Fûat Aslan di sala 1958‘an de li gundê Çemêçeto ya Agirî dayîk buye. Ji eşîra Pinyanişiya ye. Ev eşîr cîh û warê wan aliyê Colemêrgê ye. Dema Ehmedê Xanî tê Bazîdê û heya niha ew eşîr jî li Serhedê jiyan dikin. Li Serhedê navenda Pinyanişiya Bazîd e. Li pir cîhên Serhedê belav bûne. Piştî sedan sala çanda Colemêrgê û Serhedê tevlî hev bûye. Niha devokê Serhedê bikartînin. Bavê heval Fuad Aslan mele ye. Berê nîvîsandin û xwendin kêm bû. Lewma Mele weke rewşenbîrên civakê têne hesibandin. Bavê Fûat Aslan mirovekî Kurdperwer e.
Fûat Aslan di malbatek Oldar û Welatparêz de mezin dibe
Heval Fûat Aslan di malbatek Kurdperwer de mezin dibe. Zarokên meleyan, li gorî zarokên gundiyan hêbêtir şiyar û polîtîk in. Ne şermok in, bavê xwe mînak digirin. Cihê kû lêne xwedan înîsîyatîf in û kontrolê hildidin destê xwe. Bi xwezayî xwe pêşeng dîtin di jiyana wan de serwer e. Civaka lê mezin buye van taybetmendiya dide Fûat Aslan. Dema rêya şoreşgeriyê hildibijêre ev taybetmendî jêre dibin avantajek. Di şoreşgeriyê de kolektîf kar kirin, xwe cuda ne dîtin, dilnizmî heye. Fûat Aslan ev aliyê şoreşgeriyê baş digire û bêhtirîn xwe xurt dike.
Min, heval Fûat Aslan di sala 1978‘an de li Agirî di malekê komînê de nas kir. Li Îdirê di havîna sala 1978‘an de jiber nakokiyên di navbera Kurd û Azeriyan de şer derdikeve. Di encama wî şerî de 5 faşîst dimirin û 3 jî şoreşger şehîd dikevin. Ji wan sê kesan yek jî Koroglu Keserlerê kû birîndar bûye anîn Agiriyê. Tevî hemû hewldanan jî piştî sê rojan jiyana xwe ji dest da. Jibo spartina Köroğlu Keserler, hevalê Fuat Aslan yekser berpirsyarî girt û dest bi amadekariyan kir. Fûat Aslan got; Divê em cinazê pakrewan Köroğlu Keserler xwedî derbikevin û nedin eskeriyê. Em niha de gel amade bikin. Dema girse pir be nikarin zorê me bikin.
Piştî axavtinên heval Fuat Aslan gelê Agirî hatin ber nexweşxanê runiştin û ji eskerên Tirk re gotin; ‘‘em cinazê xwe nadin we. Emê bi xwe bibin Îdirê”. Fermandarê Tirka gazî bavê Köroğlu Keserler kir. Bavê Köroğlu Keserler jî got; “ewledê min miriye, êşa me girane.Li ber dozekê de hatiye kuştin, hevalê wî çi gotin ezê jî li gorî wan tevbigerim” Fermandarê Tirk her çiqas aciz jî bûye mecbûr maye qebûl bike û gotiye; ‘‘divê cinaze di ereba eskerî de be û hûn jî erebê xwe ve cinazê teqîp bikin. Em bi hevre herin Îdirê”. Erebeya cinaze kete ser rêya Îdirê, Kurd jî bi erebên xwe berê xwe dane Îdirê. Ji Agirî heya Îdirê hemû eskerên Tirk ketine alarmê û li her derê esker daniye. Tirsa eskerên Tirk, wê Kurd tabuta Köroğlu Keserler ji wan bistînin û wê rabin serhildanê. Dema em nêzîkê Îdirê bûn kombuna eskera behtir xuya dikirin. Nehîştin em herin nav bajarê Îdirê. Cinaze di bin kontrola eskeriyê de spartin axê. Em vegeriyan Bazîdê. Fûat Aslan got; me gotinê wan qebul nekir, em heya goristana Îdirê çûn. Ev jibo me serkeftineke. Lê me gorî dilê xwe hevalê xwe neda axê ew ne baş bû.
Hevalê Fûat Aslan di aliyê kar de pir ciddî nêzîk dibe û encam girtin jibo wî esas bû. Fûat Aslan di buyera Koroglu Keserler da hate xuya kirin. Nêzîkbuna pakrewana nirxekî mezin dibîne. Demê nexweşxanê heya goristana Îdirê çuyîn hêjayê gotinê bû. Li ser nirxan pir disekinî. Fûat Aslan hertim digot;“ pakrewan nirxê herî mezine. Jibo şoreşê canê xwe dide. Êdî wê zêdetir tiştek nabe. Dema birina goristanê de divê li hemberê cangoriyan em jî erka xwe bi cîh bînin. Mirinek bi rûmet dest herkesî nakeve.”
