Ahmet Kesîp 1958‘an li gundê Qerehaciliyê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn û amadeyî jî li Îdirê dixwîne. Li cihê lê mezin bûye Kurd û Azerî hene. Nakokiya di navbera Kurd û Azeri’yan de zimanê Kurdî zindî hîştiye. Kurd koçerin, havînan li zozan, zivistanê jî li deştê ne. Li bajaran giranî Azerî diman û tevahiya bazirganan jî Azerî bûn. Gelek caran heqaret li Kurdan dikirin û malê wan jî erzan ji wan distandin. Ev rewş bi xwe re nakokiyan tîne. Heta hêjmara Kurdan li bajaran zêde dibe, ev rewş berdewam dike. Xwendevanên Kurdan tim nav lêgerînêdane. Destpêkê tevgerên rast û çep hene. Kurd tevgerên çep, Azerî jî aliyê rast MHP’ê digirin. Dema Tevgêra Azadiya Kurdistan li Serhedê dest bi xebata dike Îdir jî para xwe jê digire. Ahmet Kesîp, Yusuf Adet, Ekrem Kayalar jî di nav de, grubek ciwanên Kurd li Îdirê dest xebatê dikin. Ahmet Kesîp bi taybetmendiyên xwe derdikeve pêş. Li kûderê be, divê înîsîyatîf di destande be. Dema kû dixwîne, di çalekiyên li dijî faşîstan de her tim li pêşe, şerker û fermandar e. Di eniya pêşiyê de li hemberî faşistan şer dike, fermanê dide û dide şerkirin. Wêrek e û şagirtên li dora xwe jî tesîr dike. Dema Ahmet Kesîp tevli şerekê dibe kesê herî tirsonek jî dixiste tevgerê. Lewma pirsgirêk ne tenê şer kirine, di heman demê de hevalên cem xwe kirina nava şere jî. Ew helwesta Ahmet Kesîp li ser şagirtan bandorek mezin dike û dibêjin; “Kuro hela lê binêrin Kurê Qaso’yê Mîrzeyê bavkuj Ahmet Kesîp çawa bê tirs li dijî faşîstan şer dike. Qaso’yê bavê wî jî cendermê roma reş ne ditirsiya. Ger kû em neçin ser faşîstan, wê Ahmed were dibistanê û me rezîl bikê”. Lewra cihê kû Ahmet Kesîp lêye, mirovê du dilbe jî beşdarî tekoşînê dikir û dixiste nava tevgerê.
Di sala 1978‘an de dema dibistana amadeyi dixwîne aktif tevlî xebatê dibe. Li Îdir û der dora wê Ahmet Kesîp bi tekoşîna xwe tê naskirin. Êdî tikes nabêje Ahmedê Qaso’yê Mîrzo. Herkes navê Ahmedê Şoreşgerê Kurdistan dibêje. Ahmet Kesîp dibe ruhistanê faşîstan. Dema faşist bizanibin Ahmet Kesîp li wire riya revê digerin. Bi wêrekî û çalekvaniya xwe li Îdir’ê dibe pêşengek. Roja wî bê çalekî na bihure.
Li Kurdistanê Rêveberiya Awerte
Li Kurdistan’ê dema rêveberiya awerte hate ragihandin, xebata bajaran jî pir zehmet dibe. Lewma PKK xebata xwe diguhere û berê xwe didin gundan. Kesên hatine naskirin li bajaran derdikevin û ber bi cihên kontrola dewletê zeyîfe ve diçin. Ahmet Kesîp diçe aliyê Qers-Dîgor û di koma Huseyîn Makal’de cihê xwe digire. Sala 1979-80‘an de li Qers’ê çar grubên çekdarî hene. Îdir, Qulp-Qagizman, Dîgor û Mêrdînîk (Gole). Ev komên gerîlla gund bi gund digerin propaganda şoreşê dikin. Kesên ajantiya dijmin dikin destpêkê têne şiyarkirin û ger kû dest karê xwe bernedin têne kuştin. Yek ji wan sîxur-ajanên ji Bazarcixê Îsmet Hatunoğulları ye. Çiqasî hişyariyê didin jî dest ji ajantiya xwe bernade. Biryar digirin Îsmet Hatunoğulları bikujin.
