Murat Karayilan
Destana Ava Mezin;Mihyêdîn, Ehmed û Zinar
Weke ku tê zanîn sala ‘89’an di têkoşîna me de saleke girîng bû. Sala ku di nava gerîla de pratîkên çeteyan an jî kontrayan bilind bibû. Di pêşengtiya ew kesê bi navê Hogir de pratîkên çeteyî derketin holê. Helbet ne tenê Hogir bû; Şahîn Balîç, Parmaksiz Zekî û Kor Cemal jî xwediyê heman pratîkê bûn. Jixwe tê zanîn Serokatî ew bi navê Çeteya 4’an binav kir. Van kesan taybet li Botanê pratîkek ne li gorî xeta Serokatî dan meşandin. Serokatî ev ferq kir û wisa di ‘88’an de xwest bi rexne sererast bike; ji bo vê pir hewldan pêş xist. Paşê Serokatî di dawiya sala ‘88’an ew kesên ku li Botanê fermandar bûn, ji wan 7-8 kes kişandin sahaya perwerdê û li wir wana di akademiyê re derbaskirin. Yek bi yek rakir û rexne kirin. Wisa pratîkên wan tê çi wateyê bi awayekî vekirî bi wan re nîqaş kir.
Serokatî di destpêka sala ‘89’an de meha Gulanê kom bi kom heval şandin. Ew koma ku ji 32 kesan pêk dihat di dawiyê Tebaxa ‘89’an de birêketin. Berpirsiyarê wê komê ew kesê xayîn Botan bû. Serokatî jê re got, ‘biçin konferans çêbikin, ew xeta çetewarî êdî mehkûm bikin û xeta Partiyê serwer bikin.’ Serokatî dahûrandin çêkir û qaset amadekirin; wisa kom hat rêkirin. Ew kom çû û konferans çêkirin. Ji wê konferasê re tê gotin ‘Konferansa Tehtereşê.’ Li Botanê herêma Tehtereşê heye; li wê derê doleke kûr heye; konferansê li wê derê çêdikin. Piştre belgeyên wê konferansê ji Serokatî re hatin. Lê heta belge ji Serokatî re hatin bû meha Mijdarê. Serokatî belge û raporên hatibûn xwendin. Piştre Serokatî got ku, ‘’li şûna xeta Partiyê, xeta Hogir serwer kirine. Ger ku avahiya me vê zivistanê li ser vê xetê bên perwerdekirin û heval fêrbibin ku ev ya rast e, êdî em ê nikaribin cardin hevalan sererast bikin û li gorî xeta Partiyê bi rêve bibin. Ji bo wê jî hewceyî bi mûdexelê heye.” Lê dereng bibû.
Di wan salan de zêde baran nedibarî. Lê destpêka Mijdarê baran û berfeke zêde dihat. Êdî meha Mijdarê weke ku destpêka zivistan bû. Ji bo ku mirov yekser ji Rojava biçe Botanê divê ku Ava Dîclê bê derbas kirin. Ava Dîclê herdû aliyê xwe sînor e; ango sînorê Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ye. Dijmin li wî aliyê avê kemîn danîbû û her 300-400 metreyê de çeper çêkiribûn. Diviya bû ku tu bi kelek di nava her dû mewziyan re derxî, da ku tu rastî mewziyên dijmin neyê û bikaribe derbas bibe. Ji bo wê jî pêwîst e av hêmin be ku tu ku biçî wê derê re derkevî. Ger ku av lez be kelekvan çiqas jîr be jî wê nikaribe ku cihê dixwaze xwe bigihînê. Wê av te biherikîne û li gel mewziyê dijmin re derxîne. Ji bo wê jî xeterî pir zêdebûn.
