Di dîroka têkoşîna me de li Kurdistanê gelek xort û keçên bedew derketine pêş. Heta ne tenê li Kurdistanê, di asta herêmê de belkû di asta cîhanî de mirovên bedew kî ne; kesên ne ji bo xwe, ji bo civakê dijîn, heta dikarin ji bo civakê canê xwe bidin, roj û şev fedakarî bikin û karibin her tiştî bikin, ew mirovên herî hêja ne. Mînak di dîrokê de mirovên hêja yê baş, kamil, bedew bi çi tên nasîn? Bi fedekarî, bi sozê xwe ve girêdanî, bi merdbûyînî û bi cesareta xwe tên nasîn. Ango mirovên mert bin, bi cesaret bin, bi soza xwe ve girêdayîbin û rûmet bidin soza xwe, mirovên wisa mirovên hêja ne. Di dîrokê de, di çanda mirovahiyê de ev heqîqet bi cih bûye. Ev heqîqeta ku di dîroka mirovahiyê de bi sed salan heta bi hezar salan pêk hatî, di têkoşîna me de ango di têkoşîna Apogerî de li Kurdistanê bi şêweyek pir berçav, heta asta lûtkeyî de derdikeve holê. Yanî mirovên pir bi cesaret, fedakar, fedaî, bi vîn, xwedan metanet, bi sozê ve girêdayî, yek carê jî ji sozê xwe nehatî xwarê, berdêla xwe çi dibe bila bibe tu caran soza xwe nexwaribe, amade ye ku tevahî jiyana xwe bide, mirovên wisa di vê tevgerê de pir çêbûne. Wisa egîdên jin, egîdên xort pir pêk hatin. Bi rastî mirov çiqas bîne ziman an jî methê wan bike wê kêm bimîne. Gelek kesên wisa di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de derketine holê.
Soz rûmeta mirovbûnê ye
Di Îslamiyetê de tiştên herî bi nirx ewliya ne. Ew, mirovên herî paqij, bi doza xwe ve, bi îmana xwe ve, bi baweriya xwe ve girêdayî ne. Ji bo îman û baweriya xwe, her wiha ji bo gotinên pêxamberan pêk bînîn fedakarî kirine. Ewliya kesên wisa ne. Mirov mêze dike ev tişt di şexsê şehîdan de xuya dibe. Erê, belkû yên hîna dijîn jî wisa hene, lê yê ku hîn dijîn dê sibe çi lê were ne diyar e. Lewma jî tu nikarî ji niha ve mîsoger ji bo yên dîjîn tiştekî bêjî. Ne ku em tenê dema hevalên me şehîd dikevin û şûn ve behsa wan û taybetmendiya wan dikin. Na, bi esasî mirov niha yek bi yek dikare van tiştan li ser hevalan jî bêje. Lê heval niha di nava têkoşînê de ne; dixwazin di rêya Rêber Apo û di şopdariya şehîdan de erka xwe pêk bînin û bi fedakariyek mezin vê didin meşandin. Ango tiştên em ji bo şehîdan dibêjin, bi esasî temsîla mîlîtaniya Apogerî ye.
