Şehit Ercan Kiliç 1965an de li gundê Tuygun liser navçeya Selîmê ji dayîk bûye. Heyşt xuşk û bira ne. Heval Mazlûm mezinê giştiya ne. Ji alîyê bavê de, ji eşîra Mîlî ye. Ji alîyê dayîkê ve ne Kurd e, ji gelên qafqasyayê ne, asîmîle bûne. Ji xwe re ”Em Tirk in “ dibêjin. Jibo wê jî heval Mazlum Kurdî nizanî bû. Demên zaroktîya xwe lîstoka bikira, tevlî zaroka dikir. Tiştên li cem heyî, hemû parve dikir û bi parve kirinê ve pir bextewar dibû. Di nav zarokan de pir dihate hezkirin.
Malbat pir xizan e. Bav karkerîya rêh dike, tim li derve ye. Barê malê gişt stuyê heval Mazlum de ye. Zivistana dixwîne havîna jî hemû karê malê dike. Di piçûktîya xwe de hînî berpirsyarîyê bûye. Dibistanê de şagirtê herî serkeftî ye. Navbera wî şagirtan pir baş e. Hemû şagirt diçin cem, şêwra xwe pê dikin. Hemû şagirt heval Mazlûm mîna pêşengê xwe dibînin. Dibistana navîn û lîseyê li Qersê dixwîne. Ew dem tevgêra azadîya Kurdistan nas dike. Li dibistanê di nav şagirtan de xebatê dike.
1983an de bi rêya Ahmet Guler (Mahîr) ve beşdarî nav refên gerîlla dibe. Diçe qampa gerîla de, perwerda sîyasî û leşkerî dibîne. Bihara 1984an da di Fermandarîya pakrewan Vesîm Aras(Dişçi Cafer ) de vedigere Serhedê. Dibe endamekî yekîneya propaganda çekdarî, ya Akîf Yilmaz. Yekîne dibe du grub. Gruba fermandariya Kazim Demîrtaş(Aydin)de; Abdullah Yildiz (Ezîz), Ahmet Guler (Mahîr), Ercan Kılıç(Mazlum) … diçin Mêrdînîk (Gole) û Şenkayayê. Cografya ku çûnê di Kurdistanê dê cîhê herî baş e. Rêzen çîyayên Allahu ekber e. Newal û gelîyên xwe pirin. Newala Çoruh heya Gurcîstanê dihere. Kesên li vir jîyan dikin gelên Qafqasî ne. Asîmîle bune niha ji xwe re “em Tirkin” dibêjin. Gerîla bi giranî diherin gundên Kurd û Tirkmenan. Gundekî Kurda navê Şamqas heye. Cîhekî stratejîk e, cografya wî nêzîkî newala Çoruhê ye. Gerîlla dixwaxzin wê derê bixin bingeha navendîya gerîlla .Di cîhekî wisa stratejîk de, gundekî Kurdan hebe keyfa gerîlla baş dibe. Heval çend caran diherin gund, germayek baş nîşanî gerîlla dikin. Kesên têkîldarên gerîlla nobedarê(bekçî) gund e. Gerîlla tim çûne mala nobedar. Nobedar maaş ji dewletê digire. Gerîlla çawa hatine gund, bi kî re çi qisekirine, yê herin kîjan gundan hemûyan Fermandarê qereqolê re dibêje. Planê bi hevdû re çêdikin, gelo wê gerîlla çawa têkin dafikê.
Ercan Qilîç ciwanekî nû beşdarî nav refên gerîlla buye. Xortekî bejn dirêj, por xelek, dema mirov lê mêze dike çavên wîyên xweşik û rûkenîya wî pir bala mirov dikişîne ser xwe. Ew mêze kirina sempatîk, xwe dide hez kirinek xwezayî. Bi kenê xwe ve, ruyê wî mîna yê zaroka dibe. Di heman demê de dilê wî jî, mîna yê zarokekî saf û paqij bû. Heval destê çepê bikar dianî. Mirovên çep nîşana wan, ya sîlahê pir xurt e. Hevalan tebanceyek dane Ercan Qilîç. Heval pir bi tebencê xwe dileyîze. Dema destê xwe davêje tebencê, ji ber xwe kaş dike û derdixe bi yek desteki ve fîşengê dide ber namluyê ji lêdanê re amade dike. Vi karî pir lez dike, çend çirke nakişîne. Bi rojan xwe wisa perwerde dike.Kazim Demîrtaş” heval Mazlum tu pir bi tebancê xwe dileyîzî. Rojekê tu yê qezakê bikî, ji me yekî bikujî. Di dawîyê de tu yê bibî kujêrê hevalên xwe. Heya tu zîndî bî, tu yê ezabê wîcdanê bikişînî. Pir bi tebancê ve nelîzî wê baş bibe “ şiyarîkê didinê. Heval Ercan Qilîç dikene, “ heval gotina te pir giran e. Ezê çawa hevalê xwe bikujim. Ez xwe perwerde dikim. Di rojeke tengasiyê de, ez ê çawa zu tebancê bi lez bikişînim, yê hemberî xwe bê tesîr bikim” dibêje.
