Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo ev nîv sed sal in di nava têkoşîneke bênavber de ye. Di encamê de nêzî 50 hezar şehîd, bi deh hezaran girtî, bi milyonan koçberî hene û bi hezaran gund hatin wêrankirin. Pirsgirêka Kurd li Kurdistanê ku bi dagirkeriya çar netewe-dewletan ve girêdayî ye, di esasê xwe de pirsgirêkek Rojhilata Navîn û cîhanî ye. Kurdistan ji aliyê hêzên cîhanê yên weke Fransa û Brîtanyayê ve hat parçekirin û piştî wan jî sîstema nû ya cîhanê ya bi pêşengiya Amerîka û Ewropayê heman pêvajoyê berdewam kir. Lewma gotina ku Kurdistan koloniyeke navneteweyî ye, ji vê rastiyê derdikeve.
Bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem re parçekirina Kurdistanê bû hedefa emperyalîzma cîhanê û di encamê de tu derfet ji gelê Kurd re nehat hiştin ku xwe îfade bike. Piştî Konferansa Qahîreyê ya sala 1921’ê û paşê jî di Konferansa Lozanê ya di 24’ê Tirmeha 1923’an de, wan bizmara dawî li tabûta miletekî ku di dîroka mirovahiyê de li ser vê axê hebûye, di parastin û pêşdebirina jiyana hevbeş û dewlemendiya çandî, berdewamiya jiyaneke aram û birûmet de xwedî roleke herî mezin e dan.
Li hember zordestiya dewlet-neteweyên serdest ên Kurdistanê ku Tirk, Ereb û Farisan pêk tê, têkoşîna ji bo jiyan û bidestxistina mafên netewî û demokratîk bû erkeke ku nayê dest jê berdan. Li hemberî tûnekirin, wêrankirin û asîmîlasyonê, diviyabû bigotana ‘Kurd heye û hûn nikarin bi hêsanî wan tune bikin.’
Her çiqas bi biryarên herêmî û navdewletî gelê Kurd hatibe parçekirin û tune hatibe hesibandin jî, gelê Kurd tu carî vê rastiya ferzkirî qebûl nekir. Ji ber vê yekê her tim xwepêşandan û pevçûn derketin. Li beramberî vê têkoşînê de gelek berdêl jî hatine dayîn. Lê belê ji ber ku tekoşîna hatiye dayîn heta niha heremî, yek alî, durî siyaset bûye û ji nêzîkatiyên rewşenbîrî û birdozî dûr bûne, ev têkoşîn demkurt bûne. Vê yekê jî nehiştiye ku têkoşîna Kurdan gerdunî bibe û yekîtiya Kurdan pêk were. Vê jî di xwezaya xwe de bi awayekî trajîk têkçûn bi xwe re aniye.
Di sedsala 20’an de gelê Kurd û Kurdistan hatin parçekirin û serhildanên weke Şêx Seîd û Seyîd Riza, Pêşawa Qazî, Qasimlo û Şerefkendî hatin têkbirin û pêşengên van serhildanan jî hatine darvekirin. Ji komkujiya Dêrsîm û Zîlanê heta kîmyabarana Helebce û Enfalê, dewletên dagirker li Kurdistanê herî zêde karesat û qirkirin pêk anîne. Dema tê gotin ‘di sedsala bîstan de nêzî mîlyonek Kurd hatin qetilkirin’ îşaret bi vê rastiyê dike.
Di encama ew hemû komkujî û karesatên ku hatine serê gelê Kurd, êdî gelê Kurd jî hebûna xwe ya netewî înkar kiriye û li Tirkiyê bûye Tirk, li Îranê bûye Fars û li Iraq û Suriyê jî bûye Ereb. Bi vê jî hat armanckirin ku nasname, ziman, çand û rêûresma Kurdan ji holê rakin. Ger Kurd xwediyê vê çanda dewlemend, zimanê xomalî û kevneşopiyên kûr nebûya, wê ji gelên din ên mîna Ermenî, Asûrî û Suryaniyan xerabtir bibûya.
Piştî têkçûn û wêraniyê vejînek bihêz
Derketina Rêber Apo û Tevgera PKK’ê rastî demeke wisa hat ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Kurdbûna klasîk a Kurdistanê di nava bêhêvîtî û hilweşînê de bû. Ji ber vê yekê ne mimkûn bû ku bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek bê kirin. Rêber Apo vê mînakê dide û dibêje, “dema min bi hin kesan re li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê diaxifî, wana digotin, em weke dareke hişk in û ji me tiştek şîn nabe. Di berdewama axaftina xwe de Rêber Apo dibêje, li Kurdistanê xebat meşandin dişibe gûleke ku li ser kevir hatibe çandin. Ya ku ciyê bexteweriyê bû li salên destpêk û naverasta salên heftêyan bandora xwendekarên Ewropa yên 1968’an hebû, dîsa berxwedana gelê Filîstîn û tevgerên çep û sosyalîst pêş diketin. Li Tirkiyê jî bi taybet kesayetên weke Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Mahîr Çayan bûn sedema dîtina mifteya destpêkê ku tije naverok û bawerî bû.
Di Newroza 1973’an de bi pêşengiya ciwan û xwendekaran têkoşîn hat destpêkirin. Li Kurdistanê nifşek nû derketibû ku kesek nekarî texmîn bike ku wê ew nifş ewqas bandor bike. Ew lawên kedkaran bû ku hê di destpêka têkoşîna xwe de ji alîkî ve ji aliyê neteweya serdest û dagirker, ji aliyê din ve jî ji aliyê giregirên Kurd, şêx, axa û derebegên noker ve rastî êrişan hatin. Ev xayîn û noker weke kûrmikan ketibûn nav canê gel. Tiştên ku dagirker nekarîn bikin wana ji wê zêdetir kirin. Lewma rûbirûbûna axa, eşîr û derebegan, bi gotineke din, rûbirûbûna xizmetkar, noker û xwefiroşên Kurd bû ku li Kurdistanê bûbûn dardestên dagirkeriyê. Ji ber vê yekê şoreşgeran navekî nû dane xwe. Ji xwe re dibêjin ciwanên xwendevan û ciwanên Kurd. Ev kes mirovên sade ne, kedkar û gundî ne, jin û mêr jî di nav de, pêşengiya tevgereke nûjen dikin. Sedema bingehîn a ku tevgera Apocî li seranserê bakurê Kurdistanê bêyî cudahî deriyê mal, dil û mêjiyê xwe ji hemû mirovên dilpak, sade û welatparêz re vekir ev e.
Di sala 1978’an de PKK hat damezrandin. Piştî wê du sal yanî di sala 1980’an de jî li Tirkiyê darbeya leşkerî hat kirin û rejîmeke milîtarîst, neteweperest û şovenîst ku NATO’yê piştgiriya wê dike hat ser desthilatdariyê. Lê şovenîzma darbekaran nekarî agirê fikrên Apociyan hem li girtîgehê hem jî li derve sar bike. Ji ber vê yekê di şexsê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Sakîne Cansiz û rêhevalên wan de, li zindana Amedê rejîma darbeya 12’ê Îlonê li dijî vîna pola ya şoreşgerên Apocî têk çû. Her wiha hatina Rêber Apo ya Rojhilata Navîn û tevlîbûna tevgerên şoreşger ên Lubnan û Filîstînê jî derfet da ku ji nû ve xwe amade bike û di zûtirîn dem de vegere welatê xwe.
