Di heman demê de dewreya duyemîn hat rêxistinkirin, her du dewreyên despêkê ji aliyê heval Viyan û Nuda ve hatin birêvebirin, Van her du hevalana ev dewreyana meşandin û li Xinêrê cihê Kongreya Ji Nûve Avakirina PKK’ê amade kirin. Endamê van her du dewreyan herwisa bûn delegeyên kongrê. Kongreya ji Nûve Avakirina PKK’ê di 4’ê Nîsana 2005’an pêk hat. Şagirtûn ev her du dewreyana û hinek hevalên din jî tevlî bûn û wan hevalan jî bûn delegeyên kongrê. Bi giştî ji 210 delegeyan kongre pêk hat. Ji wê çaxê û heta niha dewreyên Ocaxê berdewam dike. Wekî ku tê gotin hemû tişt di destpêkê de çawa hîmê wê hatî danîn, wisa dimeşe. Hemû dewre jî wisa li ser esasekî dilsoziya bi xetê û felsefîk nêzbûna îdeolojiya Apocî wekî ruhê Viyan û Nuda meşiyan. Dewreyên piştî wê ez bawerim dewreya sêyemîn an jî çaremîn bû, du dewre an jî sê dewre bûn, ji aliyê Şehîd Arjîn hat rêvebirin. Wê çaxê rêveberiyek hebû ji salekê zêdetir Şehîd Arjîn di vir de cih girt.
Partî bûyin ji Heqîqeta Şehîdan û Heqîqeta Serokatî Derbas Dibe
Di rûniştandina xeta partiyê, xeta Serokatî û di naskirina paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk li ser esasê Şoreşa Cinsî de rolê Ocaxê bi rastî jî zêde çêbû. Ji ber ku wê çaxê yên ji nav kesên bi dil şagirtên Ocaxê dihatin bijartin û wisa beşdarî Ocaxê dibûn. Jixwe Serokatî çarçoveya PKK’a nû wisa danîbû. “Yên ku dixwazin bi min re bimeşin bila werin PKK’ê.” Ango KCK sîstemeke fireh e, lê yên dixwazin bi min re hevaltiyê bikin bila di nava PKK’a nû de cih bigirin. Her şagirtekî Ocaxê di heman demê de wekî berendamê PKK’ê ye. Ango Ocax wekî xebateke partîbûyinêye.
Akademiyên me pirr in. Hemû jî xwedî wate ne û cihekî xwe yê taybet jî hene. Mesela Dibistanên Navendî, Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan, ew jî xebateke partîbûnê dimeşîne. Cardin Akademiyên Şehîd Zîlan yên PAJK’ê, Dibistana Şehîd Nuda, Akademiyên HPG’ê Şehîd Mahsûm Korkmaz, Şehîd Hakî Karer, Şehîd Berîtan jî xebat dimeşîne. Her wiha niha akademiyên HPG’ê zêde bûne, di bin navê Akademiyên Şehîd Mahîr de gelek akademiyên teknîkî û yên leşkerî avabûne. Ango hemû akademiyên me xwedî rol in û cihekî xwe heye. Di partîbûnê û kûraniya xeta Rêber Apo de, naskirina paradîgmayê cihekî xwe yê xweser heye û hemû jî hêja ne. Lê Ocax, bêtirr lêhûrbûne. Ango Ocax lêhûrbûn û hesapdayineke.
Mesela gelek heval piştî ku ji perwerdeyeke akademiyê derbas dibin tên Ocaxê. An jî berê sîstemek din jî hebû ji akademiyan derbas dibûn û dihatin Ocaxê. Perwerdeya xwe wisa temam dikirin. Ango hêj bêtir lêhûrbûneke, naxwe ne akademiyeke normal e. Lêhûrbûneke hêj bêtir li ser paradîgma Rêber Apo ye. Di aliyê îdeolojîk û felsefîk de di paradîgmaya Rêber Apo de kûrbûn e. Ocax Rêber Apo esas girtin e û li gorî wê ji xwe hesap pirsîn e, muhasebeyeke. Cihêrengiya xwe hêj bêtir di van nuqteyan de ye. Wekî din Ocax bi gelek tiştên xwe wekî akademiyên din e. Lê Ocax hin bêhtir heqîqeta şehîdan û heqîqeta Serokatî wekî pîvan dide ber xwe û di çarçoveya vê heqîqetê dikeve lêpirsîneke hundirîn û wilo jixwe hesap dipirse. Ango şexs li hemberî heqîqeta Serokatî xwe ji ber çavan derbas dike û xwe şîrove dike.
Ne ku bi derdore xwe an jî bi pîvanên gelemperî xwe ji ber çavan derbas dike. Na!. Bi pîvanên Serokatî terzê Serokatî dimeşîne, tempo dimeşîne, kedê dide û qehremaniyên şehîdan ji bo xwe esas digire. Lewra di astekî jortir de zemînê lêhûrbûnê pêş dikeve. Cihêrengiya Ocaxê di vir de ye. Van rêbazan ji bo xwe dike pîvan. Ji bo vê di asteke hin bilindtir de zemînê lêhûrbûnê pêş dikeve. Cihêrengî û taybetiya Ocaxê jî di vir de ye.
Hîmê Partîbûnê û Kadroyan Perwerdeya Serokatî ye
A din jî Tevgera me tevgereke (Rêbertî) Serokbûyînê ye, ji kadroyan ava dibe. Ango kadro li dora serokekî dicivin. Kadroyên vê felsefeyê, îdeolojiyê dikin hîmê jiyana xwe û Tevgera Rêrbertiyê rêxistin dikin, dixin tevgerê, dixin jiyanê û dikin hêz. Niha Tevgera me jî wisa ye. Ango Tevgereke Rêbertiyê ye. Ji bo vê tim kadro divê di îdeolojiyê de, di felsefeyê de kûr bibe. Îdeolojî tim pêşve diçe ango rastiyeke xwe ya diyalektîk heye. Belkî hevalek 20 sal berê, an jî 3 sal berê mumkûne perwerde dîtibe, lê ev têrê nake pêwîste niha jî perwerde bibîne. Ji ber ku ji 3 sal vir ve 5 parêznameyên wekî manîfesto hatin nivîsandin. Ango parêznameyên Serokatî îdeolojîk û felsefîk herîkandina wê her berdewam dike. Nûbûn heye. Divê kadro bi vê herîkandinê ve tim nûbûn di xwe de çêbike, pêşxistin çêbike û wisa bikaribe bi rastî bi felsefe û bi îdeolojiya Rêbertî re xwe bike yek. Ev jî bi çi dibe? Bi lêhûrbûn dibe, bi perwerde dibe, bi nîqaş dibe. Bi tena xwe bi xwendinê nabe. Ev pirr hat ceribandin û tecrûbekirin.
Ocax xwedî wateyekê ye. Berê Serokatî tim xebatê perwerdê dimeşand. Her li kê derê ba, tim xebatekî xwe yê perwerdê hebû. Carna derfet tinebû. Mesela sala ’92’an di çarçoveya Komploya Navnetewî de êrîş nû destpêkiribû Akademiya Mahsum Korkmaz hat girtin. Me xwest ku em akademiyê li Haftanînê çêbikin gruba destpêkê ya şagirtên akademiyê gihişt Haftanînê, grubên din yek jê li Çiyayê Spî bû, yek jê li Çiyayê Bêxwerê bû û yek jê jî li Sûrî bû. Tam wê çaxê êrîş di ser me de hat, şer destpê kir. Şerekî giran bû. Şerê ’92’an 34 rojan ajot. Ev şer esas di çarçoveya Komploya Navnetewî de bû. Dema ku akademî diçû wir şer destpê kir. Ji ber vê yekê heta sala ’94’an akademî çênebû. Di wê valatiyê de Serokatî di malan de perwerde dimeşand.