Ev taybetmendî, di kesayetê tevahî hevalên paqij û rastgo de heye. Bi esasî ev di dîroka mirovahîyê de bilindbûn e. Hem jî di vê serdema ku modernîteya kapîtalîst pir zêde bi kesayeta mirov lîstiye, texrîb kiriye, soz, peyman, mirovatî, hezkirin hemû kiriye per û pûl de, seknên wisa raber kirin, bilindbûnek e. Hîna beriya 170 salî berê Karl Marks dibêje; “Kapîtalîzm hat, soz û peyman hemû bûn pere, rûmet nema, hemû tişt bûn pere.” Ango hîna wê demê, 170 sal berê Marks bi hatina kapîtalîzmê re dibîne û dibêje ku ‘her tişt bû pere’, heta behsa namûsê jî dike û dibêje ‘namûs, soz, rûmet, mirovahî hemû bûn pere. Kê pereyê xwe hebe, ew dibe bûrjûva ew yê serkeftî ye.’ Yanî dibêje ku bi hatina kapîtalîzmê ve merdî, soz dayîn, dirustî û paqijiya mirov hemû hatine qirêjkirin. Hîna wê demê Marks vê dibêje. Weke heval dizanin Rêber Apo di dahûrandina kapîtalîzmê de ev mijar hîn bi berfirehî vekiriye. Yek jî ji dema Marks û heta niha kapîtalîzm hîn zêde kur bûye. Yanî niha di cewherê mirov de kêm tişt hiştiye, pir tişt pelixandiye, heder kiriye. Bala xwe bidinê; berê soz pir girîng bû. Di mirovan de wisa bûye. Yek kesî dema ku soz dida tu caran soza xwe nedixwar. Lê mêze bikin, niha tiştekî wisa heye? Her tim derew hene, lewma jî niha senet hene ewana tên îmze kirin. Birayek jî pere didê birayê xwe senet îmze dike. Ji bo ku dema perê wî nedê ew jî birayê xwe bide dadgehê û wisa pereyê xwe bigre. Yanî baweriya wan bi hev nayê û sozdayîn tune ye.
Dema mirov li dîrokê mêze dike, mirovên ji bo yek soza xwe hemû welatê xwe dayî berçav hene. Mînak ew mijara Şerê Trûva heye. Di romana Îlyada de fermandarêkî ku xelkê wî hemû jê hez dike ku navê xwe Hektor heye. Li hemberî wî jî Aşîl heye. Rojekê Aşîl tê ber qelê pê re şer dike, hemû şervan jî li wan temaşe dikin. Ji ber ku soz hatiye dayîn ku wê du kes şer bikin, loma jî nabe ku kes destwerdana wan bike. Dema ku Hektor bi Aşîl re şer dike, derbê dixwe êdî wê jiyana xwe ji dest bide hemû fermandar û şervanên wî digrîn, lê kes destwerdana wan nake. Halbûkî di qelê de ne, dikarin bi tîr û kevanan li Aşîl bixin, ji ber Aşîl bi tena xwe hatiye. Artêşa wî dûr e. Aşîl bi hesp tena xwe tê ber qelê, gazî Hektor dike û dibêje; ‘Hektor derkeve em şer bikin.’ Hektor jî derdikeve û wisa şer dikin. Di vî şerî de Aşîl, Hektor dikûje û şervanê Hektor jî hemû digrîn û li wan temeşa dikin. Aşîl, Hektor bi lingê wî ve bi erebeya xwe ve girêdide û dibe. Dibêje, ‘min kuştiye cenazeyê wî aîdî min e.’ Lewma jî cenazeyê Hektor dibe, lê tu kes destwerdanê nake. Çima? Ji ber ku soz dane, nabe ku ji soza xwe bên xwarê. Ango wê demê soz ewqasî hêja bûye. Soz rûmet e, nabe ku bê binpêkirin. Kevneşopî heye. Du fermandar bi re şer dikin, nabe leşkerê aliyekî destwerdan bike. Yê ku bi serdikeve cenaze, sîleh û tiştên wî yê din hemû dibe aîdî wî û dikare bi xwe re bibe. Nabe tu kes destwerdanê bike, lewma jî leşkerê Hektor destwerdanê nakin. Wê demê di wê romanê de wisa raber dike ku mirov çiqas bi sozê xwe ve girêdayîne.