Kurê Şarbajêr pêşengtiya şoreşê dike
Rêheval Kawa Elî Salih bi nasnav Dr. Sîrwan di sala 1961’an de li gundê Çemî Yala ya Şarbajêr a Silêmaniyê ji dayîk bû, di dawiya salên 1970’an de li bajarê Silêmaniyê xwend û xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî bi serkeftî bi dawî tîne. Rêheval Dr.Sîrwan di salên 1970 û heta destpêka salên 1980’ê li bajarê Silêmaniyê ku weke dergûşa welatparêzî û fedekariyê tê naskirin, dijî.
Di destpêka salên 1970’an de tevgera PDK’ê ya bi serokatiya M.Barzanî di 11’ê Adara 1970’an de lihevkirinek pêk anî û ev yek jî weke serkeftinekê tê tomarkirin. Li ser destkeftiyên ku di encama peymanê de hatin bidestxistin, razan. Aliyê duyemîn, neteweperestên ereb ên şovenîst, bi serokatiya Partiya Baas, ji bo tunekirina wan çêtir amade bû. Ji aliyekê ve peymanên girîng ên siyasî û dîplomatîk têk birin, ji aliyê din ve dest bi kampanya çaksazî û bextewariya civakî li navxwe kirin, di heman demê de bi peymana duyem a bi Partiya Komunîst a Iraqê re opozîsyona navxweyî bi temamî kontrol kirin. Ji ber vê yekê rejîma Baas bi serokatiya Ehmed Hesen Bekir û Sedam Husên tevgera Kurd paşguh kir û di nava salekê de rastî şikesteke neçaverêkirî hat. Lewma peymana 6’ê Adara 1975’an a di navbera Iraq û Îranê de, di bin sîwana Amerîkayê de, tevgera PDK’ê bi dawî kir. Di şexsê PDK’ê de dawî li hemû fikrên netewî yên klasîk ku ji kaniya Peymana Lozanê vedixwarin û li dora dirûşma otonomîxwaz kom bibûn.
Her çiqas têkçûna Tevgera Îlonê ji aliyekî ve wek karesatek bû, li aliyê din ve jî rê li ber nifşeke nû ku siyasetmedar, ciwan û xwendekaran bûn vekir. Ev nifş piştre xwe wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da nasîn û di sala 1976’an de têkoşîna çekdarî ragihand. Lê ew welatparêz û tekoşerên ku ji şikestê hez nedikirin, di nav partiyên wek Partiya Sosyalîst, PASOK û Komîteya Navendî ya PDK’ê de dest bi tevgerên nû kirin, lê ji aliyê fikrî û stratejî ve ne diyar bû ka çi dikin û çi dixwazin?
Kurdayetiya klasîk, bê bername, bê fikir û îdeolojiya nûjen, di heman demê de polîtîkaya girêdayî welatên derve, tenê dikare bi yek banga komplogerên navdewletî re bibêje “Karê min qediya.” Ev rewşa nû ji bo kesên ku di dawiya salên 1960’î de dîtibûn û xwendibûn derfeteke zêrîn bû. Şert û mercên nû ciwan û xwendekaran li başûrê Kurdistanê teşfîkî di bin raman û felsefeya Marksîst-Lenînîst a tevgera nû ya têkoşînê ku bikaribe xwe bi rêkûpêktir rêxistin bike kir.
Tevgera nû ya ku bi navê Komeleya Rencderanî Kurdistanê tê naskirin, ji ber ku li wir derketiye, di demeke kurt de bandora xwe li ser tevahiya başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li Silêmaniyê kir. Silêmanî weke taybetmendiyeke mayînde her tim ji nûbûnê re vekirî ye.
Heval Dr. Sîrwan weke hemû ciwanên Silêmanî diviyabû xwe li gel karwanê bi rêxistin bikira. Ji ber vê yekê di demeke kin de tevlî rêxistinên Komala Rencdaran dibe û di encama xebatên xwe yên rêxistinî yên li Bexdayê tê naskirin û sala duyemîn a zanîngehê diterikîne û tevlî hêzên çekdarî yê Komala Rencdaran dibe.
Dr. Sîrwan Komeleya Rencderanî Kurdistan weke tevgereke çep-sosyalîst ku li ser bingeha rastî, prensîb û pîvanên şoreşgerî nas dike û beşdar dibe, lê tişta ku li çiya dibîne cuda ye. Ev cudahî çine? Ya yekem; Komeleya Rencderan ne ji aliyê kadroyên xwe yên pêşeng ve, ji aliyê kadroyên PDK’ê ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê xeta bûrjûwaziya biçûk li ser xeta şoreşgerî ya Komala Rencdaran da zêdetir serdest e. Ya duyemîn, xetên cuda hene ku tevgerê xurt nakin, dibe ku jê qut dikin, lewra ger bi xeta burjuvaziya biçûk re rûbirû were hatin, weke cihêxwaz û derveyî xet tên pênasekirin û di nav rêxistinan de tên teşhîrkirin. Sêyemîn; her çiqas bingeh û girseyên Komele hem li zîndanê hem jî li çiya ji bo her fedekariyê amade ne, lê yên ku serokatiya Tevgerê dikin kêm têne dîtin, yên ku tên dîtin jî weke ji çîna jor û serdest xuya dikin. Yanî ew kesên ku ji rêxistinê re fedakarî dikin û yên serokatiya wê rêxistinê dikin ji hev cûda ne. Ev jî bi xwe re nakokiyan tîne. Weke çaremîn sedem jî; di propagandayê de behsa azadiya jinê û rola jinê tê kirin, lê di pratîk de heman rêbaza berê dubare dibe. Wê demê di nav beşek kadroyên jor de dihat gotin ku em li hemû tiştekî de sosyalîst in lê di mijara jin de sosyalîst nînin. Xala pêncemin jî mijara navxweyî bû. Wê demê ji bo li Kurdistanê tu tevgerek din dernekeve PDK bi destê dewleta Tirk û çeteyên wî bi şêwazeke derveyî mirovahî û dûr ji hemû prensîbên netewî û exlaqî li Colemergê ku dikeve sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê zêdetir 700 endam û kadroyên YNK’ê xistin dahfikekê û piraniya wan şehîd xistin. Di nav wan kesên ku hatin şehîd xistin kesayetên wek Elî Eskerî û Dr. Xalid hebûn û ev şehadet sûcê PDK’ê hîn girantir kir. Li hember vê yekê YNK’ê bi her awayî bertek nîşan da û karî PDK û hevalbendên wê yên li eniya Cûdî tengav bike û nehêle ji aliyê Rojhilat vegerin Başûr.
