Bê guman ew êrîşên dagirkeran ên îro bi giştî li Kurdistanê heyî, ji ber vê yekê ye ku dixwazin di sedsala 21’an de heman polîtîkaya ku di sedsala 20’an de ku Kurdistan tune hat hesibandin, pêk bînin. Lewma dewleta Tirk a dagirker, her wiha dagirkerên din jî bi heman mantiqê nêzî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê dibin, lê her yek ji wan di rewşeke wisa de ye ku nikare mîna dewleta Tirk çep û rast bi hemû rêbazan dijminatiya topyekûn a gelê Kurd bike.
Eşkere ye ku gelê Kurd di sedsala 20’an de jî ev dagirkerî qebûl nekiribû, lê di mijara sekinandina li hemberî wê de xwe bi rêkûpêk bi rêxistin nekiribû, lewma temenê tevgerên siyasî û çekdarî piştî demeke kurt bê encam bi dawî dibûn. Di encama berdewamiya têkoşîn û guhertinên li herêmê de, gelê Kurd îro xwediyê gelek destkeftî û ezmûnên hêja ye ku em nikarin ji nedîtî ve bên.
Rojhilata Navîn jî herêmeke ewqas zindî û guherbare ku dem bi dem tê de guherîn çêdibin, hin ji wan bi destên derve, piraniya wan jî bi dînamîzma navxweyî. Ya girîng ew e ku em wek gelê Kurd çiqasî di van guhertin û pêşketinan de li hespê xwe siwar bûne û wek derfet xistiye bin xizmeta xwe? Xuyaye ku yek ji rexneyên ku li tevgerên siyasî û çekdarî yên berê tê kirin jî ew bû ku di dema bûyer û guhertinan de xwedî amadekariyên pêwîst nebûn.
Dagirker Kurdên qels û bindest weke Kurdên baş bi nav dike
Dagirkerên Kurdistanê gelek caran ji nezaniya tevgerên siyasî yên Kurd di wê qonaxê û serdema civaka mirovatiyê de sûd wergirtine ku yan di bin navê diyalog û danûstandinan de hatine qirkirin, yan jî bi navê Kurdên baş û Kurdên xirab li hemberî hevûdu sorkirine û bi xwe jî bûne temaşevan ê navbeynkar. Ev kiryar jî weke “kûçik bi kûçik xeniqandin” pênase kiriye. Di rastiyê de armanca dagirkeran diyar bûye, xwestine Kurdekî qels û bindest hebe, dema ku karê wê bi wan re nemaye bi hêsanî ew têk birine. Ji ber vê yekê Kurdên qels û bindest, an jî weke ku dagirker wana “Kurdên baş” bi nav dike, ji aliyê gelê Kurd û tevgerên şoreşgerî ve wek noker, caş û xayîn hatine bi nav kirin, ji ber ku ji bo çend qurişan bûye sedemê wêrankirin û tunekirina berxwedan û têkoşîna azadiya gelê Kurd. Lewma dema ku her gelekî din ji bo welatê xwe bi komkirina berheman re mijûl bûye, Kurdên bindest û caş xizmeta dagirkeran kiriye, ji ber vê yekê Kurd bi rengê ku hebûna wan nebe ketin dîroka sedsala 20’an.
Bi destpêka sedsala 21’an ve guhertinên mezin çêbûn, bi taybetî jî domnekirina sîstema netewe-dewletê li Bakurê Afrîqa û Rojhilata Navîn. Ev yek bi rûxandina rejîma Baas a Iraqê destpê kir û bi ketina Bin Elî, Qezafî û Mubarek re berdewam kir, ji bo ku rejîma Tirk a dagirker ji NATO’yê aciz nebe, lewma temenê Beşar Esad heta niha dirêj kirin. Nexwe ti hêzeke wê ya bikare xwe li ser pê bigire nemaye. Ji ber ku bi ketina Esed re êdî statûyeke nû û bihêz ya bi navê Kurd derdikeve holê, ev jî wê hêzên hegemonîk ên cîhanî bi biryareke mezin ya weke destpêka sedsala 20’an ango dariştina nexşeya heremê re rû bi rû dike. Ew jî nexwestin yan jî naxwazin xwe bixin bin barê giran û berjewendiyên xwe nexistin bin metirsiyê. Ji bona wê pêwîste gelên herêmê proje û planên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên netewî, ayînî, mezhebî, jin, ciwan û tevahî pirsgirêkên civakê diyar bikin û li bendê hêzên hegemonîk ên derve nebin.