Wê demê nîqaş çêbû; hat gotin ku, “ ji vê saetê û şûnve derbasbûn zehmet e.” Lê Serokatî jî got, ‘ev xeta tasfiyekar jî xeter e. Ger ku ev xet li ser avahiya Partiyê serwer bibe û hemû hêz vê zivistanê li ser wan biryarên konferansê bên perwerde kirin wê hemû tişt berovajî bibin.” Ji ber ku wê demê weke niha cîhaz jî tinebûn ku hişyar bikin û bêjin “ew biryarên konferansê betal e û hwd.” Yanî muhabereya bêtêlî tûne bû. Ji bo vê jî lazim bû kurye yekser bi xwe biçe. Ji bo wê jî rîsk hate girtin, komeke ji 20 kesan pêk dihat hat amade kirin. Jixwe komê perwerde dîtibû, amade bûn lê piraniya hevalan bê tecrûbe bûn; ji Ewrûpa yan jî ji deverên din tevlî bibûn. Jixwe wê demê hevalên pratîk dîtine kêm bûn lê di grubê de qet nebûn. Kurye jî 3 kes bûn. Di encam de ji bo ku ev hevalana qaset û talîmatên nû bigihînin Botanê rîsk hate hilgirtin.
Jixwe wê demê ji sedî 90’î hêza me li Botanê bû. Ji bo ku ew biryara konferansê bê betal kirin, xeta rast di nav hevalan de bê nîqaş kirin û li ser perwerde bê dîtin pêwîst bû ev grup derbas bibe. Wê demê grup xwe gihand milê sînor û keşîf çêbûn. Jixwe rê pir zehmet û dûr bû. Rêya derbasbûnê jî nehat dîtin lê li Dêrikê gundê Êndîwarê heye. Bin Êndîwarê li jêrî Cîzirê qereqola Mehmediyê heye. Ew qereqol li ser girekê ye û di rêza wî girî de av kêm dibe. Dema ku av dibe nîv xelek, sînor hinek wê de dimîne. Li wê derê leşker ne li ser avê ne li pişt avê ne; ango dûr in. Ji neçarî hat gotin ku, “emê di vir de derbas bin.” Ji ber ku cihê din wê kelek bê qontrol biçe û di ber çeperên dijmin re derkeve. Hate plankirin ku wê kom di wir re biçe. Bi vî awayî roja 4’ê Kanûnê kom derbas bû.
Cenga 8 Saetan…
Em wê demê bixwe jî ji karê derbasbûnê berpirsiyarbûn. Min plan kiribû ku ez bi grubê re heta ser têlê ango heta aliyê avê yê din derbas bibim biçim Bakur; hevalan bigihêjînim û piştre vegerim. Li wir hevalê Mihyedîn jî hebû. Hevalê Mihyedîn berpirsyarê herêma Dêrikê bû. Hevalek bixwe ji wir bû. Min digot ez ê bi komê re biçim lê hevalê Mihyedîn got, ‘na heval, ez ê biçim.’ Em heta kelekê çûn; ez siwar bûm, ew jî siwar bû. Wî û hevalên din ez bi zorê ji kelekê derxistim. Herî kêm me 10 deqîqan bi hevalê Mihyedîn re liberhev da. Piştre wî ez derxistim, xwe kir dewsa min. Du hevalên din jî hebûn kurye bûn; hevalê Ehmed û hevalê Zinar. Ew jî ji gundên wê herêmê bûn. Hevalê Zinar ji Êndîwarê bû, hevalê Ehmed jî ji Rihanikê bû. Ew her du gund jî nêzbûn. Herdu hevalan jî li Akademiyê perwerde dîtibûn û qadro bûn. Beriya wê çûbûn û hatibûn û êdî kuryetî dizanibûn. Ew her dû heval jî dikarîbûn biçin lê me xwest hevalekî rêveberiyê jî bi wan re biçe, hevalan derbaske û were. Wisa hevalê Mihyedîn bi grubê re çû.
Dema çûn ser têlê sînor û wê derbas bibin, dijmin bi wan hesiya û şer çêbû. Hevala Zozan mîlîtaneke hêja bû; ew li wir ser sînor gihişt şehadetê. Lê komên din derbasbûn û çûn. Ew her sê hevalên mane ji bo ku dijmin dûv komê nekeve bi dijmin re şer kirin û piştre vegeriyan.