Lê ya ecêb ew bû ku bê ku jin û mêr, çekdar û bêçekdar werin cudakirin qetlîama rêxistinên Partiya Komunîst a Iraqê bû. Ji bo vê qetlîamê tu hincet nebû. Her di wan çaxan de Serokatiya PKK’ê bi erka navbeynkar rabû û bi serokatiya heval Xalid bi nasnav Mehmed Karasungur şandeyek hat şandin ji bo ku her du alî dev ji şer berdin. Lê êriş birin ser wan hevalan jî û li 2’ê Gulana 1983’an de ew heval şehîd xistin. Di heman salê de YNK’ê bi awayekî yekalî bi rejîma Baas re ket nava danûstandinan û agirbestê. Piştî salekê ev pêvajo bê encam bi dawî bû. Ev hemû bûn sedemên sereke ku Dr. Sîrwan dest ji Komeleyên Rencderan berde, ji ber ku li gel rastiya wî nedibû yek.
Lêgerîna domdar ji bo gihîştina heqîqetê
Piştî demekê li Îranê ma, riya sirgûnê girt û li Danîmarkayê bi cih bû. Dema di sala 1980’an de li Ewropayê dima, rewşa pergala kapîtalîst û nêzîkatiya wan a ji pirsgirêka Kurd û Kurdistanê re dît, di heman demê de hegemonyaya dewletên Ewropa û Emerîka bi çavên xwe dît. Ji ber vê yekê efsûna sîstema kapîtalîst a Ewropayê nekari Dr. Sîrwan bixapîne. Ya rast ew dilê serhildêr ê Rojhilatî li Rojava kedî nebû û serhildana xwe domand. Em vê rastiyê di axaftinên rêheval Dr. Sîrwan ên di rojnameya Welat de baştir dibînin. Dr. Sîrwan van rastiyan di hemû konferans û civînan de kiribû yek ji mijarên perwerdeyê. Wî rastiya pergala modernîteya kapitalist a civaka Ewropa baş nas kiribû.
Ji ber ku Dr. Sîrwan bi rexne, têbînî û serincên xwe yên li ser rêxistin, pêşengtî, pîvan û prensîbên Komeleya Rencderanî Kurdistanê pabend bû, lewma lêkolînên xwe didomîne. Piştî lêkolîneke zanistî û pêbawer, bi rêxistina Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) ku weke baskê rêxistinî yê civakî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dihat naskirin, nas kir. Di sala 1987’an de ligel peywendî û dostayetî kirin, xwe perwerdekirin û avakirina kesayeta xwe, dest bi xebatên rêxistinbûnê jî kir. Heval Murad Karayilan (Cemal) dema bahsa naskirina xwe ya bi Dr. Sîrwan a li Ewropa re dike dibêje; ‘her ji destpêkê ve wî bala min kişand. Ji aliyekî ve guftugoyeke pir kûr dikir, ji aliyê din ve jî ya ku bawerî pênedianî hewl dida bixe meriyetê. Ji bo wê mirov di kesayeta heval Dr. Sîrwan de dubarebûn nedidît.’ Her wiha digot, ‘hesteke kûr a welatparêzî û hezkirina wî ya ji bo welatê xwe heye, li Ewropayê saniyeyekê jî ji welatê xwe qut nebû. Ji ber vê yekê heval Dr. Sîrwan bi xwe jî di nav hevalên xwe de digot, jiyana wî ya li Ewropayê jiyaneke proleterî ye, ji bilî xwarinên sade yên wek kartol û tiştên wiha, tiştek nedixwar.
Dr. Sîrwan naz û nîmetên Ewropa ji xwe re wek xapandin diyar kiribû, lewra bi baweriyek mezin xwe baş amade kir û bêyî ku rojekê dereng bimîne, pêşniyara xwe jibo rêxistina Ewropayê kir, ji bo biçe qada Serokatî ku li Lubnanê bû. Di encam de rêxistin di sala 1989’an de pêşniyara wî qebûl kir û Dr. Sîrwan Ewropa û pergala modernîteya kapitalist li pişt xwe hişt û berê xwe da heremên germ ên Rojhilata Navîn.
Dema heval Dr. Sîrwan digihîje qada Rêbertiyê, dizane ku gihîştiye rastiya ku lê digere, ango heqîqeta têkoşîna azadiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê di demeke kin de bi Rêber Apo re ket nava diyalogê û hat wê astê ku Akademiya Kadro Masûm Korkmaz a li Bekayê birêve bir. Yanî bi qasî ku heval Dr. Sîrwan ji wate û rêbaza Rêber Apo fêm dikir, Rêber Apo jî ji kesayeta Dr. Sîrwan fêm dikir. Rêber Apo ji Dr. Sîrwan pir bawer bû û Heval Dr. Sîrwan li her cihê ku lê bû, Serok mîna kadroyekî pêşeng ê kevin ê têkoşîna îdeolojîk nêzî wî dibû. Rêber Apo ku her tim hemû hest, mejî, ruh û şîretên xwe ji lêkolîn, şopandin û lêgerînên nû bi dest xistiye.
Di destpêka salên 1990’î de têkiliyên Rêber Apo bi Celal Talabanî re pêşdikeve û Celal Talabanî zêdetir li Lubnanê dima. Li gorî wêne û belgeyan piraniya wêneyên Rêber Apo û Celal Talabanî di sala 1990’î de hatine kişandin. Di heman demê de di sala 1991’ê de dema serhildana Başûr pêk tê, Celal Talabanî li ser Zaxo ve ji Sûriyê vedigere Başûr. Li gel Celal Talabanî piraniya endamên mekteba siyasî û serkirdayetiya partiyên din çûn cem Rêber Apo û li baregeha leşkerî ya Bekayê man. Wek mînakek ku bala Rêber Apo kişandiye, piraniya navê wan kesên ku di nav partiyên Başûr de cîh digrin û çûne gel wî Doktor bûye. Ev ji bo Rêber Apo dibe nakokî, ji ber vê yekê di nîqaşek xwe ya li gel Dr. Sîrwan de dibêje, çima di pêş navê piranî birpirsên Başûr de doktor tê gotin. Wê demê tu jî bibe Dr. Sirwan ê PKK’ê. Ev yek ji bo heval Sîrwan bû nasnav, lewma ji wê rojê û pê de bi navê Doktor hat naskirin, her çiqas Heval Sîrwan ti eleqeya xwe bi doktortiyê ve tunebû jî, ji ber gotinên Rêber Apo ew wek navê xwe qebûl kiribû. Piştî bi serkeftî temamkirina dewreya perwerdê li Akademiya Mahsum Korkmaz careke din heval Dr. Sîrwan li ser pêşniyara xwe vegeriya ser axa welat.
Wek pêşengek nûjen bi rol û berpirsiyar
Rewşa Kurdistan û Iraqê ji ya Ewropayê pir cuda bû. Li Iraqê rejîma Baas havîna sala 1990’î dewleta biçûk a Kuweytê dagir kir. Seddam wisa hizir dikir ku qraliyeta Kuweytê ji tirsa dîktatoriya Saddam wê bi hêsanî teslîm bibe û dest ji desthilatdariyê berde. Piştî şerê 8 salan ya ku rejîma Baas bi ruhê mezhebperestiya sunî û şovenîzma Erebî li dijî pergala kapîtalîst a cîhanê û dewletên Ereban da meşand, wisa xuya bû ku jibo wê dagirkeriyê jî wê dengê xwe neke. Bi vê dagirkeriyê re dixwest ji alîkî ve hêza xwe zêde bike, ji aliyê din ve jî deynên xwe yên şer bi rehetî bide. Li aliyê din jî peyam û dirûşmên wê yên neteweperest û şovenîst dibin hêza dewlet–neteweyeke hegemonîk a Ereb, wêneyê Selahedîn û C. Ebdul Nasir û hwd… Dema şahê Kuweytê û malbata wî reviya Erebistana Siûdî, xeyalên Saddam û rejîma wî hemû jî ketin Kendava Erebî. Ji aliyê din ve sîstema sermayedariya cîhanî ya bi serkêşiya Emerîka û piştgiriya Ewropa û dewletên Erebî li dijî rejîma Sedam Husên hevpeymaniyeke navdewletî ragihand.