Di sala 1980‘an de cunta 12 Îlonê nû hatiye ser deshilatê. Sîxurê bi navê Hatunoğulları ji vê rewşê cesaret digre û dixwaze cihê şoreşgeran diyar bike, piştre jî radestî dewletê bike. Ji xwe re hevalan çê dike û dibêje; “îro fersend ya meye, ev çend gede bûne bela serê me, em vana nedin girtin wê jiyanê li me biherimînin”. Koma gerîla di meha Cotmehê de bi ser mala Îsmet de digirin. Îsmet hema lez dikeve binê sewkiya jin ser runiştiye. Hacer Subaşı jî wê şevê çuye mala Îsmet û ber televîzyonê ye. “Sempatîzana Tevgera Azadiyê ye. Çima çuye mala Îsmet ew jî tiştek dinêye“. Hacer radibe diçe cem Ahmet Kesîp û dibêje; “heval tiştekî nekin”.Hacer Ahmet Kesîp nasdike. Lê Ahmet Kesîp Hacerê nasnake û difikire; “ew qîza Îsmete û hatiye min bixapîne jibo kû Îsmet xelas bibe.” Lûleya tifinga G-3 dike singê Hacerê û gulê ber dide. Hacer dikeve erdê. Dibe qîre qîra jinan û koma gerîla ji mal derdikeve, ajan jî nayê kuştin. Li vir jî xuyadibe kû Ahmet Kesîp xwedan înîsiyatife û cih de biryara xwe pêk tîne. Lê nizane sempatîzanek PKK’ê kuştiye. Dema kû hîndibe kesa hatiye kuştin ne qîza Îsmet Hatunogulları ye li berxwe dikeve û dibêje; “min qet texmîn ne kir kesek wisa nêzîkî rêxistinê here mala wî ajanî. Zora min diçe Îsmet ne hat kuştin û şuna wî bênamusî welatparêzek hate kuştin. Lê ez heya hebim bîrnakim. Derfetê min hebe ezê herim cem malbatê lêbiorîna xwe bixwazim”. Ahmet Kesîp nikare here, lê hevalekî dinê li ser navê rêxistinê diçe lêborînê dixwaze û serxweşiyê dide malbatê.
Sala 1980‘an di dema Cunta 12 Îlonê de rêxistina Serhedê têkiliyê wan bi partiyê re qut dibe û du salan serê çiyan jiyan dikin. Rojên wiha zehmet hatine jiyankirin cîhê azmûnê ye. Sedan qadro û sempatîzanê partiyê heye. Dema zehmetî destpê dikin, li gundan jiyankirin nabe û divê li serê çiyan bimînin. Dest jiyana rehet berdidin û hinekî zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ketin pir çê dibe. Ji derveyê girtinan pênc gerîla li serê çiyan dimînin. Ew kesên ku ji xwe re digotin “şoreşger” mixabin li holê wenda dibin. Ji wan pênc kesên gerîla yek jî Ahmet Kesîp e.
Di şer de Ahmet Kesîp birîndar dibe
Cunta nû hatiye ser deshilatê û li herderê operasyon hene. Koma gerîla li çiyayê Agirî asê dimîne. Ji derveyî Ahmet Kesîp, ti kes ne coğrafya, ne jî gel dinase. Barê Ahmet Kesîp giran dibe. Ahmet Kesîp diçe Çetîndere cihên pezê Qaso’yê Mîrzo kû ji Gerîla re erzaq bîne. Dibe şev û di govê de xew nekira wê di cîh de vegeriya cem hevalên xwe. Bê azmûne û dibêje; “serê vî çiyayi çi heye emê xew bikin berbangê herin”. Di heman demê da eskerên kû derketiye operasyonê tên dora Çetînderê digirin û dixwazin di berbangê de ser govê de bigirin. Xezala dayîka Ahmet Kesîp dinêre dengê seyan pir tê. Diçe Ahmet ji xewê şiyar dike û jêre dibêje; “zu ji vir herin û esker hatiye dor govê girtiye”.
