Sal: 39 / Hejmar: 468/ Kanûn 2020
Ji Reşîd heya Yilmazan şehîdên meha MijdarêMijdar 2020
Murad Karayilan Meha Mijdarê di dîroka têkoşîna me de meheke girîng e. Wekî tê zanîn meha damezirandina partiya me Partiya Karkerên Kurdistan e. Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê PKK bi kongreya xwe ya yekemîn ava bû. Ji bo vê meheke girîng e. Heman demê di meha Mijdarê de gelek şehadetên me yên girîng jî çêbûn. Di hundirê têkoşîna me de hema bêje di her 365 rojên salê de şehîdên me hene, cardin her mehê jî hene. Wekî meha Gulanê çawa hinek şehadetên girîng têde çêbûne û meha Gulanê weke meha şehîdan hatiye îlankirin -ku şehîdê me yê yekem Hakî Karer di 18’ê Gulanê de şehîd ketiye û dûvre jî gelek şehadet di heman mehê de çêbûne- meha Mijdarê jî mehek wisa ye. Di vê mehê de gelek şehadetên me hene. Meha Gulan wekî destpêka biharê ye, ji bo gerîla jî bi esasî pratîk di meha Gulanê de dest pê dike. Lewra di vê mehê de jî gelek şer, çalakî û şehadet çêbûne. Wekî dawiya demsala payîzê jî meha Mijdarê ye. Di vê mehê de amadekariya zivistanê tê kirin, an jî di çalakiyan de plansaziya herî dawî tê pêşxistin. Mijdar jî meheke wisa ye. Ji bo vê di meha Mijdarê de jî gelek şehadetên me hene. Mirov nikare hemûyan bi nav bike, lê bi rastî gelek heval hene. Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya 2012’an Hevalê Reşîd Serdar jî di 18’ê Mijdarê de 8 salan berî vê şehîd ket. Wekî tê zanîn Sala 2012 sala pêngavê bû. Di wê salê de pêngava şoreşgerî bilind bû. Di sala 2011’an de bi taybet di zivistanê de gelek heval şehîd ketin. Pir windahiyên me çêbûn. Li Erziromê ji Fermandariya Erziromê heval Mahîr Başkale û koma hevalê pêre şehîd ketin. Cardin li Botanê pir şehadet çêbûn, heval Rûbar Mardîn, heval Binevş û heval Serbest şehîd ketin. Dûvre bû bihar di 24’ê Adarê de heval Sadiq şehîd ket. Heval Hemze li Besta tevî koma xwe şehîd ket. Ev hemû fermandar bûn. Gelek hevalên me di sala 2011’an de şehîd ketin. Sedema xwe jî ev bû; dijmin termal danîbû ser balafira keşfê germahî didît. Agahiya hevalan jî ji vê tinebû û bê tedbîr bûn. Heval diçûn di şikeftan de agir dadidan dijmin jî germahiya ji devê şikeftan derdiket didît û êrîş dibir ser wan şikeftan. Li Cûdî şehadeta heval Rûbar, Binevş û Serbest wisa bû. Heval Binevş û Serbest fermandariya Cûdî bûn, heval Rûbar jî endamê Fermandariya Qada Botanê bû û çûbû gel wan. Destpêkê bi êrîşeke hewayî 11 heval şehîd ketin. Bi giştî nêzî 30 heval şehîd ketin. Vê bala me kişand. Ez wê demê li KCK’ê bûm. Me bi xwe lêkolîn kir ku ewqas şehîd çawa çêdibin. Cardin wê demê di heman lêkolînê de me tespît kir ku termal nikare di pişt şemsiyeyê de germahiyê bibîne. Piştî wê mudaxeleyek di meha Nîsanê de li ser pêvajoyê çêbû. Li ser vî esasî civînek çêbû. Rêveberiya me ya KCK û HPG’ê tevlî vê civînê bûn. Di wê civînê de heval Reşîd jî amade bû. Di civînê de plansazî hat çêkirin ku ji bo em tola hevalan rakin, hem pêşiya şehadetan bigirin û hem jî pêngavê pêş bixin. Wisa pêvajoyê dest pê kir. Jixwe çalakiya pêngavê ya destpêkê çalakiya Kayserî ya fedayî ya heval Andok û Êrîş bû. Lê bi esasî çalakiya pêngavê ya çiya çalakiya Şitazin bû. Heval Reşîd ev çalakî koordîne kir û pêngavê bi vê dest pê kir. Şitazin binaniya Çarçela ye. Li ser Şitazin serdegirtineke berfireh hat çêkirin. Piştre hevalên Sewq-Îdareya Medya (jixwe heval Reşîd jî