Em zanin heta van salên dawî jî li gundan di nava eşîran de çêdibin. Mînak cihê ez lê mezin bûm, li gel me tiştê ez dizanim mirovên wisa kes sozê wan gûhdar nake hebûn, lê dema ku soz dan şûnve her kesî dizanibû ku wê bi sozê xwe de girayî bimîne jî hebûn. Hinek dijminê hevbûn jî, bi xwe nedikarîn biçûna gel jî, lê bi rêya hinekan soz didan hev. Di civaka Kurd de ev hebû. Yek şaşiyan nake neheqî nake, yek jî dema ku soz da soza xwe naxwe. Ji bo wê li gel ku dijmine jî hinekan rêdikin cem û dibêje, ‘wî çi got em ê wisa bikin, bila destê xwe bide ser wîcdana xwe û bibêje, em ê jî li gorî wê tevbigerin û ku soz da em ê jî bi wî sozî ve girêdayî bin.’ Ji ber ku dizanibûn ew kes wê bi edalet nêzî meselê bibe, ango wê aliyê eşîra xwe negre, her wiha ger ku ew kesê soz dayî wê bi soza xwe ve girêdayî be. Ji ber ku ew kesê soz dayî di jiyana xwe de ev aliyê xwe îspat kiriye. Yanî tiştek wisa hebû, lê niha ev pir kêm heye.
Bi sozê ve girêdanbûn pir girîng e. Ev taybetmendiyek mirov e. Mirov wisa dibe mirov. Gotinek heye; tê gotin ‘ger ku dema kesek xençerek li te bixe tu biêşî, tu zindî yî. Lê dema ku ew xençer li cîranê te bikeve û tu biêşî, wê demê tu mirov î.’ Ango dema ku kesekî din biêşe, li wî neheqî bibe û tu bi vê biêşî, wê demê tu mirov î. Gotinek wisa heye. Vaye mirovbûn ev e. Ev mirovtî roja îro di nava refên PKK’ê de şagirtên Rêber Apo gîhandî, di şexsê şehîdên me de hemû hatî ziman û hîn jî tê ziman e. Min jî piraniya van hevalan nas kiriye, taybetmendiyên xwe wisa ne. Ango di aliyê mirovî de pir pêş de ne. Ne takekesî, malbatî û heremparêz in; na! Sekna civakî, netewî û şoreşgerî raber kirin. Ji bo vê şoreşgertî kirin. Lewma jî di vî alî de çi pêwîst dikir, kirin. Li gel van hevalan pir zêde ev heye. Yanî hevalên ku min nas kirî, di kesayeta wan de ev tişt heye. Yek ji wan hevalan jî hevalê Qasim Engîn e.
Hevalê Qasim hem kesekî netewî hem jî kesekî sosyalîst bû
Min heval Qasim di sala 1990’î de li Ewropa nas kir. Wexta min naskir ew kadro bû, di xebatan de cihê xwe digirt, karê folklorê dikir. Li Elmanya mezin bibû, dixwend. Hevalekî jîr bû, jêhatî bû; derfetê xwe yê xwendinê hebû, lê ew neçû zanîngehê û dixwest biçe welat. Wê demê tê bîra min, yekem car me li Holanda dibistanek kirê girt, me kadro kom kirin, derdorî 40 hevalan bû, me mehekê ders da. Ji bo lêhûrbûna kadroyan me ders da. Weke dewreyekî bû, hevalê Qasim jî di wê dewreyê de bû. Di wir de min dersa dîroka Kurdistanê da. Û min ew dersa ne bi şêweyê tê zanîn, hîn bi şêwazekî cuda da. Mînak ew Alayên Hamîdiyê li Kurdistanê çi texrîbat çêkir. Di civaka Kurd de çima 1914’an heya 1920’an ku dema Dewleta Osmanî hilweşiya, dewlet li herêmê neman Kurd bêhal bûn, nekarîbûn yekîtiya netewî ava bikin, yan jî nekarîbûn xwe biparastana, sedemê vê çibû. Tê bîra min, me li ser vê mijarê şîroveyek kir, ango texrîbata ew Alayên Hamîdiyê ku li Kurdan kirî, tevahî eşîr li hevdû kirî dijmin, me şîrove kir. Hevalê Qasim jî li wir amade bû. Piştre ji min re got, wê demê ji wê dersê pir tesîr dibe; ji bo wê ew her li pey dîrokê dikeve. Jixwe hevalê Qasim heman demê bibû dîrokzanek. Piştî wê perwerdeyê hertim lêkolînê li ser dîrokê dike û bi wî awayî zanebûna wî ya dîrokê pir kûr bibû.