Her çiqasê gelê Kurd di dawiya sedsala 20’an de bi komployeke navnetewî re rû bi rû bûye ê di encamê de Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hatiye girtin ê radestê dewleta Tirkiyê ya dagirker hat kirin, lê wê yekê nekarî mîna komployên din ên li ser tevger û rêxistinên siyasî û çekdarî, têkoşîna gelê Kurd bi dawî bike yan jî bibe sedem ku dest ji xebat û têkoşînê berde. Belkî piştî demek kurt a xwe komî serhevkirinê, careke din bi hêz xwe domand. Ev jî bi stratejî û paradîgmayeke nû ku bikaribe hêj berfirehtir li ser armancên netewî û niştîmanî israr bike ye. Ev yek bû sedem ku gelê Kurd çi bi hilweşîna rejîma Baas li Iraqê û çi jî bi derketina hêzeke tarî û çete ya mîna DAÎŞ’ê, dubare bi hêz, plan û projeyeke topyekûn li qada siyasî û leşkerî de amade be.
Encama derketina DAÎŞ’ê û ew komkujî, reşkujî û wêrankiriya ku kir, lê ji ber ku gelê Kurd bi yek arasteyî li dijî wê şer kir, heya tinekirina wê domandin. Di encamê de bi destê şervanên Kurd û gelên azadîxwaz li Baxozê dawî li desthilatiya wan anîn. Êdî dem dema vê yekê bû ku gelê Kurd bi siyaseteke berfireh berhemên wê ked û xwêdana xwe kom bike, lê li Başûr bi xwendineke şaş a pêvajoyê û destgirtina teng ya di siyaseta demokratîk de bû sedem ku PDK bi fitneya dewleta Tirkiyê û Îsraîlê bangawaziya cudabûyînê û avakirina dewletekê kir, weke yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku piştgiriya ji nû ve avabûna Xîlafeta Osmanî kirin!! Ev jî bû sedem ku %51 ji xak û civaka Başûr ji dest bide. Piştre jî wê weke koleyekî hemû şert û mercên dewleta Iraqê ya hilweşiyayî û dagirkerên wek Tirkiye û Îranê qebûl bike û hewara xwe bi hêzên hegemonîk ên cîhanê bigihîne ku wî biparêzin û bikaribe hebûna xwe bidomîne. Ji ber wê jî dîmeneke gelek trajedîk û komedî derket holê ku tu eleqeya xwe bi hebûna projeyek netewî û avakirina dewletê re nebû, ji ber ku gel û neteweyên ku dixwestin dewlet-neteweyekê ava bikin, amade bûne ku bi salan wê biparêzin jî, lê PDK û rêveberiya wê nekarîn mehekê jî referanduma ji bo avakirina dewleta xwe biparêzin.
Mêjiyê rêvebirinê ya PDK dewleta Tirk a dagirker e
Têkçûna PDK’ê di referanduma 25’ê Îlona 2017’an de, ji salên 90’î zêdetir xwe xist nav hembêza dewleta Tirk a dagirker, lewma eger em li hemû tevgerên wê yên siyasî û aborî û nêzîkbûna ji parçeyên din ên Kurdistanê û çawaniya nêzîkbûna wê ya li beramberî pirsgirêkên Iraqê binêrin, hemû li ser bingehê fikr û projeyên dewleta Tirkiyê ya dagirker e. Eger projeyek xizmeta Tirkiyê neke, ji bo wê hewldanê nade. Ev jî bûye sedem ku PDK bibe alîgir û bi tena serê xwe bikeve çepereka li dijî berjewendiyên netewî û niştîmanî yên gelê Kurd. Lewre tevî ku destkeftî û derfetên herî zêde li Başûrê Kurdistanê heye ku mirov dikare bixe xizmeta tevahî gelê Kurdistanê, lê siyaset û projeyên PDK’ê ew veguhertine qeyran û geravekî ku kes nikare çareser bike. Lewma tê gotin ku temenê wî herêmî wê zêde dom neke. Ji ber ku mejiyê rêvebirinê ya PDK û Herêma Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker e, ne mejiyê demokratîk ê Kurd e. Eger em hinekî din pêde biçin, em dikarin bi hêsanî bibînin ku PDK çawa xizmeta proje û planên dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê dike.
