Sal: 39 / Hejmar: 469 / Çile 2021
Ruhê Apogerî ya rasteqîn: Şehîdên 4’ê KanûnêKanûn 2020
Murad Karayilan Di her rojê şoreşê de berxwedan heye. Şoreşa me ev 43 sal in fermî bi navê partiyê têkoşîn dimeşîne û hima her roj şehîdê xwe hene. Di 4’ê Kanûnê de jî xelekên şahadetên girîng çêbûn. Di meha Kanûnê giştî de jî şahadetên me yên girîng hene. Em di şexsê şehîdên 4’ê Kanûnê de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Soz û peymana em didin van qehremana ev e, em ê bîranîna wan di bilindkirina têkoşînê de bidin jiyankirin. Destana Ava Mezin; Mihyedîn, Ehmed û Zinar Sala 1989’an wekî tê zanebûn di têkoşîna me de qonaxeke girîng e. Di wê salê de şerê gerîla di serî de li Botanê û li gelek deveran geş bû. Heman demî xeta dijî partiyê wekî çetekariya Hogir jî geş bûbû. Serokatî ji bo di xetê de sererastkirin çêbike û di şoreşê de xurtbûn pêş bixe di dawiya sala ‘88’an de komek hevalên fermandar kişand seheya xwe. 7-8 fermandar amade bûn. Ş. Harûnê Mezin, Şemo, Botanê îxanet kirî jî tê de bûn. Heta hatina wan Ş. Xebat Dêrîk bi rêxistin kir. Wan hemûyan di yek kelekê de siwar kiribû û ava Dîcleyê derbaskiribû. Heta derbasbûbûn xwe bi zorê filitandibûn. Heta gihiştin gundê Dêrîka Beravê cemidîbûn. Hevalê Xebat Dêrîk hevalekî di avê de pir jîr bû. Bi tena xwe 8 kesan siwarî kelekê kiribû û wan anîbû vî alî avê. Wisa ew gruba hat, Serokatî ew perwerde kir, nîqaş kir û ji bo biharê wekî pêngav pêş bikeve hevalan bi şêwazê 2 gruban şand. Bi giştî 50 kes bûn û dûvre jî 10 kes derbas bû bi giştî 60 heval hatin şandin. Dema heval derbas bûn meha Gulanê bû. Piştre ew Botan ma, Botan wekî serpêşitiya gruba çetekarî kirî heta meha Tebaxê ma. Botan û dora 32 kes jî derbasbûn. Çûn Botanê wê çaxê konferansa Tahta Reşê çêkirin. Di dîroka partiyê de konferansa Tahta Reşê heye û di aliyê Serokatî de nehat qebûlkirin. Botan ji seheya Serokatî çû û vê konferansê li dar xist. Fermandarên wê çaxê kom kirin û wê konferansê çêkirin. Belge û raporên konferansê gihiştin seheya Serokatî. Wê çaxê Serokatî dawiya dewreyan diçû Lûbnan Akademiya Mahsum Korkmaz. Belkû ne tek tek be, lê pir caran ku biçûya akademiya Mahsum Korkmaz bangî min dikir em bi hev re diçûn, ez beşdarî vesazkirinên akademiyê dibûm. Serokatî dawiya dewrê qedera hefteyekê diaxivî û perwerde dida piştî wê dewre diqediya. Em dora 2-3 hefteyan li akademiyê diman û em vedigeriyan. Serokatî diçû Şamê li wir dima. Ez jî diçûm Rojava. Pir caran wisa dibû. Wê çaxê dema em tev hev çûbûn akademiyê raporên konferansa Tahta Reşê gihiştin Serokatî. Meha Mijdarê bû Serokatî bangî min kir. Min dît ser maseya Serokatî tev rapor in. Serokatî got: “Botan çûye dîsa wekî xwe kiriye. Min ew pênûsa zêrîn ji bo fermandarê serkeftî şandî daye Hogir. Di raporan de jî tê nivîsandin ku Hogir li Çataxê çiqas gund vala kiriye. Xelk û sivîl kuştiye. Kontratî kiriye, lê pênûs daye yekî kontra. Ev konferans pratîka kontra wekî pratîkeke serkeftî şîrove kiriye. Halbûkî diviyabû mahkeme bûbûya. Niha generalên Tirkan li vana dinêrin dibêjin; ‘temam, vana nikarin biserbikevin.’ Divê em mudaxele bikin. Ger hêza me li ser vê hişmendiyê zivistanê perwerde bibînin û têkevin sala 90’î em ê derbidin û partî diçe. Ev hişmendî ne ya partiyê ye. Avahiya me li ser vê hişmendiyê perwerde bibîne em nikarin avahiyê sererast bikin. Divê em niha mudaxele bikin.” Min jî got, “zehmet e, av niha bilind bûye, lê em ê binêrin. Mirov dikare li ser bisekine.” Welhasil Serokatî vesaziya akademiyê çêkir. Serokatî ji bo mudaxeleyê 21 heval vesazkir. Me ew grup li Rojava hinek perwerde kir ku wê çawa avê û sînor derbas bikin. Piştre me bi şiklekî ew hevalan gîhandin Derîkê. Me amadekarî kir. Lê av rabûbû. Yên kelek dizanin bixebitînin yek hebû navê xwe Sebrî bû. Yekî ji Hezexê bû. Hevalekî pir dirûst bû. Li Rojava ji xwe re gavanî dikir, lê her karê me çêbûbûya me bangî wî dikir. Me got, “gelo tu dikarî hevalan derbasî bikî?” Lê ew rexmî ku yekî di avê de hosta bû, got, “ez nikarim.” Ji ber ku li ser ava Dîcle kemînên dijmin hene. Di navber avê û sînor de hima bêjî 500 metro mesafe heye. Carê leşker di mewziyê de ne. Me keşfa wê dikir diviyabû kelekvan di ku derê re biçûya me diyar bikira. Ger şaş biçûya wê têketa kemîna dijmin. Di şeva tarî de diviyabû avê derbas bikirana. Lê şev jî projektor li ser sînor hebû. Lê ji ber av rabûbû wê kelek bişemitiya. Ji ber av lez e, tu çi bikî jî tu nikarî ji cihê dixwazî derbikevî. Beriya wê jî me carekê ceribandibû kelek nikarîbû ji cihê em dixwazin derbikevî, ta çû ji aliyê din derket. Em neçar man vegerin. Lê diviyabû em gruba mudaxeleyê derbas bikin. Me yê çi bikira? Tenê jêrî Cizrê li hember gundê Endîwerê cihekî sînor ji avê dûr dikeve heye. Li wir qedera kîlometreyek av û sînor ji hev dûr in. Bes me nikarîbû li sînor keşîf bikira. Ji ber dûr bû û diviyabû me şev bikira. Me mecbûr got: “Em hevalan ji vir derbas bikin.” Wê heval herin ji ber qereqola Mehmediyê re derbas bibin. Me kelek çêkir. Min got: “Ez ê bi hevalan re herim li sînor binêrim.” Ji ber ku min sînor baş nas dikir. Me keleka biçûk jî amadekiribû ji bo piştî heval sînor derbas bikin, em vegerin. Ez li kelekê siwarbûm Heval Mihyedîn hat got: “Na, ez ê herim. Tu neçî.” Min qebûl nekir, lê wî israr kir. Heval Mihyedîn hevalekî ji Dêrîkê bû û berpirsyarê me yê Dêrîkê bû. Jixwe Heval Ehmed û Zinar jî qurye bûn. Heval Ehmed ji Rehanîkê bû, Heval Zinar jî ji Endîwerê bû. Heval Mihyedîn jî carna bi karê sînor re mijûl