Ahmet Kesîp û Mehralî Yilmaz bi lez ji hundir derdikevin û direvin. Esker wan ferq dike û dide pey wan. Ahmet Kesîp milê xwe de birîndar dibe, jibo xwîn ne keve ser berfê esker nizabin hatiye birîndarkirin, lepikê ji berîka xwe dertîne û dike destê xwe. Li xwarê poşa pez pire û li nêzîkî gundê Aticî xwe dixe binê berekê vedişêre. Esker didin pey Mehralî Yilmaz êdî Ahmet Kesîp bîra dikin. Wê rojê pezê xalê Ahmet Kesîp Kelo, nêzîkî cihên reşayê diçêrin. Kelo rastî Ahmet tê. Hildide û dibe gova pez. Bangî Qaço’yê pismamê xwe dike. Qaço di wê heremê de kesekî navdare kû cihê şikestî dide cebirandin. Milê Ahmet dipêçin. Pezekê şerjê dikin û berduvê pezê rojane didin ser birînê jibo kû kêma birînê bikişine û derîne. Derman jî didin Ahmet jibo birîna wî zu pak bibe. Çar roj şûnde xebera gerîla çê dibe, Ahmet Kesîp birîndar buye.
Dema gerîla diçin Ahmet Kesîp nava cihan de dibînin li berxwe dikevin. Bavê Ahmet Kesîp Qaso’yê Mîrzo ber serê Ahmet runiştiye. Berê xwe dide gerîla û dibêje; “Ahmet lawê min ne direvî, eskeran ji piştve gule berî ne didanê. Gerek wisa bikira yek esker sax ne filîtiya. Ez Qaso’yê Mîrzo me, min mêr kuşt, li wan çiyan bi salan kaçaxî geriyam. Dewleta Romê zalim e. Gunehên wî li ti kesî nayê. Apê we şîretekê li we bike. Hûn ciwan in ezmûna we tineye. Serê çiya tî, birçî, sermê de bimirin lê ti caran teslîmbuna Roma reş bila di hişê we de derbas nebe”.Îdrîs Okmen di heman demê de bersiv dide û dibêje; “Apê Qaso raste em ciwan in, ezmûna me ya şer nîne. Lê baweriya me xurte. Dema em ketin ser rê me hesabê van kirin. Dibe kû zehmetî hebin tişt nake, ev çar roje Ahmet ji me qetiyaye û em şikeftê de birsî jî man. Roj bi roj em ê ezmûn bigirin. Hunê ezmûnên xwe bi mere bibêjin. Ew gotina te ‘xwe teslîmî dewletê nekin’ pir xweşa me çu. Ezê niha lîstekê bidim we û dermanê kû me xwestiye bînin. Lê kesekî re tiştekî nebêjin. İnşallah birîndarbuna Ahmet neçûye guhên dewletê. Bila kesek devê xwe de tiştekî ne revîne”.
Birîndarbuna Ahmet her derê belav dikin. Kê milê wî girêdaye, lê xwedî derketiye di demekê kurt de dewlet jî dibihîse. Gerîla hinekî dereng bimînin sîxur ketine dewrê û wê Ahmet Kesîp radestî dewletê bikin. Sîxurekî mîna Mecît Hun dibêje; “Qaso, xwedê lawê te parastiye, wekî gule çend caran li wî keta û pişta wî de lêda, pêsîrê ra derketa. Ew dem tuyê biçuya ser cenazê wî. Tu ya min bikî em bînin teslîmî dewletê bikin. Ez wê sozê didim û nehêlim sîlekê jî lêxin. Pir pir çend salan razê û derkeve”. Qaso dide îkna kirin. Mecit Hun, Qaso jî dide girtin. Qaso dide pêşiya eskera û ew cihê Ahmet lê hiştiye. Lê dereng mane. Gerîla cihên xwe guhertiye. Berbanga sibê durbinê diavêjên cihê Qaso dizane. Ew nokta wan tijî eskere û Ahmet Kesîp digerin. Di cîh de civîna xwe çê dikin û biryar didin; “Yê li vir dizane Ahmet e, sîxûran Qaso îknakiriye li pey me digerin. Çiya çiqasî başbe jî lê gel nebe xêra wî çiyayî jî nîne. Em çiyayê Agirî terk bikin biçin Qulpê (Tuzluca) û zivistanê derbas bikin. Jiber kû herêma Azeriyane zêde bala dijmin nakişîne”. Ahmet Kesîp çiyayê Agirî baş nas dike. Bi milê xwe yê birîndar ve dide pêşiya gerîla û rê nîşanî wan dide. Gerîlla çiyâyê Agirî terk dikin.