Ango Serokatî bê perwerde, bê xebata pêşxistina kadro ti caran nedisekinî. dema ku ev Tevger li Enqerê destpêkiriye perwerde meşandiye û dema bajar bi bajar li Kurdistanê belavbûye jî perwerde meşandiye. Piştî wê jî li qada Lûbnanê xebata perwerdê meşandiye. Ger ku derfet çênebûye di malan de bi grubên biçûk xebatê perwerdê hatiye meşandin. Xebatê Serokatî yê dibistanan her hebû. Niha Ocax jî şûna wê digire, ji ber vê navê wê bûye Ocax ango ne dibistan e. Ango ev Ocax felsefeyeke. Felsefeya Apocî divê li Ocaxê pirr berfireh bê nîqaşkirin, bê analîzkirin, heta zemînê nûbûnê di vir de bê pêşxistin. Mesela di pirr tiştan de Serokatî formûlasyon daniyê, divê di vir de ev formulasyon bê firehkirin, bê nîqaşkirin. Ango rolê Ocaxê wisa ye.
Rast e, heta niha Ocax di serarastkirina xetê de, di jiyanê de gihiştiye astekê. Ji ber ku dema Ocax hat avakirin beriya her tiştî li hemberî tasfiyekariyê derket. Ango PKK’ya nû ji bo tasfiyekariyê tasfiye bike, ji bo zelalî di xeta Rêbertî de çêbike ket rojevê. Ocax jî ji bo kadroyê PKK’ê têbigihîne çêbû. Wê çaxê Ocax ji bo xetên li derveyî xeta Serokatî tasfiye bike, ji holê rabike ava bû. Ocax ev erka hinek pêk anî. Ev rast e. Lê wekî em dixwazin Ocax dewlemend nebû, wekî destpêkê dihat xwestin û plankirin fireh nebû, perwerdê xwe dewlemend nebû. Tiştê dihat xwestin pir zêde pêş neket. Ev hîn jî erkek e. Ev erka ji bo hemû dewreyan di rojevê de ye.
Di dewreyên berê de bi tenê ders ne dihatin dîtin. Carna jî lêhûrbûn hebû. Li Ocaxê grub dihatin avakirin cur be cur nîqaş, semîner û lêkolîn pêşdixistin. Di rastiyê de erkeke Ocaxê ya wisa heye. Divê ku beşê xwe hebe, berê beşê xwe hebûn. Mesela her tim hinek heval bi karên lêhûrbûnê mijûl dibûn. Ji dewreyên berê diman lêhûrbûnê. Lê paşê ji ber mijarên ewlekariyê ev hatin rakirin.
Di dema nû de derfet hebe hinekî din Ocax di van xisûsan de xebatên xwe kûrtir bike. Nîqaşên xwe di vê çarçoveyê de bi şêwazên hin dewlemend pêşbixîne. Ji ber ku ev ocax cihê dewlemendkirina felsefeya Apocîtiyê ye, fêmkirin e, kûrkirina perspektîfê Serokatiyê ye. Her kadro divê beriya her tiştî di xwe de tetbîq bike, di xwe de muhasebe bike. Pir heval di dewreyên borî de, di platforman de jî hatiye ziman 30 sal di nava vê Tevgerê de mane, lê qet li kêmasiyên xwe neverqilîne, lê di vê perwerdeyê de bi kêmasiyên xwe dihesin. Ji ber ku li vir hem astek heye, asteke hevalan heye, tecrûbeyek heye, hem jî Ocax hîn bêhtir yekser li ser şexs radiweste. Ji bo wê tu dinerî şexsek di nava 20 salan de kêmasiya fêm nekiriye, li Ocaxê fêm dike. Ango zemînek wisa jî çêdibe. Ji bo vê nû û kevin ferq nîn e. Tecrûbeyên şagirtên Ocaxê heye. Pirraniya Şagirtên Ocaxê ji astekê tên. Ev tecrûbeyek e. Her hevalek ji cihekî tê. Ango mirov dikare bibêje ku ev di heman demê de wêneyê xebata PKK’ê ye. Ocax wekî konferanseke daîmî ye. Ji her xebatê, ji her deverê heval hene. Ev yek bi serê xwe zengîniyek çêdike. Ev jî dibe bingeha analîzên hin xurtir. Ango di vê çarçovê de Ocax rolek leyistiye, lê hin negihiştiye dewlemendiya jê tê xwestin.
Bi Perspektîfên Rêber Apo, Şopdariya Şehîdên Qehreman
Ocaxa PKK’ê di pêşxistina xeta fermadarî de, di milîtanî de, di kadro de heta niha rolek leyistiye. Ango Ocax di gelek qadên xebatê de zelalbûn çêkiriye ji bo derveyî welat jî mirov dikare vê yekê bêje, lê di hundirê welat de bi taybet jî di xebatên şerê çekdarî de zelalbûnek çêkiriye. Di vir de cihê Ocaxê heye. Gelek hevalên ku niha xebatê dimeşînin ji vê Ocaxê derketine. Gelek hevalên ku di têkoşîna me de destan avakirine ji vê Ocaxê derketine. Mirov naxwaze navan bêje ji ber ku tu navan bêjî wê kêm bibe. Pirr şehîdên Ocaxê hene. Ji xwe şehîdên destpêkê Şehîd Nuda û Viyan e. Di her babetî de hevalên ku erk girtine, rol leyistine, rolê pêşengtî bicih anîne, di qada cengê de destan avakirine û şehîd ketine ji vê Ocaxê îlham girtine û kûraniya Serokatî di pratîkê de temsîl kirine. Hevalên ji Ocaxê derbasbûne û şehîd ketine heval Viyan, Nuda, Arjîn, her wiha heval Zagros Rojhilat, heval Hesen, heval Brusk, heval Rûken, hevalê me yê vê dawiyê şehîd ketiye heval Mehmet Goyî, heval Xebat Derîk, heval Simko, heval Çîçek û heval Alîşêr in. Wekî ku min got, mirov navan bêje wê kêm bibe. Ev hemû ji vê Ocaxê mezûn bûne. Îro di Ocaxê de divê em di bin perspektîfên Rêber Apo de di warê îdeolojîk û felsefîk de şopdariya van qehremanan bikin. Ev pêwîst e.
Yek jî dewreya Ocaxê navê heval Sara girt. Heval Sara bi serê xwe wateyek xwe heye. Heval Sara di ciwaniya xwe de ji ’76’an heta roja şehîd ketî 37 salên xwe ji bo vê Tevgerê da. Xwedî prensîb bû. Taybetmendiyê heval Sara cuda bû. Hevalên ku Şehîd Sara nas dikin hene. Rexne jî dihatin kirin, kêmasiyên xwe jî hebû, lê her tim ji sedî sed bê teredût PKK’î bû. Her tim wisa bû. PKK’tiya xwezayî di şexsê xwe de ava kiribû, kiribû terzekî jiyanê. Di vê wateyê de jî dewreya Sara ye. Di şexsê Şehîd Sara de tevahî şehîdên demê û yê şoreşê dewreya Ocaxê hin jî bi wate dike. Wateya wê ya manewî hîn bilindtir dike. Jixwe dewreyên Ocaxê xwedî manewiyat e. Serok li vir nîn e, lê em dihesîbînin ku Serok li vir e. Her hevalek divê vê valatiyê û tinebûna Serok dagire.