dibû û jê fêm dikir. Pir israrkir ku ez neçim ew li şûna min biçe û bi zora xwe min ji kelekê xwe daxist. Heval li kelekê siwarbûn û çûn. Tam çûn ser sînor şer destpêbû. Hevalên qurye hinek şer kirin ku ji bo grup derbas bibe. Hevala Zozan ku di grubê de bû li ser sînor di şer de şehîd ket. Heval Zozan tevî hevserê xwe Fîkret tevlîbûbû. Jixwe dema şer me fêm nekir Heval Zozan şehîd ketiye dûvre em pêhisiyan. Piştî ku grup bi şer di sînor re derbasbûn Heval Mihyedîn, Ehmed û Zinar jî vedigerin. Hima qereqol projektorên xwe pê xistin, 2 panzêr jî hatin hemû herêmê ronî kirin. Ez, Hevalê Hemîd û 2-3 hevalên din em li benda vegera hevalan bûn. Dema me dît panzêr hat BKC li gel min hebû. Min BKC avêt panzêrê ji bo ku pêşiya hevalan negre. Navbera me 120 metre hebû û panzêr ketibû tala me. Wisa heta sibê me şer kir. Dengê dirûşmeyên Bijî Serok Apo hatin. Li wî alî avê hersê heval şehîd ketin. Me dengê dirûşmeyan bihist, lê me fêm nekir heval şehîd ketine yan na. Ji bo vê heta sibê me nehişt panzêr biçe ser hevalan. Wê çaxê ez pir bandor bûm. Dinya êdî ronî bû me fêmkir ku heval şehîd ketine. Dema em ketibûn şer Sûriyê jî pişta me girtibû. Dûvre fermandarekî Emin Eskerî yê berpirsê Dêrîkê hebû tên çend seatan pişta me digrin û dûvre dibêjin: “Yaw kesên wisa bi Tirkan re şer dikin em jî pişta wan digrin. Ev nayê qebûl kirin. Rabin em herin. Nabe em kesên wisa bi qehremanî şer dikin pişta wan bigrin.” Em ji piştê vegeriyan me kesî nedît, dûvre milet ji me re got wisa bûye. Ji ber em ji şahadetan hevalan pir bandor bûbûn, em nikarîbûn li cihekî bisekiniyan. Em çûbûn mala birayê Ş. Xebat Dêrîk. Ez zêde nikarîbûm li wir bisekiniyam min lêda ez çûm Qamişlo. Em bi pîkabê di rê de diçûn. Jixwe li Rojava yek pîkabek me hebû. Kesî jî nizanîbû ya me ye. Herkesî digot qey ya Ebû Mazlûm e. Ebû Mazlûm kesê yê helbesta ‘Vaye PKK rabû’ nivîsandiye. Dûvre Koma Berxwedan ew helbest kir stran. Ew Hevalê Ebû Mazlûm hîn heye. Wî pîkap dişixuland herkesî digot qey ya wî ye. Lê bi esasî pîkaba me bû. Di rê de me radyo vekir. Me dît nûçeyên Tirkan got ew gruba me ya çûyî 9 heval li Binaniya Cûdî li Kêrê şehîd ketine. Ji ber li ser sînor şer pir çêbû dijmin wê grubê xistibû şopandinê. Li Kêrê grup ket şer û 9 heval jî li wir şehîd ket. 4 heval jî li ser sînor, bi giştî 13 heval şehîd ketin. Hevalên din gihiştin Botanê. Hevalan ew kasetên axivandinên Serokatî û belgeyan gihandin Botanê û mudaxeleya pêwîst kirin. Wê çaxê rapor ji Botan hat xwestin û ew Hogir jî hat girtin. Heya wê çaxê Hogir hatibû Zapê. H evalan ew li Zapê girtin. Wexta girtî jixwe reviya çû xwe teslîmî artêşa Seddam kir. Lê pratîka Hogir hat mahkûmkirin û pêşî lê hat girtin. Bi kurtahî 13 heval şehîd ketin lê talîmat gihandin cih. Me dizanîbû rîsk heye. Lê hemû hevalan digotin: “Îleh em ê talîmata Serokatî bigêjînin Botanê.” Hevalan her tiştî dabûn berçav. Em hefteyekê bi grubê re li gundê Rehanîkê sekinîn. Me bi hev re sersal pîroz kir. Em di malekê de bûn hemû hevalan digot; ‘em ê herin.’ Lê ji ber xeteriya rê teredût di dilê min de hebû. Ji bo vê min her rê keşîf dikir. Ez ji şahadeta wan hevalana pir bandor bûm. Ew strana Ava Mezin li ser şahadeta heval Mihyedîn, Ehmed û Zinar hat çêkirin. Di rastiyê de heval Zozan jî li sînor şehîd ket, lê pir kesî nizanîbû. Ji ber ew li ser sînor şehîd ketibû. Heval Mihyedîn, Ehmed û Zinar li ber avê şehîd ketin. Berxwedaniya wan nimûneyeke mezin e, ji bo talîmat bicih were û mudaxeleya pêwîst bê kirin xwe feda kirin. Hevalê Mihyedîn hevalekî pir hêja bû. Berê li Rojava tiştek wisa hebû. Ji ber partiyên li Rojava hingî îmajeke xerab çêkiribû, miletê Rojava li hevalên Bakur guhdardikirin, wan esas digirtin. Hevalekî me yê ji Rojava tevlîbûbûna wan esas nedigirtin û qebûl nedikirin. Ev ji bo me pirsgirêk bû. Me jî nikarîbû hemû hevalên ji Bakur li Rojava bihişta. Ji ber nasnameya hevalan tune bû û heval qaçaxbûn. Jixwe ji Bakur çend heval hebûn. Me dixwest em hevalên ji Rojava erkdar bikin, lê milet qebûl nedikir. Hevalê ku ev nêzîkatiya milet şikenandibû kî bû? Heval Mihyedîn bû. Hevalê Mihyedîn kesekî ewqas xwedan şexsiyetbû ku biçûya ji Dêrîkê ji kê çi bixwesta pêk dianî. Yekî wisa bû. Mirov dikare bibêje li gorî şert û mercê wê çaxê milîtanê herî li pêş bû. Jixwe 2 hevalên ji Rojava ev nêzbûna milet şikend yek jê li Efrînê heval Rifat Ereban e, yek jî li Dêrîkê heval Mihyedîn e. Hevalekî wisa pir bi karekter, xwende û zanebû. Berê di tîma futbolê ya Dêrîkê de cih digirt û hevalekî pir dihat naskirin bû. Ji malbateke di warê xelkê de tê hezkirin bû. Jixwe bavê xwe wefad kiribû, xwişkên xwe hebûn ew jî wekî tek xortê malê bû. Li Rojava ji yên wisa re dibêjin wahîd. Ango tek kurê malê bû. Niha xwişkên wî hene û xort û qîzên wan tevlîbûne, şehîdên wan hene. Heval Mihyedîn di pêşveçûna tevgera me ya Dêrîkê û Rojava de rolek leyîstibû. Ji bo vê berpirsyarê wir bû. Jixwe hevalê yekem ku ji Rojava ye û bûye berpirsyarê bajarekî heval Mihyedîn e. Dûvre hevalê Rifat e. Hîn bi demê re hêdî hêdî ew nêzîkbûna milet hat bihurandin. Cenga Qendîlê ya Şehîd Rûstem Zeydan Di 4’ê Kanûnê de xeleka şahadeta mezin a din jî bêguman berxwedaniya Gabarê ye. Lê em li gorî salan biçin beriya wê di 4’ê Kanûnê de şahadetên li Qendîlê hene. Di sala 2000’î de li Qendîlê mixabin YNK’ê çûyin û hatin li me girtin û wekî planeke hem Tirkiyê û hem Îranê bû li dijî me ketin şer. Hesabên xwe li ser me hebûn. YNK û Îranê dixwestin me teslîm bigrin û em têkevin xeta