Di zîndana Erziromê de kesên kû bûne şahidê berxwedana Fûat Aslan behsa jiyana wî dikin
Cano Bazarcix: Min di sala 1981‘an de li zîndana Erziromê de Fûat Aslan nas kir. Sekna xwe ya bi hevaltiya ruhekî Apoyî ve bal dikişand. Dema mirov ligel wî rûdinişt û pê re qise dikir, xwe rehet his dikir. Ew sekna wî bawerî dida mirov. Qebilîyeta wî ya îknayê pir xurt bû. Ez wekî kesekî welatparêz kû min Fûat Aslan naskiriye pir bi şanaz im. Li hemberî rêveberiya zîndanê sekna wî zelal bû. Bi wêrekî digot; ez Apoyî me”. Hertim digot; her tiştê dijmin dixwaze nekin. Dema we tiştên kû dijmin dixwaze kir, tu xwe radest dike. Ev jî bi xwe re xiyanetê tîne. Tişta kû dijmin bixwaze we bide kirin, desturê nedinê.
Li Agiriyê, hevalên kû di xeta Apoyî de bi fedaiyane li dijî dijmin şer kirin û dîl ketin dest dijmin yek jî Fûat Aslan e. Li hemberê dijmin ti caran serê xwe xwar nekiriye, tim li berxwe daye. Hevalê Fûat Aslan weke mamosteyan bû. Fedekar, li beramberê hevalan niyetek paqiş, di navbera hevalanda ferq û cudahî nedikir. Fûat Aslan ti caran nayê ji bîr kirin. Li ser her hevalekî tesîrek baş hiştiye. Ev rastiyeke, Fûat Aslan hertim li gorî vê rastiyê tevgeriya. Ti caran bîrnakim û bi rêzdarî bîrtînim.
Di sala 1982‘an, dema darbeya 12 Îlonê de PKK’ê qadroyên xwe deranî qada Filistînê. Wê demê têkîliyên yekîneya Serhedê bi rêxistinê re qutbûn. Yekîneya Qersê du salan li çiya xwe parastin û di Mijdara 1982‘an de têkîlî rêxistinê re çêkirin û derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Yekîneya Agirî piranî hatin girtin. Têkîliyên yekîneya Qers û Agirî jî hev qut dibe. Pakrewan Îdrîs Ökmen li Rojhilatê Kurdistan, li herema Makû û Qelenî nav gel de karê rêxistinê dike. 1983‘an da Fûat Aslan derbasî aliyê Rojhilatê Kurdistan dibe. Rêxistinê re têkîlî nîne. Min û heval Îdrîs Ökmen, bi heval Fûat Aslan re têkîlî danî. Me heval Fûat Aslan derbasî Başurê Kurdistan kir û tevlî gerîla bû. Ew xeyalên salan pêk hat û li çiyayên Kurdistanê de bû şervanê azadiyê.
Heval Fûat 1984‘an de derbasî Botanê dibe û tevlî pêngava 15‘ê Tebaxê dibe. Heval Fûat di yekîneya propaganda çekdarî a 14 Tîrmehê de cîh digire. Dema çalekiya Dihê-Eruhê de di koma êrişê de di nav hevalên bijare da cihê xwe girtiye û erka xwe bi serkeftî pêk aniye.
Di sala 1985‘an de weke cîgirê fermandarê heremê derbasî çiyayê Agirî dibe. Di sala 1985‘an de li Kurdistanê çalekiyên herî zêde li çiyayê Agirî pêk hatine. Di serî de li dijî derdorên ajan, her roj çalekiyên gerîlla hene. Dijmin ketiye nav tirs û xofekê mezin. Gel de coşek mezin çêdibe. Di yêkemîn salvegera 15‘ê Tebaxê de gelê Kurdistan dibe xwedan artêş. Dijmin jibo pêşiya pêşkeftina bigire dest bi operasyonên eskerî dike. Di sala 1985‘an di 20‘ê Tebaxê de operasyonek mezin destpêkiriye. Yekîneya heval Fûat li çiyayê Agirî li herêma Mixtepe dikevin kemîna dijmin. Carekê da hemû esker mînanî baranê gulan ser gerîlla da dibarînin. Her pênc gerîla birîndar dibin. Feyat Alkan; xelkê Bazîdê ye, nû tevlî gerîla bûye. Dijmin, dema Feyat Alkan birîndar digirin, jê re hêrs dibin û dibêjin; “hun çend kesin, hevalên we kîderê ne “. Lê dinêrin nikarin tiştekî hîn bibin wî hevalî şehîd dikin. Mehmet Erturk; xelkê Xelfetiyê ye. Fermandarê yekîneya gerîla ye. Serê xwe da gule xwariye û şehîd dikeve. Fûat Aslan jî giran birîndar dibe. Dinêre nikare çembera dijmin derkeve, tifinga xwe heya jê tê dur davêje nav keviran jibo nekeve dest dijmin. Jibo bi saxî nekeve destê dijmin di dawî de bomba xwe pîmê wê dikişîne û şehîd dikeve. Her du gerîlayên birîndar bi seatan şer dikin û ber bi êvarê çembera dijmin derdikevin. Dema şer destpêdike heft eskerê dijmin têne kuştin.