Ger ku Serok sibê azad bibe were Ocaxê, wê xebatên avakirina kadro jî dewam bike. Têkoşîna me ji bo vê ye. Ji bo Serokatî were vir Ocaxa PKK’ê bêje ku “Kadroyê vê Ocaxê gihandiye xeta min, xeta Apocîtî meşand, min û gelê Kurd azad kir.” Pêşengê wê di azadkirina gelê Kurd û Serokatiyê de rola Ocaxê bîne ziman û xebatê wisa berdewam bike.
Wekî ku hûn jî dizanin kovara Times her sal di cîhanê de sed kesên navdar û bi bandor tespît dike û îlan dike. Beriya demekê kovara Times sed lîderê bi hêz tespîtkir û îlan kir. Di nav wan lîderan de Serok Apo jî hebû. Ev bi serê xwe serkeftineke. Serkeftina xeta Rêber Apo ye. Serkeftina xebata Rêber Apo ye û serkeftina kadroyê vê Tevgerê ye. Dijmin Serokatî esîr girt ku Tevgera Serokatî tefsiye bikin. Ji bo vê cur be cur polîtîka meşandin, tecrît meşand ku Serokatî û Tevgerê ji hev dûr bixînin. Lê dijmin kir û nekir nikarîbû serbiketa. Her rê û rêbaz bikar anî lê biserneket. Tecrîdeke ewqas giran pêk anî ku wekî tê zanîn beriya çar mehan em ketin gûmanê ku gelo serokatî dijî an na? Ewqas tecrîdeke giran hebû, lê niha Times di dinyê de sed mirovên herî bi hêz hilbijart û ji nav wan yek jê Rêber Apo ye. Ev serkeftinek e. Ev serkeftineke Serokatî ye. Serkeftina xeta Serokatî ye. Ev serkeftina kadroyên vê Tevgerê ye û serkeftina gelê Kurdistanê ye. Ji bo vê serkeftinê em li vir bi navê Tevgerê û hemû hevalan Rêber Apo pîroz dikin.
Yekemîn car e serokek wisa ji gelê xwe ji hevalê xwe, ji kadroyê xwe tê qutkirin, dixin bin sîstemeke îşkencê, li derve û hundir de şereke piskolojîk dimeşînin û ewqas tecrît jî li ser çêdibe, piştî 14 salan ket nav serokên di dinyê de herî bi hêz. Yekemîn car tiştek wisa bû. Ango nûmîneyeke yekemîn e. Berî wê nimûneyek wisa nîn e. Ev di heman demê de rsxmê hemû kêmasiyan, girêdanî û dirûstiya milîtanên vê Tevgerê jî raber dike. Dijmin digot; ger em Serokê wan bigirin, tecrît bikin wê her kes li çara serê xwe bigere, an jî her kes wê xwe wekî serokekî bihesîbîne. Hêj jî beriya demekê hesabên wisa li ser me dikirin. Ev hesabana hemû vala derketin. Niha derket holê ku PKK, em bêjin malbata PKK, kadroyên PKK bi dirûstî û paqijiyakê her çendî kêmasiyên xwe jî hebin bi dirûstî û bi paqîjiyakê li dora Rêber Apo bûne yek. Îro êdî bûye hêzeke ku di dinyayê de xwe îspat kiriye û raber kiriye. Heta ku kovarek wisa Serokatî bijart. Jixwe îro Serokatî di rojeva tevahî cîhanê de ye. Ango gihiştiye vê astê.
Hemû dinya bi awyekî zindî Newroza 2013’an tameşe kir. Ji ber ku banga deklerasyona dîrokî hebû. Di Newrozê de wekî manîfestoyekê deklerasyona dîrokî hat pêşkeşkirin. Ev deklerasyon li Amedê li pêşî du mîlyon kesên li qada Newrozê û li pêşî hemû cîhanê hat xwendin. Ev bi tena serêxwe serfiraziyek e. Bi serê xwe serketineke. Ev bi çi û çawa çêbû? Bi sekna Rêber Apo bi têkoşîna wî, bi keda wî û bi awayekî dirûst şopdariya kadro, milîtan û gel hatiye kirin. Di vê şopdariyê de rola vê Ocaxê roleke zêde bû. Mirov dikare wiha bêje. Elbet ev pêvajoya hatiye destpêkirin berdewam dike. Di roja îro de ketiye qonaxek girîng. Di 25’ê Nîsanê de em ê biryareke nû bi raya giştî û bi gelê Kurd re parve bikin. Jixwe bahs dikin, ku civîna çapemeniyê wê bê lidarxistin. Ev demeke nû ye. Ev dem di Newrozê de hat îlankirin û berdewam dike. Ev dem dema serdema çaremîn e.
Bi Berxwedanê, Hebûn û Hîmê PKK’ê Hat Avakirin
Rêber Apo 40 sal berî vê, di sala ‘1973’an de gruba yekemîn li Enqerê, li ber Bendava Çubukê bi 6 kesan civîna xwe ya yekemîn pêk anî û pêvajo destpê kir. Ji ’73’an heta pêngava 15’ê Tebaxa sala sala ‘1984’an wekî dema yekemîn hesiband. Ev xet jî wisa ye. Ev dema partibûnê ye, amadekariyê ye, perwerdê ye û berxwedanê ye. Wê demê di zindanan de berxwedan heye. Di çiyê de beriya salên ’80’î berxwedan heye. Li hemberî êrîşên faşîstan, dagirkeriyê û feodalan parastin û berxwedan heye. Cardin di zindanan de wahşet û hovîtî heye, li hemberî vê wehşetê parastin heye; parastina mirovahiyê, parastina heqîqeta PKK’ê heye.
Milîtanên PKK’ê di zindana Amedê de li hember înkar û tinekirinê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Ev pêvajo hemû heyvanê PKK’ê ye, hebûna PKK’ê ye, hîmê PKK’ê tê avakirin. Li aliyakî xebatên Serokatî yên îdeolojîk, li aliyakî berxwedanên li zindana Amedê di şexsê Mazlum, Kemal, Hayrî, Akîf, Alî û hevalên din heye. Li aliyê din jî di pêşengiya Egîdan de amadekariyên pêngava 15’ê Tebaxê heye, li aliyê din jî xebatê avakirina kadro û partiyê heye. Ev 11 sal wisa dewam kiriye. Ango ti dem ji bo PKK’ê rehet derbas nebûye. Hîn di destpêka avakirina partiyê de berxwedan heye, parastin heye, xwe avakirin heye, xwe naskirin heye. Tê çawa xwe biafirînî? Ji ber ku wekî ku tu di devê gur de yî. Tê çawa xwe ji devê gur derbixînî. Dagirkeriyê welat kiriye çar perçe û êdî dixwaze te daqurtîne. Ango tê çawa hebûna xwe bidomînî? Xebata vê hebûnê heye. Ev xebat li derve bi berxwedan e, bi amadekarî ye, bi perwerde ye, bi pêşxisitina fikrê ye. Di zindanê de bi berxwedan e, parastina hebûna xwe, bi vî avayî PKK bûye PKK. Ango 11 salê destpêkê wisa bûye. Ev 11 salê destpêkê Serokatî wekî qonaxa yekemîn, an jî wekî dema yekemîn dihesibîne.