Dewleta Tirk a dagirker piştî serketinên gelê Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi komployek bi navê “çongdanînê” kir, ji bo vê projeyê pêwîstiya wî bi PDK’ê hebû, lewre eger em lê binêrin PDK bêyî ku hesabekê bike yekser li rex Tirkiyê cihê xwe girt. Weke mînak dema ku dewleta Tirkiyê ya dagirker payîza 2015’an li hemberî gelê Kurd şer da destpêkirin û encamên hilbijartinê qebûl nekir û di payîza heman salê de hilbijartin dubare kir, her wiha di dema yekemîn dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Cerablûsê li bakurê Sûriyê, bi serokê PDK’ê û serokê niha yê Emerîkayê bi hevre biryara dagirkirina wê dan. Êdî ji wê demê û şûnde helwestên PDK’ê bi giştî guherîn û berevajî berjewendiyên desthilatiya AKP-MHP’ê tevnagere, êdî ji vê dîrokê û şûnde jî kiryarên wî yên dijmintiyê ya li hemberî Rojava zêdetir bû, çi bi rêya nokerên mîna ENKS yan çeteyên Roj, çi jî bi girtina deriyê Sêmalka û pêşxistina sîxur û nokeran ji bo MÎT’ê. Ji bo wê jî eger em temaşe bikin heta niha PDK ê ragihandinên wê Tirkiyê weke dagirkerê Efrînê û cihên din ên dagirkirî pênase nakin. Dibêjin Tirkiyê Efrîn kontrol kiriye, çeteyên ENKS’ê li Efrînê baregehên xwe ligel komên çete yên Sûriyê avakiriye. Di heman demê de sala 2019’an wexta ku Tirkiyê Serêkanî û Girê Spî dagir kir, serokê wê çaxê yê Herêmê û alîkarê serokê PDK’ê derketin û gotin; “Tirkiye ne li dijî Kurd e”, her wiha heta niha PDK û hikumeta wê ti kiryareke artêşa Tirk a li Rojava şermezar nekiriye, berovajî vê yekê bi qasî ku hêza wan têrê kiribe rewatî daye wan.
Li Şengalê kiryarên PDK û MÎT’ê
Têkildarê Şengalê jî, dewleta Tirk û PDK bi hevre dixwazin tişta ku DAÎŞ’ê nekarî li Şengalê bi encam bike, jê re temam bikin. Ji bo wê jî 09.10.2020’an peymanek bi desthilatiya lewaz ya Mistefa Kazimî re îmzekirin, ev yek bi armanca ji nû ve dagirkirina Şengalê, her wiha Şengalê ji destê xelkê wê yê resen, Êzidiyên berxwedêr û çalakvanan derxînin û nehêlin ku civaka Êzidî ji bo kêliyekê be jî xêr ji xwe bibîne. Ji bona wê jî tevî kiryarên sîxurî û çêkirina alozî û dijbertiyê bi rêya çend kes û komên ketî û noker ên xwe, her wiha bi domdarî komkirina agahî ji bo dezgeha sîxurî ya MÎT’ê, ji bo ku bi rêya balafirên bêmirov û teqandina bombeyên hatine bicihkirin bikaribin pêşengên Êzidxanê tune bikin, civaka Êzidî bitirsînin û nehêlin ku ezmûna Xwerêveberiya Demokratîk a Şengalê ser bikeve. Ew hemû kesayetiyên pêşeng ên ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatin hedefgirtin û şehîdkirin, hemû kesayetiyên ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de di çeperên berxwedanê de cihê xwe girtî bûn û nehiştin karesata 03.08.2014 mezintir bibe û di heman demê de di azadkirina Şengalê de xwedî roleke sereke bûn; lê ew pêşengane niha bûne armanca êrîşên MÎT-PDK’ê. Em hemû jî vê dibînin ku PDK heta niha sersaxî ji bo yek ji wan şehîdan re jî nexwastiye û ew kiryar jî şermezar nekiriye, ew kesayetiyane jî di qada siyasî ya Kurdistan û Iraqê de jî bi başî dihatin naskirin, mînakên wek şehîd Zekî Şengalî, Fermandar Zerdeşt Şengalî û Hevserokê Meclîsa Xwerêveberiya Şengalê Dijwar Feqîr. Di van rojane de jî Operasyona Tolhildanê ya hêzên taybet ên YBŞ’ê ew rastiyane careke din piştrast kiriye, bê ka PDK-MÎT çawa bi rêya kesên lewaz û bê hêvî yên civaka Êzidî tovê dijbertî û dijmintiyê biçîne û nehêle ku civaka ku bûye şahidê 74 fermanan xêrê ji xwe nebîne û bigihîje armancên xwe yên azadî û demokrasiyê.