Min û heval Fûat Aslan bi hevre tekoşîn kir û bume şahidê lehengiya wî. Zarokên Kurdan dema dîroka Kurdistanê xwendin, bila bizanibin lehengekî mîna Fûat Aslan jibo me xwe feda kiriye. Jibo saxî nekeve destê dagirkeran bombe xweda teqandiye û şehîd bûye.
Heval Fûat nasnavê xwe jî Azad danî bû. Li gorî navê xwe jî derket. Her tim azad bû, ti caran bindestî qebul ne kirîye. Dema di destê dijmin de dîl e, di rûh de azadî temsîl kiriye. Însanek di mêjiyê xwe de ne azad be, jibo azadiyê nikare tekoşîn bike. Di nav rêxistinê de jî her tim rastî aniye ziman û seknek li gorî xeta partiyê raber kiriye. Rûhekî Apoyî pê re heye. Cîhê Fûat Aslan lêbe, li wir temsil kirina nirxa heye. Jibo wî nirxê herî mezin hevaltî bu û li gora wê jî jiyan kir.Fûat Aslan fermandarekî baş bû. Demê Tevgêra Azadiyê nû kete Kurdistan û dest xebatê kir, di nav de cîhê xwe girt. Aktîf xebitiye, cîhên herî xeter de li pêşiya hemû hevalan beziya ye. Kîderê dijminê doza Kurdistan heye xwe pêşniyar kiriye, çuye ser û bêtesîr kiriye. Ti caran xwe ne fikiriye,‘‘di nav de rîsk heye ezê zirar bibînim” negotiye.
Tenê çalekî kirin jî na, rêxistin kirin, hevalên xwe tevgêr kirin û şer koordîne kirin jî esas digirt. Çalekiya Dihê-Eruh’ê de di yekîneya êrişê de cihê xwe digire. Rûhekê êrişê pê re heye û serkeftinê jibo xwe esas digire. Ew ezmûn û coşa kû li Botanê girtiye li Serhedê pêk anî. Di nava sê mehan de li çiyayê Agirî gelek çalekî çêkirin û tim bi serkeftî derketiye.
Fûat Aslan civaknase, kê re çi zimanî qise bike pir baş dizanî. Zarokê mele ye. Malên meleyan mêvan kêm nabin, tim hatin û çuyîn heye. Biçûktiya xwe de di nav civakê de mezin buye û ev ezmûnê xwe, bi şoreşgeriyê re kir yek, mînanî doxtorek çawa nêzîkî nexweşê xwe dibe, wisa nêzîkî gel dibû. Heya dawiyê wan gûhdar dikir, kul û birînên wan tespît dikir. Wê çawa derman bike, zimanekî zeval şirova xwe dikir. Şagirtê gele, tiştê ji wan hîn dibû, îcar şirove dikir. Jibo çareseriyê rê nîşan dida ji nexweşiya bindestiyê çawan herin serfîraziyê.
Şehadeta Fûat Aslan jibo ARGK valatiyek mezin e. Sekna xwe, mîna Broyê Hesikê Teliyê çiyayê Agirî de nûnertiya şoreşê kiriye. Ew mîrasê serhildana Agirî dewr girt. Di şer de berxwedana kiriye bûye destanek. Heya niha şerê çiyayê Agirî de dimeşe li ser mîrasê berxwedana Fûat Aslan hîştiye dimeşe. Herkesê kû nû beşdarî nav refên gerîla dibin, dixwazin bibin yekî mîna heval Fûat Aslan. Heval Fûat Aslan, ew hevaltiya we ti caran nayên ji bîr kirin. Dema behsa we dibe, dengê we tê guhê min û bîranînên me li ber çavên min derbas dibin. Ew tiştên kû we xeyal dikirin, piraniya wan pêk hat. Şerê gerîla pir mezin bû belavî her derê Kurdistan buye. Derbarê gerîla de daxwaziyên we hemû bi cih hatine û bila dilê te rehet be.
Em carekdin wê sozê didin we; emê wesiyetên we bi avakirina Kurdistana azad bi cih bînin. Lewma azadiya Kurdistan nêzîke. Cihê gora tê nizanim, lê di dema azadiya Kurdistan de ezê bihatima ser gora te û mizgîniya azadiyê dengekî bilind biqîriyam. Lê ezê dîsa bikim û derkevim cîhekê bilind û biqîrim; “heval Fûat Aslan Kurdistan azad bû heyfa hemû pakrewanan hate hildan û cîhên xwe de rehet raz in”. Ez niha li benda wê roja azadiyê me. Di kesayeta heval Fûat Aslan de tevahiya pakrewanên meha Tebaxê bi bîrtînin û dibêjim; Pakrewan namirin.
Li ser navê hevalên wî yên tekoşînê