Serdema duyemîn îsyana çekdarî ye. Îsyan bi pêşengtiya Egîdan, Erdalan û Bedranan destpê kir. Serokatî vê serdemê heta sala ’93’an dihesibîne. Ango heta ’93’an rastî jî şoreşa vejînê çêbû. Berxwedana pêşketî her çendî têde xetên tasfiyekar, çeteya çaran derketibin jî, kesayetiya Hogirtî pêşketibe jî, şoreşa vejînê bi serket. Ev 9 salê berxwedana çekdarî bi serket, an jî îsyan biserket. Îsyana yekemîn Serokatî dibêje; “Li gund destpêkir.” Îsyan paşê dewam kir. Piştî zîndana Amedê îsyan li çiyê fireh dibe. Li Erûh û Şemzînanê bi pêngava 15’ê Tebaxê ev serhildan dibe îsyana netewî. Li Bakurê Kurdistanê dibe serhildana neteweyî. Paşê berfireh dibe û li ser tevahiya Kurdistanê tesîr çêdike û dibe serhildana giştî ya neteweyî.
Ev 9 sal kîjan dem e? Ev 9 salê ku li Kurdistanê paşveçûn heye. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê piştî şoreşa Îranê ya Îslamî derfet çêbûn, hêz çêbûn, tevgera Qasimlo pêşket, dûre şerê Îran û Iraq pêk hat. Van pêşketinan jî derfet çêkirin, tevgerên Başûrê Kurdistanê xwe komî ser hev kirin, derfet bi dest xistin. Li Kurdistanê hinek zemîn avabûn bi hêz bûn. Lê gava sal bû ’87-’88-’89 tiştek nema. Piştî qirkririna Helepçe li Başûrê Kurdistanê hêzên çekdarî neman. Li Rojhilatê Kurdistanê bi avayekî bilez paşveçûyîn hebû. Êdî xwe kişandibûn derveyî Kurdistanê. Ji bo wan hêzan derfetên tevger û berxwedanî li Kurdistanê neman. Tenê pêngava 15’ê Tebaxê wekî şewqekê hilat û her çû bilind bû, mezin bû. Dema ku li deverên din tevgerên berxwederî dihatin pelixandin, li Bakurê Kurdistanê berxwedan pêş de çû. Di salên ’89-’90-’91-’92 serhildanên destpêkê wisa ye. Serhildana 5’ê Adara sala ’91’an li Ranya destpêkir û li Başûrê Kurdistanê belav bû û ji serhildana Bakur hêz girt. Ji atmosfera Bakurê Kurdistanê hêz girt û wisa rabû. Ango di vê wateyê de ev 9 sal ji bo tevahî netewa Kurd bû nefesek. Ango Kurd heye, wekî di marşa Ey Raqîb de tê ziman Kurd dijî, Kurd nemiriye. Berxwedanên çekdarî an jî îsyan ji bo tevahî netewa Kurd bû bang. Bakur bi berxwedana çekdarî xwe nas kir, vejîn çêbû. Berxwedana çekdarî ji bo tevahiya netewa Kurd bû bangek û bû hêvî. Serokatî ev qonax wekî serdema duyemîn dihesîbîne.
Serdema sêyemîn jî dema çareseriya siyasî ye. Ango me xwe kir hebûnek, xwe kir hêz û pêşiya tinekirinê girt. Di vê qonaxê de êdî divê çareseriya siyasî pêş bikeve. Hewldanên ji bo çareseriya siyasî ev 20 sal dewam dike. Ji Adara ’93’an heta Nîsana 2013’an ev pêvajo berdewam e. Ev pêvajo tam 20 sal û mehek e berdewam e. Di vê pêvajoyê de lazime em bi siyasetê biçin encamê. Serokatiya me û di heman demê de Tevgera me di vê mijarê de gelek hewldan pêşxistin. Bi agirbesta dawî re dibe 9 car ku em agirbest îlan dikin. Beriya vê agirbesta dawî me 8 caran agirbest îlan kiribû. Di navbera wan de jî hewldan hebûn, lê ew biçûk bûn bi îlana agirbesta dawî cara 9. e agirbest tê îlankirin. Em îlana agirbestên biçûk (agirbestên ji bo cejn û meha Remezanê) nahesibînin.
An wê Çareserî Bibe, An jî Em ê bi Şer Çareseriya Xwe Pêş bixin!
Ev hewldanana xetek e. Ne tiştekî nû ye. Tiştên îro dibin jî ne nû ye. Ev 20 salin Serokatî dixwaze çareseriya siyasî pêş bixîne, bi riya dîyalogê biçe encamê. Lê dagirkerî derfetê vê yekê neda. Dagirkeriyê her tim hewlda ji çareseriya siyasî sûd werbigire û ji bo êrîş bike, kir derfet û fersend. Dagirkeriyê gelek car hewldanên me yên agirbestê wekî zeîfîyek nirxand. Digotin; “zeîf bûne lewma agirbest îlan dikin.” Lê me dixwest em çareseriyê pêş bixînin. Ji bo vê xwe kilît kirin. Di dema Turgut Ozal de cidiyet hebû, lê mudaxele kirin, Ozal û ekîba wî tesfiyekirin. Pêvajoyeke tesfiyeyê li Tirkiyê destpê kir. Carinan hinek hewldan çêbû wekî dema Erbakan. Di desthilatdariya Erbakan de jî mudaxele çêbû. Serokatî dibêje; ” Her tim muxatabên min hatine tasfiyekirin.” Hewldanên Serokatî her tim bê muxatab hatiye hiştin. Kê çareserî xwestibe an hatiye sabote kirin an jî tasfiyekirin. Ji ber vê yekê ev pêvajo bêencam man.
Herî dawî pêvajoyê Oslo destpê kir, bi giştî 3 salan hevdîtîn dewam kirin. Di sala 2008’an de roja kongra PKK’ê bi dawî bû heman roj li Oslo hevdîtîn destpê kirin. Heta sala 2011’an hevdîtîn dewam kirin. Hevdîtîna herî dawî di 10 Gulana 2011’an de bû. Teqrîben van hevdîtînan 3 sal ajot. Van hewldanan jî bêencam man. Ji bo vê hin di destpêka 2010’an de Serokatî got: “Ev serdema sêyemîn êdî diqede û serdema çaremîn destpê dike.” Lê dîsa jî mudaxele çêbû. Çawa mudaxele çêbû? Aliyê din qebûl nekir, xwestin pêvajoya hevdîtinan berdewam bike û gotin: ” Na. Em ê pêvajoyê pêş bixînin.” Jixwe hûn dizanin di sala 2010’an de nêzî 2 mehan serdema çaremîn hat îlankirin, lê cardin dîalog kete rojevêû berdewam kir. Hevdîtinên Oslo jî heta 2011’an berdewam kir.
Piştî hilbijartinên 12’ê Hezîranê bûyerek li Farqînê çêbû û hêzên Kurd ên siyasî Xweseriya Demokratîk di 14’ê mehê de îlan kirin. Dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê vana hemûyan kirin bahane û pêvajoya Osloyê bidawî kir û pêvajoya tinekirina PKK’ê dan destpêkirin. Ji xwe ev serdema çaremîn e. Ji bo me pêvajoya serdema çaremîn di sala 2010’an de destpê kiribû me kiribû biryar, lê wan xwest hevdîtin bidomin li ser vê yekê me hevdîtinan dewam kir. Dûre wan ji bo xwe derfet çêkir bi Îranê re îtîfaq çêkirin, bi hinek hêzên Başûr re bi riya Îranê hinek sozên piştewaniyê girtin, ji NATO sozên piştewaniyê girtin û bi vî awayî xwestin me wekî gerîlayên Tamîlan tesfiye bikin. Pêvajoyek wisa li dijî me dan destpêkirin. Bi vî awayî ji bo me pêvajoya serdema çaremîn a bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bi awayekî fermî kete rojevê.