endamê Fermandariya Sewq-Îdareya Medya bû) di nava xwe de kar parve kirin; heval Reşîd çû eniya Xakurkê. Bi kûrahî pêvajoya pêngava Şemzînan a heval Reşîd rêxistin kir di 24’ê Tîrmehê de bi rê ket û ji demê re bû bersiv. Di wir de çi hebû? Aqil û fermandarî hebû. Heta wê demê hemû şerê me yê Şemzînan li ser sînor dibû. Dijmin jî çete derdixistin pêşiya me. Çeteyên Gerdiya li wir hebûn, şer bi wan re dibû. Lê hevalê Reşîd wisa nekir. Hêza xwe rakir çû pişt wan, li girekî raserî bajarê Şemzînan û li wir biryargeha xwe ava kir. Li ser Şemzînan çalakî dest pê kir. Heval Reşîd dijmin li valatiyê xist. 24 kîlometre sînor derbas kir ku dijmin hemû amadekariya xwe li ser sînor kiribû, lê heval ketin hundir û çalakiyên xwe li hundir li dar xistin. Vê sîstema dijmin serobino hev kir. Çalakiyên rê qutkirinê li dar xist. Rêya diçe Rûbarokê qut kir. Rûbarok navendeke leşkerî ye. Bi taktîka qutkirinê heval Reşîd dijmin ji qereqolê derdixist û lêdixist. Jê şûnde bi ser bajar de serdegirtin çêdikir. Di vir de planek hebû, aqilek hebû. Sîstema dijmin serobino hev kir. Dijmin di wir de perîşan bû, nikarîbû bajar biparasta. Erê, dijmin ser sînor tijî leşker kiribû, lê hevalan her roj li bajar çalakî dikirin. Taybetmendiya fermandariya demê û ruhê Reşîd Serdar Fermandarê Eyaleta Xakurkê heval Kemal Garzan, Çîçek Botan û Kerîm Şirnex bû. Heval Reşîd çûbû cem wan. Di pêşengiya heval Reşîd de van çar hevalan pêvajo bi rê ve birin. Ew pêvajoya pêngava Şemzînan bandora xwe li ser tevahî têkoşînê kir. Ji bo vê tesîra xwe li ser civakê jî çêkir. Lewra di sala 2012’an de hema hema heta şehadeta heval Reşîd gihişt asta herî jor. Çalakiyên gel zêde bûn. Jixwe gerîla li her derê lêda pêşiya windahiyan girt. Di zindanan de greva birçîbûnê dest pê kir û gihişt 68 rojan. Wisa dijmin pir tengav bû. Wê demê Mehmet Ocalan çû gel Rêbertî. Rêbertî bang kir ku greva birçîbûnê bisekine. Bi giştî hem li çiya gerîla, hem li bajaran meşa gel û serhildan û hem jî di zindanan de berxwedan hevdu temam kir. Şerê Gel ê Şoreşgerî ku Serokatî weke perspektîf di sala 2010’an de dabû pêşiya me di sala 2012’an de hinekî ket meriyetê. Yê ji vê re pêşengtî kir jî pêngava Şemzînan bû. Ango fermandar Reşîd Serdar bû. Çalakiyên heval Reşîd berê pêş xistine jixwe diyar in. Pêwîst nake mirov li vir jî dubare bike. Jixwe li Botan û Zagrosê gelek çalakiyên berfireh li dar xist. Di têkoşîna beriya komplo de jî li Amanosê pratîk û çalakî bi rê ve bir. Wê demê rêbazeke gihandinê pêş ket. Bi esasî di rêveberiya hinek hevalan de ev pêş ket. Nimûne; wekî heval Adil Bilikî, heval Reşîd, Rojhat Bluzerî. Di hinek hevalan de asta hêzê bi awayekî mezin bimeşînin pêş ket. Mînak dikarîbûn 300-400 hevalan weke 20 bask di şer de bimeşînin. Ev hê di salên 1990’î de li Botanê pêş ket. Dûvre ev heval hatin gihandin. Bi taybet di salên 1990’î de ev heval di yekîneyên bi tevger de bûn. Piranî beşdarî van çalakiyan bûbûn. Wê demê fermandarê yekîne û taximan bûn, lê gihiştin. Hevalan tecrûbeyek qezenc kiribûn û wisa astek di şexsê heval Reşîd de dixuya. Bêguman ne tenê hinek pratîk hatiye meşandin, an jî ked heye, çalakiyek heye, na. Taybetmendiya heval Reşîd a fermandariyê ku hîn jî dikarîbû pêş ketiba hebû. Hinek taybetmendî hene ku îro jî em hîn lê digerin. Ya yekem xisûsa her tişt bi aqil were meşandin bi heval Reşîd re hebû. Nimûneya wê pêngava Şemzînan e. Di wir de aqil û mantiq hebû. Ya din cesaret pêre hebû. Dikarîbû cesaret bikira di bin berpirsiyariya xwe de planên herî mezin jî pêş xistiba. Taybetmendiya Wî rîsk radikir. Dikarîbû rîskê rake. Nedigot; ‘Ji min re çi, dûvre xera bibe ez ê çawa hesab bidim.’ Nediket nav tereduteke wisa. Dema pêwîst bû rîsk dida ber çavan. Ya din û ya herî girîng jî azwerî bû. Azweriya ku divê mirov dijmin ji welat derxe, azweriya bi tiştên biçûk têr nabe her tim armancên mezin dide ber xwe pêre hebû. Ev jî girîng e. Heval Reşîd dixwest bigihîje armancên mezin. Ya din jî li hemberî dijmin bi bertek û kîn bû. Gotina Wî ya navdar heye dibêje; ‘Divê siya dijmin jî li ser axa me nemîne.’ Di pêngava Şemzînanê de di bernameyekê de ev gotin kiribû. Bingeha fermandariya dikare hîn mezin bibe bi heval Reşîd re hebû. Di warê felsefe û teorîk de jî astek xwe hebû, lê aliyê Wî yê leşkerî pêşdetir bû. Fermandarê Stalîngrand Vasîlî Çuykov jî bi esasî gundiyek e, dibistana seretayî tenê xwendiye. Lê di şerê cîhanê yê herî mezin Stalîngrand de fermandarek zekî û serketî bû. Di heman demê de di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de generalê herî li pêş bû. Tenê ne ku ev şer koordîne kir. Yê dûvre çû Berlîn rejîma faşîst a Hîtler teslîm girt jî heman general bû. Yê destpêkê ket Berlînê jî ev bû. Niha cîhan behsa wî dike ku cesaret û aqil pêre hebû. Ev bingehên fermandariyê ne. Naxwe îleh tenê bi xwendinê nabe, bi aqil, lêhûrbûn, di armancê de kilîtbûn, rîsk rakirin û azwerî divê hebe. Eger mirov rîskê nede ber çavan, armancekê nede ber xwe; wê bitirse ku tiştek şaş bibe. Wê têkeve nav teredutan. Lê ya girîng karibe destê xwe têxe bin kevir û rîskê bide ber çavan. Ev taybetmendiyên girîng in û di heval Reşîd de hebûn. Ji bo vê di têkoşîna fermandariyê de cihekî xwe yê girîng heye û ji bo vê em girîngiyê didin fermandariya heval Reşîd. Cuda jî hevalên me yên fermandar û gihiştine hene. Lê di heval Reşîd de taybetmendiyên cuda yên di warê fermandariyê de divê heval jê ders werbigirin û bikin nimûne hene. Şehadeta heval Reşîd û helwesta fermandariya rast Jixwe wexta şehadeta heval Reşîd pêngava Şemzînan bi dawî bûbû. Heval Reşîd hat Xapûşkê ku pêngaveke din pêş bixe. Dema heval Reşîd di nav hewldana vê pêngavê de bû 2 roj beriya şehadetê me hevdu dît. Bi esasî plansaziyeke nû bi awayê pêngavê hîn bilind bike wekî ku hinek qereqolan îmha bike danîbû pêş xwe û jixwe li ser wê lêhûrbûn hebû. Lê şiklê şehadetê jî balkêşiya xwe heye. Divê mirov li ser wê bisekine. Roja ku li cem min bû em bi hev re li xeta Avaşîn bûn. Wê rojê koma li Xapûşkê dikeve şer. Hayê me jê nînbû. Dema heval Reşîd ji cem me bi rê ket şûnde me bihist şer çêbûye. Heval Reşîd jî di rê de dibihîze. Heval Reşîd diçe wir civînê çêdike. Dibîne ku 4 heval şehîd ketine û ji ber kêmasiya fermandariyê şehîd ketine. Hevalê Reşîd fermandariya li wir rexne dike. Dibêje; ‘Bi vî awayî fermandarî nabe.’ Jixwe ûslubê heval Reşîd bi rexneyî bû. Qet di rexneyan de teredut nedijiya. Hema rexneyên herî hişk jî dikarîbû bikira. Civîn diqede roja din êvarî hema dijmin ji heman cihî cardin derdikeve. Di wir de herhal bandora hinek tiştan çêbû. Heval Reşîd hat em dîtin. Lê piştî wê tişta me fêm kiriye di civîna Xapûşkê de fermandariyê rexne dike. Dema êrîşa dijmin tê, divê fermandarî çawa be dixwaze nîşan bide. Ji ber ku heval jêre dibêjin; ‘Biçe paşiyê me koordîne bike’, lê heval Reşîd dibêje, ‘Na.’ Hema bi çeka xwe di mesafeya 100 metreyî de dikeve şer. Dixwaze nîşanî wan fermandaran bike ku fermandarî wisa tê kirin. Ji ber fermandariya li wir oportunîstî kiribû. Dûvre jixwe hevalan ew fermandarên oportunîst lêpirsîn kirin. Ango bi rola xwe ranebibûn. Jixwe heval Reşîd li hemberî kesên oportunîst pir bi bertek bû. Li hemberî kesên bi rola xwe ranedibûn pir bi bertek bû. Heval Reşîd wê rojê vê rexneyê dike roja din li heman cihî dema cardin operasyon derdikeve vê carê wekî mîna di pratîkê de îspat bike xwe pir dide pêş û xwe naparêze. Bixwe fermandarê Sewq-Îdareyê ye û koordîneya giştî ye. Lê bi çeka xwe tevlî şer dibe. Mirov carinan çêdibe ku bi vî şêwazî tevlî şer dibe, lê dema ferz bû mirov wisa dike. Wê demê derfeta heval Reşîd heye biçe, heta fermandarê yekîneyê jêre dibêje jî. Lê ew bi xwe naçe. Li wê derê nêzî 50-60 heval hene. Heval xwe belav dikin. Heval Reşîd ji bo koordîne dikarîbû biçûya girê paş. Lê naçe. Li pêş di şer de dimîne. Ango weke tercîhekê dide pêşiya xwe. Weke me got bi gumaneke mezin ji bo di pratîkê de raber bike ku fermandarî çawa dibe wisa dike. Lê ev kêmasî bû, nêzîkatiyeke bi hestyarî ye. Ew bû sedem ku wisa şehadet çêbibe. Di wî şerî de 4 hevalên din jî ligel heval Reşîd şehîd ketin. Ji dijmin jî yek jê serpel 5 kuştî hene. Lê di rastiyê de kuştiyên wan zêdetir bûn. Şerekî nêz pêk hat û dijmin di wê êrîşê de şikest. Heval li cihê xwe man, dijmin paşde vekişiya û careke din nehat wir. Wekî me got rol û mîsyona heval Reşîd di aliyê taybetmendiyên pêre hene de girîng e. Divê mirov li ser vê bisekine. Mirov çawa dikare bi van taybetmendiyan Reşîd Serdarên nû pêş bixe. Ya girîng ev e. Şehîdên giranbuha yên meha Mijdarê Wekî din di meha Mijdarê de şehîdên me yên çêbûne hene. Di destpêka meha Mijdarê de ango di 3’yê Mijdara 2012’an hevalê Kerîm û heval Hakî şehîd ketibûn. Jixwe dema me herî dawî heval Reşîd dît, agahiya heval Reşîd jê tinebû ku heval Kerîm şehîd ketiye. Min behsa qada Xakurkê dikir di hundirê axaftinê de min behsa şehadeta heval Kerîm kir. Heval Reşîd hema pirsî û got, ‘Ma heval Kerîm şehîd e?’ Min got; ‘Erê.’ Min dît hema heval Reşîd sekinî. Min wê demê eyaleta Xakurkê rexne dikir. Ji ber hinek fîrar çêbibûn. Jixwe heval Kerîm ji ber wan fîraran ji cephe diçe biryargehê. Dema diçe Heval Hakî dibîne. Heval Hakî ku hevalekî pir hêja bû. Bav û diya Wî heval in. Malbateke wisa taybet in. Me ew kiribû berpirsiyarê cebilxaneya giştî, beşek cebilxaneyê jî li Xakurkê bû, heval Hakî berpirsê wê bû. Heval Hakî, heval Kerîm dibîne israr dike û Wî dawetî cem xwe dike. Dema heval Kerîm li cem wan e, êrîşa hewayî çêdibe. Wisa hevalê Kerîm û heval Hekî şehîd ketin. Şehadeta van hevalan jî di vê mehê de çêbû. Hevalê Kerîm hevalê destpêkê ji Botanê tevlî me bûye. Di destpêka salên 1980’î de tevlî me dibe. Ji tevlîbûnên destpêkê yên Botanê ye. Mirov dikarîbû tevahî fedakarî û cefakeşiya xelkê Botanê li ser Wî bidîta. Li ku derê zorî û zehmetî hebûya li wê derê dima. Berê cihê herî zehmet Şax bû û ew jî her li Şaxê dima. Di pratîkên herî zehmet de mabû. Bi rastî hevalekî ku di dîroka têkoşîna gerîla de wekî arşîv bû. Hemû tişt dizanî û jiyabû. Heval Kerîm ji qonaxa heval Egîd (Mahsum Korkmaz), ji dema tesfiyekariyan re bûbû şahid. Di heman demê de hevalekî pir