Lê dema vegerê de dijmin dev ji grubê berda û berê xwe da wan. Du panzêr hatin derbasî wî aliyê bûn. Yek çeka mezin a weke A-4 danîbûn ser girê qereqolê, di heman demê de projektor jî danîbûn ser. Ew projektora mezin a erd hemû ronahî dikir jî vêxistibûn û bi ser hevalan de hatin. 8 saetan şer dewam kir. Hema bêje şer heta sibê berdewam kir. Em jî li vî aliyê sînor bi BKC ve beşdarî şer bûn. Ew heval li wî alî em jî li vî alî ketin şer û heta berê sibê şer berdewam kir. Ew her sê heval hevalê Mihyedîn, Zinar û Ehmed li wir şehîd ketin. Dijmin piştre ket pey komê. Roja din, kom çûbû herêma Kêrê. Li binya Cûdî Kêrê heye, nêzî gundê Şax û Hewlêr e dijmin jî li wir dest bi tevgera dagirkeriyê kir û kom dîtin. Pêwîst bû kom di jor de çûbûya û xwe gihandiba cihê xwe. Lê belê negihiştibûn cihê xwe. Şer çêbû. Kurye rê dizanibû ji ber wê jî destpêkê çîleçep kirin û ber bi Cizîrê çûn. Kurye du kes bûn û wê komek biriban Cûdî, yê din jî wê bi komê din re heta ser sînor biçûya û piştre vegeriya. Hevalê Ehmed û Zinar jî kurye bûn lê ew kuryê li ser sînor bûn. Jixwe kuryê Cûdî hebûn lewma wan kom girtin û birin. Kom zêdeyî 20 kesan bû; ji ber kom giran bû encax digihîjin herêma Kêrê. Wê derê dijmin jî diçe ser wan, li wir 9 heval digihîjin şehadetê. Di 4‘ê Kanûnê ango heman rojê de bi giştî 13 hevalên me şehîd ketin. Lê belê hevalên ku mayî talîmat gihandin cihê xwe. Di encamê vê de ew kesên çete ji erk hatin girtin, Hogir ket lêpirsînê. Weke din jî pêvajoya lêpirsînê berdewam kir. Ev pêvajoya li dijî feraseta çeteyan û Hogircitî bi van mûdexeleyan, bi şehadeta 13 şehîdan hat berterafkirin.
Helbet ev hevalên qehreman her yek pir hêjabûn û nirxek temsîl dikirin lê hevalê Mihyedîn him di Rojavayê Kurdistanê de û him jî di mîlîtanbûyînê de rolek pêşengtî leyîst. Hevalê me yê Rojava dema ku dihatin Bakur pirsgirêk nedibû, bi her awayî beşdarî şer dibûn. Dibûn fermandar pirsgirêk nedibû. Feqet xelkê Rojava digotin ku, ‘bila hevalên ne ji vir, yên ji Bakur bên’ û yên ji Bakur esas digirtin. Lê ji bo hevalên Bakur jî pirsgirêka nasnameyê hebû, dewlet li hevalan digeriya û parastina wan jî zehmet bû. Ji bo ku qadroyek rihet biçe bajar û gundan me dixwest em hevalên ji wir erkdar bikin. Lê di aliyê gel de nedihat qebûlkirin. Sedemên wisa hebûn. Ji ber ku him tevgera Berzanî şikestibû û him jî partiyên li wir baweriya gel û qenaeta gel şikandibûn. Çawa ku gel cardin moral girt û geşbûyîn çêbû, digotin ku, ‘ev ji Bakur hatine, Apocîne, hemû tiştên ku dibêjin nû ne, fikrê wan nû ye, yê ku karibin vî welatî rizgarbikin ev in.’ Ji bo wê jî hevalên ji Bakur hîn zêde digirtin dîqatê. Ji ber vê yekê me li hember vê nêzikatiyê hinek têkoşîn meşand û me dixwest hevalên me yê ji wê derê jî bikaribin rol bileyîzin. Yê ku pêşiya vê kişandî du heval bûn. Yê ku bi sekin, bîryardarî, axaftin û bi jiyana xwe xwe di nava gel de dabû qebûl kirin, him li Bakur him jî li Rojava ferq ji holê rakir, yek ji wan hevalê Mihyedîn bû, yek jî hevalê Rifatê Efrînê bû. Bi rastî jî van her du hevalan ev feraseta ku di nava gel de hebû bi vî awayî dan derbaskirin. Hevalê Mihyedîn bi şexsê xwe, bi xebatê xwe, bi keda xwe hişt ku em li Dêrikê hinekî xurt bibin. Hevalê Mihyedîn di sala ‘88’an de dema dest bi xebatê kir û paşê bû berpirsiyar, wê demê Dêrik pêşxist. Mirov dikare bibêje ku; hevalê Mihyedîn di mîlîtanbûna Rojavayê Kurdistanê de kesekî pêşeng bû. Wisa roleke girîng leyîst. Hevalekî ku gelek aliyê xwe hebûn û dewlemend bû. Bi sekna xwe him di aliyê teorîk û îdeolojîk de û him jî di aliyê pratîk de bawerî dayînê de hevalekî ku hêviyek mezin ava dikir. Ji bo wê jî şehadeta wî ji bo me giran bû, wendahiyek mezin bû. Em her 13 hevalên ku ji bo fermana Serokatî bigihijînin cih, di vê cengê de xwîna xwe rijandine bi rêzdarî û bi hûrmet bi bîr tînin.