Me pêvajoya çaremîn çawa pênase dikir? Me digot; “Pêvajoya serdema çaremîn pêvajoya serkeftinê ye, pêvajoya çareseriyê ye.” An ew ê bi berxwedan an jî wê bi diyalogê bibe. Ev îradeyek e û ev îrade hat nîşandan. Ev biryareke e. Di rastiyê de dema ku Serokatî ev helwest pêşxist sekneke fedaî raber kir. Her kêlî ew xetere li ser Serokatî hebû û dixwestin wî ji holê rakin. Heman tişt ji bo me jî, ji bo Tevgerê jî derbasdar bû. Ango me got: “An wê çareserî bibe, an jî em ê bi şer çareseriya xwe bi awayekî serbixwe pêş bixin.” Encamên wê ji bo me çi dibe bila bibe. Ango an azadî, an mirin. Bi vî awayî pêvajoyê destpê kir ji 2011’an heta Newroza 2013’an berdewam kir.
Di destpêka 2011’an de hinek kêmasiyên me hebûn. Dijmin hinekî derbe li me xist. Heta 24’ê Adara 2012’an wisa bû, bêhtir ew êrîşî me dikirin û digotin; “Em ê biserkevin.” Lê me kêmasiyên xwe fêm kir. Di lêhûrbûna zivistana 2011’an û 2012’an de me gelek nîqaş rêvebirin û biryar girtin. Me ew pêvajoya wê çaxê wekî derveyî xetê tespît kir û bi nav kir. Li ser vê yekê pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî bi taktîk û perspektîfeke nû li ser esasê hakîmiyeta araziyê me cardin xist rojevê û hinek jî di tevgera gerîla de û terzê wê de hinek serarastkirin çêbû. Ev jî bi xwe re li Kurdistanê gavên cidî pêşxist. Ango di gerîla de pêngava 2012’an di vê çarçovê de xurt bû.
Hesabên dijmin şaş derketin. Dijmin encam negirt. Di gerîla de moral bilind bû û jîndariyek çêbû. Ruhê Apocî piştî êrîşên dijmin a li Geliyê Tiyarê destpê kir, herî dawî li Şêx Cuma ya girêdayî eyaleta Garzan bi şahadeta Heval Arjîn û hevalên din bû armanca tolhildanê. Windahiyên me çêbûn. Piştî wan windahiyan di nav hêzên me de fedaîbûn pêşket. Ruhê Apocî hin bêhtir pêşket. Fedaî êdî ne tenê Hêzên Taybet bû, êdî hemû kes wekî Hêzên Taybet bû. Cardin jî hinek kêmasî hebûn, piştre belkî Ocax van kêmasiyan şîrove bike. Eger kêmasî nebûna wê encam hîn cudabûya. Kêmasî cardin jî hebû, lê bi awayekî giştî astek derket holê. Derket holê ku dewleta Tirkiyê nikare gerîla tasfiye bike. Berovajî wê ew ê bi xwe tasfiye bibe. Ev derket holê.
Pêvajoya Serdema Çaremîn veguherî Çareseriya Siyasî
Pêşveçûnên li herêma Rojhilata Navîn bi xwe re derfet li Rojavayê Kurdistanê çêkir. Li Rojavayê Kurdistan jî bi heman şêwazî pêvajo destpê kir. Pêngavên di 2012’an de destpê kirin di 19 Tîrmehê de veguherî şoreşê û bû şoreş. Li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêşket. Şoreş li Rojavayê Kurdistan destpê kir. Li Kobanî destpê kir û li tevahiya Kurdistanê belavbû. Ev jî qet di hesabên dagirkeran de nîn bû. Dewlet dît ku kontrol winda dike. Ji bo vê yekê polîtîkayên dagirkeriyê pûç bû. Destpêkê di navbera hêzên dagirker de nakokî derket. Ango berê Tirkiyê, Sûriyê û Îran bi hev re tevdigeriyan, lê ev îtfaqa wan parçe bû. Di heman demê de hebûna me ya hem li Bakur, hem jî li Rojava bi xwe re stratejiya Kurd xurt kir. Destkeftiyên Başûr jî hîn zêde rewa bû. Bi vî awayî Kurd li herêmê bû faktorekî esasî. Dagirkeriyê hem êrîş bir ser gerîla, hem jî êrîş bir ser qada siyasî. Qirkirina siyasî zêde kirin. Li ser Serokatî tecrît giran kirin. Lê Serokatî li berxwe da, siyaseta Kurd jî li berxwe da, gelê Kurd jî li berxwe da, di gerîla de jî hemle pêşket. Van bûyer û pêşketinan hemû hesabên dijmin pûç kirin û polîtîkayên dijmin encam negirt.
Hemû siyasetmedarên Kurd komkirin avêtin zindanê, lê zindan jî bû cihê berxwedanê. Mesela grêvên birçîbûnê yên li girtîgehan gihişt 68 rojan. Serokatî pêşiya grêva birçîbûnê negirta wê berdewam bikira. Hevalên grêva birçîbûnê dikirin, bi bîryarbûn û nedisekînin. Ev pêşketinan hemû û şiara; ‘an wê bi berxwedan, an jî wê bi çareseriya demokratîk be’ hişt ku serdema çaremîn bi serkeve. Em bi hêza xwe berxwedanê pêş dixînin, lê em ji hewldanên çareseriya siyasî re jî vekirîne. Di vê çarçoveyê de îro pêvajoyeke çareseriyê ket rojevê. Ger ku ev pêvajo ketibe rojevê li ser esasê berxwedana Îmralî, berxwedana gelê me û berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê, gerîlayên HPG û gerîlayên YPG’ê, gerîlayê HRK’ê jî hene, lê bi taybet di vê pêvajoyê de Rojava û Bakur li pêş bû. Bi vî awayî pêvajoya pêşketî konseptên dijmin xitimand. Ji ber vê yekê me bersivek erênî da tercîha çareseriya siyasî. Cardin Serokatî serî lê da û wan jî bersivek erênî dan.
Pêvajoya çaremîn bi vî awayî veguherî çareseriya siyasî, ger ku wisa nebûya niha me şer bilind kiribû. Ev cardin pêvajoyê serdema çaremîn e. Dema nû wisa ket rojeva me. Diyaloga li Îmraliyê bi Serokatiya me re pêşketî ev pêvajo da destpêkirin. Dûre jî heyetên BDP ji 3’ê Çileya 2013’an destbi hevdîtinan kirin. Heta niha 5 heyet çûne û hatine Îmraliyê. Hem di navbera me û Serokatî de heyet çûne û hatine, hem jî name birine û anîne. Di encama guftûgo û nîqaşên pêşketî de Serokatî deklerasyoneke dîrokî di Newroza Amedê de eşkere kir. Paşê jî me li ser esasê banga Rêber Apo agirbest îlan kir. Niha jî me biryara vekişînê bi awayekî fermî îlan kir.