Ev rewş ji aliyê Rêber Apo ve bi berfirehî hatin analîzkirin û nirxandin û di rapora siyasî ya Kongreya Çaremîn a PKK’ê de cih girtin. Çaremîn kongreya PKK’ê di zivistana 1990’î de li çiyayên Kurdistanê li Heftanînê pêk hat. Ji ber vê yekê kûrkirina rewşa nû kir ku beriya her kesî, kadroyên PKK’ê xwe ji vê qonaxê re amade bikin. Li ser vê bingehê, dema ku hevpeymaniya navdewletî di Sibata 1991’ê de êrişî rêjîma Sedam kir, pêşî ew ji Kuweytê derxist û piştre ew tengav kir. Rejîma dîktator ku xwe wek pilingek ji bo giyanê civaka xwe nîşan dabû li hemberî hêzên derve ji roviyekî xiraptir bû, weke PDK ya aniha bû. Dema xelkê başûrê Iraqê li Kuweytê rûxandina artêşa Iraqê û vegera hêzên şikestî ji Besrayê dîtin, xelkê Besrayê destpêkê li devera Şabaniyê dest bi xwepêşandan û raperînê kirin. Piştre xwepêşandan li Basra û başûrê Iraqê bi taybet li heremên Şîa belav bûn.
Serhildana li başûrê Iraqê jî hêz û bawerî da civaka Kurdistanê. Di encamê de di 5’ê Adara 1991’ê de xelkê Ranya û Çiwarqurne yek bi yek dest bi serhildan û xwepêşandanan kirin û navçe û bajaran ji rêjîma Baas paqij kirin û gihîştin Kerkûkê. Partiyên Başûr roleke mezin di pêşengtî û komkirina civakê de nelîstin, ji ber ku Enfal û kîmyabaranên hovane çokên wan şikandibûn. Piraniya pêşmergeyan xwe radestî rejîma Baas kiribûn, yên din jî li Îran û rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ya asayî didomandin. Ger mînakek were dayîn, yek ji endamên damezrînerê Komeleya Rencderan, bi welatên Ewropayê re bazirganiya qumaşê dikir, ji ber vê yekê me dît ku piştî rizgarkirina gelek bajar û bajarokên komên çekdar ên partiyan jî ji bo beşdariyê dihatin tevlî serhildana gel dibûn.
Heval Dr. Sîrwan bi komek hevalên xwe re bi pêşengtiya kesayetiyê têkoşer û welatparêz Sadiq Omer ku yek ji milîsê şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) bû, beşdarî serhildana li heremên Zaxo û Duhokê bû. Ji ber vê yekê xelkê Badînan li derdora hevalan kombûn û heval jî xwe li Zaxo û Duhokê bi cî kirin. Piştre nîqaş kirin ku çawa dikarin civakê bi awayekî demokratîk bi rêve bibin.
Ji bo ku rewşa salên 1975 û 1988’an dûbare nebe, rêveberiya demokratîk a rasteqîn bi hêz û baweriyên xwe bêdestwerdan di nava civakê de xuya dike û xwe birêve dibe û rê li ber talankirina partiyên klasîk ên di bin navê Bereya Kurdistanê de dikirin. Li ser vê bingehê Rêber Apo hem hevalên ji Başûr hem jî yên ji parçeyên din ku li Başûr têdikoşiyan re destnîşan kiribû ku xwe bi rêxistin bikin. Piştî salek civîn û amadekarî, di destpêka Nîsana 1991’ê de Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi kongreyekê hat ragihandin. Heval Dr. Sirwan wek Endamê Komîteya Navendî ya PAK’ê li Badînanê dest bi xebat û têkoşîna xwe kir.
PAK wek rêxistineke nûjen ku xwe li gor prensîb û pîvanên şoreşgerî avakiribû, di demeke kurt de li hemû bajar û bajarokên Zaxoyê heta Pêncewînê xwe da naskirin. Ji ber vê yekê di sala 1991’ê de, yekser piştî serhildanê, bi sedan ciwanên başûr tevlî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bûn, rêxistina PAK’ê jî koka xwe li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê belav kir. Êdî gelê Başûr neçar nîne ku vegere ser partiyên klasîk ên ku di rêvebirina civakê de gelekî lewaz bûn an jî qet tûne bûn. Ji ber ku gel tenê di sala 1991’an de du caran hêzên kilasîk ceribandibû. Ji aliyekî ve rola wan di serhildanê de lewaz bû, ji aliyê din ve jî di dema êrîşên dijber ên rejîma Baas de nekarîn cihekî biparêzin, berovajî bi xêra xelkê ew gihîştin sinorê Îran u Tirkiyê. Heger biryara Neteweyên Yekbûyî nebaya, zêdetirî du mîlyon kes koçber bibûn li ser sînor, bê ku hebûna wan bê parastin û bikaribin vegerin ser cîh û warên xwe. Ji ber wê jî pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi rêxistineke alternatîf hebû ku bi ziyaneke herî kêm ji van hêzan rizgar bibe.
Piştî ku Encumena Asayişa Navdewletî xeta 36 ji firokeyan re qedexe kir, navçeyên rizgarkirî ji aliyê Bereya Kurdistanê ve hatin kontrolkirin. Di wê pêvajoyê de ji nişka ve ji bo hilbijartinan biryar hat girtin û komîsyon hatin avakirin. Di 19’ê Gulana 1992’an de yekemîn hilbijartin hat kirin. Ji ber ku PDK û YNK’ê encamên hilbijartinê nepejirandin, ti hêzeke din bendava %7 derbas nekir. Ji ber vê yekê her du hêzên qaşo serketî encamên hilbijartinê dan hev û hikûmeteke pêncî bi pêncî ava kirin. Yekemîn Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cewher Namiq Selîm endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê û yekem serokwezîr jî endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Dr. Fuad Mesûm bû. Tişta sosret ew e ku yekemîn biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê êrîşa ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.
10’ê Nîsana 1992’an de hêzên PDK û YNK’ê ji Heftanîn heta Xakurkê êrişî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirin. Beriya êrîşê YNK’ê di payîza sala 1991’an de li Şeqlawa êrîşî komek gerîlayan kir û du gerîlayên bi navê Amed û Hawar şehîd xistin. Havîna sala 1992’yan hêzên PDK’ê li navçeya Soranê hevalên bi navê Cengî Bekir Hîranî û Bunyad Derik ku endamên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku li ser erka xwe bûn xistin kemînê û şehîd xistin. Derveyî van li herema Badînan gelek êrişên din pêk hatin û mînakek din jî şehîdkirina Sadiq Omer e.