Heval Qasim hat Qada Serokatî, dûvre jî çû eyaleta Tolhildan û li wir nêzî 4 salan ma. Li wir tasfîyekariya Terzî Cemal çêbû. Destpêkê ev tasfiyekarî ferqnekirin û rexnenekirin, ji bo hemû kadroyên wir weke rexne hate kirin, ji ber hevalê Qasim jî li wir bû, lewma ev rexne ji bo wî jî hate kirin. Hevalê Qasim li Qada Serokatî rexnedayîna xwe da. Piştî wê bi hevalê Qasim re hesta ku li hemberî kesên xetê berovajî tedbîq dikin bi tundî sekinandin pêş ket. Piştê wê her tim dema nêzbûneke derveyî xetê çêdibû, yê destpêkê li hemberî wî disekinî, hevalê Qasim bû. Mînak hemû tiştên ku derveyî taktîk, derveyî xetê derdiket hevalê Qasim bê dudilî helwest raber dikir. Nimûneya wê ya herî mezin ew tasfîyekariya ku weke pêlekê derketî holê ya 2003-2004’an de hevalê Qasim bê dudilî li hemberî wê sekinî û hertim refê herî pêş de bû.
Xwe pêş xist. Mînak; Kurdiya xwe qels bû, lê ew pêş xist. Piştre hate Botanê gel me, di tabûra hevalê Fazil de cih girt. Despêkê bê erk bû, wek şervanekî tevlî dibû. Piştî wê erk girt û salên dirêj li Çolemêrgê ma, bibû kesekî ji Botanê û ji Çolemêrgê. Bi taybet ew û heval Rojhat Bluzerî ji hevdû nedihatin cudakirin. Pir hevdû temam dikirin. Alîkarê hevalê Rojhat bû. Tabûr bû, lê di bin fermandariya wan de nêzî 300 heval hebûn. Di şer de, di rêvebirinê de xwe xurt kiribû. Di nivîsandinê de xwe pêş xistibû. Bi taybet hate Botanê û şûn de xwe di hemû milan de xurt kiribû. Bêguman tecrûbeya herêma Tolhildanê jî jê re bû bingeh, lê wisa hem di şer de hem di rêvebirinê de û hem jî di asta teorîk de xwe xurt kiribû.
Di sala 1998’an de careke din gel me li Biryargehê bû. Wê demê em ketin du şerên giran. Di meha Adarê de em li Deriyê Qaçê bûn, hevalê Qasim û 4-5 heval li ser derî weke tepecî bûn. Wê demê hevalê Qasim bê erk bû. Komek heval ên ku berê fermandar bûn li gel min bûn. Ewana destpêkê li dijmin xistin, dijmin dixwest li derî leşker dayne, hevalan lê da, du helîkopteran nekarîn leşkeran daynin, lê didûyan danîn. Wê demê wî şerî heta şev, piştre jî heta roja din ajot. Yanî hevalê Qasim bihata xwestin leşker bû. Piştî wê meheke din, dîsa 11’ê Nîsanê operasyoneke ji ya din mezintir li dar ket. Wê demê hevalê Qasim çûbû biryargehê, ez çûm gel tabûrê û jixwe em tevî tabûrê ketin şer, biryargeh jî kete şer. Hevalê Qasim û 10 heval ji hevalan qut bûn. Wê çaxê li wir weke berpirsyar hevala Zelal Botan hebû. Me ji bo vê hinekî heval rexne kir, wê jî rexnedayîna xwe da, jixwe piştî du rojên din hevala Zelal şehîd ket. Min ji hevala Zelal pirsî û min got, ‘hevalê Qasim teqez bi wan hevalan re bû?’ Hevala Zelal got, ‘erê; ew koma hevalan bi hevre re qut bûn.’ Wê demê min got ‘ger ku hevalê Qasim bi wê koma hevalan re be, wê komê biparêze.’ Jixwe rastî jî wisa bû.
