Sal: 39 / Hejmar: 468/ Kanûn 2020
Berxwedana Zelal Botan destana qehremantiyê yeNîsan 2020
Murat Karayılan Di serî de em di şexsê fermandara pêşeng a jin şehîd Zelal Botan (Nesibe Ağırman) de tevahî şehîdên 14’ê Nîsanê bi bîr tînin. Di 14’ê Nîsana 1998’an de, di êrîşa dijmin a bi giştî 15 rojan ajotî de şerên giran çêbûn. Di wî şerî de bi giştî 29 heval şehîd ketin. 5 heval di roja destpêka operasyonê de, di 11’ê Nîsanê de şehîd ketin. Di 14’ê Nîsanê de jî li çar cihan şer çêbû û tevî hevrê Zelal Botan 24 heval şehîd ketin. Di nav wan de gelek hevalên hêja ku di têkoşîna me de xwedan rol û ked dayî hebûn. Di roja 11’ê Nîsanê de heval Selçûk (Enver Polat) jî şehîd ket. Heval Selçûk destpêka derxistina kovara Serxwebûnê de cih girtibû. Bi salan di çapemeniyê de li Ewrûpayê ked dabû. Ji ber eşqa xwe ya hatina çiya, berê xwe dabû Botanê û hêj vesaziya wî jî çênebûbû, di roja destpêkê ya şer de şehîd ket. Hevala Zelal Botan fermandara YAJK’ê ya Botanê bû. Wê çaxê fermandariya Botanê bi giştî 3 kes bûn û yek jê hevala Zelal bû. Cardin ji yekîneya ewlehiyê heval Cudî Şiwêtî ku fermandarekî hêja bû, hevalê Serhildan hevalê bi muhabereyê re mijûl dibû, hevalê Ednan hevalekî kevin bû û ji Efrînê bû. Beriya tev lê bibe li Efrînê kargeha wî hebû û ew girtibû û wisa tevlê bûbû, kesekî nimûne bû. Cardin hevalê Emîn ku ew jî ji yekîneya ewlehiyê bû lê girêdayî wî 5 heval hebûn. Hemû di wî şerî de şehîd ketin. Li gel hevala Zelal hevala Cîhan hebû. Hevala Cîhan hevaleke me ya jin a hêja bû, bi salan li Serhedê pratîk meşandibû. Ji Botanê bû û hatibû Botanê. Di şer de û di pratîkê de xwedan rol bû. Hevala Agirî Midyat di pêşxistina artêşbûna jinan de xwedan rol bû. Hinek hevalên jin bi ruhê êrîş û berxwedanê heçku artêşbûna jinê ferz kirin yek ji wan jî hevala Agirî bû. Bi cesaret, êrîşkarî û bi sekna xwe nimûne bû. Hevala Delal hevaleke pir fedakar û bi cesaret bû. Ji Ewrûpayê tevlêbûbû, dotmama hevalê Xêyrî Durmuş bû. Jixwe di wê operasyonê de ev her çar hevalên jin şehîd ketin. Di baskê din, boluka hevalê Eşref de Berîvan Amûdê hebû. Ew jî hevaleke fermandar û hêja bû. Li gel hevala Berîvan Amûdê 6 heval şehîd ketin. Wekî din hevalên din jî xwedan ked û rol bûn. Em cardin hemû hevalan bi bîr tînin. Hewildana dijmin a komployê Sala 1998’an ne saleke ji rêzê ye. Di têkoşîna me de saleke girîng e. Sala pêkanîna komploya navnetewî ye. Komploya li hemberî Rêber Apo di sala 98’an de ket meriyetê. Diyar dibe ku di destpêka salê de komplo hatiye plankirin û li gorî planekê, komplo gav bi gav ber bi Şamê ve bi rêxistin kirine. Derfeta dijmin jî hebû, Şemdîn Sakik teslîm bûbû. Ev kes berê rêvebir bû. Bi salên dirêj li gelek eyaletên Bakûr mabû. Beriya îxanet bike ketibû lêpirsînê û hatibû girtin. Serokatiyê şansek dayê, lê îxanet kir. Bi kurtasî Şemdîn Sakik di destê wan de bû û ev ji bo wan avantaj bû. Der heqê tevgerê de gelek agahî di destê wî de hebûn û hemû pêşkeşî dijmin kir. Jixwe di qeydan de jî heye. Ji Tirkiyê re dibêje: “Ger hûn dixwazin bi rastî gerîla tesfiye bikin ne hewce ye hûn li her derê operasyonan bikin. Botanê tesfiye bikin wê PKK nikaribe eyaletên Bakûr teqwiye bike wê di hundirê çend salan de bi giştî tesfiye bibin.” Li Botanê kî hene, çiqas quwet hene û taybetmendiyê wan çi ne hemû agahiyan dide. Şemdîn dibêje: “Ger hûn dixwazin di warê siyasî de PKK’ê tesfiye bikin divê hûn Amedê tesfiye bikin. Ger hûn dixwazin bi temamî PKK’ê tesfiye bikin wê çaxê Şamê bikin hedef.” Dibêje: “Heta Serok Apo li Şamê be hûn çiqas eyaletan tesfiye bikin jî wê cardin Serokatî wan deran tevger bike, ava bike û bimeşîne. Ger hûn dixwazin PKKê tesfiye bikin divê hûn Serokatiyê tesfiye bikin. Rêya vê ev e.” Şemo wisa agahî dabû dijmin û pêşniyarên xwe gotibû. Xuyaye dewleta Tirk plansaziya xwe ya sala 98’an li gorî vê tevger dikir. Li Botanê jî 2 kesên di nava refên fermandariyê de cih digirin hebûn. Wezîrê dewletê yê wê çaxê Mehmet Salîh Yildirim kesekî ji Şirnexê bû û bi malbata wan re têkilî çêkiribû. Ew malbat jî dibihîsin ku zarokên wan çûne sahaya Serokatiyê, diçin li wir bi zarokên xwe re hevdîtinê dikin. Xuyaye di navbera wan de bazarak çêdibe û wan dixînin. Ew herdu kes jî hatibûn Botanê. Ji wan yek Metîn Şiwêtî bû û fermandarê Haftanînê bû. Yek jî Şoreşê Şirnexî bû. Ew jî fermandarê tabûra bi tevger a li gel biryargehê bû. Metîn ji sahaya Serokatiyê hat, fermandarê Heftenînê bû. Hevalê niha di zindana Îmraliyê de Hamilî Yildirim ji sahaya Serokatiyê hat ku biçe Dersîmê. Wê çaxê Serokatî ji bo Metîn bi hevalê Hamilî re here, vesaziya wî jî çêdike. Ango tecrûbeya Metîn a leşkerî heye ji bo ewlehiya hevalê Hamilî wê pê re biçûya. Hevalê Hamilî diçe Heftenînê û tevî Metîn hat. Heval Hamilî hat Bestayê cem min, koma wan mezin bû. Lê hevalê Hamilî got: “Ev Metîn bêdil e, xwe di paş de dihêle û naxwaze were. Em pêşniyar dikin ku bila Serokatî wî ji