wan û ji xeta Serokatî derbikevin. Jixwe Tirkan dixwest me tesfiye bike. Wê çaxê YNK jî bû lingekî wê planê. Halbûkî navber me û YNK pir caran baş bû. Hinek têkiliyên me hebûn. Jixwe dûvre ez û Mam Celal me hev dît, me vê yekê wekî tiştekî ku diviyabû nebûya û wekî qeza qewimiye şîrove kir. Wê çaxê di çarçoveya Komploya Navnetewî de plan li ser me hebû. YNK di wê planê de rolek xwe hebû. Ew grubeke teslîmkar hebû jê re dibêjin gruba Dr. Suleyman. Ew reviyabûn ji wan re gotibûn; ‘ti kesê ku şer bikin tuneye. Hemû di teredûtê de ne.’ Ev agahiyana jî Îranê û YNK’ê xist şaşiyê. Vana got; ‘em bi ser wan de herin ew şer nakin.’ Wê çaxê em ne wekî niha li Qendîlê bûn. Em di dolekê de bûn. Jê re dibêjin Dola Kokê. 3 hezar heval hemû li Dola Kokê bûn ji wê wirdetir dolek din heye jê re dibêjin Ş. Ayhan. Hemû heval li wir bûn. Heval ji bo kongreyê çûbûn û wisa li ser hev mabûn. Wê çaxê ez li Ewrûpa bûm. Ez vegeriyam min dît heval hemû di dolekê de ne. Kes perwerdeya leşkerî nedidît û bi rastî jî hinekî dest ji xwe berdan hebû. Tesfiyekaran sistahî çêkiribûn. Me hinek destpêkir, me tabûr avakirin, perwerde dan destpêkirin, rexne û rexnedan pêşket. 2-3 mehan amadekarî çêbû û dûvre şer derket. Di şer de YNK derda. Wan xwest me teslîm bigrin, lê me araziya xwe fireh kir. Me piraniya Qendîlê bi dest xwe xist. Me plankir ku em di 3 rojan de Kanî Cengê bi dest xwe bixin. Lê me nikarîbû di 3 rojan de bi dest xwe bixin, me di 7 rojan de bi dest xwe xist. Piştî wê me agirbest îlan kir. Dûvre wan jî xwest agirbest bibe, şer 9 roj ajot û sekinî. Lê YNK vê hezim nekir. Pisporên Tirkan hatin pêşmerge perwerde kirin. Îran jî hat bi me re ket têkiliyê got; ‘Em navbera we çêbikin.’ Hevalê Karasu bi wan re rûdinişt. 3’ê Kanûnê YNK cardin êrîş kir. Piştî şerê destpêkê şer 3 mehan sekinî û dûvre cardin êrîş kir. Li cihê ez lê disekinîm Kanî Cengê 3 qolan êrîş kirin. Her qolê pêşmerge nêzî hezar kes hebûn. Li wir girek heye heval niha jê re dibêjin Ş. Rûstem, êrîşî wî girî kiribûn. Ew gir bi ser me re bû. Min li jor nêrî min dît ezman ji fişekan sor bûye. Ewqas kes fîşek diavêtin. Ji ber ku hejmara wan bi hezaran bû, ew gir ket. Li wî girî bolukek me hebû hevalan gir berdan. Li wir Dola Şehîdan heye. Heval Rûstem Zeydan li wir berpirsyarê tabûrê bû. Dibe sibe Heval Rûstem dibihise ku gir ketiye. Tevî tabûra xwe nava rojê mudaxele kirin. Şer çêbû di wî şerî de Heval Rûstem tevî 14 hevalan şehîd ket. Fermandarê Tabûrê Heval Rûstem, fermandara bolukê Heval Perwerîn şehîd ketin. Bi giştî di wê berxwedanê de 15 heval şehîd ketin. Piştî vê hevalê Ş. Xebat Dêrîk û Dijwar Şirnex ji bo bîranîna hevalan çalakiya tolhildanê kirin. Ji ber ku piştî heval şehîd ketin YNK di pêş de hat û wê qadê bi