PDK li şûna ku li dijî dagirkeran bisekine, li dijî hêzên şoreşger û netewî yên Kurdistanê çeper girtiye, ev yek tê zanîn ku dema Mesûd Barzanî di sala 2015’an de dema wî ya serokatiyê derbas bibû, pêwîst bû ji bo diyarkirina serokekî din hilbijartin bihata kirin. PDK û Nucêfiyan destê artêşa Tirk gihandin Başîqa û ew li wir bi cih kirin. PDK’ê dizanibû ku eger artêşa Tirk alîkariya wê neke, di qada siyasî de ti wateya wê namîne. Ji ber vê yekê jî li beranberî piştevaniya PDK û serokê wê ya ji bo dagirkirina Cerablûsê, bi rêya hêzê û bi rêya Emerîka, Brîtanya û desthilatiya wan ango Neteweyên Yekbûyî re bê hilbijartin dema serokatiya Mesûd Barzanî dirêj kirin. Ji bihara 2017’an û vir ve PDK’ê careke din gav bi gav artêşa Tirk anîn Başûr, destpêkê ji herêmên Geliyê Reş û Xakurkê destpê kir û piştre li Heftanîn, Avaşîn, Zap û Metînayê berdewam kir. Di sala 2021’an de bi komploya hevpar a dewleta Tirk, DYE û PDK’ê bi artêşa Tirk re hewl dan bikevin Çiyayê Garê, lê rastî derbê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin û bi awayeke binketî paşve vekişiyan.
PDK’ê hemû herêmên sînor bi pereyan firotiye dewleta Tirk
Dagirkeriya ku artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Bradost û Badînanê birêve dibe, bi hevkarî û piştevaniya PDK’ê tê birêvebirin, ji ber ku di dîroka Tirkiyê de heta niha heke PDK’ê piştevaniya wê nekiribe nekariye bi artêşa xwe ya hilweşiyayî bê Başûr. Ji ber wê jî eger em lê binêrin PDK û hikûmeta wê ti êrişên bejayî û hewayî yên artêşa dagirker şermezar nekirine û ti helwesteke dijber nîşan nedaye, berovajî vê yekê bi domdarî hêzên şoreşger û parêzvanên welat weke sedem nîşan daye, ew hêz dorpêç kiriye û li pêşiya wan kemîn daniye, di heman demê de bi dayîna îstîxbarat û çêkirina sîxuran ji bo MÎT’ê, hemû derfetên xwe xistiye ber destê MÎT’ê û artêşa Tirkiyê û ew jî bi dilê xwe li kuderê bixwazin êrîşan dikin. Ev jî eşkere bûye ku PDK’ê hemû herêmên sînor bi pereyan firotiye dewleta Tirk. Lewma jî bi asayî tên ser Kurêjaro, Serê Metîna, Amediyê, Lêlkan û Bermîze, baregehên xwe çêdikin û bi dar, kevir, av û xaka wê derê wêran dikin, lê PDK dengê xwe dernaxe!!! Berovajî vê dest datîne ser alîkariya maskeyên dijî kîmyewî, çekên dij tank û helîkopter û kelûpelên leşkerî yên ku tê xwestin bigihînin destê gerîlayên azadiyê û bi fîgurekê di medyaya xwe de diweşîne. Di nava du salan de çekdarên PDK’ê çend caran li pêşiya gerîlayên ku dixwestin biçin herêmên şer û alîkariya hevalên xwe bikin kemîn danîne, di wan kemînan de heta niha zêdetirê 20 gerîla şehîd bûne, çend gerîla jî dîl hatine girtin, lê ne cenazeyê şehîdan radestê malbatên wan kirine û ne jî yên dîl girtinî berdane.
Herêma Behdînan ku PDK wê keleha xwe hesiband!! Lê serhildana xelkê Şêladizê ya di sala 2019’an de û destgîrkirin û girtina zêdetirê 100 çalakvan û rojnamevan li Behdînanê bi hinceta ku li dijî dagîrkeran sekinîne û piştevaniya şoreşgeran kirine, bi dadgeheke formalîte re bi qasê şeş salan cezayê girtîgehê li her yek ji wan hate birîn. Her wiha serokê Herêmê ji xelkê Şêladizê yê serî hildayî re got provokator. Yên ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin hemû bûn hedefa êrîşên hewayî û şehîd bûn. Wana bi kiryarên xwe îspat kirin ku Behdînan ne tenê keleha nokeran nîne, di heman demê de herêma herî bi hêrs a li dijî dagirkerî û nokeriyê ye.