Cenga Qendîlê;Şehîd Rûstem Zeydan
Şerê ku di navbera Kurdan de çêbûye şerekî teqez ku tîliya neyarên Kurdan, tîliyên dijmin tê de heye. Mixabin di navbera me û YNK’ê de sala 2000’î şer çêbû. Bêguman tîliya dijmin têde hebû. Piştî şer me û Mam Celal hevûdu dît û me wisa şîrove kir: “Ev weke qezayekê ye; ji ber ku di navbera YNK û PKK’ê de ti bingeh an jî mecala şer nîn e. Gelek caran dostanî bi hevûdu re çêkirine.” Rêber Apo û Mam Celal gelek caran hevûdu dîtine û wisa weke hevbeşî pêş xistine. Lewra mirov bibêje ew şerê ku di sala 2000’î de çêbû weke qezayek bû. Jixwe me her du aliyan jî wisa şîrove kir. Em wisa bihesibînin ku ew qezayek bû. Ji bo ku ew dem li paş bimîne û bê derbaskirin hewldanên her du aliyan jî çêbûn.
Dema destpêka şerê Qendîlê de cih li me teng bibû, zemînê ku em zivistanê li wir bimînin tine bû. Her der hatibû girtin. Me jî xwe fireh kir û xwe gihande Kanî Cengê. Eraziya ku em tê de diman Dola Kokê bû; ew der jî zozan bû, zivistanê mirov nikaribû têde bimîne. Me xwe gihande cihê daristan û zozanan. Dema ku em gihiştin wir, me şer sekinand. Hatibû plan kirin ku em di 3 rojan de xwe bigihînin wê derê, lê weke ku hatibû plankirin çênebû; 7-8 rojan ajot. Dema ku 7-8 roj temam bû agirbest hat îlan kirin. Ango me bi yek alî agirbest îlan kir. Lê ji ber ku YNK lewaz bibû wan jî erê kir. Feqet hezim nekirin. Qasî 2 meh bi ser re derbas bû, YNK bi alikariya hinek dewletan xwe ji nûve amade kir û yekser êrîşê me kirin. Ev êriş 3’ê Kanûnê çêbû. Roja ewil hinek cih ji dest hevalan girtin. Bi qelebalix ango ji her milî ve bi 600-700 kesî êriş dikirin. Wisa girê ku tabûra Şehîd Rûstem Zeydan lê bûn ew gir ji dest hevalan girtin.
Hevalan jî 4‘ê mehê xwestin gir dîsa ji dest wan bigrin. Şer çêbû. Hevalan xwestin biçin ser, lê roj bû, hinek kêmanî tê de çêbûn. Hevalê Rûstem fermandarê tabûrê û hevala Perwîn (ew jî di fermandariya tabûrê de bû) jî têde bi gîştî 15 heval şehîd bûn. Wisa hêza YNK hinek din pêş ve hatin. Niha li Qendîlê. Dola Şehîdan heye; wê demê heta wê derê hatin.