Fermandarê gerîlla Kazim Demîrtaş gerîllayekî xwedan azmune. Saha li Fîlîstînê perwerde dîtîye. Xuşka wî Azîme Demirtaş 1981an de li Dêrsimê pakrewan buye. Saf nêzîk dibe qet nafikire. “Ev nobedar çima ewqas germ nêzîkî me dibe? Dixwaze tim alîkarî bide me” Nobedar para gumanê nahêle, ew jî pê bawer dibe û hemû tiştên xwe bi nobedarên dewleta Tirk re parve dike. Şeva 13.10.1984an da Kazim Demirtaş û Ercan Qilîç berê xwe didin gundê Şamqasê mala nobedarê gund. Nobedar dibêje hevalan”Waha nabe. Gere hûn hinek malên dî jî nas bikin.Jibo derdora we fireh bibe. Boneya hûn bikaribin hemû kesî rêxistin bikin.”dibêje gerîlla. Ev gotina nobedar pir xweşiya wan dihere. Heval diçin malek nû. Xwedîyê malê jî agahîya wî ji hemû tiştî heye. Plan bi hev re çêkirine. Nobedar”Hûn rûnên sohbeta xwe bikin, heya xwarina we amade bibe, gundekî nêzîkî gundê me heye ezê herim serî lê bidim, li wî gundî kesek mirîye, ez ê herim fatihekê bixwînim û werim.” Dibêje gerîlla. Gerîlla qebul dikin jê ti gumanê nakin. “Vê şeva han, ev çûyîna serxweşîyê ji ku derket”nabêjin. Gundî dihên kom dibin, pirsan dikin, heval Kazim Demirtaş jî, bersiva wan dide.15 tebaxê de HRK hatîye ava kirin. Fermandar Kazim dixwaze vê bûyerê bi gundîyan bide fêm kirin. Heval liser mijarê hûrbûye hîç nizane, ku zeman çawa derbas dibe.
Nobedarê gundê Şamqasê rast e, rast diçe qereqolê. Hemû tiştî dibêje. Esker dihên mala gerîlla têdayî dorpêç dikin. Her du gerîlla pişta xwe dane dîwarê alîyê pencerê rûniştine. Planê de çawa çeka gerîlla jê bistînin jî he ye. Tînin xwarinê datînin nîveka odê. Bangî gerîlla dikin “Werin ser sifrê xwarina we bila sar nebe, şevên payîzê dirêjin, pey xwarinê em ê disa civîna xwe dewam bikin. Ancax me hûn dîtine, emê têr û têr qise bikin. ” Dibêje gerîlla. Heval dema têne ser sifrê çekê xwe naynin. Çawa spartine dîwar wisa dihêlin. Van bêbextan, şibakê vedikin çekên gerîlla der dixin derve. Êdî heval bê çek dimînin. Lê belê xebera wan nîne ku liser Mazlum tebance heye. Nobedar ”fermandarê min hemû tişt temame têkeve hundir liser xwarinê ne, tu rehet dikarî her duyan zîndî bigirî”dibêje. Fermandar” Hûn baş dizanin gelo liser wan tiştek nî ne?” ev gotina zora nobedar dihere “Ka çeka xwe bide min ez çawa wan bêtesir dikim. Lê ezê gilîyê te jî bikim. Ku tu ji tirsan re newêrîbûyî têketayî hundir. Nobedar bi vê gotinê re, tivingê ji destê fermandar digire pehîna xwe li derî dide “dor we hatîye girtin ti probleman dernexin teslim bibin. “dibêje. Bi dengê wî re, Ercan Qilîç, bi lez tebancê dikişîne, di eniya nobedar dide. Wî mîna darekî hişk erdê dirêj dike. Dizivire xwedîyê malê, yekî jî, berî wî dide birîndar dibe lê namire. Di wê demê de, Kazim Demîrtaş êrişî fermandar dike ku tebanca wî jê bistîne. Ercan Qilîç gulekê berî lembê dide, hundir dibe tarî. Herkes derdikeve derve. Ercan“Ez mêvanim” dibêje û derbas dibin. Ercan Qilîç zimanê heremê baş dizane, ew jî ”Ez mêvan im”dibêje derbas dibe derdikeve derve. Şev hîvron e. her der mîna rojê dixuyê. Hindik maye ku ji çembera dijmin rizgarbin. Jinek, an jî jina mixtarê gund, “terorîst direvin zû bikin, lêxin” dibêje. Hemû esker mîna baranê gula berdidin. Ercan Qilîç di lingê xwe de birîndar dibe. Xwe ber dide newalê diçe libin darekê rûtinê, kemera xwe vedike ranê xwe pê dipêçe, jibo xwînê bide sekinandin. Gule li temara xwînê ketîye. Xwîn nasekine. Êdî bêhêz dimîne, pir xwîn wenda dike. Pişta wî spartî darê, bi wî şêwazî tevlî karwanê pakreana dibe. Kazim Demirtaş jî, gule baran dikin, ew jî li tevlî karwanê pakrewanan dibe.