Planên PDK ya li ser YNK
PDK’ê ne tenê bi kişandina artêşa dagirker a li Badînanê re sînordar nemaye, ji aliyekê ve li herêma Silêmaniyê sîxuriyê ji bo MÎT’ê dike û li wir şoreşger û welatparêzan şehîd dike û bi rêya dezgeha îstîxbaratê ya Parastinê û asayîşa PDK’ê tên rizgarkirin û dişînin Tirkiyeyê. Ew vê yekê ji bo du armancan dike: yekem; Dixwaze ev azadiya kêm ya li Silêmaniyê heyî nehêle û mîna Hewlêr û Duhokê lê bike. Duyem; Ji bo ku bi vê rêyê re YNK’ê bitirsîne û wisa YNK’ê kontrol bike, di vê hêlê de jî heta astekê encam bi dest xistiye, hinek kesayet û berpirsên YNK’ê ji PDK’ê zêdetir PDK’ê diparêzin û bi awayekî nerasterast dijminatiya xeta netewî û şoreşa azadiya Kurdistanê dikin.
PDK ev du sal in ji aliyekê ve destwerdana YNK’ê dike û dixwaze wê bê îrade bike û li gorî xwe wê tevger bike, ji ber ku piştî mirina Celal Talabanî û Newşîrvan Mistefa, PDK bawer kir ku niha dikare Silêmanî kontrol bike û ji ber wê jî bi rêya sîxurên dezgeha Parastin û MÎT’ê dezgeha Zanyarî û Asayîşê ya YNK’ê perçe kirin û hemû zanyariyên îstixbaratî birin. Di heman demê de bi gurkirina agirê dijbertiyê di nava rêveberiya YNK’ê de xwestin bi carekê de wê perîşan bikin. Eger em bêjin serokatiya YNK’ê hinek ji komployên PDK’ê fêm kir, lewre kêm be jî lê hin tedbîr girtin, ji ber ku dorpêça aborî ya PDK’ê ev 4 salin daniye ser herêma Silêmaniyê, niyeta PDK’ê bi tevahî derxistiye holê. Lewma serokatiya YNK’ê careke din fêm kir ku bêyî xeta netewî û welatparêzî ya Kurdistanê zehmet e li hemberî dijminatiya PDK’ê bisekine. Ji bo wê jî PDK’ê di bin navê hikumeta hevbeş û lihevkirina stratejîk de ti tiştek ji YNK’ê re nehiştiye, eger YNK li ser helwestên li hemberî PDK’ê israr neke û hemû hêzên netewî û demokratîk ên li dora xwe kom neke, ne pêkane ku bikaribe xwe ji wê tevna pîrê ya PDK’ê jê re hûnandî rizgar bike.
Dewlemendiya Başûrê Kurdistanê tê dizîn
Li Başûr gelek derfetên aborî hene, ji ber ku ji aliyekê ve axeke wê ya pir bi bereket e û dikare bi hezaran hektarên wê bibe qada çandiniyê, her wiha xwezaya wê ya gelek baş ji bo sewalvaniyê heye, lê ji ber ku ji sala 1992’an û vir ve bi Tirkiye û Îranê re lihevkirin hatiye kirin da ku hemû pêwîstî û berhemên çandinî û yên sewalvaniyên xwe ji wan hawirde bike. Lewma heta niha nahêlin ku sektora çandinî û sewalvaniyê were pêşxistin, dema ku dibe demsala hilberîna navxwe, hemû bazar bi berhemên Tirkî û Îranî tijî dikin û ev yek jî cotkar û sewalvanan bê hêvî dike. Ji ber wê jî di pêvajoya 30 salên hikûmeta PDK’ê de, ne cotkarekê ji çandiniya xwe sûd wergirtiye û ne jî qadên sewaldariyê ji berhemên xwe sûdmend bûne, hemû wan ên ku dixebitin jî di encamê de îflas dikin. Piştî sala 2014’an bi rêya dewleta Tirk behsa aboriya serbixwe tê kirin. Di peymana 50 salî ya petrolê ya bi Tirkiyê re hatiye çêkirin, Herêma Kurdistanê heta 50 salan deyndar dibe, ji ber ku goşt spartine pisîkê, her wiha 50 salin pirsgirêka darayî ya bi Bexdayê re çareser nabe, di heman demê de dixwazin heta 50 salan bi dewleta Tirk re dewlemendiya gelê Başûrê Kurdistanê bidizin. Ji ber vê yekê, di nav hemû dewlemendiya Başûr de, di pêvajoya 30 salên desthilatdariya wê de, zêdetirî 100,000 kes ji Başûr reviyane, bi hezaran ji wan li derya û rêyan jiyana xwe ji dest dan, bi sedhezarên din jî di rewşeke bixwe û nemire de dijîn û bi mîlyonan jî kirine koleyên mûçexwar. Helbet ev yek bi zanabûn li ser civakê tê rêvebirin, ne ku nizanin yan jî tiştekî ji wê zêdetir nikare bê kirin yan jî Iraq bûdce naşîne û li ser wan ambargo heye!!