Em şehîdên 4’ê Kanûna 2000’î di şexsê rêheval Rûstem û Perwîn de hemûyan bi hûrmet û bi mînet bi bîr tînin. Bi rastî lehengî şer kirin û xwestin gir ji dest YNK bigrin. Fermandarê ku ew tepe berda piştre îxanet kir. Lewma hevalan xwestin ku vê lewaziyê dagirin ji ber wê jî bi roj, bê hesab û bê plan çûne ser wê hêzê. Ev jî bû sedem ku wendahiyan bidin. Hêza YNK dîtin ku bi hêjmareke kêm e tênê ser wana û bi hevalan re şer kirin. Di encamê de hevalan wendahî dan.
Bû roja din ji bo ku tola wan hevalan rabikin hevalê Xebat Dêrik û Dijwar Şirnex ketin dewrê û êriş kirin. Ew der hemû ji dest wan girtin. 33 cenazeyên wan bi dest xistin. Me di heman rojê de agahî şand ku bila bên cenazê xwe bibin. Xwediyê cenazeyan hatin û 33 cenazeyê xwe girtin. Jixwe di şerê Qendîlê de tiştekî wisa jî hebû; birîndarê giran jî me dida wan. Me digot ku “werin cenazeyê xwe û brîndarê xwe jî bibin.” Bi vî rengî birîndarên giran ên ku me nikaribû tedawî bikin me dida wana. Wisa şerekî balkêş bû. Wê demê hatin cenazeyê xwe birin. Ew girek mezin û bilind e; niha ji wê herêmê re dibêjin Şehîd Rûstem. Ev şehadet jî di 4’ê Kanûnê de çêbûn.
Ruhê milîtaniya Apogerî ya rasteqîn; Fermandar Adil
Şehadeta di 4’ê Kanûnê de yê ku hîn zêde di tevgera me de bûye rojev û weke pergala fermandariya HPG re bûye derbe, wendahiyên li Gabarê bûn.
Sala 2007-2008 û piştî wê di tevgera me de mezinbûnek çêbû. Wê demê hevalê Adil Bilikî jî li Gabarê bû. Li Gabarê hinek çalakî jî kirin lê belê tam weke ku dixwest bi ser nediket. Hevalê Adil hîn di biçûkaniya xwe de hertim di êriş û çalakiyan de cih digirt. Fermandarî kir û dûvre jî çalakî koordîne dikirin. Mirov dikare bibêje ku hevalê Adil hevalê me yê herî zêde çalakiyên mezin, hêzên zêde kordîne kiriye û di vê çarçoveyê de astek girtiye bû.
Li Botanê gelek çalakiyên mezin ku 200-300 kes tê de bi hev re koordîne dikir. Di vê mijarê de di xwe de pisporî çêkiribû. Jixwe hevalê Reşîd Serdar li berdeste hevalê Adil Bilikî gihîştibû û her tim di tabûra wî de bû. Em dema ku hatin sala 2007’an, yek Hevalê Adil û yek jî hevalê Reşîd Serdar çalakiyên mezin koordîne kirin û meşandinê de herî zêde derketibûn pêş. Ji ber ku çalakiyên mezin koordîne kirin ne hêsane. Mesela di heman demê de 20 grup hene lazim e tu hemûyan li ser heman hedefê bi rê bixe û yê ku pirsgirêk pê re çêbûye jî perspektîf bidiyê. Ne hêsan e. Hinek qabiliyet dixwaze. Hevalê Adil wisa gihîştibû. Jixwe di heman salê de hevalê Reşîd Serdar û hevalê Hüseyin Mahîr (ku heval jê re dibêjin Apê Husên) Alaya Oremarê xistin û ew çalakiya Oremar pêş xistin. Dema ku 8 leşker dîl girtin, dijmin got ku, 12 esker hatine kuştin.