Heval Mazlum nav grubê de yê herî ciwan e. Dema diçin nava gel. Bala hemû kesî liser Mazlum e. Pir jê hez dikin. Rojekî diçin gundekî Tirkmenan jinek tê cem Mazlum “navê tê çîye lawê min”dibêje.
Ercan Qilîç ”navê min Mazlum e” dibêje jinikê.
Jînik”lawê min tu gorî navê xwe hereket nakî. Ew çi çeke te daye destê xwe. Însanê mazlum hemberî çekê ye. ”dibêje.
Heval Mazlum”gotina we rast e, li welatê em lê jîyan dikin, dijminê me ne dijminekî wisa ye, ku niha destûr bide em di saha legal de xebat bikin. Gotina we rast e. Lê dijmin ti tiştekî me qebul nake. Kurdan înkar dike. Niha bizanibe ku em hatine mala we, yê werin we bigirin îşkence û lêdanê li we bikin. Ev çek jibo ku em xwe biparêzin û kesên zirar bide gelê me, jibo wanan bêtesîr bikim min daye destê xwe.” dibêje.
Gotina Mazlum pir xweşa jinikê dihere. Ew roj hevalê dinê qisedanê wan guhdar dikin qet deng nakin. Şervanekî ku sala wî temam nebuye tevlî gerîlla ye. Hêza wîya propagandayê, îkna kirina gel pir xurt e. Pêşeroja wî ronahîye ku bibe fermandarekî baş. Lê mixabin sîxurên Kurdistanê destûr nedanê. Mazlumê me di ciwantîya wî de bi fîzîkî ji nav me hilanîn. Lê Mazlum ti caran naye ji bîr kirin. Şervanekî wisa ye, ku dema komplo li wan tê kirin, ti teredut nîşan nade, însiyatîfa xwe bikar tîne dibe fermandarek û cezayê dijmin didê. Ew kesên ku komplo lê kirine bidestên xwe wan dikuje û birîndar dike. Heval Mazlûm wêrekîyek mezin nîşan dide. Çembera yekê dişkenê, bi xwînsarî û rehet gotina xwe dibêje derdikeve derve. Wekî ew jinka bêbext nebûya we ji çembera duyem jî derketa, Ev helwesta, heval Mazlûm liser heremê pir bandoreke erênî çêdike. Mîna destanekê dihê gotin. “Kesekî ku nîşana wî waha xurt û bi xwînsarî şer kirin, îhtîmala mezin e ku çûye cîhekî mîna Fîlîstinê perwerde dîtîye” dihê gotin.
“ Ji LEHENGÊN bê gor û bê nav re”
“Nav daristanekî de girtin ew bi darekî ve girêdan
çavên xwe hedîka girtin tu yê bibê xew kirîye”
Dema min ev rêzen helbestê xwend, yên mîna Ercan Qilîç, LEHENGÊ bê gor hatin bîra min. Hersa min li hemberî dijmin behtir tûj dibe. Dîroka her gelî de, lehengên bênav he ne. Lê belê kesên bê gor tune ne…Ev rewş tenê li Kurdistanê heye. Evê rewşê mirov dikare hovîtîya dijmin ve girê bide. Dîroka gelê me, ya lêhengên bêgor û bê nav e. Ji van lehenganan yek jî, Ercan Qilîç e.”
Dema ku heval pakrewan dibin, termên wan birin Erzurum ê, di goristana bê kesan de, binax dikin.
Liser lehengên mîna Ercan Qilîç, mirov çi binîvîse hindik e. Ew lehengiya wî kirîye, dersek mezin daye dewleta Tirka. Eco yê dayîka xwe, Mazlumê gerîllayê tevgêra azadîya Kurdistan ev 38 sal e di axa sar de razaye. Wekî ku xweşba,niha di 57 saliya xwe de, bi azmunek mezin Fermandarê gerîlla bû. Ew mîrasa ku we hîşt,liser çîyayên Allahûekberê gerîllatî bi pêş ket. Kesên ku tevlî komploya we bûn,hûn dane pakrewan kirin, cezayê xwe dîtin. Herkesî ev fam kir, ku destê kê têkeve xwîna gerîlla, yê cezayê xwe bibîne. Mazlumê delal tu zu pakrewan bûyî. Bêbext û xayînan nehîştin tu xizmeta gelê xwe bikî. We hemû enerjîya xwe jî, bi xwe re bir çû axa sar. Hevalên we û hez kirîyen we pê xemgîn bûn. Lê em ew ê sozê didin we, ku em ê wan xeyalên we bînin cîh.
Em di kesayetiya heval Ercan Qilîç û Kazim Demirtaş de, hemû pakrewanên meha cotmehê bi bîrtînin.
ŞEHÎD NAMIRIN.
09.10.2022