Ji bo Serkeftin, Çareserî û Serdemeke Nû Em ê Vekişin
Ev vekişîn ji bo çi ye? Ji bo serkeftinê ye. Ji bo em bikaribin çareseriyê biser bixînin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê paşve dikişe, lê esas zîhniyetê dagirkeriyê yê netew-dewlet, ev zîhniyeta navendîparêz, ev zîhniyeta dagirkeriyê yê Kemalîst paşve dikişe. Ango bi gerîla re ew jî paşve dikişe. Tenê ne gerîla paşve dikişe. Pêvajo wê bi xwe re vê yekê bîne. Lê belkî nebe. Ger nebe ji bo vê jî divê em tedbîrên xwe bigirin. Lê ev vekişîn ji bo înkar rabe, ji bo înkara li ser Kurd rabe, Kurd azad bibe, Tirkiye demokratîk bibe ye. Ji bo pêvajoyeke nû li tevahiya Kurdistanê pêş bikeve, ji bo pêvajoyeke nû li herêma Rojhilata Navîn pêşbikeve ev helwest tê nîşandayîn. Wateya wê ya dîrokî û felsefîk Serokatî di banga Newrozê de pêşkeş kiriye. Hewce nake em cardin li ser rawestin. Em tenê ji bo li Bakur di keşeya (pirsgirêka) Kurd de çareserî pêş bixîne naxebitin, Ji bo li tevahiya Kurdistanê serdemeke nû pêş bikeve û li herêma Rojhilata Navîn serdemeke nû pêşbikeve ev vekişîn çedibe.
Ango wateya xwe heye. Vekişîn li ser esasê berxwedan û serkeftinê pêk tê. Vekişîn ji bo serkeftinê misoger bike û zemînê çareseriya siyasî xurt bike tê kirin. Ev vekişîn wê di tevahî Kurdistan de serdemeke nû pêş bixîne. Wateya ev vekişînê wisa ye.
Carna hinek heval ev vekişînê bi ya ’99’an re didin ber hev, lê qet naşibin hev. Vekişîna ’99’an ji bo Komploya navnetewî bû. Komplo bi ser me de dihat dixwest me tasfiye bike, ji bo em vê komployê vala derbixînin em vekişiyan. Di ’99’an de di paradîgmaya me de xitimandin hebû. Serokatî di parêznameyên Îmraliyê de paradîgmaya nû eşkere kir. Bi vê paradîgmaya xetîmî êdî pêşveçûn nedibû. Ji bo paradîgmaya nû amadekarî hebû. Ji bo vê em vekişiyan. Vekîşîna niha berovajî ya ’99’an e. Niha paradîgmayek serkeftî heye. Li ser vî esasî em vedikşin. Ji bo ku em êdî siyaseta înkar bidawî bikin em vedikişin. Ne ku em ji bo tasfiye an jî konseptên tasfiyeyê vala derbixînin, na xêr, ji bo em dagirkeriyê li Kurdistanê pûç bikin û bi dawî bikin em vedikişin. Ji ber vê ev vekîşîn qet naşibe ya ’99’an. Carina vê vekişînê û ya ’99’an didin ber hev, lê şibandin pir şaş e.
Ger ku vekişîn biqede qonaxa yekemîn bidawî dibe û qonaxa duyemîn destpê dike. Qonaxa duyemîn ji bo pirsgirêka Kurd di warê destûra bingehîn de wê êdî pêş bikeve û ew hêzên şerê taybet bên belav kirin û li Kurdistanê êdî zemîneke jiyaneke azad, sivîl û demokratîk ava bibe.
Ger ku pêvajo wisa pêşbikeve êdî qonaxa sêyemîn destpê dike. Qonaxa sêyemîn çi ye? Qonaxa asayîbûnê ye, qonaxa azadîbûnê ye. Di vê qonaxê de Serok Apo jî têde her kes wê azad bibe. Wê çaxê êdî meseleyên gerîla û meseleyên çek bibe an nebe wê têkeve nîqaşê. Ew qonaxa herî dawî ye. Heta ku gelê Kurd bindest be, heta ku Rêber Apo azad nebe gerîla bêçek nabe. Projeyek wisa di rojevê de heye. Di çarçoveya vê projeyê de em niha vedikişin. Piştî wê jî elbet divê xalên projeyê yên dîtir pêk were. Xalên ku dikeve ser me em pêk tînin û xalên ku dikeve ser dewletê hene divê ew jî xalên dikevin ser milê wan pêk bînin. Ji bo çareseriyê ev pêwîst e. Ger niyeta aliyekê ne çareserî be elbet pêk nayne. Gûman hye ku pêk neynin, lê em bixwe tiştên dikevin ser me pêk tînin û em serdemeke nû didin destpêkirin. Serdema nû serdema pêşxistina têkoşîna siyasî ye. Em çek paşve didin mecal û zemîn ji hemleya siyasî re vedikin.
Gerîlayên Kurdistan bi 15’ê Tebaxê Xwedî li Mirovahiyê Derket
Hemleya siyasî hemleya Rizgariya Demokratîk û Avakrina Jiyana Azad e. Ango dem dema hemleyê ye. Vekişîn, vakirina zemîna pêngavê ye. Ji ber vê yekê ev vekişîn naşibe yê berê. Elbet ev dem demekê wisa ye ku aliyên xwe yê xeter û bi rîsk hene, lê di heman demê de ev dem demeke stratejîk û pir girîng e. Di vê demê de beriya her kesî divê gerîlayên Azadiya Kurdistan rast tevbigerin û rast fêm bikin. Ji ber ku esas ên niha di demê de rol dileyzin gerîla ye. Çavê her kesî li ser gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye.
Gerîlayê qehreman di pêşengtiya fermandarê mezin rêheval Egîd de dest bi serhildanê kir. Beriya niha bi 29 salan vê îsyanê da destpêkirin. Gerîla li Mezopotamya û li Kurdistanê gelek destan nivisîn. Karûbarên bêhempa û awarte pêş xistin. Di hundirê vê berxwedanê de tiştên li ser qewet û qudreta însan di şexsê şehîdên qehreman de bûn heqîqet. Berxwedaneke pir mezin çêbû. Di vê berxwedanê de keç û xortên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê, derveyî welat ji her deverê gelek kes hatin û tevlî bûn. Hemû kesên demokratîkxwaz, aştîxwaz, enternasyonal piştgirî dan, hinek ji wan jî tevlî bûn. Ji ber ku li Kurdistanê doz doza haqaniyetê ye, doz doza edaletê ye, doz doza mirovatiyê ye.
Gerîlayê Azadiya Kurdistanê di gava yekemîn a pêngava 15’ê Tebaxê de li mirovatî xwedî derket û ev 29 sal in jî şopdariya wê dike. Ji ber ku Kurdistan welatê herî qedim, herî kevin bû û mêvandarî ji şaristaniya mirovahiyê, ji şoreşa neolotîkê re kiriye. Li neqeb û lûtkeyên çiyayê Zagrosê, li kêleka çemê Dicle û Firatê şaristaniya mirovahiyê pêş xistiye. Rismê dewlemendiya dîrokî; ‘gelê Kurd û Kurdistan’ hat înkarkirin. Zilma herî mezin ev e, işkenceya herî mezin ev e. Terorizma herî mezin ev e. Welatekî mêvandariya alxweyiya şaristaniya mirovahî kirî, tu wî welatî çar perçe bikî û heta navê wî jî înkar bikî. Ev terorizma herî mezin e. Ev neheqiya herî mezin e. Ev bê edaletî û bê hiqûqiya herî mezin e. Lê mixabin li serê kurd û Kurdistanê vê yekê kirin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo ev neheqî rabe, ji bo cardin mirovahî li ser van axan bijî û jîndar bibe, dest bi berxwedanê kiriye. Îro ev berxwedana xwe gihandiye qonaxeke pir girîng. Ev qonaxek weke maratoneke 29 salan e. Di hundirê vê maratonê de gelek caran hewl da ku bi rê û rêbazên aştiyane biçe encamê. Lê her hewildan bi helwestên dagirkeriyê re rû bi rû ma. Bi êrişan re rû bi rû ma. Bi fersenperestiyê re rû bi rû ma. Dagirkeriyê tim xwest li Kurdistanê koletiyê bidomîne. Zîhniyeta koledarî, zîhniyeta serdestî ti caran nexwest ku mafê gêlê Kurd yê xwezayî qebûl bike. Ji bo wê jî ew hewildanên nebixêr encam negirtin.