Li Besta Mewijik heye. Wê derê darê xwe kêm in û dijmin seranserî Mewijik girtibû. Ango sirtek bi temamî girtibû. Ew operasyona herî zêde leşker tê de bû. Mînak qala 60 hezar leşker dihat kirin, tenê li Besta. Herder tije leşker kiribûn. Mînak niha dijmin dixwaze bi teknîk encam bigre, lê wê demê bi hêzeke zêde dixwest encam bigre û wê demê nû termal derketibû, jixwe me ji wê derbe xwar. Ji ber ku me nizanibû termal anîne çiya. Erê, me dizanibû ku li ser tangan heye lê me nizanibû anîne eraziyê. Ji ber ku piştre ji ber vê me serdegirtin xwar. Hevalê Qasim dareke qaçê ya mezin dibîne, ew û tevî 10 hevalan xwe dixin bin wê darê. Bi rastî jî ger ku ji bin wê darê derbikevin, wê dijmin wana bibîne, ne mimkun e nebîne. Ji ber li her alî leşker hene. Wisa ji wan hevalan re dibêje ‘kes tevger neke û herkes di bin darê de bisekinin.’ Dar jî weke çadirekê xwe berdide erdê. Bi esasî darê wir ne weke Deriyê Qaçê ne, yê wir mezin in. Lê bes darê Mewijik biçûk in. Av jî nêzî wana 7-8 metroyan e. Êvarê ji hevalan re dibêje, ‘ser zik biçin avê vexwin û werin.’ Jixwe xwarin, nan li gel wan nîn e; wê tenê avê vexwine. Wisa hevalê Qasim, ew koma hevalan bi gîştî 14’e rojan di bin wê darê de di nava leşkeran de parast. Hevalên li gel wî ewqas ne bi tecrûbe bûn. Di nava wan hevalan de yê bi tecrûbe hevalê Qasim bû û wî jî bi tecrûbeya xwe tevî xwe 11 heval di bin wê darê de parast. Li wir man, nehişt kes biçe nan bîne yan jî giha kombike, lê av vexwarin û wisa piştî ku operasyon paş de kişiya, ew heval hatin gihiştin me. Hevalê Qasim wisa bû. Jê bihata xwestin bi sebir û bi israr bû, pîvanê xwe hebûn.
Paşê jî di wê serdema tasfiyekariyê de cardin li gel me bû, tevî me di nava karê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de bû. Bi qasî 1,5 – 2 salan weke çapemenî hem hevdîtin dikir û hem jî rêveberiya pratîkî dikir. Ango hemû bi hev re dimeşand. Wê demê hîna pergala van tiştan tam çênebibû. Wî hemû kar bi hev re dida meşandin. Ango karê Serokatiya KCK’ê dida meşandin. Feydeyek xwe ya pir mezin çêbû. Jixwe piştî wê derbasî HPG’ê bû, di wir de jî weke fermandariya çapemeniya HPG’ê tevger kir. Ew çapemeniya HPG’ê di dema wî de pêk hat. Hîna jî ew pergal heye, lê ne weke dema wî ye. Paşê heval weke endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Piştre jî derbasî Sekreteryeya Giştî ya PKK’ê bû.