dest xwe xist. Hevalan ji bo misîleme êrîşa dijber tevger kirin û cardin ew der ji YNK’ê girtin. Ew şer jî bi giştî 9 roj ajot biryargeha YNK li Koretekê bû hevalan wir jî girt. Heya Karox hatin. Hevalan Zînê Wertê derbaskirin. Jixwe di hemleya destpêkê de hevalan Zînê Wertê girtin, lê herêm fireh dibû ji bo parastinê pirsgirêk çêdibû heval jê derketin. Lê dema cara duyem wan êrîş kir hevalan Zînê Wertê jî girt. Li wir tabûreke YNK a mezin hebû hevalan ew tabûr girtin û ji wir derbasbûn çûn Karox jî girtin. Ango hîn fireh bû. Êdî dor hat ku heval biçin Sengeser û Ranya. Jixwe pişta wir hat girtin. Mam Celal vê carê xeber şand. Di ya beriya wê de me xeber şandibû, vê carê wan xeber şand got, ‘Bila şer bisekine.’ Bi vî awayî şerê di navbera me de sekinî. Bi giştî di herdu şeran de 105 heval şehîd ketin. Bi vê wesîleyê em şehîdên Qendîlê bi taybet ê 4’ê Kanûnê cardin bi bîr tînin. Bavê Heval Rûstem, Mustafa Zeydan di Kurdistanê de reîsê çete yê naskirî ye. Hem reîsê çeteyan bû, hem jî parlamenter bû. Eşîra xwe hebû, eşîra xwe tev kiribû çete û dijî me bûn. Heval Rûstem dema li zanîngehê ye, ji partiyê bandor dibe û tevlî partiyê dibe. Ji malbatê têkiliyê xwe qut kir. Piştî tevlîbû me bihist ku birayên xwe yê ji partiyê bandor bûne hene. Heval Rûstem hevalekî dirust û girêdayî bû. Ji bo doza azadiyê malbat da aliyekî û red kir. Amadebû malbatê qezenç bike, ger pêwîst bike jî dijî malbatê şer bike, lê partiyê ew neşand herêma wî. Lê ew amadebû biçûya wir jî. Ango hevalekî hêja bû. Dûvre di hundirê malbatê de derketinek çêbû. Çetekariya Zeydanan kun bû û bihurî. Ango ji astengiyê derketin. Rola Heval Rûstem di guhertina wê eşîrê de zêde hebû. Ruhê milîtaniya Apogerî ya rasteqîn; Fermandar Adil Bûyera din a ku di 4’ê Kanûnê de pêk hatî şahadeta Heval Adil (Ramazan Aybî), Heval Gulbahar (Selma Kaya) e. Heval Adil di têkoşîna me ya çekdarî de mohra xwe li çalakiyên herî mezin xistiye. Di gelek çalakiyên mezin de mohra wî heye. Heval Adil di 14 saliya xwe de bi qanûna leşkerî hatiye nav partiyê. Heta çend mehan her dixwaze biçe malê. Her carê tê ber deriyê manga fermandariyê dibêje: “Min bişînin malê.” Dûvre îkna dibe û tevlî dibe. Piştî tevlî bû şûnde hêj temenê biçûk de li Cûdî di gelek êrîşan de çek rakir. Kesekî zêde ne dirêj û girs bû, lê wekî firtoneyê bû. Dûvre bû fermandarê mangayê. Jixwe dûvre bû fermandarê taxim, boluk û tabûr. Her di êrîşan de bû, kesekî wisa bi cesaret bû. Di kongreya 5’emîn de wekî yêdek endamê komîteya navendî ya partiyê hat bijartin. Wexta hat bijartin bû fermandarê alayê. Hinek hevalan gotin, ‘Hêj ciwan e, 21 salî ye. Ewqas erk ji bo wî ne pir in?’ Heval Abbas got: “Tiştek nabe. Dema Fatîh Sultan Mehmet Stanbolê fetîh kir, ew jî 21 salî bû. Ev ne meseleye.” Heval Adil hêj di temenê xwe yê ciwan de gelek erk girt. Wê çaxê fermandarê alayê derdora 500 heval di bin berpirsyariya wan de bû. Heval Adil di herêma Botanê de, dûvre li Zagros û Xakurkê, Avaşîn maye. Di şerê Başûr de pira Balinda digre. Jixwe ew çalakiyeke pir mezin e. Ji bo pirê bigre tam sê caran êrîş dike. Her êrîş dike nagre, vedigere cardin êrîş dike. Bi giştî piştî 3 caran êrîş dike pirê digre. Wisa hevalekî di çalakiyên xwe de, şerkeriya xwe de xurt bû. Bawerî dida mirov. Ger Heval Adil bi mirov re be, mirov digot qey artêşek bi mirov re ye. Ger hinekan bigota; ‘Dijmin tê.’ Digot; ‘Ji ku derê tê?’ Ji bo biçe pêşiyê lêbide. Ne ku xwe di ber dijmin de bide alî. Di sala 2007’an de wekî tevger me biryar girt ku em qonaxa şerê pasîf bibihurînin û derbasî qonaxa şerê asta navîn bibin. Ji bo mezinbûna şer destpêkê Heval Adil li Gabarê çalakî pêş xist. Wê çaxê li Gabarê beriya vê çalakiyê hinek windahî tê jiyankirin. Heval Adil ji ber vê pir teng dibe. Ji bo tolhildanê û mezinkirina şer çalakî dike. Piştî çalakiyê demekê em fêrbûn ku Heval Adil bixwe tevlî êrîşê bûye. Di wê çalakiyê de hevalan 13 çek rakirin û gelek kuştiyên dijmin hebû. Heval Adil di êrîşê de pispor bû, lê ew bixwe fermandar bû diviyabû tevlî êrîşê nebûna. Jixwe çalakiya xwe ya herî dawî ev bû. Wekî tê zanîn piştî çalakiya Gabarê li Oramarê Heval Reşîd û Heval Hûseyîn çalakiyeke mezin kir. Çalakiya Gabar û Oramar bû bilindbûna demê û dijmin hejand. Ev çalakiyana bû rojev. Ji ber vê heyeta Tirkiyê di pêşengtiya Erdogan de di 5’ê Mijdara 2007’an de çûn Emerîka. Xwestin Emerîka alîkariya wan bike ku têkevin Başûr. Wê çaxê Bush ji wan re got, ‘PKK dijminê me yê hevpar e. Ne hewce ye hûn bikevin Başûr em ê teknîka bilind, îstîxbarata di cih de û mudaxeleya di wextê de bidin we.’ Wê çaxê sîstema balafira keşfê û fûzeyên bi gudum dan Tirkiyê. Heya wê çaxê di destê Tirkan de tiştek wisa tune bû. Ne balafira keşfê hebû, ne jî fûzeyên bi gudum hebû. Berê balafirên Tirkan hebûn, lê lêdanên wan bê encambûn. Ango ew çalakiyana di têkoşînê de demek nû vekirin û bilindbûn çêkir. Biryara pêngava sala 2007’an li ser qada civakî jî bandora xwe çêkir û ji bo hemleyê pêngavê “Êdî Bes e” dan destpêkirin. Hem li qada civakî serhildan bilind bû, hem li çiya şer bilind bû. Ji bo vê ev çalakiyana di têkoşîna me de bûn gavek. Heval Adil hevalekî wisa bû. Jixwe derheqê Heval Adil de pirtûk jî hatine nivîsandin. Gelek taybetmendiyê wî yê divê mirov esas bigre jî hene. Di warê şer, cesaret, cangorîtî, aqil û fermandariyê de erê xurt bû, lê aliyê xwe yê hevaltiyê jî pir xurt bû. Li kî derê heval têketana dorpêçê nemumkûn bû Heval Adil bisekiniya. Teqez wê mudaxele bikira da ku hevalan ji