Bi taybet piştî pêvajoya Osloyê, ev 2 salên derbasbûyî weke hesap ji hevpirsîna gelê Kurd û dagirkeriyê bû. Li Îmraliyê ev hesab û ji hevpirsîn çêdibû. Li kolanên Kurdistanê ev hesap ji hevpirsîn çêdibû. Li çiyayên Kurdistanê ev hesap ji hevpirsîn çêdibû. Dagiriyê digot: “Ez ê we ji holê rakim. Bi teknolojiya herî pêşketî, bi piştewaniya NATO, bi konsepteke navnetewî ez ê we poşman bikim ku hûnê bêjin ’em çima hatine dinyayê!” Bi vi awayî erîşên pir berfireh birêxistin û xwestin bi rastî bi bêwijdaniyeke mezin, bi konsepteke navnetewî hem li derveyi welat, hem jî li her çar perçeyên Kurdistanê Tevgera Apocî ji holê rakin. Ji bo wê li ser Rêbertî tecrîteke pir giran meşandin, li ser gel êşkence û faşîzm meşandin û li ser gerîla jî tevger û êrîşên tinekirinê bi teknolojiya herî bilind pêşxistin.
Lê li hembera vê berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistan bi perspektîfên Şerê Gel ê Şoreşgerî bilind bû û careke din dagirkerî negihişt armanca xwe. Berxwedana gerîla careke din îspat kir, ku gerîla bi darê zorê ji çiyayên Kurdistanê nayê xwarê û nayê derxistin. Gelê Kurd bi êşkence û faşizmê nayê teslîmgirtin. Rêber Apo bi êşkenceya derûnî, bi pergala Îmraliyê ve nayê teslîmgirtin. Ev careke din di nava van du salan de îspat bû. Li ser bingehê vê îspatê û vê heqîqetê îro pêvajoya çareseriya demokratîk ketiye rojevê. Rêber Apo diyalogên li Îmralî bi dewletê re meşandiye niha gihiştiye encamekê.
Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad
Encam ew e, ku êdî serdemeke nû divê despê bike. Serdemeke ne bi çek û şîdet, bi siyasetê, eger siyaset pêş bikeve wê ev serdem bimeşe. Li ser vî esasî gerîla vedikişe. Hemû vedikişin divê vê talimatê rast fêm bikin. Ev vekişîn encama serkeftinekê ye. Ev vekişîn ji bo maratona 29 salan biçe encamê û çareseriya demokratîk biserkeve pêk tê. Ji bo wê yeke hemû hevalên gerîla, bi taybet gerîlayên li Bakurê Kurdistana ji herkesî bêhtir divê ku pêvajoyê rast binirxînin û rihê pêvajoyê rast fêm bikin. Li gor vê rastiyê di hundirê dîsîplînekê de, bi şêwazê tevgera gerîla di çarçoveya planekî de, bi kontrol, bi parastin, bi dîsîplîn, bi şêwazê gerîlayê veşartî ev tevgera vekişînê divê pêk bîne û bi serbixîne.
Ji ber ku em dizanin xêrnexwazên ku dixwazin em bi sernekevin hene. Êrişa li Parîsê ku heval Sara, Rojbîn û Ronahî şehit kirin, yek ji kiryarên wan xêrnexwazan e. Ne dûrî aqila ye, ku li derveyî welat, li hundir welat wê careke din xêrnexwazên wisan derkevin û bixwazin pêvajoyê sabote bikin. Heman demê mumkûne di aliyê dewleta Tirkiyê de, di nav wan de kesên bixwazin hinek yekîneyên gerîla tesfiye bikin, wisa pêvajo bixetimînin derkevin. Li hemberî van îhtîmalana hemû, divê ku hemû kes, lê divê despêkê gerîlayên Bakurê Kurdistanê hişyar bin, bi tedbîr tevbigerin. Divê gerîla bi kontrol tevbigere û careke din rê nede kesên rantxuriya şer dikin. Rê nede kesên ji bo berjewendiyên xwe dixwazin gelên herêmê tim bikin qurban, divê rê nedin ku ew serbikevin.
Ji ber ku pêvajoya niha birêketî ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşxistin. Ev pêvajoyeke stratejîk û mezin e. Rêber Apo ne tenê ji bo çareseriya meseleya Kurd, ji bo di Rojhilata Navin de serdemeke nû despê bike şer, kuştin û pevçûnên di herêma Rojhilata Navin de di navbera mezhep û netewan de dibe êdî dawî bibe, ev pêvajo da despêkirin. Ji bo ku gelên herêmê êdî bi hev re di nava xuşk û biratî û wekheviyê de bikaribin bijîn, pergaleke nû ya konfederal pêş bikeve, ji bo vê yekê ev hemleya mezin niha îro ketiya rojeva me. Ji bo zemîn ji pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad re vebe bibe, em vedikişin. Hemû hevalên di xebata vekişînê de cih digrin divê vê heqîqetê ji her kesî bêhtir fêm bikin û wisa bi serkeftî pêk binin. Ev dem wê bi xwe re pêvajoyeke dîrokî bîne rojevê, di Kurdistanê de jiyanekê nû, serdemeke nû pêş bixîne, heman demî di herêmê de jî êdî wê bibe despêka serdemeke nû. Lazime herkes vê yekê rast fêm bike, wekî me got; divê despêkê gerîlayên Azadiya Kurdistanê vê pêvajoyê wisa binirxîne.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îro xwedî tecrûbe ye û xwedan pergal û dîsîplîn e. Beriya her tiştî fedaî ye û bi îrade ye. Wekî ku heta niha di pratika xwe de her tim giredana bi şehîd û Rêber Apo re di asteke herî jor de gerîla nîşan daye, di vê demê de jî, wê careke din vê yekê nîşan bide û rismê ku astengî çi dibe bila bibe jî wê bikaribe wezîfeya vekişînê bi serbixîne nîşan bide. Li ser vê bingehê em ji niha ve ji wan hevalan re serkeftinê dixwazin.