Hevalê Qasim hevalekî hem netewî hem jî sosyalîst bû. Ango sosyalîzm û netewîbûn pir di hundirê hev re derbas kiribû. Li Vîetnamê Ho Chî Mînh (Ho Şî Mînh) wisa dibêje: ‘Ji bo ku mirov sosyalîstekî baş be, divê destpêke welatparêz be.’ Ango kesekî/e ne welatparêz, nabe sosyalîst jî. Vaye hevalê Qasim jî wisa bû. Ango welatparêzekî baş bû; wî alî de netewî bû, lê di heman demê de sosyalîstekî baş jî bû. Sîstema wî ya fikirandinê sosyalîst bû. Ji bo wê jî di xeta Rêber Apo ya paradîgmaya nû de pir serwer bû, pir kûr bû. Ji ber ku xwe li gorî wê beşdar dikir. Terzê girtî jî wisa bû. Ji bo wê jî weke min li jor anîbû ziman, destpêke Kurdiya xwe jî nebû, lê wisa kir ku heta vê dawiyê qet bi Tirkî nediaxifî. Hertiştê xwe bi Kurdî bû. Dersên xwe, axaftinên xwe, bernameyên xwe hemû bi Kurdî bûn. Halbûkî Tirkiya wî jî pir xurt bû, Elmaniya wî pir xurt bû. Mînak qet nîşanî tu kesî nedikir ku zimanê Elmanî baş dizane, li derve perwerde dîtiye û li derveyî welêt mezin bûye. Heta mirov ji nêz ve pêre neda û nestandiba ev aliyê wî nedizanî. Ji ber ku wî ev tiştê xwe li tu deveran nedikir cihê sohbetê jî.
Lê aliyê xwe yê li pêş çibû? Bi Kurdewarî dijiya, li Kurdîtiyê xwedî derdiket; bi zimanê Kurdî ve mijûl dibû û her hevokên Kurdî bi kar dianî. Xwe di dîroka Kurd û Kurdistanê kûr kir. Evana hemû aliyên wî yên esasî bûn. Lê li kêleka vê nêzbûnên demokratîk û sosyalîst jî li gel wî li pêş bûn. Di vê mijarê de refleksên wî xurt bûn. Di vê wateyê de mirov dikare bêje kesekî bi pîvan bû. Hem di welatparêzî, hem jî demokratîk, sosyalîzma Rêber Apo û paradîgmaya modernîteya demokratîk de xwe gîhandibû. Ji bo wê jê re hate gotin ku; ‘’feylesofê çiya, zanistê çiya.’’ Rastî jî wisa bû. Em bi vê wesilê hevalê Qasim û hevalên pê re şehîd ketî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Têkoşera mîna melekan: Hevala Leyla
Ji bo hevala Leyla mirov çi bêje wê kêm bimîne. Ji bo mirovên herî paqij, dibêjin ‘weke melekan ango ferîşteyan e.’ Mirovên wisa bi dirustiya xwe, bi paqijiya xwe bi her awayî kesên xwedî jiyana bijare ne. Bi rastî mirov li hevala Leyla mêze bike, gelo çiyê xwe kêm bû? Ango kes nikare bêje filan tiştê hevala Leyla kêm bû. An jî kêmanî û şaşiyek xwe hebû. Bi rastî jî nebû. Min carekê jê re gotibû, ‘tu saf î’ wê jî gotibû, ‘heval ez li hemberî hevalan saf im, lê li hemberî dijmin ne saf im.’ Weke jineke Kurd bi paqijiya xwe, dirustiya xwe, dilgermî, hevaltî, cesaret û bi aqilmendiya xwe ve bi rastî asteke xwe ya xurt hebû. Min ew pir cihan de dît, pir şeran de dît. Gelek qonaxan de me bi hev û din re hereket kiriye. Ji ber ku hevala Leyla di tabûra bi tevger de bû, me jî pir ji nêz ve dişopand, nas dikir.