Lê beriya wan hevalê Adil li Gabarê çalakî kiribû. Hevalê Adil di çalakiyan de kesekî pispor bû. Destpêkê ango hêj bihar an jî havînê çalakî dibin lê tam ya bi dilê wî nabe. Ez jî lê rast hatim û em di cîhazê de kurt axivîn. Hevalê Adil gazincên weke ‘heval ecemî ne’ û hwd. kir. Lewma ji bo wê jî ew çalakiya dawiyê li gorî ku heval dibêjin, ew bi xwe tê de cih digre; ango ne ku koordîne dike, bixwe bi çeka xwe dikeve çalakiyê. Wê demê 18 leşker tên kuştin û 13 sîleh jî hatin rakirin. Ew bixwe di wê çalakiyê de çûbû ser dijmin. Jixwe hevalê Adil beriya wê jî di gelek çalakiyan de bixwe çûye ser dijmin û sîlah jî rakiriye, bi vê şêwazê xwe, hevalê Adil deng veda bû. Li Cûdî hê di salên ‘89-‘90-‘91-‘92 çalakiyên xwe yên wisa hebûn.
Hevalê Adil di sala ‘88’an de bi fermana eskerî tevlî dibe. Lê belê ew hîn di 14 saliya xwe de ye û biçûk e. Her tim dixwaze biçe malê lê naxwaze bireve. Dixwaze ku rêveberî wî bixwe bişînin malê. Heta du mehan tê deriyê rêvaberiyê, dibêje ku, ‘min bişînin malê. Ger ku hûn min neşînin malê xwîna min ketiye çavê min e.’ Hevalan wisa behs dikirin ku kesekî ewqas wêrek û xwezayî bû ku dibêje, ‘ez ê bûyeran derxînim an jî min bişînin.’ Heval jî her wî mijûl dikin û naşînin. Piştî du mehan şûnde hêdî hêdî îqna dibe, Partiyê nas dike, hevaltiyê nas dike. Êdî dizane ku Partî û Serokatî tê çi wateyê. Dema ku naskir û şûnve jixwe dibe fermandarekî ku nayê sekinandin. Her roj girekî dijmin dixist. Bi ew temenî xwe yê biçûk hêj 15-16 salî fermandarê taximê bû.
Hevalê Adil hevalekî ku ji dendik ve gihîştibû. Dibe kesayetek gelek bi biryar û girêdayî. Jixwe di jiyana xwe ya şoreşgerî de du caran çû gel Serokatiyê. Ev aliyê wî yê çalakvan herkesî dizanibû. Serokatî jî dizanibû, lê car caran rexne dikir û girîngî didayê. Hevalê Adil di têkoşîna me de hevalekî ku di fermandariyê de astek girtibû. Rast e; hinek aliyên xwe yên bi kêmasî hebûn; ne çar çar bû. Mesela uslûbê xwe hişk bû, fermandarekî hişk û gelek rîsk radikir. Jixwe ger ku yek rîsk raneke nikare çalakî bike.
Mesela hinek çalakiyên xwe hene; carekê yêkineyek rêkiriye û bi serneketiye; ew kom vegerandiye di heman şevê de bi grûbek cûda careke din çalakî daye kirin; ew jî biserneketiye îcar ya sêyemîn jî şandiye wisa bi ser xistiye. Wisa bi israr bû. Ger cihek bikira hedef, lazim bû ku bigirta. Wisa bibêje ku, ‘hevalek an jî du heval şehîd ketin û ew jî hema dest jê berde, hevalê Adil ne wisa bû. Ger ku hevalek şehîd ket lazim bû tola wî hevalî rake û teqez hedef bigre. Yanî terzê xwe wisa bû. Min carekê dît ku heval li Cûdî ketin dorpêçê; ew û tabûra xwe di rê de diçûn ne hêza wê derê bûn jî. Ji bo ku hevalan ji dorpêçê derxîne li wir rîsk da berçav. ‘Dema ku li gel mirov ba mirov digot ku ‘belkû ordiyek li gel mirov e.’ Bedena xwe biçûk bû lê cewherek bû. Di bin her şert û mercên giran de bi cesareta xwe, bi ruhê xwe yê êrişê bawerî dida mirov. Mesela hemû kesên ku şeş mehan di hêza wî de mabû, te dikarî bike fermandar. Li gel wî mayîn zehmet bû lê yê ku diman jî dibûn fermandar. Çima? Ji ber ku hevalekî zor bû. Ji ber ku her di nava şer de û her di nava tevgerê de bû. Hevalê Adil di têkoşîna me de hevalekî ku mohra xwe li gelek çalakiyên mezin xistiye. Hevalekî wisa bû. Wê demê şehadeta wî li ser hemû hevalan bandorek mezin çêkir.