PDK û YNK’ê li ser daxwaza Tirkiyê û bi destûra NATO’yê bêyî ku tu prensîbên netewî û demokratîk li ber çavan bigirin, êrişî PKK’ê kirin. Li dijî exlaq û mejiyê mirovatiyê propagandayên pir xirap dikirin, tenê ji bo rewakirina kiryara dij-neteweyî ya ku bi fermana dagirker û dijminên gelê Kurd dihat kirin.
Di şerê neheq ê sala 1992’an de ku bi navê şerê xiyanetê tê naskirin, heval Dr. Sîrwan li eniya Heftanînê bû. Heval dema dizanin ku hêzeke PDK’ê dixwaze êrişî wan bike, weke her car xebatên xwe yên rojane dimeşandin. Heval wê hêzê pêşwazî kirin û wan ji hatina wan poşman kirin. Heval Dr. Sirwan çekdarekî dîl digire û vedigerîne baregeha wan a leşkerî. Beriya ku bigihîje hevalan, dixwaze alîkariya çekdarê êsîr bike, jê re avê bîne û pêdiviyên wî bi cih bîne. Di vê navberê de çekdarê dîl êrişî çeka wî dike û gulleyan lê direşîne û heval Dr. Sîrwan bi giranî birîndar dike.
Tevî ku çekdarên PDK’ê hatine qada şer û çekdarek ji wan dîl hatiye girtin, dîsa jî heval Diktor wî çekdarî wek dijmin nabîne û dixwaze av û xwarinê jê re bîne. Ji ber ku dizane ku ew westiya ye. Dema heval Dr. Sîrwan di nivîseke xwe de bahsa vê bûyerê dike, dibêje, “ezmuna 1992… Karesateke bi vî rengî nabe dubare bibe.” Dema tu lê dinêrî tu rihê paqij û bi wîcdan ê heval Dr. Sîrwan dibîni. Her çiqas qurbanê vê karesatê ew bi xwe ye jî dibêje, nedibû karesateke bi vî rengî çêbûba. Naveroka gotarê rave dike û dibêje, “ji bilî dagirker û dijminan ti kesî ji vî şerî sûd wernegirtiye.” Paşê medyaya desthilatdar got, “PKK’ê riya Azuqa girtiye, niha jî medyaya PDK’ê dibêje, “PKK sedema hatina dewleta Tirkiyê ye, nexwe Tirk ne dijmin û dagirker in!!” 30 sal derbas bûye, lê zîhniyeta PDK’ê qet nehatiye gûhertin belkî hîn xiraptir bûye. Eger ne ji tirsa civaka Kurd bûya, ev demek dirêj e wê PDK’ê ev şer gelek caran dûbare kiriba.
Tişta baş ew bû ku şerê sala 1992’an pir dirêj nebû, lê nêzîkî 1000 xort û keçên Kurd jiyana xwe ji destdan, bêyî ku gelê Kurd sûd jê werbigire. Berovajî, ev bi kêra dewleta dagirker a Tirk hat, dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd kûrtir kir. Ji aliyê din ve jî li Bakur, bi taybetî li Botan û Badînan firsenda rizgarkirina Bakur çêbû.
Piştî dermankirinê Heval Doktor û hemû gerîlayên birîndar jibo kampa Zelê hatin şandin. Kampa Zelê ji bo ku gerîlayên PKK’ê ji sînorên Tirkiyê dûr bixe û ji bo parastina sînorên dewleta Tirk a dagirker hatibû avakirin. Ji bo ku merama dagirkeran were bicîhanîn, wê demê Osman, Ferhad ku berpirsiyarên biryargeha navendî ya Xakurkê bûn, li gel teslîmbûna hêzên noker, di heman demê de bi hemû mercên wan razî bibûn û ketibûn hewaya durî li şer û têkoşînê ku desthilatdarên Başûr vê weke lihevhatin bi nav dikirin. Osman bi îradeya xwe hevalên xwe yên birîndar û astengdar ji şoreşê derxist, jiyana xwe ya taybet bi rêxistin kir û xwest îspat bike ku şoreş bi dawî bûye. Ango kiryarên ku Osman di salên 2003-2004’an de kir, di bin navên cuda de, di encam de li cem wî terikandina şoreş û têkoşînê bibû rojeva sereke.
Piştî hat zanîn ku Osman hatiye girtin û birine lêpirsînê, heval Cemîl Bayik “Cuma” li şûna wî cih girt û êdî rola Osman di rêxistina PKK’ê de nema. Ji ber vê yekê di Çileya 1994’an de bi dehan balafirên şer 2 rojan baregeha leşkerî ya Zelê bombebaran kir. Di encamê de 7 gerîlla û gelek sivîl şehîd bûn û bi dehan sewal jî telef bûn. Ger berê tedbîr nehatibana girtin û heval belav nebûna, wê weke dewleta Tirk a dagirker di got bi sedan gerîla şehîd bibûna.
Min heval Dr. Sîrwan cara yekem li baregeha Zelê nas kir. Em komek xwendekar û hevalên rêxistina gel a Hewlêrê bûn, di nîvê salê de ji bo dîtina dewreya perwerdê hatibûn û bi wê armancê em çûn Zelê. Çûna me û bombardûmana dijmin rastî heman wextî bû. Yek ji wan mamosteyên ku diviyabû ders bidana me heval Dr. Sîrwan bû. Ji ber ku heval di şert û mercên çiyayî de baş nedikarî bimeşe, em çûn cem heval Sîrwan ku li gundê Tûjala bû ku du kîlometre dûrî Zelê bû.
Dema em çûn, heval Dr. Sîrwan li kampa PAK’ê bû û li wir di komîteya ragihandinê de cîh digirt. Li wir kovara Banga Serxwebûnê derdixist, di heman demê de gotar berhev dikir û dişand rojnameya welat. Bi dîtina wî em hemû matmayî man. Dersa heval Dr. Sîrwan li ser çawaniya birêxistinkirina girseyan ango têkoşîna Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê (ERNK) bû. Li ser vê yekê rojekê bi me re axivî. Bi guhdarkirina heval Dr. Sîrwan, me li ser mijarê kûr dikir. Her çiqas hê salek bi ser birîndarbûna wî re derbas bibû jî, coş û morala ku di rêheval Doktor de hebû, di hevalên din de nedihat dîtin. Zêdeyî rojekê bi me re peyivî bêyî ku li rûpelek mêze bike yan ruyê xwe tirş bike. Her tiştê ku ji me re lazim bû, bi kêfek herî mezin, bi ruhek pir hêsan û awazek pir xweş vedigot. Bi giştî hevalan bi dîtina heval Dr. Sîrwan pir dilxweş û şad bûn. Ew coş û morala ku me di heval Dr. Sîrwan de dît têr dikir ku em bênavber bi salan têkoşîn bikin.