Destpêka sala 1997’an de em ji Botanê ji bo vesaziyan hatibûn Heftanînê û em ê dîsa vegeriyan. Wê demê Heftenîn herêmeke Botanê bû. Bihar bû, agahiyên ku dijmin li ser Heftenînê û Cûdî operasyon bike hebû. Wisa qeyraneke leşkerî hebû, herkes di întîşarê de bû. Li Heftanînê Kela Spî heye; wê demê yekîneya hevalê Reşîd li wir bû. Piştî ku zelal bû em ê dîsa vegerin Botanê, ji bo ku em biçin ji me re hevalek rêzan pêwîst bû. Ji bo ku mirov bizanibe wê derê û Ava Hêzîlê derbas bike, divê rêzanek xurt hebûya. Em jî derdora 45 kes bûn. Şev bû; me dît carekê hevaleke bi fizîkî hûrik û ciwan hat. Behsa hevalê Reşît dikir; min jî pirs kir û got, ‘heval, ma hevalê Reşît kes ji bo rêzantî neşandiye?’ Go, ‘heval, rêzan ez im.’ Min got ‘ma tu yê me bibî Cûdî’; go ‘erê.’ Wê demê min lê mêze kir, hevala Leyla wisa hûrik û ciwan bû. Jixwe temenê xwe encax 15-16 salî bû. Rast e, demek bû tevlî bibû û fermandara mangê bû. Tê zanîn hevalên di şer de xwe îspat kirî dibûn fermandarê mangê. Hevala Leyla fermandara mangê ya yekîneya heval Reşît Serdar bû. Heval Reşît, hevala Leyla ji bo me şandibû ku me bibe Cûdî, ango rêzantî bike. Hevala Leyla û hevaleke din a jin jî pê re hatibû ji bo dîsa vegerin. Yanî du hevalên jin bûn. Wisa em bi silametî derbas kirin.
Min wê demê hevala Leyla nas kir. Piştî wê min hevala Leyla bîr nekir, şopa xwe di me de hîşt. Piştî wê jî hertim di yekîneya bi tevger de di nava şer de bû. Wê demê yekîneya bi tevger, yê şer bûn. Li ku derê êrîş pêwîst dikir ew diçûn wê derê. Hevala Leyla hertim cihê wisa de bû û me rojekê jî rexneyeke li ser hevala Leyla nebîhîstiye.
Hevala Leyla heman demê, demekê fermandariya hêzên Rojhilat jî kiribû. Ew şerê mezin ê ku Îran tê de şikest ango Şerê Casûsan hevala Leyla, heval Simko û hevalê Fazil meşandin. Ên ku Îran li wir sekinand û Îran mecbûr kir ku were ber lingê Partiyê, her wiha yê ku PDK û YNK xist rewşa ji partiyê bibin rîcacî ev heval bûn. Ango esas ê ku ew şera tevger dikir yek ji wan hevala Leyla bû. Hevalê Fazil di gîştî de rêve dibir, hevala Leyla fermandara giştî bû, hevalê Simko jî alîkarê hevala Leyla bû. Ango hevaleke bi tecrûbeya xwe ya leşkerî, cesareta xwe ya leşkerî, xwînsariya xwe ya leşkerî, bi aqilmendiya xwe, jîr û jêhatîbûna xwe, bi rastgobûn, girêdanî û dîsa bi fedakariya xwe, rastî pîvaneke jor bû. Hevalên wisa windahiyên pir mezin in. Ji bo me windahiyek mezin bû, ne ji rêze bû.
