bin siya Rêveberiya Xweser de herêmên xwe diparêz in. Xwe birêxistin kirin û saziyên xwe ava kirin. Kurd, Ereb, Siryan, Asûr, Kildan, Tirkmen, Çeçen û hwd, tev bi hev re xwedî li rêveberiya xwe derketin. Kesî negot rêveberî ya Kurdan e. Xwe dûrî wê nexistin, dijminayî nekirin û weke şoreşa xwe dîtin.
Ger rejîma Beşar Esad guhdarî nêrînên Rêbertiyê bikira, rewşa Sûriyê evqas xirab nedibû, axa Sûriyê evqas nedihat dagirkirin, evqas koçberî û guherîna demografî çênedibû. Niha hêdî hêdî gelên li herêmên din ên Sûriyê xweziya xwe bi ezmûna rêveberiya xweser tînin. Mînaka wê ya berbiçav îro li Siwêda tê jiyîn. Jixwe gelê li Siwêda ji pêkhateya Durzî ne. Ew beşek girîng ê civaka Sûriyê ne. Şoreşa Sûriyê ya mezin di sala 1925’an de li dijî Fransa di bin serkêşiya Dûrziyan û mezinê wan (Siltan Başa Alatraş) de pêk hat. Hêjayî gotinê ye em bêjin, dema Rêbertî li Sûriyê dima têkiliya Wî bi mezin û Şêxên Durziyan re hebû. Wan dostaniya Rêbertiyê dikirin. Rêbertiyê çend caran ji wan re civîn çêkirin û bi wan re dostaniyek xurt ava kir. Heman demê de Sûryan û Asûran jî xwe nêzî Rêbertiyê didîtin. Heta gihişte astekî ku hinek rewşenbîr û pêşengên wan di sala 1996’an û şûn de dest bi xwerêxistinek xweser kirin. Rêxistina wan xwe dispart fikir û ramanên Rêber Apo. Encama nêzîkatiyên wan di salên dawî de hîn zelaltir derketin holê. Dema gelê herêmê li dora rêveberiya xweser civiyan, taybet bi şerê li dijî DAIŞ û dewleta Tirk re, ew tev bi hev re cihê xwe di nava pergala parastinê de girtin. Şehîdbûn, birîndar bûn û bê dudilî têkoşiyan.
Di demên dawî de rejîma Baas û hinek hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xwestin li Dêrazorê di bin navê eşîran de li dijî QSD’ê fitneyê derbixin. Ango şerekî derbixin. Lê biser neketin. Gelê Ereb bi giştî li dijî wan helwestek zelal nîşan dan. Xwedî li QSD’ê derketin. Ev mînak bi tena serê xwe dibe serkeftina fikir û ramanên Rêber Apo. Ev pirsekî ji me dike: Eger ne ji Rêbertiyê bûna, ger rêveberiya xweser xwe spartibûna hişmendiya netewdewlet, ger ev rêveberî tenê ya Kurdan bûna, eger gelên Sûriyê xwe di nava vê şoreşê de nedîtibûna, cihê xwe di nava pergala parastinê de negirtibûna gelo dê nêzîkatiyek wiha derketa holê?
Ne gengaze kesek vê rastiyê veşêre. Eger ne ji Rêbertiyê bûna, Wî ev guherîna hişmendiyê nexistibûna û rojevê, girîngî nedabûna hevgitin û yekîtiya gelan, şoreşa jinê weke bingeh û navenda şoreşa azadiyê pênase nekirbûna, şoreşek a demokratîk û azadiyê li holê nedima. Rêber Apo îro bûye hêvî û nîşaneya azadî û rizgariya tevahî gelan. Êdî fikir û ramanên Wî sînor derbas kirine. Gihiştiye astekî ku fikir û ramanên Wî gerdûnî bûne. Çareseriyê ji tevahî pirsgirêkên mirovayiyê re pêşkêş dike.