Du salan ji partiyê bêxeber li serê çiyayê Serhedê dimînin
Şansê gerîla heye zivistan baş derbas dibe. Berf nabare. Tiştekî bavêjin serxwe, jibo bi şev serma nekin tuneye. Rojnameyên kû jibo xwendinê anîne li navê, pişt, pêsîr û delingê xwe ve dipêçin û hinekî debar dikin. Jibo Ahmet Kesîp diçin betaniyekê ji gundiyan distînin. Dema kû baran hatiye lehiyê erd kûr kiriye û hinek cihan 2 metre zêdetire. Gerîla diçin ber avê daran qut dikin û tînin ber kendalekî kêm û daran davêjin ser. Hundirda çarberekê çê dikin. Jibo derî telîsekî peyda dikin, pirsgrêka ardû heye. Dar tuneye. Kokê gihayên hişk kom dikin. Koka gengez hemûyan baştire. Şev herkes lingê xwe dide çarberê, telîsekî jî diavêjin ser lingê xwe û tîna çarberê dide hemû laşê wan. Heya germayî hebe çend seatan dikarin xew bikin. Dema çarberê çê dikin êdî Ahmet Kesîp rehet dikare xew bike. Betanî jî heye. Gerîla Ahmet Kesîp dikin nava xwe jibo serma neke. Piştî 45 rojan destê Ahmet Kesîp vedikin. Lê destê wî rast nabe. Xwar dimîne. Ezmûn jî nîne. Ji gel pirsiyar dikin. Jinek pîr dibêje;“ milê wî kêrêç girtiye. Divê hûn rojê du caran, her carê yek saetê rûnê zeytûnan û bi pembo mizbidin. Dawî de li ser paçekê şimayê-find lêkin û germ bikin, bidin ser cihê kêrêç girtî kû heya zenda wî baş bibe. Bi xwe jî çoyekî bide destê xwe hereket bike. Wê destê te vebe, lê herî dereng çend mehan bajo”.
Nan nîne gerîla bixwûn lê jibo dermankirina hevalê Ahmet tiştê kû hatiye gotin peyda kirin. Jibo şimayê germ bikin tûpa gazê ya biçûk tînin. Herin kîderê wê tûpê jî li ser pişta xwe digerînin. Dema kû hevalek diweste yekî dinê dikeve dewsa wî û dest bi mizdanê dikin. Ahmet Kesîp heneka hezdikir û digot; “hêdî hêdî mizbidin, hûn wiha berdewam bikin, wê çermê milê min giştî rabe”. Derfet kême xwarin tuneye, hevalên cem Ahmet Kesîp rojan birçî dimînin, ji ber birîndariyê konserve anîne û danê konservekê didin Ahmet Kesîp. Carna naxwe “hun cem min birçî bisekinin ez jî konservê bixwûm eva qebul nabe, heya hebe em tev bixwûn û an jî emê tev bi hevre birçî bimînin”. Îdrîs Okmen bersiv dide û dibêje; “gotinên te raste. Lê tu hesabê birîndariyê nakî. Tu xwarinê nexwe birîna te jî pak nabe û her biçe wê xirabtir bibe. Kijan ji me birîndar biba meyê heman tişt bikira”.
Derfetê şuştinê nîne, spî dikeve laşê gerîla. Ahmet Kesîp milê wî girêdayiye, nikare xwe bixurîne û dibêje; “heval hela zu were pişta min bixurîne, evan mîratê spiya ez xwarim, xwîn di min de nehîştin. Spî jî dizanin milê min girêdayiye û rehet rehet ketine xwîna min dimijin”. Ahmet Kesîp û hevalên xwe du salan bêxeber li serê çiyayê Serhedê dimînin. Têkilî çê dibe û di Mijdara sala 1982‘an de diçe Başûrê Kurdistan perwerdê dibîne. Hevalên Filistînê vegeriyane Mehmet Sevgat (Bedran), Kazim Demirtaş (Aydin) perwerda leşkerî didin. Ahmet Kesîp jî ew du sal in li serê çiya çawa maye ji hevalên ji Filistînê hatine re dibeje.
Bihara 1983‘an di gruba keşifê a Serhedê de cîh digire. Fermandariya Vesîm Aras (Dişçi Cafer), Ahmet Guler (Mahir) û Ahmet Kesîp (Cemşîd) diçin Serhedê û amadekariya şerê gerîla dikin. Di sala 1984‘an de Ahmet Kesîp, Fermandariya Vesîm Aras’de tevlî komek deh gerîlayî dibe û berê xwe didin Serhed’ê. Ew sal îlankirina artêşa Kurdistanê ye. Ahmet Kesîp, di Yekîneya Propaganda çekdari ya Akif Yılmaz de cih digire û li herema Qaqizman û Îdirê xebata xwe dike.