GulbaharJina Azad, militana çiyayên Botanê
Heval Gulbahar jî hevaleke me ya kevin bû. Ew jî di sala ‘91’an de tevî dotmama xwe Çîçek Botan tevlî dibin. Ji navçeya Beşîrî ya girêdayî Batmanê ye. Ew bixwe wê demê hinek temenê xwe heye, hevala Çîçek jî bi xwe re tîne, lê hevala Çîçek wê demê gelek biçûk e. Hevala Gulbahar xwedî li çanda xwe ya Kurdewarî derketiye û berpirsiyar nêz bûye. Bi rastî di hevala Gulbahar de bi prensîb jiyîn di asteke bilind de bû. Weke fermandar, jineke azad û milîtaneke ku di çiyayê Botanê de gihîştibû. Heval Gulbahar cihê baweriyê bû. Hevala Çîçek jî di sala 2019’an de li Dêrsimê tevlî karwanê Şehîdan bû. Dema şehîd ket, endama Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê bû.
Taybetmendiyê heval Çîçek Botan di gelek aliyan de dişibî ya hevala Gulbahar. Wisa însanên bi ehlaq, ji rêhevaliyê re bi hûrmet û girêdaniyên xwe bi nirxan re xurt bûn. Her du heval jî wisa bûn. Dotmamê hevûdu bûn, gelek dişibiyan hevûdu. Hevala Gulbahar jî hevaleke me ye hêja bû.
Bi giştî heft heval gihiştin şehadetê. Hevalên Biryargeha Gabarê bûn. Di nava wan hevalan de hevalên ciwan jî hebûn. Hevalê ku ez nasdikim yê ciwan hevalê Harûn hebû. Heval Harûn hevalekî torî bû. Ew heval demekê endamê yekîneya ewlekariya me de bû. Hevalekî zehf cewherî bû, cihê baweriyê bû. Jixwe li gel heval Adil karê muhaberê mêzedikir. Yê ku di nav wan de ez nasdikim yek jî ev heval bû.
Şehadetê wan hevalan çawa bû? Erdogan bi xwe jî behs kiribû û zehf zora wî çûbû. Wê demê wan bixwe jî gotin ku, ‘13 leşkerê me hatin kuştin.’ Piştre çalakiya Oremarê jî çêbû. Devleta Tirkiyê ji bo balafirên keşfê bînin çûn Emerîka û alîkarî ji wan xwestin; jixwe anîn jî. Wê demê ji Îsraîl Heron sitandibûn. Her tim du Heron li ser Gabarê digeriyan. 60 rojan hergav digeriya ku ji bo derbeyê li hêza Gabarê bixîne. Wê demê jî me nizanibû ku dijmin şev germayî dibine û me nizanibû ku termal di balafirê keşfê de heye. Jixwe termal nû xistibûn ser van balefiran. Ew termal gel Tirkan kêm bû, Ango termalê ku 5 km bibîne zêde tunebûn an jî hindik bûn. Ji ber dema ku cihê heval Adil wan tespît dike, heval di qampê de çarber bi kar tînin. Çarber çi ye? Axê dikolin û keviran datînin ser kozê agir û dûvre jî ser digrin û li ser radizên. Ger çadir jî hebe başgerm dibe. Heval jê re dibêjin, ‘çarber.’ Ez bawer im xelkê Botanê vê bi kar tînin. Lê hevalan jî gelek caran bikardianî. Wê demê ji ber ku germ e, keşîf ev germehiya çarberê digre. Ji ber ku wê demê me tiştekî wisa nizanibû li gorî tespîta hevalan dijmin bi vî şêwazî noqtê tespît dike. Dijmin şev di eraziyê de tê û xwe nêzî noqteya hevalan dike. Li ser noqtê weke ku serdegirtin çêdike û di heman demê de kobra jî lêdixe. Wisa şer çêdibe. Hevalê Adil bixwe şer dike. Jixwe dijmin 4 leşker û yûzbaşiyek xwe îtîraf kirin. Hevalê Adil ji hevalên wir re dibêje ku, ‘ez ê derbe li dijmin bixim û nahêlim ku cenazeyê min bikeve dest dijmin.’ Rastî jî lêdixe ew leşker û yûzbaşi wisa tên kuştin. Piştre birîndar dibe û dibeze ji noqteyê derdikeve. Yanî dijmin cenazeyê hevalê Adil nedît. Piştî bûyerê heval çûn û dîtin. Ewqas bi zanist diçe şehadetê. Jixwe ji hevalan re dibêje ku, ‘ez nahêlim cenazeyê min bikeve destê dijmin.’ Tevlî çeka xwe, xwe ji 100-200 metre cihê bûyerê dûr dixe û dikeve. Jixwe çeka xwe niha jî li gel meye. Wisa digihîje şehadetê. Ji bo me şehadeteke giran bû. Lê belê nimûnek bû. Heval Adil tevî heval Gulbahar û hevalên din şer kirin û berxwedaniyek dîrokî kirin.
Ev şer û berxwedaniya hevalan heman demê de şehadetê wan a bi vî awayî ji bo me weke perspektîfa kûrkirina şer e. Li hemberî teknîk, li hemberî termal û her cûre teknolojiya şer, divê ku em hişyar bin û şopdariya van lehengana di bin her şert û mercan de bikin. Ji bona me wê demê şehadeta Gabarê yê di şexsê heval Adil de çêbûye zehf giran hat. Ji ber ku fermandarê me yê herî zêde di koordîne kirina çalakiyan de xurt bû. Gelek çalakiyên xwe hebûn û di têkoşîna me de cihekî xwe hebû. Em di şexsê hevalê Adil û hevala Gulbahar de hemû şehîdên Gabarê bi hurmet û bi minet bi bîr tînin û soza me dayî wan em dûbare dikin. Em çeka wan li erdê nahêlin û em ê tola wan hilgirin.
Em li ser şehîdan çi bêjin wê kêm bimîne!
Tevahî şehîdên ku em dizanin di 4’ê Kanûnê de şehîd ketî ev in. Hevalê em dizanin ev in lê belê dema ku mirov li qeydan mêze bike dibe gelek şehîdên din jî hebin. Weke ku me di destpêkê de jî got, şehedetên 4’ê Kanûnê ji bo me xeleka herî girîng in. Em li ser wan çi bêjin jî kêm e. Mînak li ser şehîdên Ava Dîclê kilama ‘Ava Mezin’ heye. Li ser şerê ku hevalê Mihyedîn, Ehmed, Zinar û hevalên din yê şehîd ketin e. Bêguman çiqas li ser kilam jî bên gotin û pirtûk jî bên nivîsandin wê kêm be. Mesala hevalan pirtûk nivîsandiye li ser hevalê Adil. Rastî mirov çiqas tişt bibêje, pirtûk jî binivîse, kilam û helbest jî binivîse di cih de ye. Em van şehîdan hemûyan jî ji nêz ve nasdikin. Hemû heval jî di vê têkoşînê de xwedan rol û mîsyon bûn. Mirovên zehf fedakar û hêja bûn. Ew her tim ji bo me nimûne ne. Ew rihê wan ê sadiq, rihê wan yê berxwedaniyê û fedaî yê êrişê di eslê xwe de rihê serkeftinê ye. Rihê serkeftinê yê mezin e. Hedefa me ew e em xwe bigihînin wî terzî, wî ruhê û wî şêwazî. Bi vî awayî her tim wê weke fermandarên nemir di têkoşîna me de bijîn. Terz û şêwazê wan wê her tim ji bo me bingeha esasî be.
Ew wê di Têkoşîna Azadiya Kurdistan de her tim fermandarê me yê nemir bin. Li ser wî esasî em dibêjin; Şehîd namirin!