zêde dixwest bi bîrdoziya Rêbertî re bibe yek. Mînak ji bo nêzîkatiya Rêbertî ya ji jinê re fêm bike tevlî perwerdeya PAJK’ê bû. 6 mehan ligel hevalên jin perwerde dît. Wisa jî ji guhertin û xwepêşxistinê re vekirî bû. Rast e, ji gundê Botanê tevlî bibû, xwendina xwe zêde nebû, lê ji nûbûnê re vekirî bû. Di bîrdoziya partiyê de hewldanên lêhûrbûnê zêde pêre hebûn. Heval Kerîm jî ji bo me windahiyeke mezin bû. Cardin 5’ê Mijdara 2006’an li Qendîl Qeletûka lehî hat; wê demê 2 heval şehîd ketin. Yek jê heval Akîf Zagros bû. Heval Akîf hevalê me yê ji Rojhilatê Kurdistan ê yekem car wekî rêveberiya Partiyê hatibû hilbijartin. Endamê Komîteya Navendî ya Partiyê bû û berpirsiyarê xebatên Rojhilat bû. Wê demê biryargeha wan li wê derê bû, şehadeta wan çêbû. Lehî ji nişka ve pêk hat û şehîd ket. Ev ji bo me windahiyek girîng bû. Ji bo xebatên me yên Rojhilat kûr bibin, pêş bikevin hewldan raber dikir. Jixwe PJAK nû çêbibû. Şehadeta heval Akîf bandorek li ser kir. 10’ê Mijdara îsal heval Yilmaz Dersim şehîd ket. Weke kronolojiya mehê ez li ser disekinim di rûpelên pêş de li ser heval Yilmaz em ê hinek tişt din bînin ziman. Di 11’ê Mijdara 2017’an de şehadeta heval Delal û heval Azê heye. Bi wan re 4 hevalên din şehîd ketin. Lê dû şehadeta wan operasyon çêbû û bi giştî di wê operasyonê de tevî wan 13 heval şehîd ketin. Di têkoşîna me de hevala jin a herî zêde erka bilind girtiye hevala Delal e. Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê bû. Cardin salên dirêj me bi hev re biryargeh bi rê ve bir. Bi rastî hevala Delal weke arşîva biryargeha me bû. Çawa me ji bo heval Kerîm got; ‘Di warê partiyê de weke arşîv bû’, heval Delal jî di warê biryargehê de arşîv bû. Te kîjan hevala jin, an jî xort bipirsiya hemû nas dikirin. Hemû bûyer, vesazkirin, tiştên hatine nîqaşkirin, di bîra wê de bû. Hevalek wisa bû. Ji bo vê di hemû vesaziyan de rola wê hebû. Cardin di pêşxistina sîstema Biryargeha Navendî ya niha heyî de rola wê zêde bû. Berê navê biryargehê cuda bû, lê piştî 2013’an guherî û di avakirina vê sîstema nû de keda wê hebû. Jixwe di ber me hemûyan de jî keda wê heye. Heval Azê hem li gelek eyaletan pratîk meşandiye û cardin di Akademiyên Şehîd Mahîr ên di bin banê Fermandariya Akademiyên Apollon de bi salan ked da. Hevaleke bingeha xwe ya zanistê xurt bû, tecrûbeya pratîkî jî pêre çêbûbû. Di 17’ê Mijdara 1997’an de heval Harûn şehîd ket. Heval Harûn li Xerzanê bû. Rêbertî vesaziya Wî li Erziromê çêkiribû. Jixwe dema ji Qada Rêbertî vegeriya, hat cem me. Rêbertî gotibû; ‘Biçe Botanê bila heval hêzekê ji te re ava bikin.’ Me 13 hevalên dikarin rol bilîzin, di pratîka Botanê de bûne xwedî tecrûbe da gel Wî. Ji van 13 hevalan 2 jê hevalên jin bûn. Heval Bêrîvan ku ji Amedê bû, biraziya Şehîd Cemal bû. Ew jî di nav wê komê de bû. Piştî wê birayê wê Serhildan jî li cem min şehîd ket. Heval Bêrîvan jî di wê yekîneyê de tevî hevalan şehîd ket. Wê demê bêşensiyeke mezin çêdibe. Wexta ji Xerzanê diçin Amedê pêl mayîneke pir mezin dikin û yekîne hemû îmha dibe. Tevî heval Harûn ew 13 heval şehîd ketin. Heval Harûn di Komîteya Navendî ya PKK’ê de cih digirt. Bi salan li Xakurkê û Zagrosê fermandarî kiribû. 