Di sala 1985‘an de fermandariya Mehmet Ertürk (M.Elî) de komek heft kesî de li çiyayê Agirî xebata xwe dimeşine, nava sê mehan de gelek çalekiyan lidardixin. Li Kurdistanê çalekiyên pir deng daye li çiyayê Agirî’yê hatine lidarxistin. Dijmin jibo pêşiya şerê gerîla bigire sîxûrtî û li gundan de jî sîstema nobetê datîne. Li her gundekî Kurdan di navbera malbatan de jî dubendî heye. Dewlet jibo karê xwe bimeşîne nakokiyên di nav gel de dide kûrkirin. Ev kesên derdikevin nobetê ew malbatên kû navbera wan nebaşin e. Armanca nobetê dema gerîla çune gund agahî bidin dewletê yanî îxbarî-saloxiyê bikin. Muxtarê gundan rojane agahiyan dide qereqolan. Dewleta Tirk sîxûrtiyê di nava malbatên şoreşger de destpêdike. Yek ji van malbatan jî malbata Ahmet Kesîp’e.
Ahmet Kesîp li dijî îxanet û sîxûrtiyê xwedî helwest bû
Dema Ahmet Kesîp birîndar dibe xalê Kelo lê xwedî derdikeve. Nava gundiyan de dibe nîqaş û tê gotin; “ger kû Kelo Ahmet Kesîp ne dîta, ne bira, lê xwedî derneketa ewê zivistanê pêde tiştek bihata serî. Helal be Kelo camêrek mezin e”. Ev gotin diçe guhê dewletê. Dewlet banî Kelo dike û dibêje; “em dizanin te çawa Ahmet Kesîp bir, birîna wî kewand û sax kir, niha jî tuyê teslîmî me bike”. Kelo destpêkê înkar dike. Lê çawa Ahmet Kesîp xwedî derketiye yek bi yek jêre dibêjin û gefan li Kelo dixun. Kelo ji neçarî sîxûrtiyê qebul dike. Ahmet Kesîp banî Kelo dike û jêre dibêje; “Xalo em dizanin dewletê banî te kiriye, hinek şîret li te kirine jibo tu wan re bixebitî, bibe ajan, cihê me tespit bike û piştre jî xeberê bide dijmin û komê bide îmha kirin. Dewlet dixwaze te bi destê me bide kuştin. Dest ji vî karê qirêj berde”. Kelo bersiv dide û dibêje; “Ahmet tu çi bawer dike ezê sund bixwûm zirara min nagêhêje te. Tu lawê xuşka minî, ezê çawa wê bêbextiyê li te bikim”. Ahmet Kesîp got; “Xalo tu dîsa rast xeber nade. Tuyê zirarê ne bide min tê bide hevalên min, me got û te şiyar kir. Pêşerojê de zirara te bigêhêje me xwe kuştî bizanibe. Em te şiyar dikin. Lê tu dest karê qirêj bernedî, tu çawa nêzîkî me bibî emê jî wisa nêzîkî we bibin”
Dewleta Tirk ap û xalê Ahmet Kesîp dike sîxûr. Şansê gerîla nemaye, yan wê heremê berdin herin ciheke din an jî kesên bune sîxûr îmha bike. Koma gerîla biryar digirin ajanê gundê Qerehaciliyê bikûjin. Gundî derketine zozanan û li gundan kêm mirov mane. Ahmet Kesîp diçe mala apê xwe Tajdo û dibêje; “Apo were civîn heye em herin civînê”. Tajdo dibêje; “Ahmet ez nayêm. Ez dizanim çima tu me dibe wê derê. Tê me bikujî. Min hema a li vir bikuje baştir e. Ahmet Kesîp bersiv da û got; “Apo ezê çima te bikujim. Heya niha me tiştek ji tera ne gotiye. Çima ev tiştana tê bîra te. Wisa xuyaye niyetek te xirab heye û diyare kû heya niha tu bi dijmin re dixebitî me nizanîbu. Te dixwest derbeyek mezin li me xista. Vaye tu li xwe mikur tê kû tu ajanê dewleta Tirka yî. Em herin cem kîjan Kurdî, were em herin civîna me neye. Di cih de radibin tên tevlî civînê dibin. .