Divê Em vê Dozê biserbixînin û Bigihînin Encamê
Ev dema ku em têde ne, demeke wisa ye. Di demeke wisa dîrokî de, dewreya Şehîd Sara destpê dike. Ango guherîn, veguherîn di rojevê de ye, bi rastî di vê pêvajoya guherîn û veguherînê de fêmkirina pêvajoyê, têgihiştina perspektifên Rêbertiyê û xwe ji dema nû re amadekirin pirr girîng û pêwîst e. Heta ji bo vê yekê rêveberiyê plan kir hêjmara akademiyan zêde bikin. Ji ber ku di pêşiya me de kadroyên pêşeng ên ku aqil û fikrê xwe zelal bûyî pirr zêde pêwîst e. Ji bo her çar perçeyên Kurdistan, ji bo derveyî welat, ji bo hemû deverê hevalên wisa pêwîst e. Ji ber ku maratona 29 salan a bi şer û bi giştî têkoşîna 40 salan îro gihiştiye encamekê, gihiştiye lûtkeya herî jor. Ev lûtke bi xwe re ne qedandinekê, destpekeke nû tîne.
Ango despekeke nû heye, serdemeke nû destpê dike. Ev serdema nû serdema pêngavê ye. Serdema pêngaveke berfireh e. Tenê ne ji bo Kurdistan, ji bo heremê jî, erk hin zêde zelal bûne. Ji bo wê Tevgera Apocî divê ku di vê demê de xwe nû bike. Di Pergala xwe ya rêxistinî de jî guherîn çêbike. Di pergala rêxistinî de guherîn çêbike ku ji bo bikaribe ji serdema nû re bibe bersiv. Di vê çarçoveyê de wê guherînan pêş bixîne. Di rojên pêş me de jî wê ev yek gav bi gav têkevin rojevê. Ji xwe despêkê çar konferans ji niha ve di rojevê de ne. Konferansa Bakurê Kurdistan, Konferansa Tirkiyê, Konferansa Netewî ya Kurdistan û Konferansa Kurd û Tirkên derveyî welat jî bikeve rojevê. Lê qesda me ne tenê ew in, wekî din jî wê di aliyê pergala me de pêşveçûyîn çêbin. Guhertin jî wê pêş bikevin. Niha ji bo van hemûyan amdekarî têne kirin.
Di vê wateyê de Dewreya Şehîd Sara jî xwedan erk e. Gelek tişt divê hûn berê li vir nîqaş bikin û jixwe hinek kevneşopî hene, nîqaşên girîng encamên wê tên raporkirin, ji bo rêveberiyê. Di heman demê de ev der bi wî awayî weke cihekî şewrê ye jî. Encamên ku gihiştine bi şêwazeke zindî hema zû bi rêveberiyê re parve dike. Li vir hûnê jî bişopînin, tevlî bibin, lê beriya her tiştî erka we ev e, ku hûn lêhûr bibin, di xeta Rêber Apo de kûranî çêbikin, di muhaseba pratika xwa ye berê de hûnê Rêber Apo bikin pîvan û wisa muhaseba xwe bikin. Berxwedanên çêbûn û di hundirê vê de qehremanên derketîn ji bo me her tim nimûne ne. Hemû heval vêya dizanin. Lê bi taybet ev 9 salên dawî me got, di 1’ê Hezîrana 2004’an de Ocax despekê kir, hemle destpê kir, ev hemû bi hev re bûn.
Di vê wateyê de sala 2004 ji bo me qonaxeke girîng e. Bi rastî despêkê di kesayetiya fermandar Adil û Nudayan de, heta fermandarên herî dawî Memed, Rojîn û Numanan de, bi rastî rêzefedayî ne. Rih û lewendiya ku Andok û Êrîşan nîşan dayî, di nava sala 2012’a de bû rih û baweriyeke giştî, lê fermandariya vê tevgerê despekê de, helwestên fedaîtî pêş xistin û wisa tesmsîl kirin. Nimûna vê ya herî mezin di vê dema dawiyê de di berxwedana pêş ketî de xwe nîşan dide. Di van 9 salan de bi rastî me gelek berdêl da, belkî hêjmara şehîdên me ne zehf zêdebin, lê bi rastî wesfa wan pir bilind bû. Em bi erzanî negihiştin vê derê. Me pirr berdêl dan. Heta êdî ev berdêlana bi me pirr giran tên. Pir zêde giran tên. Bi rastî me pir hevalên hêja, di vî şerî de şehîd dan. Em niha gihiştîne vê qonaxê, vê encamê, divê em rihê van şehîdan şad bikin. Divê em vê dozê bi ser bixînin û vê dozê bigihînin encamê. Ji bo wê ev zemîna hatiye avakirin derfetekî çêdike, divê hûn vê baş bikar binîn. Ji bo mirov layiqî şehîdên qehreman bibe, ji bo mirov bi rastî şehîdan di vî welatî de vejîne, bi rastî ew bikin nemir, erk li ser stuyê me heye, deynê wan li ser me heye. Ger em niha li vir in, em bi saya wan li vir’in.
Belkî hinek heval ji we berê nehatibin vir, niha ez carna li van kaş û giran dinerim, her hevalên ku li ser van gir û tepeyan şehîd ketine tên bîra min. Kî li vir fermandarî kir, ew hemû tên bîra min. Niha hemû şehîd in. Her yek ji wan li derekê, her yek li çiyayekî Kurdistanê şehîd ketin. Ev êdî pirr zêde bi wate û manewiyat hatiye xemilandin. Ji bo wê divê em di vê qonaxa girîng de bikaribin bibin bersiv. Kemasiyên me çi dibin bila bibin, divê em xwe li vir vekin, xwe di ber çavan re derbas bikin, xwe mehkeme bikin. Mutleq nû bikin. Mîlitanê Apocî, tevgera Apocî divê çawa be? Şehîdên me di pratikên xwe de ev nîşan dane û Serokatiya me bi tempo û terzê xwe vê yekê nîşan daye. Tiştên dikeve ser me divê em jî di rêya wan de teqez bibin bersiv û layîqê wan bin.
Em hêvî dikin hemû hevalên niha li vir amadene, şagirtên vê dewreyê di vê çarçeoveyê de bikaribin ji van nirxên pîroz re bibin bersiv. Banga şehîdan, careke din ji hêviyên Serokatiyê re wê bibin bersiv. Ji bo heval di vî warî de hurbikolin, pêş ve herin, em ê jî weke rêveberî tişta ku dikeve ser milên me, em ê pêk binin. Lê hûn jî dizanin, ku di vê demê de zehf pratîk jî heye, pir tişt divê hûn xwe bi xwe pêş bixînin. Jixwe her cûre û reng heval li vir hene, hevalên kevin û nû hemû hene. Hûn bixwe têra xwe dikin, tenê divê hûn bikaribin ji hevûdu îstîfade bikin. Divê hûn bikaribin hev baş bişopînin, guhdar bikin, li hemberî hev rêzdariyek hebe, disîplînek hebe. Ev der cihekî taybet e. Divê herkes weke neferekî tevlî bibe; berê kî çi erk kiriye ne girîng e. Ev der PKK ye, herkes berendam e. Berê erka wî/wê çi be bila bibe, li PKK’ê herkes yek e. Li PKK’ê wekheviyek heye, hevaltiyeke heye û rihê hevaltiya Apocî û dilnizmî esas e.
Li ser vî esasî ger helwesteke hevaltî pêş bikeve, em bawerin hûnê di vê qonaxa girîng de encameke mezin bidest bixin. Em bi vê bawerî û hêviyê bi navê rêveberiya me ji we hemûyan re careke din serkeftinê dixwazin. Em hêvî dikin ku hûn hemû bikaribin ji demê re bibin bersiv. Ji bo we hemûyan ji dil serkeftinê dixwazin.
* Ev nivîs ji axaftinên Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrad Karayilan a roja 24.04.2013 an di vekirina Ocaxa PKK’ê Dewreya Şehîd Sara de kiribû hatiye tomarkirin.