PDK û Tirkiye li ser bingeha parçekirina civakên Iraqê û mezhebên wê, ji bo ku bikaribin ruhê mezhebgerayî, etnîkî û neteweperestiyê kûr bikin, bi berdewamî wêneyekî wiha nîşan didin ku hemû pirsgirêk li navenda Bexdayê ye û pirsgirêkên li Bexdayê jî çareser nabin. Bê guman hêzên Ereb ên Şîa yên Iraqê ku bi şêweyeke sereke di bin bandora Îranê de ne û Îran wana araste dike, ji bona wê hê jî îradeya demokratîk a Iraqî derneketiye holê, di heman demê de Emerîka û hêzên navnetewî jî bi rêya Erebên Sûnî, PDK û beşek ji Sedir projeyên xwe birêve dibin. Emerîka wan siyasetan bi rengekî giştî bi rêya Tirkiyê birêve dibe. Heta niha yên nakokî û gengeşeya li Iraqê araste dikin Îran û Emerîka ne. Lê divê bê zanîn ku Emerîka piraniya siyasetên xwe bi rêya Tirkiyê û welatên kendavê birêve dibe. Ev yek jî dibe sedem ku Emerîka çavê xwe li hemû êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê re bigire.
Li dijî wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê siyaseteke dijminane birêve dibin
Tirkiye û PDK çawa ku enerjî û derfetên Başûrê Kurdistanê xistine bin xizmeta berjewendiyên xwe, bi heman şêweyê Sûriyê, li Iraqê jî siyaseteke çeteyî li ser Erebên Sûnî birêve dibin û navendê wê jî Mûsil e. Ji bo wê jî ragihandina Sûnî ya weke TV Şerqî mîna ragihandina Tirkiyê û PDK’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dixebite. Her wiha Mûsil kirine navendeke sîxuriya li dijî Şengalê. Bi rêya Mûsilê re bermahiyên DAÎŞ’ê birêve dibin û nahêlin DAÎŞ xilas bibe. Ev yek eşkere bû ku li Mexmûr û Guwêrê hêzên PDK’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer nakin, ev çendîn carin ku berpirsê YNK’ê yê Mexmûrê ev yek piştrast kir. Bi heman awayî 3 sal in li dijî wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê siyaseteke dijminane birêve dibin. Bi birçîkirin û dorpêçkirin û rêgirtina li çûn û hatina wan ber bi Herêma Kurdistanê ve, bi heman awayî bi rêya PDK’ê jî pêşxistina êrîşên hewayî û fealiyetên sîxuriyê yên PDK’ê bi vê armancê ku Wargeha Şehîd Rustem Cûdî belav bikin, yan jî teslîmî Tirkiyê bikin, wate bêyî ku ti destkeftî û guhertinek çêbibe bi hezaran Kurdên welatparêz yên ku zêdetirî 30 sal in li ser xak û axa xwe koçber bûne, îro bi siyasetek dijminatî tê xwestin bi çarenûsa wan bê lîstin.
Weke Mûsilê, PDK û Tirkiye bi rêya çeteyên Eniya Tirkmenî li ser Kerkûkê siyaseteke şovenîst dimeşînin. PDK piştî şkestina 16’ê Cotmeha 2017’an êdî naxwaze carekedin parêzgareke Kurd ku alîgirê YNK’ê be bibe parêzgarê Kerkûkê. Ji bo wê jî ji bo ku dengê YNK’ê lewaz bike bi hemû şêwazî xebitî. Bi derxistina pêş a kurê serçeteyekê yê serdema Seddam ê bi navê “Şaxevan Ebdula” li bendê bû ku dikare bi çeteyên Eniya Tirkmenî re wezîfeya parêzgar ji YNK’ê û aliyên demokratîk bigirin, lê ew plana wan bi ser neket, lewma li hev kirin ku Erebekî şovenîst wek Rakan Cibûrî bibe parêzgarê Kerkûkê.
Başurê Kurdistanê çawa dikare ji dagirkerî û nokeriyê rizgar dibe?