Tajdo xwe davêje erdê Ahmet Kesîp dike nake îkna nabe. Kleşînkofê dike singê Tajdo lêdide dikuje. Jina Tajdo Ase û lawê Tajdo Cemal êrişî Ahmet dikin û dixawazin tifingê ji dest Ahmet bigirin û wî bikujin. Fuat Aslan (Azad) lê dide her duyan jî dikuje. Gerîllayên mala Kelo sekinîne lê dinêre Ahmet derengi ket nehat; Mehmet Ertürk Kelo û Turgut Tirpan dikujin. Asê û Cemal ne ajanin, jiber nêzîkatiyên şaş têne kuştin. Ev buyer pir deng dide û hemu rojnameyên Tirka dinivîse Ahmet Kesîp ji malbata xwe pênç kes kuştiye. Jiber kuştina wan ajanan, tirs dikeve nava ajanên herema Serhed’ê. Herkes ji xwe ditirse û dibêje; “Îcar dora me ye. Ji tirsa ajan zozan û gundan ber didin, ji bo destê gerilla negêhêje wan diçin bajaran. Hinek ajan ji gerîlla re xeberê dişînin û dibêjin; “Ger kû hun me efû bikin, em ê dest ajantiyê berdin”. Gelek kesên kû qet gumana gerîla ji wan nebûn ajan derketin û piştî reva wan derket kû ajantiya dewletê dikin.
Ahmet Kesîp bi doza Kurdistanê ve pir girêdayî bû
Jiber çalekiyên gerîlla operasyon pir têne kirin. Rojekê Ahmet Kesîp dinêre eskerên kû derketine operasyonê vedigerin. Dide pey wan û dişopîne. Esker naçin bajar, cihêkî baş ji xwe re dibinîn da ku wê şevê lê bimînin. Her der kontrol kirine, gerîlla tineye, bê tedbir û rehet hereket dikin. Di bin çend koman de cîh dibin. Ahmet Kesîp xwe nêzîkî wan dike, hîna nobetçiyê xwe dernexistine lê dide. Matmayî dimînin û ev çi belaye hatiye serê wan nizanin. Ew barê danîne bi lêdana Ahmet re teqandinek mezin çê dibe û agir wan digire. Hewar û qîra wan li çiyayê Agirî deng vedide. Roja dinê du helîkopterê skorskî heft caran kuştî û birîndarên xwe dibin Bazîd’ê. Xebera komê jî jê nîne, ew dengê teqandinê çiye û ji kuderê tê nizanin. Pir meraq dikin, gelo tiştek hatibe serê Ahmet Kesîp an na.
Ahmet Kesîp diçe hevdîtina rêxistinê. Li çiyayê Agirî operasyonek mezin derdikeve. Gorî ku dewletê bihîstiye 800 gerîla li çiyayê Agirî’yê hene. Hesabê 800 gerîllayê dikin û bi hêzek mezin derdikevin operasyonê. 20‘ê Tebaxa sala 1985‘an, di navbera gerîlla û artêşa Tirk de şer derdikeve. Di encama vî şerî de Feyad Alkan pakrewan dibe û du gerîla jî birîndar dibin. Ahmet Kesîp dema vedigere buyerê dibîhîze. Ew gerîllayê cem Ahmet Kesîp nû ye. Dema Ahmet Kesîp radizê, ev gerîla ketiye bê baweriyê û çeka xwe digire berê xwe dide qereqola dewleta Tirkan. Ahmet Kesîp dema şiyar dibe İbrahim tuneye. Çiqasî bang dike bersiv nîne û fam dike çuye cem dijmin. Di cîh de tiştê zêde vedişêre û wê heremê terk dike. İbrahim (Yunus Gül) diçe qereqolê rewşê dibêje û helikopterê suvar dibe û tê cihê Ahmet Kesîp. Dewlet dereng maye û Ahmet çûye. Ahmet Kesîp tenê maye. Derbasî aliyê Îdirê dibe, heya payîzê li wir di nava gel de xebata xwe berdewam dike. Rojekê dinêre pezên cehşan hatiye çiyayê Agirî û diçe şivan û pezên wan ji çiyayê Agirî dertîne. Dewlet pê dihese ku Ahmet ne çuye hina li çiyayê Agirî ye. Dizanin tenê ye û ti kes cem nîne. İbrahim hemu salox daye dewletê.