Ezmûna rojnameya Welat, YNDK, jiyan û jêhatîbûna Dr. Sîrwan
Di sala 1994’an de bi saya keda Rêber Apo atmosferek ku hêzên siyasî yên Kurd bi hev re têkoşîna siyaseta demokratîk bimeşînin hate afirandin. Lê hêzên desthilatdar ên Başûr, ji ber ku zêde bi kîn û nefret bûn û pir dilxwaz bûn ku bêtir pare û postan bi dest bixin, rojekê nêçîra Partiya Sosyalîst û rojekê Tevgera Îslamî kirin. Di Gulana sala 1994’an de PDK û YNK’ê li Qeladizê dest bi gera nû ya şerê pare û desthilatdariyê kirin ku navê wî şerî xistin “şere navxweyî.” Di sala 1994’an Dr. Sîrwan beşdarî xebatên rojnameya Welat bû. Rojnameya Welat di destpêka Gulana sala 1993’an de bi şiklekî fermî li Hewlêrê dest bi weşanê kiribû. Lê piştî demeke kurt waliyê PDK’ê Xurşîd Şêre bê belge û dokumenteke dadwer û hukumetê rojname girt. Wê demê Şêrko Bêkes ku wezîrê rewşenbîrî bû got, madem ez wezîrê rewşenbîrî me ez nahêlim tu rojname werê girtin. Her ev buyer bû sedema ku Şêrko Bêkes ji wezîrtiyê îstifa bike. Rojname her çiqas hatibe girtin jî nesekinî û heta sala 1994’an bi dizî bi şêwazekî fotokopî hat belavkirin. Di bihara 1994’an de dubare rojnameya Welat bi fermî dest bi weşanê kir. Rojnameyê karî di rojnamegeriya Kurdî de ku li ser xeta neteweya demokratîk, bi rênîşandan û hêza çareseriyê nêzikatiyek nû avabike. Vê yekê jî kir ku rojname ji Zaxoyê heta Xaneqînê bê cudahî bigihêje hemû çînan. Ji ber wê jî xwendevanên rojnameya Welat her tim zêdetir li ser mijarên netewî û demokratîk dizanîn, baştir difikirîn û hîn bêtir xwedî şîrove û nirxandinên objektîftir bûn.
Careke din derfet çêbû ku ez gotarên heval Dr.sîrwan li rojnameya welat de bixwînim. Jixwe piştre ew nivîs di bin navê Dr. Sîrwan-Pêşengekî şoreşger û Ronakbîr ji aliyê komîna ragihandina PÇDK’ê ve hat çapkirin. Piştî xwendina wan nivîsan ez bi asta kûrbûna heval Dr. Sîrwan hisiyam ku reng û bêhneke din daye rojnameya Welat. Wê demê amurên gihandina agahiyan ewqas ne pêşketî bûn, lê rojname tijî agahî û perspektîfên neteweyî bû û li her çar aliyê cîhanê nûçeyên Kurdan belav dikirin. Pênûsa tûj û wêrek ya Dr. Sîrwan dîroka welat dewlemend dikir. Dema ku xebera şehadeta Dr. Sîrwan hat bihîstin, Şehîd Kemal Rewandûzî got, “bi rastî rojnamevanekî bi hêz û gotarnivîskarekî jêhatî bû. Me kengî di derbarê mijarekê de jê nivîs xwestiba wî dikarî amade bike.” Heval Kemal Rewanduzî du salan li kêleka heval Dr. Sîrwan karê rojnamegeriyê kiribû, lewma ew wek rojnamevanekî jêhatî û bi hêz bi nav dikir. Wek tê zanîn xebatkarên rojnameyê, bîro û xebatkarên wê di 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve rastî qetlîameke tirsonek hatin.
Îxaneta 31’ê Tebaxê û şehadeta Dr. Sîrwan
Di dawiya 1994 û destpêka sala 1995’an de Rêber APO rapora siyasî pêşkêşî kongreya pêncemîn a PKK’ê kir. Rapor weke destpêka guhertina rêbaza têkoşînê ya PKK’ê tê nirxandin. Yek ji van guhertinan jî nirxandina rêxistinên Başûrê Kurdistanê bû. Rêber Apo di rapora xwe ya siyasî de destnîşan kiribû ku li Başûr rêxistineke nîv enî û nîv partî ku navê wê Yekîtiya Netewî Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) kiriye, bê avakirin. Ji bo ku ev guhertin çêbibe û di rêxistinkirina Başûr de destpêkek nû bê kirin, pêwîstî bi kadroyek pêşeng ku bikaribe barê giran hilgire ser milê xwe û di warê fikir û rêxistinbûna siyasî de bi hêz, jêhatî û bi sebir be bû. Ji bo vê yekê rêxistinê pêşniyara Dr. Sîrwan kiribû û Rêber Apo jî pejirandibû. Di 21’ê Adara 1995’an de dema yekemîn konferansa damezrandina YNDK’ê li Hewlêr hat lidarxistin Dr. Sîrwan wek sekreterê YNDK’ê hat hilbijartin.
Heval Dr. Sîrwan hem rojnamegerekî jêhatî, wêrek û xurt bû hem bi rol û berpirsiyariyeke mezin ji bo erka xwe nîşan dida. Her çiqas di meşê de zehmetî jî dikişand, ji ber gazî bû, di rewşa aloz a Hewlêr a di wê demê de ji bo her rûbirûbûnekê re amade bû. Ji aliyê din ve bi zanîn û hişyariya xwe ya bilind dikarî cihê xwe di nava hemû rêxistin û komeleyên siyasî de veke. Her tim serdana dost, endam û xebatkarê xwe bi taybet malbatên şehîd û hevrêyên xwe dikir. Heval Direxşan Îbrahîm ku bi navê heval Yada û dayîka sê şehîdên bi navê “Qanih, Şahîn û Bakur” tê naskirin, di bîranînên xwe yên ku heval Ronak Murad kiriye di romanê de dibêje, “heval Doktor ez bang kirim da ku em bi hev re serdana malbatên şehîd û hevalên gerîla bikin.” Di heman demê de heval Doktor li hemû bajar û bajarokan herî zêde konferans û semîner daye. Ji ber şêwaz û zimanê xwe yê şîrîn û qanih, hê jî ew hemû kesên ku beşdarî konferans û semînerên wî bûne, îro behsa wî dikin.
Tişta ku heval Dr. Sirwan li ser disekinî, perwerdeya xebatkar, endam û kadroyên rêxistinê bû, bêyî ku cudahî bixe navbara jin û mêran de. Di vî warî de wî karîbû ji hemû bajar û bajarokan hejmareke zêde ya xwendevanan li derdora YNDK’ê kom bike. Heval û welatparêzên YNDK’ê ji herkesî zanatir, hişyar bûn. Lewma li Başûrê Kurdistanê hemû çîn û beşan YNDK hembêz kiribûn. Tevgerîn, xebat û têkoşîna YNDK’ê ya li Başûr bi pêşengiya heval Dr. Sîrwan bû hêza bingehîn a gûhertin û vegûhertinê. Her kes di wê baweriyê de bû ku wê serdema rêxistinên klasîk bi dawî bibe û di pêşengiya YNDK’ê û serokatiya Rêber Apo de serdemek nû dest pê bike.
Bi serpereştiya Emerîka û Tirkiyê PDK û YNK li bajarê Dublin a Îrlandayê ji bo ku ji aliyekî ve li hev bikin û ji aliyê din ve jî PKK’ê weke rêxistineke terorîst îlan bikin li hev civiyan. C.Talabanî bi xwe jî di pirtuka xwe ya bi navê “dîdara temen” de behsa vê dike. PKK ev plan pûç kir, ji ber ku beriya ku ew biryar bidin, PKK li herêma Badînan û Barzan darbeyek li PDK’ê xistibû û dizanibû ku di hevdîtinan de ne hêsan e ku behsa PKK’ê bikin.