Li Kurdistanê ji ber ku hêzeke netewî û giştî ya wek PKK heye û 30 salin li hemberî wan êrîşên ji bo dagirkirina Başûr tên kirin, parastina Başûrê Kurdistanê dike, di heman demê de ew ruhê welatparêzî ya ku li civaka Başûr jî heye, ev jî ji naverok ve pêre bûye yek û di oxira wê de bi hezaran jin û xortên Başûr tevlî nav refên PKK’ê bûne û zêdetirê 1000 kes şehîd bûne. Mînakên weke şehîd Dr.Sîrwan, Viyan Caf, Tuwana Hîranî, Geşbîn, Helwêst Partîzan, Helmet, Destîna Qendîl, Genco Xoşnaw û hwd di asta pêşengî de rola xwe ya dîrokî lîstine. Yanî divê civaka Başûr bi pêşengiya van pêşengan ber bi guhertin û çareseriyên demokratîk ve biçe.
Siyaseta ku li Başûr bûye kevneşopiya 30 salên borî, yanî siyaseta “raye, paye û pere”; ji bo vê yekê jî yên ku di desthilatê de ne ji bo raye, paye û pereyan şer dikin, yên muxalefetê jî bêyî cudahiya di navbera rastgir û çepgir yan oldar û laîktiyê bi heman awayî şerê destxistina raye, paye û pereyan dikin. Ji ber vê yekê hêz, kom û rêxistinên ku li hember desthilatdaran gelekî tund in û daxwaza guhertinê dikin û xwe pir radîkal nîşan didin, lê di esasê de hemû daxwazên wan ev e ku kê zêdetir pere û rayeyan bi dest bixe. Ji ber vê yekê, desthilatê nehêniya van hêz, partî û koman dizane, bi danîna wan di quncikekî desthilatê û bi dayîna pere, raye û payeyê, efsûnîtiya opozisyonê bê bandor dike, di dawiyê de yên xwe wek muxalefet pênase dikin ji desthilat kirêtir dibin. Ji ber wê jî yek ji sedem û xalên herî girîng ku desthilata PDK’ê tevî wan hemû nokertî, dizî, talan û gendeliya ku li ber çavê her kesî dikin, lê dikare berdewam bike ew e ku hemû hêz bi fikir û mantiqa PDK’ê difikirin.
Ew şêwaza hizrîn û arasteya hizrî ya li Başûr heye ji aliyê sîstema modernîteya sermayedarî hatiye plankirin, ji bo wê jî Başûrê Kurdistanê wek hêlîneke parastî, cihê bawerî, keyf û seyrana xwe dibînin, ew hêzane bi qasî ku planên xwe li Başûr pêk tînin ewqasî nikarin li welatên xwe li ser civaka xwe pêk bînin. Ya ku sed sal in civaka Kurd aniye roja îro, model û pergala modernîteya kapîtalîst e. Ji ber vê yekê, heta ku civaka Başûr ji sîstema netewe-dewlet û modela pergala kapîtalîst rizgar nebe, zehmet e ku guhertineke demokratîk di nava civaka Başûr de pêk bê.
Civaka Başûr roj bi roj ji partî û rêxistinan, di serî de ji partiyên desthilatê û yên din bê hêvî dibe
Hêz û komên çep ên li Başûr di çarçoveya hizra modernîteya sermayedarî de tevdigerin, ew jî çareseriya pirsgirêkan di pêşxistina aborî de dibînin. Ji ber ku ev yek programa Marksîzm e ji bo partî û rêxistinên çep; li Başûr pere zêde bû, aborî pêşket, lê partiyeke kevneperest, rastgir û noker a mîna PDK’ê civakê birêve dibe, yên xwe wek çep û nîv çep pênase dikin ji YNK’ê û Hizbî Şûî bigire heta digihîje yên din, bûne yedeka PDK’ê û hişmendî û şêwazê karkirina wê ku wana araste dike. Ji bo wê jî civaka Başûr roj bi roj ji partî û rêxistinan, di serî de ji partiyên desthilatê û yên din bê hêvî dibe. Her wiha partiyên li derveyî desthilatdariyê jî roj bi roj ji hev belav dibin û biçûk dibin, ji ber ku asoya ramana wan ji ya desthilata noker wêdetir nîne.