Hevala Leyla, Botan ser lingan girtibû. Fermandariya gîştî dimeşand. Gelek pratîkê me bi hev re derbas bûn, bi ked hatibû strandin. 31 sal li van çiyayan şer kir. Yê hevalê Qasim jî 31 sal in. Lê hevalê Qasim beriya tevlî bibe du salan jî di nava xebatan de cih girtibû. Lê gerîlatiya wî 31 sal bû. Yê hevala Leyla jî wisa ye. Ji 1993’an heta 2023’yan ango 31 salan têkoşînek mezin meşand. Di pratîka gerîla de bi fikir û felsefeya Rêber Apo hevala Leyla hatiye strandin. Bi esasî di kesayeta Leylayan, Delalan, Hêjaran û tevahî şehîdên jin de îradebûnek mezin a jin pêş ket. Hevala Hêjar jî hevaleke wisa di armancê de kîlît bûyî û fedaî bû. Tu kîjan hevalê mêze bikî wisa ye. Mînak hevala Gulçiya jî wisa bû. Ev heval tenê ne ji bo jinên Kurdistanê, ji bo gîştî jinan nimûneyên îradebûna mezin in. Jin çawa dikare bi hêz û bi îrade be, jêhatîbûna jin çiqas heye; ev hevalana di kesayeta xwe de ev hemû derxistine holê. Tenê ne di warê fikir de, di warê leşkerî, jiyanî, rêvebirin, meşandinê û pêşengtiyê de îradebûnek mezin derketiye holê. Her wiha çiqasî jêhatîbûna jin heye, di şexsê van hevalan de raber bû. Dîsa dirustî û paqijî de çiqasî dikarin bibin nîşane, ev di şexsê hevalên wisa de xuya dibe. Bi rastî ew nîşaneyên me ne. Nîşaneyê nemir in. Ji bo tevahî jinên Kurdistanê, jinên cîhanê û ji bo şoreşa me her hevaleke/î Apoyî her tim sembolên nemir in. Çi sekna Qasim Engînan be, çi jî sekna Leyla Amedan be ev wisa ye.
Em deyndarên Leyla û Qasiman in
Ez hema hema ji destpêka pratîka herdu hevalan, bi gîştî jiyana wan a şoreşgerî re bûme şahid. Bi rastî di fedakariyê de, di dirustiyê de, di girêdanbûnê sozê de, di merdî û mêrxasî de nimûne ne. Wisa di asta bedewbûnê de bilindbûnek in. Weke me destpêkê de got mirovtî li ser çi hîmî çêbûye? Li ser hinek hîmê taybetmendiyan çêbûye. Mirov wisa ji ajalan cuda bûye, ji zindiyên din cuda bûye. Ev çi ne? Êşên civakê hîskirin e, ji bo civakê xwe fedakirin e, ji bo civakê jiyankirin e, sozê xwe de girêdan bûne. Bi cesaret xwe fedakirin e. Ev taybetmendiyê mirovtî ku mirovatî li ser ev bingehî pêk hatiye, di kesayeta van hevalan de gihişt lûtkeya xwe. Mirov dikarê wisa bêje.
Ev şehîdên ku îro em behsa wan dikin jî ango heval Qasim Engîn jî heval Leyla Amed û şehîdên me yên dîtir di vî astî de di mirovatiyê de gavek in, gaveke pêş de ne û lûtke ne. Û ew çavkaniya me ya jiyanê ne, çavkaniya hêza me ne. Ji bo vê em şehîdan weke paşeroj, îroj û pêşeroja xwe pênase dikin. Ji bo vê şehîdên me nemir in. Em ji bo wan jiyan dikin. Ji bo ku em doza wan bi ser bixin em jiyan dikin. Ji ber ku me hevalên wisa re rêhevaltî kiriye, me bi hevalên wisa re xebat meşandî ye, ev ji bo me rûmetek e. Ji bo me rûmet, serbilindî û cihê şademaniyê ye ku hevalên wisa re me hevaltî kiriye, naskirin çêkiriye. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Lê heman demê deynê wan li stûyê me ye, em li hemberî wan deyndar in, ji bo ku em deynê xwe yê li hemberî wan bidin, divê ku em rast li bîranînên wan xwedî derbikevin. Bi rastî jî van hevalan bikin kesên nemir, navên wan bi tîpên zerîn li dîroka Kurdistanê binivîsînin. Ew jî bi çi dibe? Meşa azadkirina Rêber Apo, azadkirina Kurdistan bi serxistinê dibe. Meşa azadkirina gelê Rojhilata Navîn bi serxistinê dibe. Ji bo perspektîfa demokratîk netewe, paradîgmaya moderniteya demokratîk biserkeve pêwîstî bi pêşxistina rihê fedaî û bi bilindkirina pêngavê heye. Di vê de jî soz û peymana me heta dawî heye. Em ê li ser vî esasî van qehremanan bikin kesên dîrokî û nemir.