Cara yekem Ahmet Kesîp, şervan bi qanuna eskerî derxistin. Bereka çiyayê Agirî penç şivanan hildide cem xwe û ji wan re dibêje; “Hunê werin bibin eskerê Kurdistanê û dewletê re eskerî nekin. Xwe hazirbikin em ê herin cem gerîlla. Birayê xwe, kurapê xwe bi giştî 5 kesan hildide diçe Başûrê Kurdistan. Jiber van nêzîkatiyên Ahmet Kesîp PKK kongreya xwe ya III. de biryara qanûna eskerî digire. Ahmet Kesîp pêşengtiya vê xebatê dike. Ahmet Kesîp dibêje; “Xortên Kurda dilxwazin xizmeta welatê xwe bikin, lê destê wan ji malbatê na qete. Divê kesek ji wan re bêje ‘rabin em herin’ nabêjin na û tên tevlî dibin. Lê ew bixwe nayên. Em bendî wan bisekinin em nikarin gerîla mezin bikin û bibin artêş”. Ev gotinên Ahmet Kesîp xweşiya gerîla diçe.
Di Kongreya III. a PKK de Ahmet Kesîp endamê komiteya navendi a PKK tê hilbijartin. Xebatên xwe li Botan’ê berdewam dike. 25.05.1988‘an de dewleta Tirk derketiye operasyonê. Li Şemzînan herema Bênavokê di navbera gerîlla û eskerê Tirk de şer derdikeve û di encama vî şerî de Ahmet Kesîp û 8 gerîlla pakrewan dibin. Cenaze nedan malbatê wan. Îhtîmala mezîn birin avêtin Newala Cehenemê (Cehenem Deresi).
Ahmet Kesîp; neferekî baweriya wî pir xurt bû. Dema pakrewan dibe, generalê Tirkan Erdal Sarızeybek diçe ser cenaze mat mayî dimîne. Lê mêze dike Ahmet Kesip dikene. Paşê diçe psîkolokan pirs dike; “me di şer de hinek terorîst kuştin. Nav wan de Ahmet Kesîp jî hebu. Mirî bu jî lê ruyê wî ken bu. Gelo ev çiye” dibêje.
Psikolog; “insanên baweriya wan pir xurte bi ruyekî ken dimrin. Ji mirinê natirsin. Ev kes bi doza xwe ve pir girêdayîne” dibêje.
Doza xwe ve ewqas grêdayî bu tevî malbata wî bû asteng û bi dijmin hereket kir jî di cih de lê da kuşt. Kêm însan dikare vê helwestê nişan bide. Ahmet Kesîp di wî alî de li Kurdistanê nimûneye.
Wêrekîya xwe, ji bîr û baweriyê digire. Hemû tiştê xwe ji bo şoreşê feda kiriye. Tiştekî jê bitirse nîne. Sermaya wî nîne. Tişta heye çeka wî ye û canê wî ye. “Ez nemirim, tiştek bi min nayê” nafikire. Ger Wekî fikrek wisa heba tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan ne dibû. Ev rewşa wêrekiyê dide. Cîhê Ahmet Kesîp lê maye hevalên xwe re buye nimûne. Kesên dudilbin jî dema Ahmet Kesîp dibînin dikevin tevgerê, dest sistiya xwe berdidin û bi coş tevdigerin.
Ahmet Kesîp hem mamostê gel, hem jî şagirtê gelê xwe bû
Herema lê mezin buye, Kurdîniya wan hertim zindiye. Kurdiya Ahmet başe. Li Îdîrê devoka eşîra Gêloya pir cudaye. Ahmet Kesîp dema diçe Qers’ê demekê zehmetiyan dikişîne, lê dawî de jihev fam dikin. Dîlan girtin û stranên govendan pir hezdike. Jibo di govendê de strana bibêje li ser disekine û stranên geleri hîn dibe. Di sala 1980 û 82‘an de jibo tekiliya gerîlla bi cîhanê re çêbike radyoyek wan heye. Di radyoya Rewanê de dema beşê Kurdî tê, Ahmet Kesîp diçe cem radyoyê rudinê, tekîliyê xwe ji hemû tiştan qut dike. Di radyoyê de stranên tenê gotin jiber(ezber) dike. Stranên radyoyê diqede, di cîh de radibe diçe Ahmet Güler radike û dikevin dilanê. Ahmet Güler dîlanê de dibe alikar. Dilê wî naxwaze dîlan bigire lê Ahmet Kesîp naşkêne û diçe beşdar dibe. Aliyê stran gotinê de ew hunerê Ahmet Güler nîne. Lewma Ahmet Kesîp tenê stranê dibêje kesekî lê vegerine nîne. Dema diçe Başûrê Kurdistan keyfa Ahmet tê û li wir gerîla pir in, rehet dikare dîlanê bigire, kesê strana lê vegerîn in hene. Strana her tim bi dengê bilind dibêje. Bi vê teybetmendiya xwe bi gel re zu têkilî datîne. Cihê diçe dipirse û dibêje; “govendên we çawane, were hînî min bikin, stranê jî bibêje ezê li te vegerînim ku ji bo ez hîn bibim. Armanca min ewe ku tevahiya govendên Kurda û kilamê wan hîn bibim ”Kilama jî baş dibêje. Dema destê xwe bide ber guhê xwe yek, du, sê kilam pey hev diçin û kes nikare Ahmet bide sekinandin. Kilama Gariso pir hez dike. Her dem ev kilam digot.