PDK bi destê YNK û PKK’ê liber mirinê bû, lewma jî dixwest xeletiyên xwe rast bike. Wek tê zanîn PDK’ê tu carî bi hêza xwe rewşa xwe sererast nekiriye, bi piştgiriya dewletên dagirker û rêxistinên veşartî yên wek Mossad, MÎT, SAVAK, îstixbarata Iraqê û îstixbarata Sûriyê li ser piyan maye. Helbet dewletên dagirker û dezgehên îstixbaratê hertim PDK wek çekek di destê xwe de hiştine û nehiştine ku di meydanê de bi temamî lewaz bibe û nehiştine ku gelê Kurd bibe hêz, îrade û rêxistina xwe. Bi alîkariya van hêzên derve PDK di sala 1996’an de êrişî Qadir Begê Bradostî kir, piştre êrişî Hisên Axa yê Surçî kir, di 31’ê Tebaxa 1996’an de jî bi alîkariya tank, top û artêşa Iraqê vegeriya Hewlêrê û ew der dagir kir.
Ji bo ku nebin aliyek şer, PKK bêalî ma û rewşê zêdetir weke xeta sêyemîn nirxand, ku di wê demê de tiştekî rast bû. Lê dihat zanîn ku PDK ne tenê dijminatiya YNK’ê dike, di esasê xwe de di şexsê YNK’ê de li dijî tevahî Başûrê Kurdistanê şer dike. Gef û lîv û tevgerên PDK’ê yên li hemberî heval Dr. Sîrwan dihat zanîn ji ber vê yekê rêxistinê heval Dr. Sîrwan demekê ji ber çavan veşartibû û şandibû kampa çemê Rêzan ku nêzî Silêmaniyê ye.
Min di 29’ê Tebaxa 1996’an de li Garê careke din heval Dr. Sîrwan dît. Wê demê li navenda biryargeha Başûr dima û hevalên nû perwerde dikir. Bi heman moral, ruh û hêzê ve hat pêşwaziya me, tevî rewşa wî ya tendurustiyê dîsa mezinatiya xwe nîşan da. Em du rojan bi hev re man. Em ji bo Sûriyeyê ber bi Qada Rêbertî ve diçûn û ew jî li Garê di nava xebatê perwerdê de bû.
Em di 3’ê Îlona 1996’an de gihîştin Akademiya Navendî ya PKK’ê a li Sûriyeyê û bi hevdîtina Rêber Apo re şad bûn. Piştrê em ketin dewreya perwerdeyê. Di 5’ê 10’a 1996’an de Rêber Apo hat akademiyê û ji me re got, “Heval Dr. Sîrwan li gel çend hevalên xwe li çemê Rêzan hatine şehîd kirin. lê heta niha ne diyar e kî êrişî heval Dr. Sîrwan wana kiriye.” Rêber Apo di axaftina xwe de nirxandineke berfireh li ser Dr. Sîrwan kir û got, “Şehîd Dr. Sîrwan ji bo me weke Şehîd Heqî Karerê Başûr bû.” Bêgûman yên ku di dîroka PKK’ê de şehîd Heqî Karer bizane, wê Dr. Sîrwan jî binase. Rêber Apo Heqî Karer wek rihê xwe yê veşartî pênase dike. Roja şehadeta Heqî Karer bûye roja şehîdên Kurdistanê û Rêber Apo weke bersivdayîneke vê şehadetê biryar da ku PKK’ê damezrîne.
Piştre di derbarê çawaniya şehîdbûna wî û cih û dema bûyerê de zanyariyên zêdetir hatin bi dest xistin. Di 4’ê 10’a 1996’an de heval Dr. Sîrwan û heft heta heşt hevalên xwe çûne gundê Qamçuxayê Seyîd Kerîm a ser bi herêma Qelasewka ya ser bi herêma Axcelerê ku li ser çemê Rêzan e. Kampa Çemê Rêzan bi agahiya rêveberiya Herema Silêmanî ya wê demê bibû nêzîkî salek ku weke cihê perwerdekirina hevalên nû dihat bikaranîn. Komek ji çekdarên PDK’ê ku ji Takya Kakamend in û pisporên herêmê ne, liv û tevgera heval Dr. Sirwan û hevalên din dişopînin. Heman roj piştî nîvro ew koma çekdar derbasî heman gundî dibin. Dema nêzîkî ciyê heval Sîrwan wan dibin heval Dr. Sîrwan derdikeve derve û dîbêje, “Netirsin, tiştek nîn e, em heval in, ez jî filan kes im.” Xwe dide nasîn û ji wan re dibêje, “rûnin, çay vexwin.” Beriya ku axaftina xwe bi dawî bike, çekdarên PDK’ê gule berdidin wî û 4 hevalên din ên bi nave Egîd Germiyan, Baban, Halo, Hacî Qamişlo û Dîlan Merdîn û wan hevalan şehîd dixin. Piştre jî ji wê derê namerdane direvin.
Şehadeta heval Dr. Sîrwan û rêhevalên wî ji bo şoreşa Kurdistanê, gel û netewa me ya bindest windahiyeke mezin bû. Êrîşa li dijî Dr. Sîrwan ne tenê li dijî wî bi xwe bû belkî di kesayeta Dr. Sîrwan de êrîşek bû lî ser pêşengtiya hizir û ramanên Rêber Apo li Başûrê Kurdistan. PDK’ê bi bername û plan heval Dr. Sîrwan armanc kir, heta ku wî tune bikin. Jixwe dîroka PDK’ê tije ye bi qirkirinên siyasî. Dema dîtin ku hêza heval Dr. Sîrwan a rêveberî û nûnertiya civak û neteweyek heye, hîç dudiliyek jiyan nekirin.
Bi plan û hilbijartina rêheval Dr. Sîrwan dema dîtin ku hêza wî ya rêberî û nûnertiya civak, gel û neteweyê heye, ji kesî dudilî nebûn. Ango şehadeta rêheval Dr. Sirwan ji aliyê komek çete û nokerên PDK’yî ve, bi awayekî pir tirsonek û bêyî ku tu kes, tevger li hember wan axaftin û bertekekê nîşan bidin êrişî wan kir û ew şehîd kirin. Yekane sûcê Dr. Sîrwan û hevalên wî ew bû ku ew Kurdên bi şeref, îrade û bawerî bûn û şev û roj bê xelat û bê daxwazî amade bûn xizmeta gel û welatê xwe bikin. Kesên ku Dr. Sîrwan û hevalên wî şehîd kirin tenê yek tişt kirin, ew jî; bi destên xwe goreke kûr ji xwe re kolane. Jiyana xayîn, kirêt, çete û xwefiroşan kurt e û eger sax bin, tenê şerm ji wan re dimîne. Ji ber ku dîrok sûcdaran bê ceza nahêle.
Piştî şehadeta heval Dr. Sîrwan
Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK-PAJK’ê têkoşîna xwe didomîne û di qada têkoşînê de gelek destkeftiyên netewî û demokratîk bi dest xistiye. Ji taybetmendî, kesayet û jiyana wan re felsefeya têkoşînê tê gotin. Tevlî riya şehîdan û felsefe, ruh û jiyana PKK-PAJK’ê bûne.