24’ê Mijdara 1982’yan heval Şahîn Kilavuz û 7 hevalên pêre şehîd ketin. Bi giştî koma wan 9 kes bû ji wan tenê yek heval rizgar bû. Wê demê kom ji Qada Rêbertî ji Rojava dihat. Dihatin xeta Cûdî û ji wir jî dihatin Heftanîn. Ew kom jî wisa tê. Lê kuryeyê wan yekî PDK’î ye. Dema heval tam dikevin nav avê gule li ser wan direşînin. Wekî ku dikevin kemînê. Bi esasî heta niha jî îspat nebû. Hîn wê demê gumanên me li ser PDK’ê hebûn ku bi zanebûn heval xistine kemînê. Ew kurye jî li pêşiyê bû filitî. Kurye li pêşiya wan avê derbas dike, dijmin ji piştê ve li wan dide. Ava Hêzil jixwe li sînor e. Ew koma me ya destpêkê ji bo were Heftanînê di rê de wisa rastî êrîşê hat. Şahîn Kilavuz hevalekî hîn li Enqereyê de tevlî dibe. Di gelek çalakiyan de cih girtibû û di şerê Siwêregê de jî fermandar bû. Heval Şahîn li ser şerê gel ê demdirêj û propagandaya çekdarî ders dida. Yê yekem car li ser van mijaran broşûr nivîsand heval Şahîn Kilavuz e. Hem di salên beriya 1980’î de di pratîka şer de pir cih girtibû û hem jî xwe di teoriya wê de gihandibû. Heval Şahîn der heqê propagandaya çekdarî û şerê gel ê demdirêj de semîner dida. Heta di semînerek Wî de ez jî amade bûm. Dûvre em bi hev re li Şamê bûn, wê demê broşûra propagandaya çekdarî nivîsand. Ew broşûra me ya yekem a li ser şerê çekdarî ye. 29’ê Mijdara 2004’an şehadeta heval Şîlan Kobanê, Zekeriya, Fûad, Cemîl û Ciwan heye. Wê demê heval Şîlan berpirsiyara Rojava bû. Berê çûbû li hundir mabû. Wê demê rejîma Sûriyê pir li me digeriya. Ew der li me qedexe kiribûn, heval Şîlan bi awayekî îlegal li wir dima. Dûvre li ser sînor rê vebû me got; ‘Bila heval Şîlan were.’ Heval Şîlan ji wir derket. Hatin cem me û heval Cemîl Kobanê, Ciwan û heval Fûad bi xwe re bir, ku wan ji sînor derbas bike. Ev DAIŞ’a ku wê demê navê wan ne DAIŞ bû, li Mûsilê heval girtin hema wisa înfaz kirin. Ev planek li ser me bû. Ango ne tiştekî tesadûf bû wekî komployekê bû. Ez heval Şîlan û hemû hevalên pêre şehîd ketin nas dikim. Lê bi taybet heval Şîlan ji biçûkatiya wê heta mezin bû em nas dikin. Gelek heval mala wan nas dikin, li Helebê ye. Rêbertî jî ew nas dikir. Dema ku agahî dan Rêbertî got, ‘Ha ew keçika me ya biçûk.’ Ji ber hîn biçûk bû çû akademiyê û perwerde dît. Heta 2 caran perwerdeya Rêbertî dîtiye. Dûvre jî hat Botanê di pratîka Botanê de ma. Li xetên herî zehmet li qadên wekî Qilebanê mabû. Di pratîkê de gihiştîbû, jixwe dema şehîd ket endama Konseya KCK’ê bû. Hevaleke li hemberî tesfiyekariyê xwedî helwest bû. Ji ber herî zêde hesabê tesfiyekariyê li ser Rojava hebû. Lê hevala Şîlan bi têkoşîn û xebata xwe rê neda ku karibin destê xwe biavêjin Rojava. Dibe ku li hinek cihan hinek kesên wan çûbin, lê di têkoşîna li dijî tesfiyekariyê de xwedî roleke pir zêde bû. Heval Şîlan kesayeteke xwedî prensîb bû, milîtanek bû. Windahiya wê ji bo me derbeyek bû. Bi taybet di wê pêvajoya hîn me li dijî tesfiyekariyê şer dikir şehadeta heval Şîlan û 4 hevalan ji bo me derbeyek bû. Hevalên din jî hemû bijare bûn. Heval Fûad berpirsiyarê me yê maliyeyê bû. Hevalekî ji Bakur bû. Hevalê Zekeriya endamê Hêzên Taybet bû. Ji ber saxlemî û milîtaniya Wî me ew hilbijart ku biçe. Cardin heval Cemîl hevalekî me yê kevin bû. Ev hemû kadroyên bijare bûn û şehadeta wan windahiyeke ciddî bû. Cardin heval Dozdar Hemo jî di meha Mijdara 2019’an de şehîd ket. Heval Dozdar endamê Komîteya Ragihandina PKK’ê bû. Li wir berpirsiyarî dimeşand. Jiyana xwe piranî di gerîla de derbas kiribû û bi taybet li Zagrosê mabû. Dûvre jî di HPG’ê de weke fermandariya