dorpêçê derbixista. Carna ji sibê heta êvarî diket şer ji bo grubek heval ji bin zextê derbixîne. Wekî hawarê digihişt pir cihan. Heval Gulbahar ku pê re şehîd ketî di têkoşîna me de kedek mezin daye. Ev heval bi ked û hewildana xwe ji pratîkên zehmet derbas bû û wisa hat nasîn. Aliyê xwe yê herî li pêş kedkarî bû. Jixwe ew û Heval Çîçek Botan dotmamê hev bûn û bi hev re tevlîbûbûn. Heval Çîçek ji Heval Gulbahar biçûktir bû. Di sala ‘92’an de tevlîbûbûn. Herdu heval jî taybetmendiyên xwe yê bi hevaltiyê û welat ve girêdayî li pêş bûn. Bi partiyê re bûbûn yek, bi cesaret bûn û dirûst bûn. Heval Adil û Heval Gulbahar berpirsyarê Gabarê bûn û bi hev re şehîd ketin. Gabar wê çaxê pir fireh bû, hinek eyaleta Mêrdînê jî diket nav Gabarê. Piştî heval wê çalakiyê kir û şûnde pir bû rojev. Tirkan ev balafirê keşfê ku girtibûn pir zêde şandin ser Gabarê. Wê çaxê ez di erka konseya Serokatiya KCK’ê de bûm. Feqet tim çavek min li HPG’ê bû. Me HPG’ê ji nêz de dişopand. Me not da biryargehê û me got: “Însiyatîfa Heval Adil zêde bikin bila manewra bike ji Gabarê derbikeve. Wê di Gabarê de windahî bide. Dijmin pir ser disekine û seyîd Adil jî her li Gabarê ye.” Di rastiyê de Heval Adil dikarîbû hemû eyaleta Botanê bimeşanda. Ne tenê cepheyek wê. Me pêşniyarek wisa kir. Ax nabêjî wexta me pêşniyar kirî tam not digêje biryargehê Heval Adil şehîd dikeve. Agahiya me jê tune bû. Konferansa çaremîn a HPG’ê çêbûbû. Hinek kesan Heval Adil pir zêde rexne kiribûn. Di rastiyê de ev rexneyana zêde ne di cih de bû. Ji bo vê Heval Adil li ser cepheyê dimîne. Di konferansê de divê Heval Adil biçe ser eyaletê, lê wî li şûna wî dihêlin dewsa wî ev Rûbarê Çelê vesazdikin ku biçe ser eyaleta Botanê. Jixwe ew kes neçû, çû reviya. Ev jî şaşiyek û kêmaniyek bû. Ev yek jî hîn zêde mirov diqehirîne. Piştî şahadeta Heval Adil 20 rojan min agahiya şahadeta wî bihist. Wexta hevalan ji min re got, tam 15 rojan ez nikarîbûm ji bin bandora wê derbikevim. Ya girîng ev e ku mirov bikaribe hevalên wisa fermandar û xwedan ruhê milîtaniya fedayî ya Apocî di jiyanê û têkoşînê de rast temsîl bike. Divê bi sekna wan em ji pêvajoyê re bibin bersiv û wan bikin kesên nemir. Sozê me yê ji bo şehîdên 4’ê Kanûnê ev e. Em ê her tim wekî leşkerê wan bin. Erka li me dikeve em bîranîna şehîdan bikin bingehê zaferê. Ev bi çi dibe? Bi şêwazê di şexsê şehîdan de derketiye holê bike bingeh, milîtaniya zaferê, Apogeriya rast pêkanînê ve ev dibe. Em ê di meşa azadkirina Rêber Apo û Kurdistan de şehîdan bikin kaniya hêzê, bikin rêberê rasteqîn û wisa milîtaniya zaferê ava bikin. Ger em wisa bikin em ê bi rastî bikaribin layiqî şehîdan bibin û wan bikin kesên nemir. Ji bo vê em dibêjin; Şehîd namirin! | ||
© 2021 Serxwebûn |