Hêz û aliyên olî bi taybetî rêxistinên îslamî yên desthilatxwaz, ew jî ji hişmendî û zanîna îslamî dûr ketine û bûne beşek ji desthilatdariya wê, her wiha ji wê xerabtir ew e ku ew jî li ser welatên Îran, Tirkiye û welatên Kendavê yên wek Erebistana Siûdî û Qeterê dabeş bûne. Desthilatdariya PDK’ê gelek caran ber bi hilweşînê ve çûye, lê wan dîsan ew vejandine. Wek mînak Yekgirtiya Îslamî di salên 2015, 2016 û 2017’ê de her wiha di van rojane de careke din desthilatiya PDKê diheje û ti tiştekê wê nemaye, bi çûyîna Selahedîn Behadîn gel Erdogan û ketina lawan a ji bo anîna wê bi rêya Elî Qeredaxî û Îxwaniyên Kendavê, PDK’ê ji mirinê dizivirîne. Her wiha selefiyên şovenîst ên Ereb ku ji derveyî xizmetkirina ji bo şovenîzma Erebî ya Sûnî ku di kiryar de DAÎŞ’î ne, ew jî bi hemû baskên xwe ve di hemû aliyan de dixebitin ku civakê bê hêvî bikin da ku li dora wê desthilata kevneperest û malbatgera kom bibin. Hevdîtinên serokê koma Selefî Ebdulletîf Selefî ya bi serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, tê zanîn ku tenê bi armanca piştevanîkirin û berdewamkirina desthilata nokere. Ji partiyên din ên girêdayî Îranê jî ewqas hêz didin ku tenê bikaribin bibin xwedî hebûneke rojane, perçebûna wan ew qas e ku nikarin bibin xwediyê rexne û projeyên mezin, ji ber ku desthilat bi hêsanî dikare wan bê bandor bike û wan neçar bike ku perçe bibin. Yanî cudahiya hêz, partî û rêxistinên îslamî ji hêzên laîk tenê rih û pantorên wan ê kurt e. Ev jî bûye sedem ku naveroka Îslamê bibe desthilatî û pere. Wê çaxê pirsa sereke ev e ku îslam bi vî awayî çawa dikare roleke demokratîk bilîze? Eger Îslam weke ol û weke bîr û baweriyê di demokratîkkirina civakê de roleke manewî nelîze, wê çaxê weke niha ku hatiye bê watekirin, wê ti wateyek xwe namîne. Divê mamoste, kesayet, rewşenbîr û kesên xwedî zanîn û ramana îslamî li dora projeya islama demokratîk kom bibin, nexwe wê ji aliyekê ve derbe li Îslamê bidin û ji aliyê din ve jî temenê vê desthilata zordar, kevneperest û nedemokratîk dirêj bikin.
Polîtîkaya li ser jin û ciwanên başûrê Kurdistanê
Jin û ciwan dînamîzma guhertin û veguhertinê ne, lê sîstema modernîteya kapîtalîst Başûrê Kurdistanê kiriye qesabxaneya (mezbeheya) jinan. Desthilat, ji bo xweşikkirina rûyên xwe jinan weke metayê bikar tîne û ji bo ku xwestek û ajoyên xwe yên qirêj têr bikin bi sedan jin li malên taybet û giştî kom kirine, ji bo ku şevên xwe bi wan re derbas dikin. Jixwe komên homoseksuel û nexweşiyên curbecur di nav civakê de belav kirine. Her nifşek ciwan ku mezin dibe û digihîje astekê ku daxwaza mafên xwe dike û hêza guherînê di wan de çêdibe, desthilatdar bi rêya MÎT’ê rêya wan ji bo çûyîna Ewropayê vedike û wan dike xwarina masiyên deryaya Egeyê. Desthilatdarî ji bo ciwan bi hêz û bi biryar nebin, her tiştî dikin, ji ber vê yekê jî hizrandina ciwanan tenê li ser qezenckirina pereyan û xwe gihandina Ewropayê ye. Ger îro rêhevalên wek Berfîn Rêbaz, Delal Şoreş, Zerdeşt û Helmet li Zapê dikarin li hemberî dagirkeran bisekînin û ew jî jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê ne. Ev tê wê wateyê ku jin û ciwanên Başûr ji bo jiyaneke cuda ya tijî nirx, exlaq û wijdanê mirovî dikarin bibin xwediyê projeyên stratejîk ên li ser bingeha yekîtiya neteweyî û jiyana hevbeş a demokratîk.
Lewre em dikarin bibêjin ku dagirkerî, nokerî û krîz û aloziya heyî ne çarenûsa gelê Başûr e, dibe ku bi zanebûn hatiye ferzkirin, lewma eger îrade û baweriyeke rast pêşî bi rêya şehîdan, bi ruh, îrade û nirxên demokratîk ên civakê hebe, bê guman ne tenê Başûrê Kurdistanê dikare xwe rizgar bike, dibe ku dikare pêşengiya şoreşa azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn jî bike.