çapemeniya HPG’ê erk meşand. Hevalekî hem di aliyê çapemeniyê û hem jî di aliyê pratîkê, xebatên dîplomatîk, xebatên gel û di gelek waran de xwedî qabiliyet bû. Xwe gihandibû û hevalekî têgihiştî bû. Zarokê asî yê Dersimê: Fermandar Yilmaz Di meha Mijdarê de gelek şehîdên me yên girîng hene. Me navê hemûyan negot. Em tevahî şehîdên meha Mijdarê di şexsê van hevalan de bi bîr tînin. Herî dawî 10’ê Mijdarê şehadeta heval Yilmaz çêbû. Di van demên dawî de şehadetên me çêbûn. Yê herî dawî ku em pir pê êşiyan yek jê jî heval Yilmaz bû. Heval Yilmaz xwedî gelek taybetmendiyên balkêş û girîng bû. Endamê Hêzên Taybet bû. Bi esasî ji bo çûyina xwe ya çalakiya fedayî li ser rêxistinê ferz bike beşdarî Hêzên Taybet bûbû. Ji ber ku dixwest biçe çalakiya fedayî bike. Lê beriya wê 2 birayê Wî şehîd bûn. Ji ber vê yekê rêxistinê jî ew nedişand. Ji bo vê heval Yilmaz derbasî Hêzên Taybet bû. Xwedî ruhê fedayî bû, xwedî cesareteke mezin ku mirov dikare weke kesekî ku ji ti tiştekî neditirsiya bi nav bike. Ligel van taybetmendiyên karaktereke Wî ya asî hebû. Jixwe me ji bo heval Yilmaz got, “Zarokê asî yê Dersima asî”. Bi serê xwe gelek tişt kir, lê cardin jî hemû hevalan jê hez dikir. Mînak carekê bi serê xwe tevlî koma Dersimê bû û çû Dersimê. Bêyî biryara rêxistinê çû. Ji bo vê heta salekê 2 salan rêveberî weke helwest pêre nediaxivî. Wê demê hinekî ciwan jî bû. Dibe ku ji ber wê wisa germ tevdigeriya. Dûvre heval Yilmaz têgihişt. Li Dersimê ma, çû Koçgiriyê, ji wir çû Erzînganê û li Derya Reş jî ma. Heval Yilmaz li Derya Reş birîndar bû. Bi zorê hevalan ew gihand Dersimê, li wir rehet bû. Wê dawiyê 2013’an paşdevekişînê de ji Dersimê hat. Lê êdî têgihiştî bû. Dema hat cardin dixwest biçe pratîkê. Hevalekî zekî bû û her tişt dişopand. Mînak çapemenî dişopand, pirtûk dixwendin. Wekî rewşenbîrekî bû û her tişt dişopand. Bi rastî heval Yilmaz hîn jî ji pêşveçûnê re vekirî bû. Di wan du salên dawî de Fermandariya Qada Dersimê dimeşand. Li gorî daxuyaniya dijmin, dijmin ji mêj ve li pey heval Yilmaz ketiye lê nikarîbûn cihê Wî tespît bikin. Hîn tam tekmîla rêxistinî negihiştiye me ku heval Yilmaz çawa şehîd ketiye. Li gorî ku me fêm kiriye bi êrîşeke hewayî heval Yilmaz û hevalek pêre şehîd dikevin û piştre jî operasyon dest pê dike. Bi îhtîmaleke mezin destpêkê cihê Wî tespît dikin û paşê bi balafiran lêdidin. Hê ji Dersimê tekmîl negihiştiye me, lê ji ber malbat cenazeyê heval Yilmaz wergirtiye em dizanin ku şehîd e. Ji bo me windahiyeke girîng e. Wekî nevî û şopdarê Seyîd Riza bû. Gelek hevalên me yên din ji heman Qada Dersimê di serî de heval Sara, Baran, Atakan, Zîn, Çetîn hemû bi asîbûna Dersimê re bûne yek. Ev heval hemû ne ji Dersimê ne, lê ji ber ku li wir mane bi Dersimê re bûne yek. Jixwe Dersim wisa ye. Kî diçe li Dersimê pratîk dike, cardin dixwaze here Dersimê. Wekî dibe ji wir. Ev heval hemû xelekên şehadetê yên girîng bûn. Ji şehadetên meha Mijdarê ya herî dawî heval Yilmaz e. Bi rastî ji bo me windahiyeke giranbuha ye. Nêzîkbûna rast a ji şehadetan re Ya girîng ew e, em ê çawa nêzî şehîdan bibin. Em soz didin şehîdan ku em xwîna wan li erdê nahêlin û em ê şopdarê wan bin. Lê ya girîng em ê çawa li soza xwe xwedî derkevin. Sozdayina şehîdan çi ye? Çawa bi rastî mirov bîranîna şehîdan bide jiyandin? Çawa mirov bi rastî wan bike nemir? Divê mirov di vê mijarê de