Mirovekî gel e. Biçukan re biçuk, mezinan re mezin e. Asta gel baş dizane, kê re çi qise bike. Hem mamostê gel, hem jî şagirtê gel e. Cihê çuye gel guhdarî kiriye. Pirsgirêkên gel çiye? Jibo wan pirsgirêkan çareser bike tim di nav lêgerînekê de bû.
Li gundan de pişt hevdû qisedan, ti caran kêm nabe. Nexwasim jî ji bo nakokiyên di navbera xwe bi riya gerîlla çareser bikin; yê hemberî xwe ajan û mirovê dewletê didin îlan kirin. Ahmet Kesîp ji bo şaşî çênebin van aliyan pir dîqet kiriye. Di propaganda xwe de gel îknakirin esas girdiye.
Ahmet kesîp Fermandarekî mezin e. Cihekî mîna çiyayê Agirî mezin buye. Koçerî, zarokê eşîr û çîrokê serhildana Agirî gûhdarî dike. Ew qehremanên serhildana Agirî ser zarokan pir tesir dike. Her zarokek dixwaze bibe Brayê Heskê Têlî. Ji dema biçuktayî de Ahmet Kesîp di bin tesîra serhildana Agirî de dimîne. Bingeha ku ji nav hatiye û ya PKK re dema ku bu yek, bîr û baweriya wî xurttir dibe.Di gerîlatiya xwe de xwedan înîsîyatife, pêşiya herkesê ji bo xebatê xwe amade dikir. Eger zu pakrewan nebûya, ew rol û misyona wî wê bibûya fermandarê ARGK. Wê Şerê Kurdistanê koordine bikira. Li gorî vê misyonê xwe perwerde dike û perwerdeya xwe îhmal nake. Hem xwe perwerde dike hem jî gerîlayên cem xwe. Ser taqtîkên şer pir disekine û di ferqa wê daye. Serokatiya Stratejîk çiqasî xurtbe jî lê dema serokatiya taqtikî nebe, bersiva vala derdikeve. Ji bo wê jî rol û misyona serokatiya taqtîkî baş dizanî û li gorê wê jî lêhûrbûna Ahmet Kesîp çêdibe. Li Kurdistanê divê şerê gerîla bide ber fireh kirin û cîhê gerîla ne çuye ne mîne. Ji bo mezin kirina artêşê qanuna eskerî tê hişê wî û ji malbata xwe dide destpêkirin û rêxistinê re jî pêşniyar dike.
Li ser pakrewanbûna Ahmet Kesîp re 34 sal derbas buye. ARGK Fermandarekî xwe yê herî mezin wenda kir. Artêşa Kurdistan mezin bû, çar perçê Kurdistan şer kirin.Kesên nû hatin beşdarî gerîlla bûn navê Cemşîd li xwe kirin û rêya fermandarê xwe şopandin.
Heval Ahmet Kesîp (Cemşîd) ew soz daye û wesiyetê we jî ji bo me ferman e. Kengî me Kurdistan azad kir wê deme emê bihesibînin me wesiyetê wî aniye cîh. Em ê bihatana ser gora we mizgîniya azadiyê bidin we.
Hevalê delal cîhê xwe de rehet razê ew hêza ku em ji we digirin, bi wê hêzê em ê teqez Kurdistanê azad bikin.