Heval Dr. Sîrwan tevî ku di têkoşîna Başûrê Kurdistanê de weke pêşengekî şehîd bûye jî yek ji pêşengên şoreşa Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê PKK’ê di kongreya xwe ya şeşemîn de ew wek endamê Komîteya Navendî qebûl kir. Heval Dr. Sîrwan çi di qada leşkerî de be, çi di qada civakî de be, çi di warê îdeolojîk de be weke ragihandin, perwerde û wêje û çi jî di warê xebatên cuda cuda de pispor bû. Di têkoşîna leşkerî de weke gerîlayekî azadiyê roleke serkeftî list. Ger astengdar nebûya, ti carî qada şer terk nedikir. Di têkoşîna civakî ya li Ewropa û Kurdistanê de pêşengiya civaka azad, xwerêveber û demokratîk kir. Di têkoşîna îdeolojîk de, hem di warê perwerdeyê de hem jî di warê ragihandinê de, pêşengiya rewşenbîrî û bîrdozî kir. Nivîs û gotarên wî, komcivîn, civîn, semîner û dewreyên perwerdeyê ku wî bi xwe birêve biriye vê rastiyê îspat dike. Bi gotineke din, me tiştekî zêde ji bo şehîd Dr. Sîrwan negotiye, lê dîsa jî gelek aliyên ku kêm mane û divê li ser bên rawestandin û lêkolînkirin hene.
Heval Dr. Sîrwan çawa di xebatên giştî de xwedî roleke berbiçav û fedakar bû bi heman rengî di xebatên xeta azadiya jinê de jî bi taybetmendiyên xwe karîbû baweriyeke mezin avabike. Ji ber vê yekê bi dehan hevalên jin bi rêya heval Diktor beşdarî şoreşê bûn, di heman demê de hevalên jin her tim heval Diktor weke hêzek li pişt xwe didîtin. Bi gotineke din, heval Dr. Sîrwan heta radeyeke mezin xwediyê taybetmendiyên mêranî nebû û weke mirovekî şoreşger amade bû ku zilamtiya klasîk û kevneperest di kesayeta xwe de bikuje. Ji ber wê jî ger em lê binêrin hemû hevalên jin dixwestin biçin ciyê ku heval Dr. Sîrwan kar dimeşîne. Mirovê kedkar, têkoşer û fedakar helbet wê li dijî kevneperestî û pergala desthilatdariya baviksalarî di nava têkoşîneke bê hempa de be. Ji bo li Kurdistanê şoreşa azadiyê bi encam bibe, divê kesayeta mêranî ya kevneperestên paşverû were bin ax kirin. Ji bo vê jî Rêber Apo dibêje; “şoreşa Başûr şoreşa jinê ye, yanî şoreşa azadiyê ye.” Ji ber ku bêyî azadiya jinê ne pêkan e ku şoreş bigihêje encamê.
Li Başûr dagirkerî ji holê rabûye û desthilatdariya herêmê heye, lê ji aliyekî ve ne demokratîk e, ji aliyê din ve ne xwediyê prensîbên azadiyê ye. Piştî sala 1991’ê Başûrê Kurdistanê bû goristana jinan. Hê jî qanûna rewşa kesane nehatiye guhertin, zilamekî kevneperest hîn dikare bi çar jinan re bizewice. Lewma her têkoşerekî mêr ger di riya şehîd Dr. Sîrwan yanî di riya azadiya jinê de kûr bibe, bêguman wê şoreşa Başûr ku şoreşa jinê ye bi ser bikeve.
Taybet piştî sala 2003’an mijarên ku bûne rojeva Başûrê Kurdistanê gendelî, sazîbûn û rola hûkûmet û parlementoyê û her wiha vekişîna destê partiyan ku di nav saziyan de ne. Di sala 1994’an de heval Dr. Sîrwan di çend gotaran de bi zelalî balkişand ser vê yekê, lewra di wê axaftina xwe de dibêje, “dive peywendî di xizmeta ezmûna federal de be, ne ku ezmûn bibe qurbaniya têkiliyan.” Piştî desthilatdariya 30 salî, heta niha jî desthilatdarên Herêma Kurdistanê nikarin ji bo berjewendiyên herêmê weke heval Dr. Sîrwan lê mêze bikin û çareserî peyda bikin. Niha yên ku di desthilatdariya heremê de cîh digre li pey xwe dewlemendkirin, dewlemendiyên welat komkirin û domandina hêza xwe ya nedemokratîk û gendelî ye. Têkiliyên desthilatdarên Herêma Kurdistanê hîna jî ne li ser esasê netewa Kurd in û lihevkirinên wan di odeyên tarî de tên kirin û serwet, petrol û gaza welat diçe bankayên dagirker ên Tirk. Lewma niha ya ku li ser Herêma Kurdistanê biryar dide dewleta Tirk e, ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikûmet bûye lîstokek ji bo meramên pîs ên PDK’ê û parlemento weke kartonekê lê hatiye kirin.
Hemû hewl, têkoşîn û westandina heval Dr. Sîrwan ji bo wê bû ku ew destkeftiyên Başûr bibin destkeftiyên niştîman û xizmeta hemû netewa Kurd bike. Heta bi vê derfetê hemû Kurdistan dikarîbû ber bi azadiyê ve biçe. Berovajî vê yekê rayedarên hûkûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet PDK’ê plana kuştin û tûnekirina Dr. Sîrwan dabû. Wê demê rastiya vê desthilatdariyê baştir tê fêmkirin ku ev 30 sal in bi heman rengî difikire. Hê jî difikirin ku ew ê çawa bikaribin zêdetir bikevin xizmeta dagirkeran û di hembêza wan de şev bikin roj.
Lewma jî rêbaza şehîd Dr. Sîrwan bêyî ku hîç gumanek li xwe bigre li ser bingeha netewa demokratîk e, di heman demê de parastin, firehkirin û sazîkirina destkeftiyan e. Li aliyê din divê destên partî, gendel û talankeran jî, ji rêveberî û parlamentoyê bê rakirin. Di heman demê de bêyî ku heval Dr. Sîrwan û hevalên wî yên wê demê û niha jî çavê wan li sermayeya gel nîne, dewlemendiya gel ya bin erdê û ya li ser erdê dixe xizmeta civakê, şev û roj dixebitin û xwe feda dikin da ku derfet û dahata civakê zêde bikin. Di şerê Zap, Avaşîn, Matîna, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em fedakariya wan hîna jî dibînin. Yanî felsefeya Rêber Apo ya ku dibêje; “min bîr bi derzî kolandiye”, hîn jî heval û şopdarên rêya Rêber Apo, dîsa bi êş û westiyaneke bê westan, kolandina bîrê didomînin, ango bêyî ku bizanibin westandin çiye ji vî gelî re xizmet dikin û xwedî ristin û şev u roj xebata xwe berdewam dikin.
Li dawî de ez dibêjim Dr. Sîrwan û hevalên wî ji bo me nemir û serberz in. Em deyndarê Dr. Sîrwan û hemû şehîdên Kurdistanê ne. Ji ber wê jî divê em yekane armanca wan a Kurdistaneke azad, xweser û demokratîk pêk bînin.