li hemberî heqîqeta şehadetan van pirsan ji xwe bike. Wekî hevrêyên wan ev erka me ye. Bi rastî em ê wan çawa bi şiklekî rast bidin jiyîn? Tenê bi şopdariya wan a bêteredut em dikarin vê bi ser bixin. Pêwîst e mirov ji taybetmendiyên wan sûd û ders werbigire. Şehîd di dîroka me de bûne kaniya hêzê. Divê mirov wisa hêz ji wan bigire. Her hevala/ê şehîd dikeve ji bo me weke perspektîfa serketinê ye. Em ê çawa ji wan hêz bigirin û biçin serketinê! Em ê çawa karibin taybetmendiyên wan ên bilind ji bo xwe bikin bingeha pêşveçûn û serketinê! Bêguman her şehîdek kêmasiyên xwe jî hene û me rexne jî kiriye, lê aliyê xwe yê erênî û yê mirov dikare di milîtantiyê de ji bo xwe bike bingeh pir zêde hene. Mînak em bêjin şehîdê herî dawî heval Yilmaz e. Wekî xwezayî zarokekî partiyê ye. Bê sînor bi biryar e. Cuda cîhanek xwe nîne. Cîhana Wî tenê milîtantiya PKK’ê ye. Fedayiyek e û ji her derê re amade ye. Çiqas birîndar be, çiqas zehmetî hebe jî dest jê bernade, nabêje bes e. Di şopdariya şehîdan de di xeta Rêber Apo de milîtanekî bi biryar û cesaret e. Te dît dibêjin ‘çavnetirs e, ji ti tiştî natirse’, heval Yilmaz wisa bû. Ev taybetmendiya asî ji bo şoreşgerekî pir girîng e. Tişta mirov ji her şehîdekî bigire heye. Me şehadeta heval Reşîd û heval Delal jî anî ziman. Her hevalek xwedî taybetmendiyên bi rastî mirov dikare jê sûd werbigire û bike bingeha serketinê hene. Tişta dikeve ser milên me ew e li ser esasê van taybetmendiyên şehîdan xwe rast bixin xeta wan. Ango em kêmasî û şaşiyên xwe bibînin li hemberî heqîqeta şehîdan durist bin. Divê em di soza xwe de durist bin. Ne ku em temsîlî soz bidin, divê em heqîqî soz bidin û bi rastî durist bin. Ji ber ku heqîqeta herî mezin şehîd in. Heqîqeta Rêbertî û heqîqeta şehîdan heqîqeta herî mezin e. Divê em li hemberî wan durist bin û bi rastî em bikin kesên nemir. Ev bi çi dibe? Bi bilindkirina ala şehîdan dibe, bi serxistina doza wan dibe. Doz doza şehîdan e. Bi serxistina doza şehîdan em dikarin bi rastî şehîdan bikin kesên nemir. Heke em wisa nêz bibin em ê şehîdan bikin bingeha serketinê. Taybetmendiyên pir girîng ên serketinê yên Şehîd Reşîd Serdar hene. Eger em wan taybetmendiyan rast temsîl bikin û bi rastî em li hemberî wê heqîqetê durist bin wê demê em dikarin Reşîd Serderan hîn zêde ava bikin û rêya serketinê vekin. Şehîd wisa hêza serketinê ne. Divê em her heval jî wisa nêz bibin. Ango rast û durist nêzî şehîdan bibin da ku em di wê çarçoveyê de lêpirsîna hundirîn pêş bixin, kêmasiyên xwe bibînin û ji bo bihurandinê hewldanan raber bikin, xwe wisa tevlî bikin. Wê demê em dikarin bibin hêza serketinê. Yanî wisa li hember her şert û mercan bibin hêza çareseriyê. Di taktîkê de, di meşandina rêxistinê de bibin hêz. Bêteredut di rêya şoreşê de karibin rola pêşengtiyê bilîzin. Ger her milîtan wisa nêz bibe û di xwe de tevgerbûneke rast di xeta şehîdan de pêş bixe wê bibe milîtanê serketinê. Em jî çiqasî di vê çarçoveyê de kûr bibin û bibin milîtanên serketinê em ê ewqasî karibin şehîdan temsîl bikin û şehîdan bikin heqîqeteke nemir. Li ser vî esasî soza me soz e. Soza me daye şehîdan sozeke durist û misoger e. Ji bo wê jî em ê di rêya şehîdan de teqez bibin hêza serketinê. Tevahî hêzên HPG’ê wê li ser vî hîmî bibin hêza serketinê, wê şehîdan bi rastî bikin nemir. Li ser vî esasî em dibêjin; şehîd namirin! | ||
© 2021 Serxwebûn |