grûbê derbixîne.” Bi Serokatiyê re me têkilî danî û me ew ji grûba Dêrsîmê derxist. Lê derket holê ku sexte ye, me ew ji erkê girt û di tabûra Şoreş de ma. Ango cardin Metîn û Şoreş hatin gel hev. Berê herdu bi hev re li sahaya Serokatiyê bûn û malbatên wan bi hev re hatibûn serdana wan. Bi hev re hinek soz dabûn dewletê, dewletê jî soz dabû malbata wan ku ew derbekê li tevgerê bidin, wê dewlet wan efû bike. Bi esasî dûvre Serokatiyê agahî da me. Bixwe agahiya me tune bû. Derfeta me tunebû da ku em bipirsin. Serokatiyê agahî girtibû. Derfeta agahî girtinê wê çaxê hebû. Serokatiyê got: “Dixwestin li we wekî Bedirxan beg bikin.” Çawa? Bedirxan beg xistin çemberê û neçar hiştin ku teslîm bibe. Serokatiyê got: “Xwestin li we wekî Bedirxan begê bikin. Lê bi ser neketin.” Dibe ku erkeke wisa dabin van herdu kesan. Jixwe ez biçûyama ku derê ew bi min re bûn. Ji ber ku tabûra bi tevger bû û bi biryargehê re tevdigeriyan. Ev avantaja dewletê hebû: Yek; Şemdîn agahî da wan. Ya din; li Botanê jî ev herdu kes ango Metîn û Şoreş jî li navenda Botanê bûn. Armanca dijmin ew bû ku di sala 98’an de Botan û Amedê tesfiye bikin. Esas operasyonên sala 98’an li van herdu eyaletan kirin, operasyonên wan ên li eyaletên din herêmî ne û ne yên esasî ne. Yanî wisa ji bo kes ferq neke, li eyaletên din operasyonên herêmî kirin, lê navenda wan Botan û Amed bû. Destpêkirina operasyonên 98’an Di vê çarçoveyê de li Botanê di 11’ê Adarê de operasyonan dest pê kir. Jixwe operasyona 11’ê Adarê bi serê xwe mijarek e. Ez vê mijarê di vir de venakim. Di operasyona 11’ê Adarê de me 7 şehîd dan, lê me 3 leşker dîl girtin û kuştiyên dijmin zêde bûn. Me Kato parast, dijmin nikarîbû têkeve gelek cihan û di wê operasyonê de şikest. Dema dijmin vegeriya li Kato Jîrka li Deriyê Kaçê li ser berfê bi tîpên mezin paşnavê min nivîsandibûn. Me wate nedayê û me henekê xwe pê kir. Lê ew wekî peyamekê bû. Jixwe tenê dikarîbûn Deriyê Kaçê bigirtana, nikarîbûn cihekî din bigirtana. Jixwe berf bû, li Deriyê Kaçê şerekî dijwar çêbû. Wê çaxê yekîneyên me û ewlekariya me, em bi hev re ketin şer. Ji ber ku em li wir bûn û şerek mezin çêbû. Di 11’ê Nîsanê de, cardin operasyon çêbû. Dûvre me fêm kir ku her meh di 11’ê mehê de operasyonê dikin. Heya meha Mijdarê li Botanê her di 11’ê mehê de operasyon kirin. Hinek operasyon 5 roj, hinekan jî 15 roj diajot. Wê çaxê bi hezaran leşker derdiketin operasyonê. Wê çaxê di 10’ê Nîsanê de bi telêfonê ez bi Serokatiyê re axivîm. Jixwe ev jî kêmasiyeke me bû. Wê çaxê me telêfonên bi peyk (uydu) bi kar dianî, dijmin jî hem li me guhdarî dikir û hem jî cihê me tespît dikir. Ma ne Serokatî dema bi aweyekî veşartî çû Rûsyayê bi rêya telêfonê dijmin pê hisiya ku li Rûsyayê ye. Heqîqet ev e ku telêfonê zerar da me. Plana dijmin jixwe ew bû ku di 11’ê mehê de operasyonan bikin, lê bi rêya telêfonê jî fêm kirin ku em li ku derê ne. Wê çaxê li Botanê me bi rêya hinek qoriciyan agahî digirt. Beriya dijmin operasyon bike em pê dihisiyan. Dijmin reîsê qoriciyan jî tevlî civînên operasyonan dikirin qoriciyan jî agahî didan me. Xuyaye generalan jî ev yeka ferq kirine ku qoricî agahî didin me. Di civîna ku reîsên qoriciyan tevlê dibin de, general agahiyên operasyonê şaş û kêm didin. Ev taktîk e di şer de. Agahî hat ku wê operasyon li Bêşebab, li Çataxê bibe. Ango operasyon li ser Kato Jîrka, Kato Xelîla û Tahta Reş e. Agahî wisa ji me re hat, lê di rastiyê de ne wisa ye. Wê çaxê Ş. Adil Bilikî jî di fermandariya giştî ya Botanê de bû. Ez, hevala Zelal Botan û hevalê Adil em di fermandariya giştî ya Botanê de bûn. Hevalê Adil li wir bû û 4 bolukên me li cem bû, bi giştî 200-250 heval hebûn. Wê çaxê hejmara bolukên me dora 50-60 kesan bûn. Em bi hevalê Adil re axivîn. Sala beriya wê me Kato parast û nehişt dijmin têkeve Katoyê. Me got: “Hûn dikarin Katoyê biparêzin û erzaqê we çiqas heye?” Hevalê Adil got: “Erzaqê me yê 4 rojan heye.” Ger dijmin were dorpêç bike û şer bibe, herî kêm wê şer 15 rojan bajo û wê heval birçî bimînin. Di wê demsalê de hinek aliyê Katoyê berf e. Me nîqaş kir, me dît ku erzaq kêm e. Me got: “Wê çaxê werin Bestayê gel me.” Em li serê Mihemedê Usê ne. Cihekî li navenda Bestayê ye û mezin e. Hevalê Adil got: “Temam, em ê werin.” Di wê navberê de em dijmin dişopînin, bû êvar me dît ku dijmin li her derê di tevgerê de ye. Me dît ku quwetê Eruhê (Dihê), Bêşebabê, Şirnexê, Qilêbanê hemû di tevgerînê de ne û wekî konvoy tên. Me ferq kir ku operasyon berfireh e, tevahî li Besta û Katoyê ye. Ango giştî ye. Wê çaxê hinek hevalên hatî hebûn. Ji min re gotin: “Tu xwe bidî aliyekî.” Wekî em biçin Mergûmarê, kûraniya Bestayê. Min got: “Nabe 4 boluk tên. Divê em vir biparêzin ku heval werin em eniyekê çêbikin, emê şer bikin.” Me nîqaş kir û me guncav nedît em biçin. Bolukek li cem me bû. Me Metîn û Şoreş girt 3-4 qazme û bêr da wan min got; ‘Herin li navsera Serikê de mewziyan çêbikin û nehêlin dijmin li wir leşkeran daxîne.’ Li dirêjahiya Serik Hosyan heye, berê li Hosyan hevalan li cihê daristanê mewzî çêkiribûn, lê cihê herî bilind rût bû û li wir çênekiribûn. Me nêzî 20 hevalan şand wir ku mewziyan çêbikin. Ji ber ku cihê herî girtî ew der bû. Bi hevalên li cem me mayî re jî em çûn ketin mewziyên berê hatine çêkirin. Em destê sibê çûn. Wê çaxê şêwaz wisa bû: destpêk cihê ku dijmin bi helîkopteran leşker daynê, bi balafiran lêdixist. Me dît seat ji 2’an şûnde hema bêje li her derê xistin. Piştî wê seat dora 4’an dest bi leşker daxistinê kirin. Piştî ku lêxistin û şûn de em çûn gir. Em gihiştin gir, me hêj mewzî negirtibû helîkopter hat ser me ku leşkeran daxîne. Em dora 20 hevalan, me hemûyan bi hev re lêda. Helîkopter neket, lê dûvre me bihist ku 2 kes têde mirine. Me ew gira girt û me xwe di mewziyê de bicih kir û me nehişt dijmin wir bigire. 800 metro dûrî wê, cihê Metîn û Şoreş li wir jî xwest leşker daxînin. Şer destpêbû me ji ser destik pirskir ku çi bû? Gotin; ‘Helîkopterekê leşker daxist, lê yên din nikarîbûn.’ Me got çawa bû diviyabû yek jî daneketa. Gotin; yek bû û daket, me li wan xist 14 esker bûn reviyan, xwe berdan Mildirêjê û di aliyê Başûr de çûn, gir di dest me de ye. Me jî got; baş e. Operasyona herî mezîn a dîroka Komara Tirk Wê şevê li gelek cihan bi helîkopteran leşker daxistin. Di wê operasyonê de dora 60 hezar leşker hebûn. Ew operasyona herî mezin a dîroka Komara Tirk bû. Beriya wê operasyoneke wisa mezin nekiribûn. Ji bo her girekê tugayek anîbûn. Tugayek hatibû Serikê Mihemedê Usê. Bû sibe cardin hatin bi kobrayan lêdan. Seat 7-8’ê sibê dijmin leşker daxist ser Serik. Me ji grûba Şoreş û Metîn re got: “Dijmin çawa leşker dadixin ma hûn ne li wir in?” Gotin: “Me xwe hinek da alî. Me nikarîbû mewzî çêbikira, arazî rût bû. Ji bo vê me xwe da alî. Em lêdidin, ev ji destê me tê.” Tu nabêjî ne wisa ye. Reviyane çûne pişt Avyanê. Erê lêdidin lê ji dûr ve lêdidin. Tugayek leşker daxistin wir û bi ser me de hatin. Destpêkê gotin xwe me daye aliyekî. Min got dibe ku ketine navber me û dijmin. Ji bo vê em pir hişyarî li ser vê mijarê nesekinîn. Hew carekê me dît leşker 20-30 metro nêzî me bûne. Mecbûr me şer kir û ew dûr xistin. Me ji grûba Metîn û Şoreş re got, ‘ ma hûn li ku derê ne, dijmin hatiye ber me.’ Gotin; ‘me xwe daye kêlekê.’ Welhasil me fêm nekir li ku derê ne. Tu nabêjî ew dixwazin em tengav bibin û teslîm bibin. Me şer kir, hema bêje me 10-15 caran dijmin dûr xist. Min kordîne dikir, lê hevalê Cudî bi navê min li ser cîhazê diaxavî. Lewra dijmin cihê şer koordîne dike, tespît kir. Dijmin berê ji ber axaftina min a telêfonê fêmkiribû ku ez li wir im. Tam 40 roket bi balafirê li cihê me xistin. Heçku li wir dar nema. Kobrayan jî bi dehan caran lêxist. Lêdan radiwestiya leşker dihat û me şer dikir. Leşker paşde diçûn û bi balafir û kobrayan lêdidan. Me li wir 5 heval şehîd dan. Lê dijmin nikarîbû wir bigirta. Bû êvar, dijmin paşde kişiya. Êvarê heval hatin cem me. Gotin grûbeke Bêşebabê gihiştiye me. Bolukeke hevalê Adil jî gihişt Girê Sor û Girê Sor parast. Jixwe ketin navbera me û dijmin, ango wan jî bar li ser me sivik kirin. Me ji hevalan re got; ‘temam, her boluk wê bi serê xwe bikişe. Em pergala şerê eniyê nameşînin, şêwazê gerîla bimeşînin û her boluk bi însiyatîf e.’ Îradeya mezin a Apogerî Hîn destpêka operasyonê bû û dijmin hêj negihiştibû Pîro. Quweta Garisa li Pîro bû. Jixwe cihê me navend bû û em dikarîbûn bi her kesî re biaxivin. Hevalên li Pîro gotin; ‘dijmin nehatiye vir.’ Me jî got; ‘em biçin Pîroyê.’ Çûyina Pîro jî zehmet e. Ji bo mirov biçe Pîroyê divê tu dora 10 seatan zû bimeşî. Metîn ji min re got; ‘em li geliyê Hêzil xwe veşêrin.’ Min got; ‘ez xwe venaşêrim. Ger hûn dixwazin biçin li geliyê Hêzil xwe veşêrin, taximekê bidin min bila bi min re werin. Ji ber ku em tevî ewlekariyê 7-8 kes in. Taximek bila bi min re werin em 25 kes biçin Pîroyê. 25 kesên sivik dikare xwe bigihîne Pîroyê.’ Me wisa biryar da. Em bi rê ketin. Ji ber ku pirsgirêka demê hebû, em bi lezgînî meşiyan. Dijmin ser rêya me hemû girtibû. Me jî got em di navbera giran de ziqzaq bikin û biçin. Hevalê Cudî di pêşde diçû li serê her girî bi dûrbînê dinêrî û cihê musaîd tespît dikir û digot; ‘em di vir re herin’. Tecrûbeya xwe ya pir kûr hebû di navbera leşkeran de, em derbas dikirin. Em di rê de dimeşiyan her carê grûb qut dibû. Her grûb qut dibû em mecbûr disekinîn. Ji ber ku em di sahaya şer de ne. Ger grûb qut bibe mumkûne îmha bibe. Ji bo vê her carê em disekinîn. Çend caran hevalan got; grûb qut bû. Min got; ‘ev çawa bû, em 25 kes in, em çawa qut dibin divê hemû yên jîr bin.’ Ez li pêş bûm. Hevalê Cudî û hevalek li pêş min bûn. Ez çûm paşiyê binêrim. Ez çûm û min dît ku rêz dirêje, şev reş bû, min got heval hûn kî ne? Gotin; ‘em quweta Bêşebabê ne, em hevalên birîndar in.’ Min got; ‘hûn bi me re çi digerin?’ Gotin: “Wexta hûn ketin rê hevalê Şoreş gotiye hûn girêdayî hevalê Cemal in, hûn jî pê re herin.” Hevalên nexweşxaneya Bêşebabê birîndar in, nikarin lez bimeşin Şoreş ew bi dûv me xistine. Xebera min jî jê nîne. Tenê ji min re gotine quweta Bêşebabê hatiye û min jî normal dît. Ji ber ku me gotibû bikşên û heval jî dihatin. Lê ne gotibûn em wan dixin grûba we. Niha ew dizanin terzê min wisa ye ku ez kesî li paş xwe nahêlim. Em orta Bestayê ne. Herhal ji bo em negêjîn Pîroyê, grûba birîndaran bê xeber li dûv me xistine. Min ji wan re got; ‘kes ji we Bestayê nas dike?’ Gotin; ‘na.’ Şekir di bêrîka min de hebû, min her yek ji wana şekirek dayê. Jixwe 16 heval bûn. Min ji wan re got: “Heval heya siharê em negêjin Pîroyê, em ê îmha bibin. Derdora me hemû leşker in û kobra li ser me ye. Em vê ortê bimînin em ê îmha bibin. Ji kerema xwe re, xwe ji grûbê qut nekin daku em bigêjin cihê xwe.” Hevalan gotin; temam. Heta yek ji wana got: “Ez bi çar lepikan bimeşim jî grûbê qut nakim.” Me got; baş e. Ev îradeya mezin a Apogerî ye. Welhasil me lêxist em çûn, tam ava Besta Hincê ku avek mezin e me derbas kir dinya ronî bû. Li wir girek bilind heye jê re dibêjin Givêra. Li wir leşker hebûn. Me leşker didîtin, lê em li jêr bûn, wan em nedîtin. Me av qut kir em derbasî girê Xanê binaniya Pîro bûn. Ger 10 deqîqe jî em dereng bimana wê dinya ronîtir bûya û wê dijmin em bidîtina. Wisa em derbasî Pîroyê bûn. Wê rojê em li Pîroyê man. 5 heval şehîd ketin. Ên şehîd ketin li cem min bûn û ji bo vesazkirinê hatibûn. Yên şehîd ketin jî bi wê lêdana balafiran şehîd ketin. Wê çaxê me jimart tam 40 roket li me dan. Fermandarê quweta Garisa kesekî bi navê Arî yê ji Başûr bû û wî kesî jî dûvre îxanet kir. Arî hat cem me, me nîqaş kir û me got em çi bikin? Dibe ku em biçûyana Garisa yan jî Çiravê. Wî kesî got; “Em dikarin bimînin hûn herin.” Me dît bolgeya wan e, quweta Garisa girêdayî Pîro ye. Me got: “Hûn derbikevin em ê li vir bimînin.” Me ew ji qada operasyonê derxist. Me hevalên birîndar bida gel wan baştir bû. Lê me nekir. Me biryar da em herin binaniya Pîroyê bisekinin. Di wê navberê de hevala Zelal jî çûbû Heftenînê û tevli konferansa YAJK’ê bûbû û ji wir hatibû biryargehê. Li biryargehê dijmin bi ser wan de jî hat, daristan e, quwet li araziyê belav dibe di wê belavbûnê de 9 hevalên jin hevalê Kasim û Rûken Garzan jî ji wan qut bûne. Min got; ‘bila hevala Zelal were cem me.’ Ew jî tevî hevala Cîhan, Delal û Agirî hatin. Min ji wan pirsî û got, we çima quwet wenda kir. Ji ber ku 10 heval wenda bûbûn ez aciz bûbûm. Me hinek nîqaş kir û ew jî bi me re tevgeriyan. Welhasil tevî hevalên birîndar û grûba hevala Zelal em bûn 45 kes. Jixwe hevala Delal berpirsyariya grûbê hilda ser xwe û wê çûyina me bi rêve bir. Em çûn binaniya Pîroyê. Li wir berf jî hebû, wê şevê em li wir man. Sahaya Operasyona li Bestayê ji me re xuya dikir. Li wir Noqteya Firinê heye, leşkeran wir jî girtibû. Me dît leşkeran noqta Firinê berdan û çûn. Hinek hevalan gotin em herin wir. Lê ew noqte di nav dijmin de ye. 2 quwetê dijmin lê ne. Li kêleka wir, nêzî 300-400 metro dûrî wê, girek heye û dijmin li wir bû. Bi roj em li wir man, lê şev sar e divê em xwe hinek bidin cihekî din. Wê çaxê Serhat hebû wekî alîkarê min bû, lê dûvre îxanet kir. Got: “Vir sar e û rût e. Em herin wir jixwe dijmin wir berdaye, careke din nayê. Wir daristan e û germ e.” Herkesî jî wisa got min jî qebûl kir, lê bi şertekî. Min got: “Destpêkê bila 4 heval herin binêrin bi rastî guncav e, yan na, dijmin lê maye yan na. Ger guncav be bila çar caran bi bêtela biçûk îşaret bidin.” 3 hevalên xort û hevala Agirî çûn. Diçin dinêrin kes nîne, li bêtelê dan. Em jî çûn. Lê wê çaxê termal nû derketibû, me dizanîbû termal heye, lê li ser tangan bûn. Derveyî tangan termal nedihat bikaranîn. Termalên heyî encex bi motora tangê dixebitî. Lê teknîk pêşketibû termalên bi jeneratorên biçûk dixebitin derketibûn. Dijmin jenerator anîbû û bi termalê li me dinêrî, em çawa xwe bicih dikin û mewzî digrin, hemû dibînin. Dijmin me dişopîne em hatine ber wan bicih bûne. Dijmin jî li hemberî me sirtek hinek bilind heye û ew jî pişt wî sirtî ne û hemberî me hemû girtine. Jixwe li girê derdora me dijmin hebû. Bû sibe berek hebû wekî xaniyekî mezin bû. Serhed jî digot binêre vir germ e, xweş e. Hevalê Cudî û Emîn wekî taximekê li jora me bûn. Di navbera me û dijmin de bûn. Ji ber ewle bûn, gir girtibûn. Mahîr Garzan jî gel hevalê Cudî bû, ew di cîhazê da diaxivî. Got: “Dijmin bi ser we de tê dîqet bikin.” Tam wê deme, helîkopterek ji ser me re, derbas bû. Me jî got: “Em dibînin temam, hûn çima xeber didin?” Dûvre Mahîr jî îxanet kir. Tu nabêjî leşker bi ser me de tê. Ew ji bo leşkeran dibêje bi ser we de tê. Me jî got herhal ji bo helîkopterê dibêjin. Me jî got em dibînin hûn çima dibêjin. Hevalê Cudî wan jî dibêjin nexwe heval dibînin, planeke wan heye. Leşker hatin, hindik mabû bi bombeyan têkevin nav me. Hema grûba hevalê Cudî bi bombeyan li dijmin dan, em wisa pê hisiyan. Wê çaxê me dît ku dijmin nêzî me ye. Min ferq kir ku em û dijmin ketine nav hev. Min di dilê xwe de got temam em ê îmha bibin. Qet nebe ez jî çend leşkeran bikujim. Min serê xwe ji ser ber rakir ku bibînim leşker li ku derê ye tu nabêjî leşker hema amade ye û berê çeka xwe li me ye. Hema yekser bi ser mewziya me de reşand perçeyên keviran li serê min ketin. Wê çaxê jî min serê xwe traş kiribû. Xwîn ji serê min hat hevalên jin gotin; ‘çi bû?’ Hema min serê xwe bi kefiyê girêda û min got; ‘bila kes nizanibe.’ Hevalê Cudî bi ser cîhazê li ser hev bang dikir û digot, ‘ heval ji wir derxînin.’ Ew û dijmin jî ketin nav hev û şer dikirin. Me got em çawa derbikevin ez ketim pêşiyê û me xwe berda dolê. Hevala Zelal di fermandariyê de rêber bû Di nav daristanê de leşker hebû em neçar man derkevin cihê bejahî. Dijmin Mergûmar kiribû navend û helîkopter li wir danîbûn. Hema ji Mergûmar 9-10 helîkopter rabûn. Jixwe bihistibûn em li wir in amadekariya wan hebû. Hema leşkeran jî xistin tevgerînê. Em ku ve diçin dijmin li pêş me leşker dadixist. Em çûn cihekî di navbera Xirbikê Besta û Mergûmar. Hinek leşker jî ji Xirbikê Besta û Mergûmarê tên ku di herdu milan de rê qut bikin. Me dît ji herdu milan leşker tên. Mahîr got: “Em zû bimeşin beriya herdu qolên leşkeran bigêjin hev emê wan qut bikin.” Min got: “Nabe, wisa hevalên li pişt me mayî nikarin bigêjin me.” Mahîr got: “Em te xelaskin wê heval li çareya serê xwe binêrin.” Min got: “Na, hema ez ê tenê xelas bibim û 35 heval şehîd bikevin ez jî naçim.” Min dît em 5 kes in, ez bûm, hevalê Ozgur Gabar bû, hevala Zelal, Mahîr û Serhed bû. Mahîr got: “Em we her 5 kesan xelas bikin.” Min got; ‘ez naçim.’ Dema min wisa got hevala Zelal got: “Wê çaxê em gir bigirin û şer bikin.” Hema girek li pişt me mabû. Gireke biçûk bû, li binaniya Hereqolê bû. Min got temam em biçin gir û şer bikin. Em vegeriyan min li pişt xwe nêrî min dît hevalên li dûv me mane yek bi yek tên. Her yek dora sed metro mesafe tên. Heya em vegeriyan hevalên dihatin cem me jî gihiştin me û bi giştî em bûn 14 kes. Em çûn gir. Gir dora 100 metro bilind bû. Lê heval bê taqet in û birçî ne. Wê çaxê şorbeyên magî hebûn. Bi rastî ew şorbe taqet dide mirov. Wextê em çûn cem quwetê Garisa li me şorbeyên magî belav kirin. Hevalê Ednan çend şorbe yêdek li cem xwe hiştibû. Dema em gihiştin wir toza şorbeyê her yek mistek li me belav kir. Herkesî avêt devê xwe û di wan şertan de wê hêz da me. Bi wê hêzê me çû gir girt. Min got: “Beriya dijmin li wir helîkopter daxîne du hevalên ciwan zû biçin serê gir bigirin ji bo em bigêjin wan.” Ji ber ku em bi ku derê ve diçin dijmin li wir helîkopter dadixîne. Ew hevalên ciwan çûn hema em jî dûv wan çûn. Dema em derdiketin gir, dijmin em didît û bi cîhazan ketibûn tevgerînê. Digotin; ‘hûn dibînin, çend kes in û hwd.’ Hemûyan berê xwe dan me. Em çûn gir, jixwe girek rût bû, tenê kevirek tîk hebû. Me bi bistîkan mewzî ji xwe re kola. Me got bila dijmin were cem me, em ê bi bombeyan lê bidin. Ger ne wisa be wê bi balafir û kobrayan me îmha bikin. Lê leşker têkevin nav me nikarin bi balafir û kobrayan lê bidin. Me wisa biryar da. Hevala Zelal mewzî girtina wir diyar kir. Ji ber ku gerîlayek bi tecrûbe û di nava şer de pijiyabû. Jixwe di her şert û mercan de hevala Zelal pêşengek bû. Bi sekna xwe ya fermandariyê û bi însiyatîfê nimûneyeke bêhempa bû. Di wir de hevala Zelal ji me re rêberî kir. Di wê mewzî girtinê de me hevala Cîhan û Serhildan da sirtekî li hemberî xwe. Ez û çend heval li cihekî man. Hevala Zelal û Delal li pêş me ji bo xwe mewzî çêkirin. Welhasil me xwe belav kir û herkesî cihê xwe çêkir. Hevalan ji min re li pişt wî kevirê tîk cihek çêkirin min got: “Ez nakevim wir, ji ber ku ez nikarim li wir şer bikim.” Ez neketim wir, li jora wê mewziyek hebû ez ketim wir. Em man ku dijmin were. Dijmin destpêkê gihişt cihê mewziya hevala Zelal. Hevala Zelal û Delal lêxistin û şer kirin. Hevala Delal ji destê xwe birîndar bû, qedemeyekê xwe dan paş û hatin cem me. Çend caran êrîşî me kirin me lêxist. Her ku dijmin dişkest hevala Zelal tîlîlî lêdida. Çend caran wisa bû. Feqet eraziyek pir xerab bû. Çawa? Heta mirov nehata ber hev mirov hevûdu nedidît. Heta 9-10 metro nêz nebûna mirov dijmin nedidît. Her carê dengek dihat digot; ‘de were.’ Min deng dibihist, lê min kesek nedidît. Min ji hevalan re got; ‘binêrin ev kî ye bang dide?’ Lê heval di nav şer de guh nedan min. Min lê nêrî min dît 2 çete tên. Bombe di dest wan de ye, dikin li me bidin, lê tenê newêrin bangî yên dûv xwe bikin. Min li wan da yek ket, yê din jî atîk bû xwe teqle kir û dûr ket. Di wê navberê de ez jî ji destê xwe birîndar bûm. Min ji hevalan re negot; ‘ez birîndar im.’ Hevala Agirî xwîn dît û got: “Heval tu ji vir derbikeve.” Di wê navberê de hevala Zelal jî şehîd ket. Hevalan çeka wê ya M 16 anîn dan min. Min dijminê dûr bi çeka hevala Zelal davêtê, yên nêz jî bi çeka xwe lê dida. Min her du çek jî di wî şerî de bikaranîn. Şêr, şêr e; çi jin an jî çi mêr e Hevala Agirî dît ez birîndar im, ket mewziya me û got ji vir derbikeve biçe mewziya piştê. Di wê mewziyê de hevalê Ozgur hebû. Min got, ‘temam, lê tu yê bikaribî vê mewziyê biparêzî?’Hevala Agirî got, ‘Şêr, şêr e, çi jin e, yan çi mêr e.’ Hevala Agirî eynî wisa got. Ket şûna min. Ez derketim hatim mewziya hevalê Ozgur lê ye. Di wê navberê de hevalekî din hebû navê xwe Heqî bû. Pereyên me li cem Ozgûr bûn, rapor jî li cem hevalê Heqî bûn. Hevalê Heqî hevalekî ciwan bû. Min jê re gotibû ger dijmin bi ser me de hat û rê nema divê tu van raporan bişewitînî. Wî jî kortek vekiribû rapor xistibûn wir, her deqîqe gazî min dikir digot, ‘ heval ez bişewitînim.’ Min jê re digot; ‘ka bisekine, dibe ku em hîn bijîn.’ Hevalekî ciwan bû. Beriya em îmha bibin diviyabû em hemû tiştê xwe bişewitînin. Wî jî xwe li gorî vê amade kiribû. Welhasil me neşewitand. Li wî girî me çawa şer dikir? Dijmin êrîş dikir ku dişkest paşde diçû balafir dihat lêdida û dûvre jî kobra dihat lêdida. Carna jî kobra û balafirê bi hev re lêdidan. Carekê pîlotê kobrayê bi koordîne re axivî. Kodê kordîneya wan Guneş bû. Fermandariya artêşa duyem bû. Ferq kiribûn ez li wir im. Ji ber ku cihê destpêkê em ji wir derketin ciwanek li wir dimîne wî digrin, du heval jî xwe vedişêrin. Herdu hevalên din jî denge wî dibihîsin. Ew ciwanê ketiye dest ji ber nû tevlî bûbû hema diaxive û bi destê xwe min raberî wan dike dibêje; ‘ev ê diçe Cemal e.’ Dûvre wî ciwanî jî li wir înfaz dikin. Ew herdu hevalên xwe di kun de veşartibûn vê jî dibihîsin. Lê ciwan her tişt axivîbû. Ciwanekî ji Geverê bû, xwe şaş dike li wir dimîne û dikeve destê dijmin. Hevalê Serhildan şehîd ketibû, dijmin li wir cîhaz û şîfre bi dest xistibûn. Ji ber ku hevalê Serhildan bi muhabereyê mijûl dibû, kel û pêlê muhabereyê jî dikeve destê dijmin. Hêj şer berdewam bû dabûn çapemeniyê ku Karayilan dorpêç kirine û dikin bigirin. Yên xayin jî bi rêka cîhazan bang dikirin digotin; ‘Cemal jî çû yên mayî teslîm bibin.’ Hîn şer berdewam dikir, wisa dikirin. Ji bo vê fermandariya kol orduya duyem operasyon dişopand û ew xayinê Şemdîn Sakik jî hatibû cem wî. Dûvre reîsê çeteyan agahî dan me. Şemdîn jî wekî şêwirmend li cem wan dimîne, muhtemel refleksê me wê çi be û em ê bi ku ve biçin digot. Qaşo min nas dike li gorî refleksê me ji dijmin re şêwirmendiyê dike. Dijmin jê pirs dike dibêje; ‘niha wê Karayilan çi bike?’ Şemo dibêje; ‘wê şer bike û naçe.’ A girîng li gorî muhtemel refleksê me agahî dida dijmin. Ew çeteyê me kuştî tu nabêjî reîsê çeteyan e. Berê çeteyan zêde êrîş dikir ji ber vê çete hinek şikestin. Tenê dixwestin cenazeyê xwe bigrin. Ji bo vê her dixwestin balafir lêbidin. Lewra her digotin; ‘li wî kevirê tîk bidin ku em cenazeyê xwe bigirin.’ Di wê lêdana dijwar de hevala Agirî di wê mewziya berê ya em têdeyî de, şehîd ket. Wan jî cenazeyê xwe girtin û çeteyan hew şer kir. Lewra leşker jî bê çeteyan zêde neketin şer. Ji bo vê her bi balafiran li me dan. Hevalan cihek di navbera keviran de çêkiribûn. Hevalê Ozgur got têkeve vir baş e. Piştî wê hevalê Ozgur hat got; ‘me cihek baştir dît em herin wir.’ Min got; ‘ferq nîne arazî dişibe hev.’ Welhasil ez çûm cihê heval Ozgur raber kirî. Ew cihê navbera keviran de jî, ji ber ku baş bû, heval Delal ket wir. Vê carê kobrayan li me da heval Delal li wî cihî şehîd ket. Di navbera me de 5 metro hebû wisa heta êvarê me gir parast. Divê mirov vê bibêje yên îxanet kirî mesela Mahîr Garzan îxanet kir, lê wî şer dikir û şerker bû. Lê ew Serhed ew cihê ku min gotî nabe ku mirov têkevê û şer bike, ew çû ket wir û wê rojê ji sibê heta êvarê me şer kir wî yek gule neavêt. Em di bin navê hevaltiyê de carinan saf nêz dibin. Çima şer nekir? Jixwe hejmara me kêm bû, min bi du çekan şer dikir, wî yek fîşeng neteqand. Heta xwe di ser min de aciz dikir û digot; ‘tu nasekinî tu yê derbê bixwî.’ Dûvre ku em çûn paşiyê, ez bi ku de diçûm ew jî dihat. Hevalan ji wî re jî cih didîtin. Wî ji min re got; ‘li van deran cihekî tu xwe veşêrî nîn e.’ Di rastiyê de dibêje tu, lê xwe qest dike. Min got, ‘berde, li vir veşartin nîne, arazî tije leşker in, em ê heta dawî şer bikin.’ Min hişk got ew jî rawestiya. Heçku dixwest mîna em xwe teslîm bikin, em xwe veşêrin. Bû êvar dijmin xwe da paş. Wê çaxê leşkerê TCyê bi şev şer nedikirin. Min ji du hevalan re got, hûn biçin nêz û di ser wan de bireşînin. Heçku hûn êrîş dikin ji bo ji me dûr bikevin em cenazeyên xwe kom bikin. Heval çûn li wan dan, ew dûr ketin me jî cenaze kom kirin. Me cenazeyê 4 hevalan anîn. Her çar hevalê jin, heval Serhildan û Ednan şehîd ketin. Di rastiyê de me cenazeyê hevala Cîhan û Ednan nedît. Heta me digot dibe ku şehîd jî neketine. Ji ber ku ew daketin xwarê û li wir zehf şer çêbû. Hevala Cîhan hevaleke pir bi tecrûbe bû û demdirêj şer kirin. Herhal li wir şehîd ketin me ew nedîtin. Lê me her çar hevalên din di ber hev de dirêj kirin. Em fikirîn ku em bi ku derê re herin. Dijmin li girê pişt me, dadixist. Wê çaxê ji bo vê me 2-3 heval danîn wir û dûvre ez jî çûm wir me li wir temaşe kir me got, herhal ji tirsa xwe li derdora xwe direşînin. Ji ber ku dengê fîşengan dihat. Jêr Deriyê Egîd hebû piştre min dît dengê fîşekan berdewam dike. Di rastiyê de dijmin li jora me leşker dadixîne û hejmara me jî kêm e. Ger bi ser me de bihatana wê em îmha bikirana. Hêdî hêdî me ferq kir li wir şer heye. Tu nabêjî boluka hevalê Eşref jî çûye xwe li wir veşartiye. Ne xebera me ji wan heye, ne xebera wan ji me heye. Dema dijmin ji bo me dixwaze leşkeran daxîne diçe gel hevalên gir girtine leşkeran dadixîne û şer derdikeve. Heya êvarê li wir şer kirin boluka hevalê Eşref li wir 6 şehîd da û heval Berîvan jî li wir şehîd ket. Min ferq kir ku quweteke me li wir e. Di rastiyê de wan em parastin. Wekî din di 3 aliyan de dijmin dihat, tenê pişt me mabû û ew der jî hakim bû. Ger dijmin ji wir jî bihata, wê her çar aliyê me bihata girtin û em ê îmha bûbûna. Lê boluka hevalê Eşref li wir bû û bi tesadûfî be jî em parastin. Bû êvar, jixwe pişt me Hereqol e, em nikarin hema biçin, hem li wir jî şer heye. Wê çaxê em ê bi ku derê re herin? Êvarê me xwe di berwarî de berda. Berpirsê ewlekariya me hevalê Xweşnav bû, ji gundê Diriyan bû, fedakar û qehreman bû, gazî bû, çavekî xwe nîn bû, lê Besta gav bi gav nas dikir û heçku behna dijmin digirt ew di pêş me de bû. Tam em dikin biçin me dît hema li pêş me gule reşand. Agir pê ket heval Xweşnav vegeriya. Min got; ‘vir xeter e?’ heval Xweşnav got; ‘nexwe dijmin vir tarama dike, ev der vala ye em di vir de biçin.’ Em man û me xwe kerr kir cihê gule lê reşand agir pê ket. Ji ber ku bihar bû zû tefiya. Fermandarekî jî fêm kir şaşî bû, xeber da got; ‘we çima li wir da û agir pê ket?’ Me zelal kir ku wir vala ye. Nexwe leşkerê li wir tirsiyane li wir gule reşandine. Agir melûl bû û şûnde em di wir re derketin. Ne wisa bûya dora me girtî bû. Cihê ku wan gule reşandî re em çûn. Me çembera yekem wisa qut kir. Em hêdî hêdî gihiştin binaniya Mergûmarê. Kesî ne av vexwaribû, ne nan hebû. Hevalê Xweşnav gerîlayekî bi tecrûbe bû. Her xwê û xwêya lîmonê pê re hebû. Her yek ji me bardaxek vexwar wê hêz da me. Li cihê wisa bardaxek xwê û xwêya lîmonê yan jî çay hêz dide mirov. Jixwe hevalê Sefkan û Ozgur li wê derê bûn bi hev re diaxivin digotin; ‘ax niha çaydanek hebûya me pê çay çêkira.’ Hesreta xwe ya çayê ji hev re dibêjin. Ji ber ku hefteyek bûbû me çayek venexwaribû. Xwêya lîmonê jî wekî çayê bû me vexwar û em meşiyan. Wisa em ji wê çemberê derketin lê vê carê em ê bi ku derê re herin. Me dît ku Mergûmar navenda operasyonê ye. Cihên dûz (rast) li wir hene, wan cihan kirine wekî sahaya helîkopteran. Me got; ‘ya baş wir e, ma em xwe bidin ku derê li her derê araziyê leşker hene.’ Em çûn dora 500 metro belkû 700-800 metro nav Mergûmar sekinîn. Lê bi xeter e, mumkûne dijmin ji her derê were. Ji ber vê em bi komî nesekinîn wekî mewzî girtinê em belavbûn. Jixwe em 8 kes bûn Mahir ji pişta xwe birîndar bû ez jî ji destê xwe birîndar bûm. Em wisa wê rojê li wir man. Dûvre em hatin. 10 roj em wisa çûn û hatin Heval li me geriyan radyoyan şahadeta me dida. Hevalê Şehîd Adil her li ser cîhazê bangî min dikir. Me got hevalek bila bersivê bide hevalê Adil. Serhed bersiv da hevalê Adil û got; ‘heval baş in. Tiştên tê gotin ne rast in.’ Lê hevalê Adil bi israr dibêje; ‘ez bawer nakim. Divê ez dengê wî bibihîsim.’ Ez çûm ser destik, min got kerr be, sakîn be. Min derveyî vê tiştek negot. Behna heval Adil fireh bû. Wan jî wekî me xwe li cihekî veşartibûn, lê xwe dabûn deriyê Beq ê Katoyê. Me têkilî bi Şoreş û Metîn re çêkir. Ji ber ku ew quwetê me ne. Me bi rêya bêtelê têkilî bi wan re çêkir hevalan ji wan re got; ‘em ê hev çawa bibînin?’ Wan jî pirsî. Digotin qey ez şehîd ketime. Hevalan got; ‘em dixwazin silav bidin hev.’ Şîfreyek dan me û gotin; ‘em li hember cihê 23’ê ne.’ Em fikirîn 23 çi ye. Me konferansek çêkiribû û hevalekî pêşniyar kiribû ku doçkaya 23’ê bînin. Me fêm kir ku ew li Çalê ne. Em çûn Çalê, me dît li wir in. Li Çalê ber û zinar hene, di bin gir de cihek wisa ye, lê cihekî teng e. Çûne ketine wir. Em çûn cem wan, min got; ‘ger dijmin were derî em ê çi bikin, rê nîne, nabe. Yan jî balafir li vir bide bi yek qazanê wê herkes bimire. Hûn çawa li vir in? Ka em tedbîr bigrin qet nebe em biçin deriyê pêş dema dijmin hat em lêbidin û derbikevin.’ Hevalan gotin; ‘temam.’ Wî Metînî got; ‘ez li deriyê pêşî bim.’ Guman hebû dijmin bihata, dijmin li herdu aliyê me bû û em jî li ortê bûn. Lê ew cih girtî ye. Ji bo vê dikarin agir dadin û çayê çêbikin. Jixwe heval hatin, çay çêkirin û ew bîranîna xwe gotin. Me gotiye xwezî çay hebûya. Metîn tevî 12 kesan got; ‘ez ê biçim deriyê pêş çi were ez bernadim.’ Lê xuyaye ew diçe pêş ji bo dema dijmin were teslîm bibe û em jî têkevin destê dijmin. Heya êvarê baş e tiştek nehat. Roja din hema me li wir nan xwar ku nan jî zêde nînbû, lê ya baş çay hebû. Em destê sibê ji wir derdiketin diçûn hember girê Dêm, di araziyê de diman. Li araziyê me nikaribû xwarin û çayê çêbikin, em êvarê, cardin dihatin wî cihî me çay çêdikir û siharê em cardin diçûn. 10 roj em wisa çûn û hatin, operasyon qediya. Tam 10 roj em wisa çûn û hatin, operasyon qediya. Li wî cihê me yê destpêkê hevalên mayî şehîd ketin heval Emîn wan. Cem me 6 heval şehîd ketin. Cem heval Eşref 6 heval şehîd ketin, hevalên din jî li wî cihê yekem şehîd ketin. Hevalê Cudî di rastiyê de ew jî dûv me derdikeve lê em rastî hev nehatin. Mumkûne dereng derketibe, di rê de rastî dijmin tê şer dike û ew jî li wir şehîd dikeve. Hinek jî bi tena serê xwe reviyabûn, dûvre hevalan ew rexne kirin. Zerdeştekî Goyî hebû wekî fermandarekî li Zagros bi nav û deng bû û pir bi cesaret dihat nasîn. Ew jî nû hatibû cem me, me hêj vesaziya wî çênekiribû. Dema operasyon hat, me ew kiribû fermandarê 16 hevalên birîndar. Lê Zerdeştê Goyî heval hiştibûn û reviyabû, ji ber vê hinek heval şehîd ketibûn. Ew sexterkarek bû û dûvre jî fîrar kir. Bi kurtahî operasyon qediya û şûnde em çûn cihê pevçûn lê derketî yê ewil û grûbek jî çû cihê pevçûnê yê duyem ji bo em şehîdan veşêrin. Me şehîd komkirin û veşartin. Em li wir sekinîn û min got: “Şoreş wexta şer ka hûn li ku sekinîbûn cih raberî min bike.” Xwarin tunebû heval li cihê dijmin digeriyan konserve kom dikirin. Torbeyek konserve li ser milê Şoreş bû. Dema min ev pirsa jê kir, min dît torbeyê konserveyê ji ser milî wî ket, rengê wî zer bû. Dît hevalê Rêber Erkendî li wir e. Hevalê Rêber hevalekî ciwan bû û wekî fermandarê taximê bi wan re bû. Ger rast neaxive hevalê Rêber wê rastiyê bibêje. Jixwe di vir de wê de bir û anî û hinek tişt got, heval Rêber got; ‘na, heval em li filan derê bûn.’ Hevalê Rêber cih rast got. Şoreş got; ‘destpêkê em ne li wir bûn me şer kir û dûvre em çûn cihê din.’ Ango derketine derveyî şer. Dijmin wisa hatiye ketiye nav me. Wisa min fêmkir ku tiştek heye. Lê em pir bi niyetên erênî nêz dibin min hema dest nedanî ser. Min ferq kir ku ev Şoreş û Metîn bi hev re ne û ev karê Metîn e. Min got ji vir û wiha wê Metîn ji yekîneya we derbikeve û were cem in. Min Metîn ji yekîneyê derxist û min got: “Dijmin serê Pîro girtiye em dikin biçin ser wan û çalakiyê bikin. Biçe keşfa wir bike.” Ji ber ku fermandarê tabûrê ye, yê biçe keşfê jî ew e. Tu nabêjî bi şiklekî hev dibînin Şoreş wekî ku diçe keşfê, Metîn jî wekî ku diçe nêçirê derdikeve û hev dibînin û fîrar dikin. Şoreş û Metîn bi awayekî bi plan xwestin em îmha bibin lê, bi ser neketin. Me hinek din jî pirs kir û me ew ji hev qut kirin. Fêm kirin ku em bi wan hisiyan ji ber vê tirsiyan û reviyan. Lê diviyabû me ew yekser bigirtana. Lê me negirt ew jî reviyan. Ev herdu diçin Şirnexê. Li cem dijmin namînin hatin gel PDK’ê û hêj jî li gel PDK’ê ne. Wana di wê pêvajoyê de roleke xerab leyistin. Xwe di navber me û dijmin de kişandin, hem jî hevalên birîndar li dûv grûbê xistin ku em îmha bibin. Me ev tiştan ji wan pirsiyar kir, rexne kir lê me tedbîrên rêxistinî negirt û ew jî reviyan. Em bi Serokatiyê re axivîn û Serokaiyêî got: “Xwestin li we wekî Bedîrxan beg bikin, lê bi ser neketin.” Ew pêvajoya operasyona Nîsanê wisa qediya. Ev beşek ji pêngava dijmin a komploya ku dixwest li dijî Serokatiyê pêş bixe bû. Ji ber ku hedefa dijmin ev bû; Botan û Amedê tesfiye bikin û dûvre berê xwe bidin Şamê. Jixwe wisa bû. Piştî wê hinek operasyonên din her meh ajot û herî dawî operasyona Katoyê Marînosê, dîsa di 11’ê Îlonê de destpêkir û wê jî ajot û di 14’ê îlonê de Atîlla Ateş li Hatayê Sûriye tehdît kir û got: “Hûn Öcalan teslîm nekin em ê êrîşî Şamê bikin.” Ev planeke komployê bû. Berxwedana 14’ê Nîsanê bi rastî wekî destanekê bû. Bi rastî wexta em ji wir derketin û heval Xweşnav ji me re xwê û xwêya lîmonê çêkir, min got: “Divê ev bûyer bibe pirtûk û jibîr nebe.” Ew berxwedan û qehremaniya hevala Zelal divê bê nivîsandin. Ev erka me ye û divê em vê erka xwe pêk bînin. Di vir de me gelek tişt kêm anî ziman, hûrgilî pir hene. Cardin gelek lehengî û sekna nimûne ya şehîdan hebû, me hemû di vir de neanî ziman. Bi rastî di wê operasyonê de tenê bombebarana dijmin rê da ku arazî bibe wek erdekî hatî cotkirin. Hevalan li wir di bin fermandariya hevala Zelal de berxwedaneke girîng pêş xistin. Ruh û berxwedana wan temsîl kirî, heta roja îro ji me re bû rêber, ji vir û wiha jî wê heta serkeftinê ji me re bibe rêber… | ||
© 2021 Serxwebûn |